Biblioteca Biblioteca
Buscar

Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!


Search Options





Búsqueda Avanzada      Teclado


Buscar
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Instrumentos
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Idiomas
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mi cuenta
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
Buscar Enviar Instrumentos Idiomas Mi cuenta
Búsqueda Avanzada
Biblioteca
Nombres Kurdos
Cronología de los hechos
Fuentes
Historia
Colecciones usuario
Actividades
Buscar Ayuda?
Publicación
Video
Clasificaciones
Elemento Random!
Enviar artículo
Enviar imagen
Survey
Su opinion
Contacto
¿Qué tipo de información necesitamos!
Normas
Términos de uso
Calidad de artículo
Acerca
Kurdipedia Archivists
Artículos nosotros!
Añadir Kurdipedia a su sitio web
Añadir / Eliminar Email
Estadísticas de visitantes
Estadísticas de artículos
Fuentes Convertidor
Calendarios Convertidor
Lenguas y dialectos de las páginas
Teclado
Enlaces útiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Registrarse
Membresía!
Olvidó su contraseña?
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Acerca
 Elemento Random!
 Términos de uso
 Kurdipedia Archivists
 Su opinion
 Colecciones usuario
 Cronología de los hechos
 Actividades - Kurdipedia
 Ayudar
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 519,517
Imágenes 106,564
Libros 19,265
Archivos relacionados 97,105
Video 1,385
Biblioteca
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores...
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán ...
Biblioteca
Liberando la vida: la revol...
Zembîlfiroş
Grupo: Artículos | Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Clasificación elemento
Excelente
Muy bueno
Promedio
Pobre
Malo
Añadir a mis colecciones
Escriba su comentario sobre este artículo!
Titel der Geschichte
Metadata
RSS
Búsqueda en Google de imágenes relacionadas con el elemento seleccionado!
Buscar en Google para el artículo seleccionado!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zembîlfiroş

Zembîlfiroş
Zembîlfiroş
Lema Mihemed Elî

Zembîlfiroş zembîla tîne
Sûk û kolan digerîne
Gulxatûn ji bircê dibîne
Aqil diçe sewda dimîne
Zembîlfiroş lawkê derwêş e
Kerem ke tu were pêş e
Qîmetê zembîlên xwe bêje
Xatûnê ez tobedar im
Ez ji rebê jorê nikarim
Zarok birçî ne li mal in
Xatûnê gerdenbimorî
Şixul nabe bi kotek û zorî
Kê ji me çîroka Zembîlfiroş nebihîstiye! An ji devê dapîr û bapîrên me, an ji devê dengbêjên me yên mîna Karapetê Xaço, an jî ji nivîsên wêjevan û helbestvanên me yên mîna Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî û hin wêjevanên din.
Marûf Xeznedar di pirtûka xwe ya bi navê ”Mêjûyî Edebî Kurdî” de wiha dibêje: ”Di nav ereban de wêjeya bajarî di sedsala 10an de, di nav farisan de di sedsala 11an de ,di nav ewropîyan de di sedsala 13an de û di nav kurdan de bi Zembîlfiroşa Feqîyê Teyran re yekemîn berhema wêjeya bajarî derketiye holê.”
Ev yek jî dibe nêrînek, lê ev destan di nav civaka kurdan de ji mêj ve bi devkî gihaye îroj, her wiha tu kesî yan jî tu neteweyê nikarîye vê destanê ji kurdan bidize û bike malê xwe, Zembîlfiroş kurdî ye û her kurdî maye.
Di çand û wêjeya kurdî de, gelek şêweyên vegotin û nivîsandina cureyên çîrok, efsane, destan û serpêhatîyan hene ku dilê mirovan mişt evîn dikin, ji ber ku di ristina wan de gelek balkişandin li ser sinc û bawerîyên civaka kurdan hene, wekî Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêş û Edûlê, her wiha bi dehan destan û çîrokên kurdan hatine gotin û nivîsandin.
Yek ji van berhemên civaka kurd Destana Zembîlfiroş e ku bi rengê stran, helbest, destan û serpêhatî bi devkî li ser zimanan gerîyaye û gihaştiye nivîsandin û tomarkirinê. Zembîlfiroş, an jî Mîr Seîd kurê Mîr Hesen e, ji Hekarîya Bakurê Kurdistanê ye. Di navbera salên 900-1000ê zayînê jîyaye. Li bajarên Farqîn, Amed û Zaxoyê gerîyaye û hin kes dibêjin ku li Zaxoya Başûrê Kurdistanê jîyana xwe ji dest daye û li gundê Sîrkutka girêdayî Zaxoyê hatiye binaxkirin.
Lê çîrok an jî bûyer di dema Merwanîyan de, li Farqînê derbas dibe. Farqîn jî paytexta Dewleta Merwanîyan bû, bajarê kevnar ê nêzî Amedê û keleha navdar a Mîrê kurd Nesir El-Dewle li wir bû.
Farqîn an jî Silîvan ku navê wê ji Meyafarqînê hatiye kurtkirin û bûye Ferqîn. Li gor ku geştyar Evliya Çelebî dibêje, Ji ber ku Farqîn di navbera çemê Farqînê û çemê Êlihê de hatiye avakirin, ji aliyê Hz. Cercîs ve ev nav lê hatiye kirin. Farqîn li ser rêya Amed û Sêrtê ye, li qûntara çiyayê Elbatê hatiye avakirin ku ev çiya heta 1500 metrî bilind e. Der û dorê bajêr bi sûr hatiye girtin. Li rojavayê bajêr Amed û navçeya Hezroyê, li başûr navçeya Bismilê, li bakur navçeyên Licê û Pasûrê, li rojhilat jî bajarê Êlihê cîranên Farqînê ne. Çiyayê Elbatê ji seranserê deştê ve bajêr ji rojhilat ber bi rojava ve dibire. Deşta Farqînê bi giranî bê şînkayî û dar e lê di alîyê çiyayan de cî bi cî darên mazî, berû û fêkîyan hene. Avhewaya herêmê havînan germ û ziwa ye, zivistanan jî serma şilî û şepalî ye.
Niha bi giştî 75 gund û 82 çewlik bi ser Farqînê ve ne û bajar bi xwe ji 11 taxan pêk tê. Cîwarên kevnar li Farqînê ev in: Kela Farqînê, Şikeftên Hesûnê, Temtembûrk, Kela Boşatê, Minareya Qot, Mizgefta Selahedînê Eyûbî, Birca Zembîlfiroş, Kela Mala Mîr.
Ev dever cîwarê evîna Zembîlfiroş û Gulxatûnê ye. Ji ber vê yekê jî, vê evîna ku hezar sal di ser re derbas bûne, navê xwe li ser dîwarên Keleha Farqînê kolaye û birceke kelehê wekî Birca Zembîlfiroş hatiye binavkirin û nasîn.
Feqîyê Teyran di destana xwe ya bi navê Zembîlfiroş de wiha dest pê dike:
Ey dil were dîsa bi coş
Carek ji cama mey binoş
Bikim qîsseta Zembîlfiroş
Da seh bikin hîkayetê
Zembîlfiroş kurê mîrê Hekarîyê bû. Bi husna dinê xortekî pir qeşeng bû, di nav dewlemendîyeke mezin de li kêf û xweşîya xwe dinerî û pirê caran dema xwe bi nêçîrê derbas dikir.
Rojekê ji rojan, dema ji nêçîrê vedigere, bi hespê xwe yê boz xwe ji zozanên Hekarîyê berdide deştê. Çaxa di deştê re derbas dibe, lingê hespê wî di erdê de diçe xwarê, gazî xizmetçî û xulamên xwe dike û dibêje: ”Bînin tevr û bêran, vê derê bikolin ka di vir de çi heye!”
Gava xulamên wî wir dikolin, dibînin ku gorek heye û du kêl li ser in. Li ser van her du kêlan nivîs heye. Li gor nivîsê, xortekî 35 salî di gorê de heye, pir sal û zeman di ser re derbas bûne. Gava kefenê li ser rûyê wî radikin, dibînin ku termê wî hîn wekî xwe ye û tiştek pê nehatiye. Bala xwe didinê ku li ser enîya wî mirovê mirî xwêdan heye, wekî ku ne mirî ye hîn zindî ye. Ev yek ji Zembîlfiroş re dibe kul û derd: Gelo çi çîrok li dû vî mirîyî heye? Çima laşê wî mîna hemû mirîyan xerab nebûye?
Diçe mala xwe. Dê û bavê wî tên pêşîya wî û wî di vî halî de dibînin. Gazî textor û hekîman dikin, dikin û nakin çareyekê jê re nabînin.
Rojekê ji rojan, du hekîm lê dibin mêvan û pirsa derdê wî dikin. Çîroka gorê û xortê ku termê wî wekî xwe mabû ji wan re dibêje. Her du hekîm jê re dibêjin ku ew mirovê mirî debara jîyana xwe bi ked û xwêdana xwe pêk anîye, loma tiştek bi laşê wî nehatiye. Kelecaneke mezin Zembîlfiroş digire û biryarê dide ku dev ji mal û milkê xwe berde û debara jîyana xwe bi keda milê xwe bike.
Radibe zarok û hevjîna xwe dibe û dev ji mîrîtî û keleha xwe berdide. Dikeve ser rêya Wanê û ji bo firotinê, zembîlan çêdike da ku debara jîyana xwe bi wan bike. Li wir zembîlan li kolanan digerîne û difroşe.
Zembîlfiroş zembîlan tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û avek pê distîne
Kulfetê xwe didebirîne
Ew qewî lawik feqîr bû
Daîma Xwedê li bîr bû
Di pîşê selikan de jîr bû
Dest dikir bi wê sin’etê
Paşê berê xwe dide gelîyê Tetwanê. Carekê xewnekê dibîne, di xewnê de yekî hekîm dibîne, jê re dibêje:
Tu yê bikevî gelîyê Bidlîsê gelî bi gelî ye
Tê de mezin bûye cotek welî ye
Yek Şêx Şebedîn e yek Seyd Elî ye
Ev xewn jê re dibe mereq û bi rê dikeve. Ji gelîyê Bidlîsê derbas dibe li ser zîyareta Weysel Qiranî barê xwe datîne. Ji wir jî diçe ku berê xwe dide Êlihê. Çendekê li wir jî dimîne lê dawî berê xwe dide Farqînê û zembîlên xwe li nava bajêr digerîne. Rojekê ji rojan, Gulxatûna ku hevjîna mîrê Farqînê ye, ji birca bilind ve wî dibîne. Ne bi dilekî, bi hezar dilî wî dihebîne û aşiqa Zembîlfiroş dibe ku Zembîlfiroş zilamekî pir bedew bû. Di vî milî de, Feqîyê Teyran wiha dibêje:
Zembîlfiroş lawkê rewal bû
Bi kulfet û ehlî ꞌeyal bû
Husneka Yusuf li bal bû
Heqq e rezzaqê qismetê
Gulxatûn dibêje berdestîya xwe: Here gazî wî zembîlfiroşî bike, ez ê zembîlan jê bikirim.
Gava berdestîya Gulxatûnê diçe û gazî Zembîlfiroş dike, Zembîlfiroş tê keleha Gulxatûnê. Gava derbas dibe, tê digihêje ku Mîr ne li malê ye, li derdora xwe dinêre, şik û guman dikeve dilê wî. Gulxatûn gazî wî dike:
Zembîlfiroş lawkê derwêş e
Delalo lawkê derwêş e
Tu kerem ke were pêş e
Qîmetê selikê xwe bêje
Yên mezin biha bibêje
Yên biçûk zêran bikêşe
Kerem ke ser meslehetê
Dûr e Roja Qiyametê
Zembîlfiroşê ku tirsa Xwedê di dilê wî de ye, lê vedigerîne û wiha dibêje:
Xatûnê ez tobedar im
Toberdarê rebê cebar im
Ji rebê xwe qet nikarim
Îcar Gulxatûn dibêje:
Zembîlfiroş lawê biyanî
Ez dibêm da tu bizanî
Min ji bo ya dil tu anî
Tu nizanî muhbetê
Zembîlfiroş ji xatûnê re dibêje:
Tu mexaz ya dil divête
Da ji heq nebin fihête
Rûspî bin qiyametê
Çi qasî Gulxatûn dixwaze wî razî bike lê nikare wî ji rê derxe. Di nav dan û standineke dirêj de dimînin. Li vir Zembîlfiroş xelasîya xwe ji destê wê nabîne. Jê dixwaze ku nimêj bike. Diçe li derdora xwe li ser kelehê dinere xelasîya xwe nabîne. Pir hêrs dibe ku rêya revê tuneye.
Dema ku dît dil kir girî
Dil şewitî ew pir girî
Rû da û evraz fikirî
Ban kire şahê qudretê
Bang kir padîşahê mubîn
Go: Ya delîl û hairîn
Tu şad dikî qelbê hezîn
Xelas dikî ji zehmetê
Fatih tu yî miftah bi dest
Tu xaliq î her çi ku hest
Yek car bi te min pîst dibest
Da min nebî hilaketê
Dizanim ku tu ne naîm î
Ez dê xwe bavêm vê demî
Hewl û qudret ji bal te tê
Bi vê gotinê re, Zembîlfiroş xwe ji banê bircê ve diavêje.
Dibêjin ku Xwedê ferman dide ferîşteyan ku Zembîlfiroş deynin ser erdekî nermik da ku neêşe. Pê re Zembîlfiroş bi saxî û silametî dikeve. Paşê vedigere mala xwe û çîroka xwe ji hevjîna xwe re dibêje.
Şevekê ji şevan, Gulxatûn xwe digihîne hevjîna Zembîlfiroş. Hemû zêrên xwe dide wê da ku wê razî dike û wê şevê di nav nivînê Zembîlfiroş de raze. Şev reş e, Zembîlfiroş dikeve nav nivînê xwe, lê gava lingên wî digihên lingên Gulxatûnê, deng ji xirxalên di lingên wê de tê Zembîlfiroş. Gulxatûnê ji ew qas zêrên xwe tenê ev xirxal ji bîr kiribûn. Di cî de Zembîlfiroş tê digihêje ku Gulxatûn di nav nivînê wî de ye. Ji nav nivînê direve û Gulxatûn dide dû wî. Zembîlfiroş li ser kanîyekê disekine û êdî xelasîya xwe ji destê wê nabîne. Berê xwe dide esman û dua dike ku Xwedê gîyanê wî li wir bistîne. Xwedê daxwaza wî bi cî tîne û li wir dimire.
Çend rengên vagotina mirina Zembîlfiroş hene. Hin dibêjin ku di dawîya vê destanê de, Zembîlfiroş xwe ji kelehê diavêje xwarê û dimire. Jixwe Karapetê Xaço vê yekê di strana Zembîlfiroş de dibêje. Hin jî dibêjin ku Xwedê lava û duayên wî dipejirîne û dibe latek. Her wiha di hin vegotinan de dibe kevokek.
Lê payeberzîya vê çîrokê girêdayî hezkirina Xwedê ye; ji sinc û dirustîya Zembîlfiroşê dizê; Zembîlfiroşê ku xwe ji kelehê avêt û dawî li jîyana xwe anî û Gulxatûna ku ji bo eşq û evîna dilsojane xwe di pey Zembîlfiroş re avêt û wê jî dawî li jîyana xwe anî. Bi vî rengî, çîroka Zembîlfiroş û Gulxatûnê bû sembola eşq, evîn û dirustîyê di nav civaka kurd de.
Hin gor li Bakur û Başûrê Kurdistanê bi navê Zembîlfiroş tên nasîn û mîna cihekî pîroz bûne ziyaretgeha xelkên ku ji her deverê diçin serdana van goran.
Yek ji van goran li başûrê Kelha Farqînê ye ku bi navê Keleha Zembîlfiroş tê nasîn. Her wiha mezelek li gundê Sîrkutkê yê girêdayî Zaxoya Başûrê Kurdistanê heye ku dibêjin ev gora Zembîlfiroş e. Darek li wî mezelî heye, bi navê dara miradan tê nasîn. Xelk paçikan pê ve girêdidin û ji Xwedê lava dikin ku daxwaza wan bi cih bîne.
Melayê Bateyî û Miradxanê Bazîdî sûd ji Zembîlfiroşa Feqîyê Teyran girtiye û wan jî di nivîsên xwe de cih daya vê destanê.
Ev berhem, ji bo gelek nivîskar û lêkolînerên wekî Wesfî Hesen Ridênî, Aleksander Jaba, Hacîyê Cindî, Emînê Evdal, Ordîxanê Celîl û gelek kesên din bûye mijara lêkolînan.
Piştî çar sed salî, bi dehan mijar li ser destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê hatin nivîsîn.
Hezar salî piştî bûyerê, kurdan di şanoname, nîgar û muzîka xwe de evîna dilsoj a Gulxatûnê bi bîr anîn û heta roja me ya îroj hunermendên kurd stranên der barê vê destanê de dibêjin.[1]
Este artículo ha sido escrito en (Kurmancî - Kurdîy Serû) Lenguaje, haga clic en el icono de para abrir el artículo en el idioma original!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Este artículo ha sido visitado veces 329
HashTag
Fuentes
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojava.net/ - 09-07-2023
Artículos relacionados: 6
Grupo: Artículos
Lenguaje de los artículos: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2023 (1 Año)
Libro: Poesía
Libro: Literario
Provenza: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo de documento: Idioma original
Technical Metadata
Calidad de artículo: 99%
99%
Añadido por ( ئاراس حسۆ ) en 09-07-2023
Este artículo ha sido revisado y publicado por ( سارا ک ) en 13-07-2023
Este artículo ha actualizado recientemente por ( سارا ک ) en: 13-07-2023
URL
Este artículo según Kurdipedia de Normas no está terminado todavía!
Este artículo ha sido visitado veces 329
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres

Actual
Biblioteca
El fusil de mi padre
24-12-2013
بەناز جۆڵا
El fusil de mi padre
Partidos y Organizaciones
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
14-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Partido de los Trabajadores de Kurdistán
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Los Refranes Kurdos
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
Nuevo elemento
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
19-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
LA CONSTRUCCIÓN DE NACIONALISMOS EN EL KURDISTÁN
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biblioteca
Los Refranes Kurdos
18-07-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Estadística
Artículos 519,517
Imágenes 106,564
Libros 19,265
Archivos relacionados 97,105
Video 1,385
Kurdipedia son las mayores fuentes de información kurda!
Biblioteca
Kurdistán: desmantelando al Estado
Biblioteca
Revolución de las mujeres y luchas por la vida ¡Defender Rojava
Artículos
La formación del Kurdistán y la seguridad societal
Biblioteca
Los kurdos en Iraq
Biografía
Abdullah Öcalan
Artículos
​Mohandas Gandhi habla con Abdullah Öcalan ​- Sobre la violencia, la no violencia y el Estado
Biblioteca
La revolución de Kurdistán y Medio Oriente
Biblioteca
Liberando la vida: la revolución de las mujeres

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contacto | CSS3 | HTML5

| Página tiempo de generación: 0.453 segundo!