LOZAN.. HIN PIRS LI BARA KURDISTANA PIÇÛK Û ERMENISTANA MEZIN
HISÊN CIMO
Di çi pirtûkên li ser doza kurdî da, an jî karûbarê kurdan ên girêdayî bi siyasetên navdewletî, tê da behsa Hevpeymana Lozanê ku di 24 ê tîrmeha 1923 yan da hatiye îmzekirin, tê kirin. Di gelek lêkolînên ku li ser vê hevpeymanê hatine kirin da, hejmareka piçûk ji wan lêkolînan behsa “vegotina serdest” dikin, ku wekî encama kedên dîplomatîk ên Tirkîyayê ya nû birêveberîya tîma danûstandinê bi serkêşîya Ismet Paşa (Înonu), dibîne.
“Vegotina serdest” a li ser Lozanê, rêyeka kûr di têgihaştina siyasî ya kurdan ya nûjen da çêkir û wekî bipêşketineka ji nişkva û xedar ji alîyê Tirkîyayê ve di pêvajoya têkilîyên hevbeş da, tê dîtin. Her wiha, vegotina Lozanê ya serdest, vegotina birîtanyayî ye ku dîyar dike çawa serokê şandeya birîtanyayî Lord Curzon di dema danûstandinan da hempîşeyê xwe Ismet Paşa da şermê, dema ku behsa kurdan jê kir, her wiha çawa ku gotina Ismet “tu cudahî di navbera kurd û tirkan da tune ye” derewek e ku nayê qebûlkirin. Lê di rastîyê da, tu vegotineka kurdan a serdest li ser “hawirdora Hevpeymana Lozanê” tune ye. Gelo berîya îmzekirina hevpeymanê an jî di dema danûstandinê da, çi çêdibû?
Di sala 1918an da, serokê Amerîkayê Woodrow Wilson 14 rêgezên xwe pêşkêş kir û ji bo gelek tevgerên neteweyî li Rojhilata Navîn, ev rêgez bûne wekî bernameyeka kar a navdewletî. Di dîroka kurdan a nûjen da ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem û piştî wê da hate sazkirin, kurdan bi awayekî romantîk dest bi vegotina mezinahîya rêgezên Wilson ên rizgarkarîyê, kirin. Balkêş bû ku çîna kurdan a birêveber di dema pêşkêşkirina rêgezên Wislon da bi awayekî komî ev rêgez red dikirin. Lê metna rêgeza 12 wiha ye:
“Dabînkirina serwerîya beşên Tirkîyayê ji Dewleta Osmanî û dayîna neteweyên din ên ne tirk ku di bin serwerîya Dewleta Osmanî da ne, mafê çarenûsê û derfeta bipêşketinê ya serbixwe.”
Hêzên ereban ji rêgezên Wilson sûd wergirtin da ku ji serwerîya Osmanîyan rizgar bibin. Her wiha, tevgera neteweyî ya ermenan ev rêgez ji xwe ra esas girtin, da ku dewleteka serbixwe wekî ereban, ji xwe ra ava bikin. Lê helwesta kurdan li bara van rêgezan parçebûyî bû û alîyê ku herî zêde destek dida van rêgezan malbata Bedirxan bû (binêre: Cordy Gorgas – Tevgera kurdî li dîyasporayê – R21/22 ). Di heman demê da, van rêgezan zemîna nexşereya Hevpeymana Sevrê ku piştra em ê bi bîr bixin, danî. Lê piranîya kurdan ên ku ji “rêgezên Wilson” ditirsîyan, pişta xwe didan tevgerên diplomatîk ên Amerîkayê ji bo pêkanîna rêgeza 12an, ku li gorî vê rêgezê garantîya damezrandina dewleta Ermenistanê dihate dayîn ku ji 6 wîlayetan pêk dihat û kurdan ev 6 wîlayet beşek ji Kurdistanê, didîtin.
Qirkirina komî ya dijî ermenan di sala 1915 an da, hişt ku kurd di pêvajoya bê da xwe dûrî nîqaşên têkildarî doza ermenan bikin. Lê ev veşartin hişt ku nefêmkirineka kêm a nifşê kurdan ê îroyîn derbarê çawayîna pêkanîna Hevpeymana Lozanê da di navbera wan da bêyî opozîsyona kurdî ya çekdarî ya yekser çêbibe, an jî sedema negermbûna wan li ser Hevpeymana Sevrê ya sala 1920 î ku nexşereya dewleta kurdan xêz kir. Bi gotineka din, nefêmkirina doza ermenan, wê dîroka kurdan ji serdema çeksazkirina osmanîyan sala 1839an heta Hevpeymana Lozanê ya sala 1923 an, kêm be û neyê fêmkirin. Ji ber vê yekê jî, piranîya nivîskarên kurdan ên kevnperest ne bi mebest dev avêtin kurdan û digotin ku ev gel û birêveberên wan cahil bûn û bi awayekî hêsan bi sozên tirkan dihatin xapandin. Encamên bi vî awayî yên texmînkirina têkçûnên kurdan ên îdîaykirî, wê bibin sedema avakirina têgihaştineka neteweyî ya sexte û ji waneyên tecrûbeyên dîrokî vala be. Doza ermenan wekî bombeyekê ku di destê kurdan da teqîya û çi tiştê di pişt ra hat, divê di vê çarçoveya teqînê da were nirxandin, ku kurd û ermenan nikarîbûn mijara axa hevbeş û serwerîya li ser wê yek erdîngarîyê ku xwedî du nave “Ermenistan û Kurdistan”çareser bikirane.
Di payîza 1913 an da, mîrê kurdan Ebdulrezaq Bedirxan nameyek ji kurdan ra rê kir û tê da hişyarî li ser planeka navdewletî ya berfireh da ku Dewleta Osmanî neçar dike dest ji beşeka mezin ji axa xwe li bakurê Afrîka Anadolyayê piştî têkçûna mezin di şerên Balkanê da, berde. Di wê demê da, dihate gotin ku hêzên mezin bingehên damezrandina dewleta ermenan li sînorê herşeş wîlayetên borî ku ku tê da rêjeya kurdan ji sedî 80 li gorî nameya Bedirxan, danîn. Her wiha Ebdulrezaq Bedirxan dibêje “Eger hikûmeta osmanîyan dest ji kurdan bernede, wê Konstantînopolîs û Asyaya Piçûk winda bike.” ( هوكر طاهر توفيق – الكرد والمسألة الأرمنية – ص 758، 760)
Di wê serdemê da, ango di navbera derbeya Itîhad û Tereqî û heta ragihandina komara Tirkîyayê, hêzên siwaran (yên ku bi navê Elwîya Hemîdîye dihatin naskirin) parêzvanên herî mezin ên kurdan bûn, an jî di çavên wan da wisa bûn. Her wiha, birêveberên kurdan hewl dan ku hewldanên hikûmeta osmanîyan ya nêzîkî ermenan ra di navbera salên 1908-1911 an da ku vê hêzê bêçek bikin, têk bibin. Ebdulrezaq Bedirxan bal kişand ser vê hewldanê, ne wekî armancgirtina siwarên eşîrên bêserûber ku piştra di dîroka heyî da ji alîyê piranîya nivîskar û akademsîyanên kurdan ev nav li wan hate kirin, lê belê hişyarî li ser “bêçekirina kurdan” da. (هوكر طاهر توفيق – ص 761).
Ji ber gelek faktoran, karnameyên taybet ên alozîya di navbera kurd û ermenan da winda bûn, di nav da jî encamên biêş û kûr jî di hovîtîya li dij ermenan da. Di pêvajoya nîqaşên Bedî El-Zeman Seîd El-Kurdî (Nûrsî) bi eşîrên herêma Wanê re, ji ber metirsîya serwerîya ermenan li ser Kurdistanê û bi pîrozkirina ji dewletên Ewropayê ra, bi fikar bû. Her wiha, Nûrsî gelek van fikaran û berisva pirsên wan di pirtûka “Kulîyat Resail El-Nûr” da û piranîya wan di beşê “Sîqel El-Îslam” da nivîsandin.
Nûrsî berîya gera di nava eşîrên Wanê da, hişyarî li ser jihev0xistina siwarên kurdan da. Di vê çarçoveyê da, gotarek di rojnameya “Şûrî Ûmet”ê da, di 19ê mijdara 1908an da nivîsand û tê da biryara hikûmetê ya girtina dibistana eşîran ku jê piranîya efserên kurdan di artêş û Elwîya Hemîdîyê da jê derçûn dibûn, rexne kir. Her wiha, di wê gotarê da dibistana eşîran bi “pencereya¬” ku hate girtin şiband û Elwîya Hemîdîyê jî bi derî şiband. Di heman demê da, Seîd bi navlêkirineka balkêş hişyarî da ku, çawa girtina dibistanê dislozîya kurdan ji dewletê ra xerab kir û eger ku derî werin girtin (ango Elwîya hatin jihevxistin) wê çi çê bibe?
Lewra “vegotina kurdan a serdest” a li ser dîroka kurdan a rizgarkirî, di nava xwe da rûpelên nenas û tevlihev dihewîne, wekî şerma ji lixwemukuhatinê ku kurdan bi hemû hêza xwe kar kirin da ku “rêgezên Wilson ên rizgarîyê” têk bibin. Lewra, divê hin pirsên giring ji bo lêkolînkirin û provakasyona zaneyî werin kirin: Gelo di navbera kurd û tirkan da lihevkirinên veşartî hebûn? Gelo tîma tirkî sînorê lihevkirinê derbas kir û hevpeyman keysbaz kir ji bo ku wekî şûrekî li stûyê kurdan bi kar anî? Gelo baştir bû ku “Kurdistana Piçûk” li herêmên Bedirxanîyan ên dîrokî bihate avakirin û dev ji herşeş wîlayetan (Wan, Bedlîs, Erzirûm, Sîwas, Xarbêt û Amed) ji bo Ermenstana mezin berda? Gelo ji dema derbeya destûrî ya 1908an û heta dawîya şerê serxwebûnê yê sala 1922 yan, gelo bi rastî çi çêbû? Gelo pêkan bû ku birêveberên tirkan piştî ku hovetirîn sûc di vê serdemê da (qirkirina gelê ermen) pêk anî, Kurdistan ji kurdan ra bihişta bi biryarên fermî û yên bi belge di nameyên Telet Paşa û birêveberên Itîhad û Tereqî di desthildarîyê da? Gelo şablona ewropayî ya damezrandina dewlet-neteweyê ya nûjen, ji bo pêkanîna komkujîyan li rojhilatê Dewleta Osmanîyan a têkçûyî hate damezrandin?
Salih Bedirxan di gotareka ku di kovara “Roja Kurd” da hejmara sêyem sala 1913 an bi sernavê “Pênûs berîya şûr” nivîsand, dibêje “Gelo kurd niha ew mînaka kesê ker û lal ku zîyaneka mezin gihaşte wî, lê nikare vê yekê bîne ser ziman, an jî alîkarîyê bixwaze?”
Di her halî da, tiştên ku em di van rûpelan da pêşkêş bikin, çîrokeka “Lozanê” ji vegotina serdest berfirehtir e. Gelo divê em ji ku dest pê bikin, heta ku tiştê ku li Lozanê ya ku gelê kurd di alîyê qanûnê da tune kir, çêbûye fêm bikin? Gelo em ji Hevpeymana Sevrê ku berîya wê bi sê salan pêk hat, dest pê bikin? Gelo divê em vegerin Şerê Cîhanê yê Yekem û liberxwedana tund a hevbeş a dijî Rûsyayê û pevçûnên ku bi hêzên Taşnak ên ermen ra çêbûye?
Di rastîyê da, Lozan beşek ji çîrokeka dirêj e ku berîya bi hezarsalan dest pê kir û ev beş heta niha vekirî ye.. Tiştekî mîna wê di hezarsala bûrî da di têkilîyên tirk û kurdan da hebû.
Lewra, em nikarin Lozanê wekî hevpeymaneka qanûnî di navbera Dewleta Osmanî ya têkçûyî û dewletên Ewropayê da sînordar bikin, lê belê wekî encama hezarsalî ya ji têkilîyên bi girêk û alozî û yên cîrantî di navbera sê gelan da: Kurd, tirk û ermen. Bê temamkirina hêmanê ermen, ne pêkan e ku wekî kurdekî vê hevpeymanê were fêmkirin, ji ber ku heta roja îro nifşê kurdan ê ciwan, tîne ziman ku çawa bavûkalên wan bi hêsanî bi vê bendên ehmeqî ku pir zelal in, hatine xapandin.
Ew bi xwe dema ku vê pirsa rewa pêşkêş dikin, tu bersivê nabînin, ji ber ku hêmanê ermenî ji hevkêşeyê rakirine û di encamê da, Lozan ji bo wan nayê fêmkirin. Gelo ev yek têrê dike ku ev hevpeyman were naskirin û bersiva pirsên pêwîst bibîne? Na, têrê nake, divê hîna zêdetir em bi paş da vegerin, berîya rûbirûna kurdan û ermenan sala 1896an heta hevpeymana Berlînê ya sala 1880. Lê kokên vê çîrokê hene ku vedigere serdemên kevntir, vedigere şerê Kirimê 1853-1856an. Gelo çîrok ji vir dest pê dike? Na ji vê kevntir e, vedigere biryarnameya birêxistinan a sala 1839 an.
Pirsa “em ji ku dest pêbikin?” her ku em bibêjin despêk ev e, me dibe dîrokeka dûrtir. Ev veguhastina di navbera dîrokê da rast û rasteqîn e, lewra ya herî baş ew e ku em vegerin destpêkê, sala 1042 yan dema ku kurdan li paytexta xwe Meyafariqînê ku cara yekem mêr li ser hesbên xwe li ber derîyê bajar dîtin, hate gotin ku ev mêr tirk in. Ev hevdîtina yekem û rûbirûna yekem di navbera du gelan di kûrahîya axa kurdan da bû.[1]