图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,949
图片 106,214
书籍 19,185
相关文件 96,696
Video 1,331
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xewn û Xeyala Ehmedê Xanî: Dewlet
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî
=KTML_Bold=Xewn û Xeyala #Ehmedê Xanî# : Dewlet=KTML_End=

Mehmet Emin Demir
Rewşenbîrên kurdan di berîya bi sedan sala ji bo gelê kurd girîngiya dewletê bi lêv kirin û pêwîstiya dewletê ji bo gelê xwe anîn ziman. Îdeologê kurdan ê netewperweriyê Ehmedê Xanî û Haci Qadirê Koyî di beriya bi sedan salan di helbest û berhemên xwe de qale dewleta kurd kirin û pêdiviya dewletê ji bo kurdan bi awayekî eşkere anîne ziman. Nemaze Ehmedê Xanî di beriya 300 salî ji bo kurdan pêwîstiya dewletê anî ziman ku dîrokeke gelekî balkêşe. Lewra wek tê zanîn netewperwerî bi Şoreşa Fransî li dinyayê belav bû û neteweyên bindest bi tesîra Şoreşa Fransî hişyar bûn û avakirina netew-dewletan zêde bû. Ehmedê Xanî di beriya Şoreşa Fransî bi sed salî ji bo kurdan dewletbûn anî ziman û xwest ku kurd hişyarbin û netewperwerî di nav wan de belav bibe. Di dîroka ku Ehmedê Xanî dewletbûn anî ziman û xwest ku netewperwerî di nav kurdan de belav bibe hêj wê çaxê dinyayê nizanibû netewperwerî çi bû, lêbelê Xanî di beriya sed salî pêşbînî kiribû û dizanibû wê ji bêdewletbûnê çi were serê gelê kurd. Xaniyê duyem Haci Qadirê Koyî jî wek Ehmedê Xanî bi derdê milletê xwe dişewitî. Wî jî piştî Xanî bi 150 salî heman tişt ji bo dewletbûnê anîn zimên. Lêbelê mixabin û sed mixabin ku gelê kurd ji fikrên îdeologên netewperwer tênegihîştin û em bi vî halî man. Ez bawerim ku ger me baş ji Xanî û Koyî fehm bikira û me bida pêy rêç û fikrên wan em niha ne di vê rewşa xerabdabûna. Îro jî teve ku gelê kurd di bin nîra dagirkeran de dinale gelek ji me girîngiya dewleteke serbixwe fehm nekirine.. Biratî ancax di şertên wekheviyê de pêk were. Ji bo ku em îro bi dagirkerên Kurdistanê re ne wekhevin û ew bi çavê koletiyê li me dinêrin em û wan tu carî nabin birayên wekhev û rasteqîn. Çimkî axa tu carî naxwazin bi xulamên xwe re bibin bira û dewlemendiyên ku hene bi wan re par ve bikin. Kînga me dagirker ji axa xwe qewitandin ku pêwîst be wê çaxê mirov dikare li ser tifaq an biratiyê bifikire. Wekîdin têkiliyên di van şert û mercan de ancax wek têkiliyên axa û xulaman bimeşin. Bawer bikin dagirker bi kurdan re bi awayekî xweş tu carî bi kurdan re biratiyê nafikirin. Ew tu carî dev ji axatî, zilim, zordarî û tunekirina kurdan bernadin.
Divê kurd li kok û rabirdûya xwe vegerin û ji dîroka xwe îbretê werbigrin. Bi sedan salane ku bi destê dagirkeran li Kurdistanê talan, kuştin û qirkirin bi rê ve diçe. Gelo hûn bawer dikin ku di navbera me de biratiyek rast û samîmî pêk were. Ma em dikarin evqas talan, kuştin û xerabûna Kurdistanê ji bîr bikin. Xeyalan mekin bi awayekî samîmî bifikirin û biryarê bidin. Helebçe, Zîlan, Dêrsîm, Sînemeya Amûdê, Qamişlo, Roboskî û Kobanî tên jibîrkirin. Hûn ê bi çi rûyê derkevin pêşberî Şêx Seîd, hûn ê ji Ûxir Kaymazê 12 salî ku dagirkeran 13 gule berdane laşe wî bêjin çi, hûn ê ji Ceylana ku laşê wê bi topên dagirkeran hate parçe parçe kirin bêjin çi. Ma hûn ê zarokên Helebçeyê çi bikin û hûn ê bi çi rûyî li wan binêrin. Gunehê zarokên Sinemaya Amûdê çi bû. Belê kurdên bi xîret! Ne gunehên wan û ne jî tawanbariyeke wan hebû. Hemû guneh û tawanbarî ê bav û kalên wan û serok û rêberan bû ew bav û kalên wan ê ku nikaribûn li ser axa Kurdistan dewleteke serbixwe ava bikirina. Pêwîst e dîrok dubare nebe û ew şansê ku hatiye ber lingên kurda were bikaranîn. Lewra hûn jî dizanin ku ev siûda ji 100 salî carê tê. Siûda di ber 100 salî a piştî şerê cihana yekemin ji dest kurdan çû, lê nabe ku em piştî 100 salî siûda li ber lingên xwe ji dest berdin.
Xanî û Koyî di beriya bi sedan sala xwestin ku niştimanperweriyê di nav gelê xwe de belav bikin û Kurdistan bibe dewlet.
Xanî fikir û daxwaza dewletê di helbestên xwe de wiha dianî zimên:
Ger dê hebûya me tifaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rûm û ereb û ecem bi temamî
Hemûyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Her du rewşenbîran rola xwe lehîstin û bi pênûsa xwe şer û tekoşîn kirin. Mixabin ji bo ku ew bi serketana ji pênûsa wan re hewcedarî bi piştgiriya şûr hebû, lê kurdan nikaribûn pênûs û şûr bigihandana hevûdu û fikr û ramanên wan bi serneketin anjî pratîze nebûn. Rewşenbîran rola xwe lehîstibû, lêbelê şêx û axa û mîr û serokên kurdan rola xwe bi cih neanîbûn. Gelê kurd ji dîrokê ve nikaribû tifaq û hevkariyekê ava bikin, lowma bi sedan salane ku di bin nîrên dagirkeran de dinalin. Ji bo rizgariya gelê kurd pêwîstî bi tiştekî tenê hebû ku nemaze her kurd lomeyê jê wê dike. Ew jî bêtifaqiya kurdan e. Belê her kurd ji bêtifaqiyê lomedar e, lê tu kes jî ji bo tifaqeke netewî gav naavêje. Pêwîst e her eşîr, axa, mîr, beg, partî û kesayet dev ji berjewendiyên kesayetî berdin û ji bo tifaqa netewî têbikoşin. Qet nebe mirov dikare berjewendiyên kesayetî, eşîrî û hizbayetiyê berde û ji bo neteweya xwe û ji bo daxwazên netewî were cem hevûdu. Daxwaza gelê kurd ev e û tekane riya çareseriyê jî ev e. Ev berpirsiyara dikeve ser milê serok, rêber, axa û partiyan. Divê gelê kurd ji bo mafên netewî van pêkhateyan mecbûr bike ku tifaqeke netewî ava bikin. Piştî em bûn xwedî dewlet û gihîştin mafên xwe ên netewî dê berjewendiyên me ên şexsî, eşîrî û hizbî jî baştir bin û bi pêşkevin. Berjewendiyên şexsî, eşîrî û hizbî girêdayî berjewendiyên netewî ne. Divê her kurd li gor hêz û quweta xwe ala netewîbûnê bilind bike hetanî ku kurd bibin xwedî dewlet û çar parçeyên Kurdistanê ji bin destê dagirkeran rizgar bibe.
Serok Barzanî îro wek serokekî gelê kurd xewn û xeyalê Ehmedê Xanî li dar dixe. Serok Barzanî fikra Xanî ku gihandina hevûdu a pênûs û şûr bû bi cih anî û kurd anîn asta dewletbûnê. Peywîr û berpirsiyariya her kurdî ew e ku di vê pêvajoya dîrokî de li pişt Serok Barzanî bisekine û piştgiriya proseya serxwebûnê bike. Wek Qazî Mihemed gotiye: ‘’Eger yekî ji we tiştek ji bo milletê xwe kir jê re bibin alîkar, nebin asteng’’. Herwiha piştgiriya serxwebûnê erkeke netewî û berpirsiyariya me ya li hemper gelê me ye. Hêvî dikim her kurd bi hişmendiya netewî li doza serxwebûnê xwedî derkeve
Lewra Serok Barzanî xewn û xeyalên hezar salî li dar dixe. Xewn û xeyala dewletbûnê… [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览934
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 12-07-2023
挂钩项目: 30
传记
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 12-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览934
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,949
图片 106,214
书籍 19,185
相关文件 96,696
Video 1,331
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!