图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,263
图片 106,552
书籍 19,263
相关文件 97,044
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“Şevek Şîzofren” Tirsê Bi Êşê Dinixumîne
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

“Şevek Şîzofren” Tirsê Bi Êşê Dinixumîne

“Şevek Şîzofren” Tirsê Bi Êşê Dinixumîne
=KTML_Bold= “Şevek Şîzofren” Tirsê Bi Êşê Dinixumîne=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sîdar Jîr# =KTML_End=

Ji destpêka mirovahîyê heta vê serdemê afirandin piştî êşekê dest pê dike. Ji figûrên li şikeftan bigirin heya berhemên hunera modern/nûjen ku em bala xwe bidinê jêderka wan yan jî bingeha wan hemûyan yek e. ÊŞ. Hemû berhemên sereke ku îro jî di asta “jorîn” de em dinirxînin, hemû jî bermayî û “kelepûra êşê” ne… Ev berhem çi bi nivîskî û çi jî bi zargotinî bin qet xem nake, encam heman tişt e. Hemû di rehên bedena civakê re hatine parzûnkirin û piştî wê parzûnkirinê bi kodên wê civakê xwe gihandine asta jorîn…
Di vê biwarê de, di edebeyîyata Kurdî(Kurmancî- Bakur) de, romana Îrfan Amîda ya bi navê Şevek Şîzofren mînakeke gelek di cih de ye. Nivîskar di vê romanê de, gelek tiştan/têgihan/hestan bi kodên gelekî xurt/zindî vedibêje. Her çiqas gelek têgihên wekî xayîn, îxanet, têkçûn, neçarî, bêçaretî, nezanî, erotîzmeke ji êşê zayî û gelekên tiştên din rasterast tîne bîra me xwîneran jî, di bingeha xwe de û li jêr hişî, bi awayekî giştî Amîda di romanê de zêde guh nade van. Ya ku wekî puxte danîye pêşberî xwîneran ev e: Derb e! Derbek heta tu bibêjî xurt e. Derbeke heta tu bibêjî cih girtîye… Derbek li bindestîyê ye, derbek li bindestîya “xwe” ye. Di Şevek Şîzofren de, li tu derê romanûs ne li pey wê yekê ye ku derba xwe li serdestan bixe. Ji ber yên ku serdestan wekî dermaleyekî li ber derê xwe xwedî dike bindestî bi xwe ye. Lewma jî di jêrzemîna romanê de ew derb heye. Di dîyalogên di navbera lehengan de jî vê yekê xweş bi cih dike. Di romanê de sembola serdestîyê serdar Cengiz e û serdestîya xwe bi wêrekî vedibêje. Lê bindest, Qado çi dike? Nivîskar di vê derê de bi gelek rê û rêbazan Kotan û Zoro yanî du kûçik derxistiye pêş… Bindest ji ber tirsên cur bi cur hay ji êşa xwe nîn in.
Di hemû dîmen û sehneyan de, Kotan û Zoro anku du kûçik dibin leheng, çi aşkere û çi jî nuximandî. Sehneyên di romana Îrfan Amîda de, bi awayekî gelekî nûjen û bi zîrekî xwînêr li hişê xwe û yê “bindestan” hay dike. Dest bi sehneyekê dike, naqedîne bi ser ya din ve diçe. Dîmen anku sahne li pey hev qetqetî xuya dikin, lê tiştekî wisa nîn e. Heger nivîskar bixwesta hukim li metnê bike ew ê bi rehetî hemû tişt “têkûz” û gelekî jî “asayî” bikira. Lê divê neyê jibîrkirin ku ew sahne herka hişî ya leheng in û leheng bi xwe di nava çûn û hatinan de ye. Hişê wî ne zelal û têkûz e. Xwîner jixwe wê pevgirêdanê di ser rewşa şîzofrenîk re dixwîne û dibîne. Ew pevgirêdan êdî ji xwîner re hatiye hiştin.
Di her sehneyekê de, xwîner bêhtir têdigihîjin ku qebûlkirina bindestîyê, tirsê kêlîk bi kêlîk wekî gilokekê di dil de mezin dike. Her ku mezin dibe digihîje wê radeyê ku bindest êdî ne tenê ku ne bi destê xwe ye, her wisa êdî ne bi hişê xwe ye jî…
Di destpêka romanê de nivîskar bi vê hevoka nuxmandî kodeke gelekî xurt a romanê dide mista xwîneran; Divê tu pê bidî hîskirin ku tu xwedî yî. Divê tu kûçikan bêxwedî nehêlî. Zû har dibin. Serbixwe tevdigerin. Ku kûçik zanibin ew kûçik in û tu xwedî yî, her û her sadiq in. (rp, 25) Jêderka derblêdanê û girêka romanê ev hevok e.
Tirs, xwedî, bêxwedî, sadiq, har, serbixwe û yên êdî xwîner xwe bi xwe dinivîsin yek bi yek rêz dibin… Û belkî jî Şemsê û Şêxo wekî hêvîyekê mîna şevreşkan li tenişta tirsê bi cih dike ku ew ne “sadiq” in…
Gelekî hêsan e ku wêjekarek berî her tiştî gelek gotinên qerase ji serdestan re bike. Bi vê yekê nikare di civakê de tu tiştî biguherîne. Ji ber ku bindestî serdestîyê xwedî dike, xurt dike… Ev yek encax êşê li êşê zêde bike. Lewma jî Îrfan Amîda “êş bi êşê nenixumandîye.” Êş estetîktir kiriye. Êşa ku estetîk dibe jî wekî bivirekî avdayî ye. Nivîskar bi wî bivirê avdayî li bindestîyê daye. Bindestîya ku serdest pê dijîn. Lewma jî Şevek Şîzofren derbek li bindestîyê ye. Bi wê derbê serdest diferihe, har dibe, dîn dibe… Bi her derbê re êşa bindest wekî avê zelal dibe. Nivîskar wê êşê av dide… Wê êşê di ser serê tirsê re dihezikîne, tirsê bi êşê dinixumîne. Kêlîka ku bindest netirse destpêka têkçûna serdêst e. Piştî wê kêlîkê hemû şev û rojên serdest dibin şîzofrenî.
“Şevek Şîzofren” bi vê yekê harmonîyek hunerî ye. Di romanê de bicihkirina lihevhatî ya têgihên paradoksî vê harmonîyê di jêrhişê xwendineke edebî de bi cih dike.
Bi awayê herî puxteyî, Şevek Şîzofren bi hişê xwe yê xurt derbeke xedar li hişê bindestîyê dixe.
*Şevek Şîzofren, Îrfan Amîda, roman, Weşanên Lîs, 2018[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览206
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 11-07-2023
挂钩项目: 2
图书馆
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 27-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئەڤین تەیفوور 11-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览206
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,263
图片 106,552
书籍 19,263
相关文件 97,044
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!