ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,418
画像 105,688
書籍 19,152
関連ファイル 96,431
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Ehmedê Xanî, Netewperwerî û Ziman
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî
=KTML_Bold=#Ehmedê Xanî# , Netewperwerî û Ziman=KTML_End=
Mehmet Emin Demir

Konfîçyus wiha dibêje: ‘’Dema hûn dixwazin welatekî talan bikin ewilî zimanê wan xera bikin.’’ Mixabin dagirkerên Kurdisatanê jî ji vê peyva Konfîçyus ders wergirtine û di beriya kuştin û talankirinê ewilî bi riya zimên zext li ser gelê kurd çêkirine û ewilî xwestine ku zimanê kurdan xera bikin. Xwestine ku bi riya tunekirina kurdî kurdan jî asimile bikin. Gelê kurd jî di nav her şert û mercên dinyayê û di her warê jiyanê de bi sedan salin ku li dijî pişaftina dagirkeran ji bo parastin û pêşveçûna zimanê xwe tekoşîneke hêja dane. Mirov dikare bêje ku ev tekoşîn bi Ehmedê Xanî re di medreseyên Kurdistanê de destpêkirî ye û bi bilindkirina helbestavanên wek Hacî Qadirê Koyî heta îro hatiye.
Ehmedê Xanî û Hacî Qadir Koyî du kesin hêja ne ku her du jî netewperwerên kurd bûn. Her duyan cara yekem bindestiya kurdan û mafê dewletbûnê ji bo kurdan li hember dagirkerên Kurdistanê bi awayekî eşkere anîne ziman. Her du îdeologên netewperweriya kurd Xanî û Koyî dixwestin ku kurd pênûs û şûr bi destxînin û bi vê rêyê bikaribin azad bin. Belê Xanî netewperweriya kurdî di sedsala 17. de di beriya şoreşa Fransî bi sed salî aniye ziman. Netewperweriya Kurd ji metîngeriya Ewropa jî kevintir e. Lê mixabin kurd 300 salin bi serneketin. Ji bo ku neteweyek xwe li hemper pişaftina dagirkeran biparêze pêwîst e ku di beriya her tiştî de ewilî zimanê xwe biparêze û xurt bike. Di vî warî de gava yekem Ehmedê Xanî avêtiye û li hemper serdestiya erebî ferhenga Nûbihara Biçûkan nivîsandiye û cara yekem zimanê kurdî bi saya vê ferhengê di medreseyên kurdan de ketiye nava perwerdehiyê. Herwiha Nûbihara Biçûkan ferhnega kurdan a yekemîn e.
Xanî vê ferhengê ji bo zarokên kurdan dinivîsîne da ku zarokên kurdan di medreseyan de bi zimanê zikmakî perwerdê bibinin. Xanî di destpêka ferhengê de hestên xwe ji bo ferhnegê bi vî awayî tîne zimên:
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan
Xanî diyar dike ku ev ferhenga ne ji bo mîr û began, ji bo zarokên kurdan nivîsiye. Lewra Xanî dizanibû ku paşeroja gelekî girêdayî zarokên wan e. Nûbihara Biçûkan heta îro jî di medreseyên kurdan de tê xwendin û mirov dikare bêje ku bi taybetî li Bakurê Kurdistanê kurd tenê li medreseyan bi zimanê zikmakî perwerdeyê dibinin. Ew jî bi saya berhemên Ehmedê Xanî û helbestvanên kurd ên din.
Xanî gelekî di bin tesîra dagirkirina Kurdistanê de maye ku wê demê Kurdistan ji aliyê tirk û farisan hatibû dagirkirin. Rewşa Kurdistanê ya wê demê tesir li ser berhemên Xanî jî kirine ku Xanî di helbestên xwe de dilgiraniya xwe tîne zimên û ji kurdan re li çareyekê digere. Xanî dixwaze ku kurd di bin sîwana rêberekî de bicivin û tifaqa xwe ava bikin da ku Kurdistanê rizgar bikin. Netewperwerê kurd Xanî gelekî tekoşîn kiriye lê mixabin nikaribûye fikrê xwe derbasî pratîkê bike.
Ziman hem stûna netewîbûnê ye û hem jî stûna çanda gelan e. Pêwîst e di her warê jiyanê de em bi zimanê xwe re bijîn. Lewra ziman hem dîrok e û hem jî pêşeroja gelan e. Em bi saya zimanê xwe dikarin çand, huner, folklor û hebûna xwe derbasî nifşên nû bikin. Zîmanê kurdan wek av û hewayê ji bo wan girîng e. Lewra domandina hebûn û çanda milletekî girêdayî zimanê wî gelî ye. Neteweyek nikare bi zimanekî din hebûna xwe bidomîne. Kurdistan çar parçe ye û di bin destê kolonyalîstên dijwar de ye. Kurd ancax dikarin bi saya zimanê xwe hebûna xwe bidomînin û yekitiyekê ava bikin. Divê ziman û pênûsa gelê kurd xurt be da ku bikaribin hebûna xwe veguhesînin nifşên nû. Xurtbûna zimên û pênûsê jî girêdayî nivîs û perwerdehiya wî gelî ye. Wek seydayê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ku di eslê xwe de şagirtekî Ehmedê Xanî ê me’newî ye dibêje: Xwendin xwendin xwendin dest hev girtin dest hev girtin dest hev girtin.
Her çiqas wek Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de tîne zimên ku bazara kurdî tine be jî lê wî bi hissiyata netewî dîsa jî bi kurdî nivîsiye. Xanî xemgîniya xwe ji bo bazara kurdî di Mem û Zînê de bi van gotinan tîne zimên:
Çi bikim ku qewî kesade bazar
Nînin ji qumaşî re xerîdar
Em jî wek şagirtên Ehmedê Xanî mecbûr in ew erka ku wî daye ser netewperwerên kurd bi cih bînin. Her çiqas bazara zimanê me kêm be jî em ê bi kurdî bixwînin, bifikirin, binivîsînin û bijîn.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは887表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/- 12-07-2023
リンクされたアイテム: 31
ライブラリ
伝記
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 00-00-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 12-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは887表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,418
画像 105,688
書籍 19,152
関連ファイル 96,431
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.297 秒(秒) !