Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  515,946
Bilder  105,051
PDF-Buch 19,063
verwandte Ordner 95,484
Video 1,259
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
PKK: 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd misoger kir!
Kurdipedia archiviert die Geschichte der Vergangenheit und Gegenwart für die nächsten Generationen!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

PKK: 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd misoger kir!

PKK: 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd misoger kir!
$PKK: 14’ê Tîrmehê serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd misoger kir!$
08.07.2023
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera 14'ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyaniyek da û got, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd misoger kiriye.
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera 14'ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin daxuyaniyek da. Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ku li ser malpera wê ya fermî hatiye weşandin wiha ye:
“Em ketine meha Tîrmehê ya nû, meha ku me rûmetên netewî bi dest xistiye. Em di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an de ne. Di serî de em afirînerê vê çalakiya dîrokî Rêber Apo silav dikin. Bi wesîleya salvegerê em hevrê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek yên ku vê lehengiya dîrokî pêk anîne û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Dema ku em salvegereke nû dijîn, divê em rastiya 14’ê Tîrmehê, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin, bi hemû aliyan, bi awayekî rastir û kûrtir fêm bikin û têbigihêjin. Ji ber ku ev berxwedana mezin ruhê berxwedanê yê rast û xeta serketinê nîşanî me dide. Rêya jiyan û têkoşîna me ronî dike. Xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê rastbûna tevahî Berxwedana Demokratîk a Şoreşgerî ya ku em weke tevger û gel li hemberî êrîşên tinekirinê yên faşîzma AKP-MHP’ê pêk tînin, nîşanî me dide. Di têkoşîna hilweşandina feraset û siyaseta qirker û faşîst de, em hemû hêzê ji dersên vê berxwedana dewlemd a dîrokî werdigirin.
$ÇALAKIYA SERFIRAZIYA ÎDEOLOJÎK A KU SIYASETA FAŞÎST Û QIRKER TÊK BIR, BI SERKEFTÎ HATE KIRIN$
40 sal ji ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an derbas bû. Heke mirov bala xwe bidiyê wê bibîne ku bîranîna wê îro gelekî nû ye û bandora wê ji dema destpêkê û heta niha xurttir e. Çima?Ji ber ku helwesta ku diviyabû di wextê xwe de û di cih de bihata nîşandan, çalakiya berxwedanê bû. Ji ber ku hişmendiya kûr a înkar û îmhayê ya li ser civaka Kurd tê ferzkirin felaketeke mezin e û baweriya ku pêwîst e li ser vê bingehê di xeta fedakariyê de têkoşîna hebûn û azadiyê geş bike. Ji ber ku weke serketineke mezin a îdeolojîk a ku zîhniyet û siyaseta faşîst-qirker têk bir û hebûna Kurdan û azadiya Kurdan misoger kir, bi serketî hate pêkanîn.
Rêber Apo ji bo Berxwedana Mezin a Zindanê ku di Serfiraziya Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê gotibû ‘Ji mirinê ber bi jiyana azad ve pireke zexm hatiye avakirin.’ Her wiha bang li hemû tevger û gel kir ku bi baweriyeke mezin ji ser vê pira qayîm derbas bibin û ber bi jiyana azad ve bimeşin. Weke tevger û gel 40 sal in em di ser vê pirê re ber bi têkoşîna azadiyê ve dimeşin. Em Têkoşîna Azadiyê ya ku ev 50 sal in di bin fermandariya Mazlûman, Kemalan û Hayriyan de xwe rêxistin dikin û dimeşin.
Divê mirov bi tenê nebêje ‘Berxwedana zindanê’ yan jî ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ û derbas nebe. Girîngiyek mezin e ku mirov vê berxwedanê rast û kûr fêm bike û li ser vê bingehê hewl bide ku pêdiviyên wê pêk bîne. Em ji bîr nekin ku weke ku Rêber Apo diyar kiriye, têkoşîna zindanê bi rastî jî ew cihe ku tişta dijwar lê tê bi ser xistin. Li biryargeha dijmin a ku dibêje ‘ez serwerê her tiştî me’ derba giran û mirinê li dijmin tê xistin. Her wiha Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ne tenê derbe li dijmin xist, zîhniyet û siyaseta dagirker û qirker bi temamî têk bir û bi vî rengî serkeftina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd misoger kir.
$40 SAL ŞÛNDE JÎ BERXWEDAN PÊŞIYA TÊKOŞÎNA ME RONÎ DIKE$
Wan ev bi çi kir? Bêguman wan bi hişmendî, bawerî, îrade û bi berpirsyarî ev yek kirin. Her çiqas kesî ferman neda wan jî, wan ferman ji Rêbertî, partî û xeta jiyana azad wergirtin. Tiştê rast dîtin, biryar dan û bêyî ku ji kesî hêvî bikin bi pêkanîna wê berpirsiyarî wergirtin. Eşkere ye ku ew bi ser ketin, ji ber ku felsefeya jiyanê û îradeya wan a ‘bi qasî ku di oxira wê de bimirin ew ji jiyanê hez dikin’ hebû. Ji ber ku xwedî bîr û baweriyeke 'serketinê di tevgera Apoyî de dibînin' bi ser ketin. 40 sal derbas bûn, lê rastiya ku îro jî tê bibîranîn û bi dersên xwe yên dewlemend riya jiyana me ya rojane û têkoşîna me ronî dike, vê rastiya berxwedanê ye. Derdikeve holê ku kesên ev berxwedan kirine, xwedî jiyaneke rast in. Di esasê xwe de bi eşkereyî derdikeve holê ku kesên bi rastî jî bi azadî dijîn Hayrî, Kemal, Hakî û Alî Çîçek in.
Ji ber vê yekê girîng e ku rastiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser esasê fêrbûna dersên wê yên dewlemend bi hemû aliyên xwe ve were fêmkirin û têgihiştin. Tevgera me û gelê me ev biryara dîrokî weke ‘Biryara Rûmeta Neteweyî’ bi nav kir. Diyar kir ku ev biryar û pêkanîna wê weke tevger û gel em serbilind in. Di bin êrîşên mêtinger û qirker de her cure rêxistina wê hatibû belavkirin û pelçiqandin, teslîm bûbû, asîmîle dibû û ber bi tunebûnê ve diçû. Ji vê rewşa rastiya mirovî û civakî hate derketin, bi ruh, bîr û baweriya azadiyê ve civak û kesayetiyeke nû derket holê û ev tişt wekî destpêka meşa ber bi mirovê azad û civaka demokratîk hate pênasekirin.
$HEMÛ TÊKOŞÎN JI SER XETA BERXWEDANÊ HATE BILINDKIRIN$
Piştî berxwedana mezin hemû têkoşînên li çiya, li bajar, li deştê, li zindanê li ser xeta Berxwedana Zindanê bilind bûn. Têkoşîna li ser bingeha biryardariya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hate meşandin û hêz û îradeya xwe girt ku derbekê li her cure bertekan bixe û bibe tevgereke azadiyê ya herêmî û cîhanî. Ev rastiya berxwedana 14’ê Tîrmehê ye û asta pêşketin û destkeftiyên 40 salan derxistiye holê. Di wê rewşê de, ger rê û xeta rast were meşandin, tu dijmin tuneye ku neyê têkbirin, tu astengî tuneye ku neyê derbas kirin û tu serkeftin tuneye ku neyê bidestxistin.
Em dizanin ku ruh û biryardariya berxwedana 14’ê Tîrmehê di 15’ê Tebaxa 1984’an de û piştî sala 1990’an veguherî serhildanên gel û Şoreşa Azadiya Jinê û li ser vê bingehê pêşketineke mezin bi dest xist. Divê vê dîroka nêzik were lêkolîn ku berxwedana gerîla û gel bi hev re çawa pêş ket û Şoreşa Vejîna Netewî pêk hat ku çawa mêtingerî û qirkirina li Kurdistanê şikand û gelê Kurd ber bi hebûna azad ve bir.
Em baş dizanin ku dijminê ku nekarî li ber xwe bide û berxwedana me ya gerîla û gel têk bibe, ji 6’ê Gulana 1996’an û vir ve ji her demê zêdetir êrîşên xwe li dijî Rêber Apo pêk tîne û ji 9’ê Cotmeha 1998’an ve hewl dide vê di asta Komploya Navneteweyî de bidomîne. Li vir, di hawîrdoreke ku berxwedana me ya gerîla û gel li ser xetên lehengiyê pêş dikeve de, pêngavên destpêkê yên Şoreşa Azadiya Jinê tên avêtin û dijminê mêtinger û qirker ji bo pêşî li van tiştan bigire, êrîşan dibe ser Rêber Apo û em dibînin ku li dijî vê berxwedaniya fedaî ya 30’ê Hezîranê derdikeve holê.
$MÎNA 14'Ê TÎRMEHÊ DIVÊ EM XETA 30'YÊ HEZÎRANÊ JÎ RAST FÊHM BIKIN$
Çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê derbeke giran li dijminê mêtinger û qirker xist, hem xeta gerîla ya serdema nû wê çawa be diyar kir, hem divê çawa xwedî li Rêber Apo bê derketin û parastin nîşan da û hem jî hêza jinên ku azad dibe nîşanî hemû dost û dijmin da û bûye helwesteke dîrokî.
Di vî warî de, bi qasî em xeta 14’ê Tîrmehê rast û tam fêm bikin, divê em xeta fedaî ya 30’ê Hezîranê jî rast û tam fêm bikin. Em dibînin ku ev xeta fedaî li ser bingeha Şoreşa Azadiya Jinê bûye ruhê azadî, hişmendî û îradeya ku li hemû cîhanê belav bûye û bandor li hemû jinên neteweyên din dike. Çima? Ji ber ku mîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan li Dêrsimê jî çalakiyek di cih û dema xwe de hatiye kirine. Îspat dike ku bi ronîkirina her cure tarîtiyê, bi zimanê ku dijmin jê fêhm dike bersivê dide zilma faşîst û qirker, zaliman ceza dike, bindestan birêxistin û zane dike ku bikaribin bi lêdana derbeyên herî giran li zaliman, vîna azadiyê bigihînin serkeftinê.
Em baş dizanin ku koletiya jinê bingehê hemû koletiyê ye, lewma azadiya jinê bingeha hemû azadiya ne û civaka azad ancax bi azadiya jinê, bi pêşengiya jina azad pêk tê. Di vî warî de gelekî watedar û tê fêmkirin ku milîtaneke jin a azadiyê li dijî êrîşa tinekirina Şoreşa Azadiyê û Rêbertiya Azadiyê helwesteke rast nîşan daye.
Ji bo vê jî rastiya Zîlan jî mîna berxwedana 14’ê Tîrmehê pêwîst e di hemû aliyên xwe de bi awayekî rast û kûr were fêmkirin û bi jiyanî bê kirin. Rastiya Zîlan bi awayekî zelal îspat kir ku kesayeta ku bi biryar be, birêxistin bike û bi armanca azadiyê ve bi xurtî girêdayî be, dikare her tiştî bike. Tenê kesayetek wiha dikare serkeftinên mezin pêk bîne û derbên giran li dijmin bixe. Dikare li baregehên dijmin çalakî pêk bîne.
$RASTIYA ZÎLAN QANÛNA JIYANA AZAD E$
Em ji bîr nekin ku Şoreşa me ya Azadiyê ya Netewî ku bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê dest pê kir, ne tenê bi berxwedana fedaî ya Zîlan a 30’ê Hezîranê pratîkeke rast, tam û serketî bi dest xist, di heman demê de bi pêşengiya Şoreşa Azadiya Jinê û Jina Azad xeteke azadiyê ya rast û bêkêmasî bi dest xistiye û careke din serketina xwe misoger kiriye. Em bala xwe bidin Rêber Apo dema berxwedana 30’ê Hezîranê dinirxand digot, “Zîlan fermandar em jî şervanên wê ne.” Zîlan weke “Xwedawenda Azadiyê” bi nav kir. Diyar kir ku jina ku bi çanda xwedawenda mezin bibe û azad bibe, dibe pêşenga hemû şoreşên azadiyê. Rastiya Zîlan weke “qanûna jiyana azad” pênase kir.
Îro em di pozîsyona tevger û gelên ku bi ruh û xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê têdikoşin de ne. Em salvegerên nû yên van berxwedanên mezin dijîn. Beriya her tiştî divê em baş bizanibin ku berxwedana 14'ê Tîrmehê û berxwedana 30'ê Hezîranê her du biryardarî, cesaret û fedakariyeke mezin îfade dikin. Ev jî bi girêdana bi jiyana azad û xeta Rêbertiyê ve hate bidestxistin. Li ser vê esasê bi rexnedayînek kûr û lêhûrbûn ev encam derdikevin holê.
Li aliyê din hem berxwedana 14 'ê Tîrmehê û hem jî berxwedana 30 'ê Hezîranê, serketineke mezin û teqez di asta ku derbeke giran û tineker li dijmin bixe, wê têk bibe û bavêje nava sergoya dîrokê de temsîl dike.
Îro serhildana gelê Kurdistanê ya ji bo Şoreşa Azadiyê û cesaret û fedakariya ku di vî warî de derxist holê, rastiya gelê fedaî ye, rastiyeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Eşkere ye ku bendewarî û fermana rastiya gel encax bi vî awayî dikare bi cih were anîn.
$DI BERXWEDANA TOPYEKÛN DE NE PÊKAN E KU FAŞÎZM TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE$
Ji vî alî ve Berxwedana Demokratîk a Şoreşgerî berxwedana topyekûn li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dimeşîne, di vê rewşê de ne pêkan e ku faşîzm temenê xwe dirêj bike. Di rastiyê de hêz û bandora berxwedana demokratîk a antî-faşîst wê diyar bike ku faşîzm wê kengê û çawa hilweşe. Ji xwe şansê faşîzma AKP-MHP’ê tune ye ku bi hêza xwe li ser piyan bimîne.
Gelek eşkere ye ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di têkoşîna topyekûn a li dijî dîktatoriya AKP-MHP’ê de ji her kesî zêdetir wezîfe dikeve ser milê partiya me, gerîla, gelê me, jinan û ciwanan. Hemû hêzên Tirkiye, Sûriye û Iraqê li benda pêşengiya me ne. Eger em rast û têrker pêşengiyê bikin, hemû hêzên şoreşger û demokratîk li dora pêşengiyeke bi vî rengî ji yekîtiyê re vekirî ne. Wê demê ji her demê zêdetir divê em hîn zêdetir xwedî li wezîfeyên pêşengiyên derkevin, ji têkoşîna paşerojê tecrube derxînin, ne tenê li Kurdistanê, di nava sînorên dewletên ku Kurdistanê di bin desthilatdariya xwe digirin pêşengiyê ji tevgerên şoreşê yên demokratîk re bikin û bibin xwedî helwest.
Têkildarî têkoşîneke wiha di şert û mercên roja me ya îro de wê çawa pêş bikeve, wê Xeta Serkeftinê ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê rê nîşanî me bide. Di berxwedana topyekûn a navborî de, em ê wezîfeya pêşengiyê bi serkeftî pêk bînin, li ser xeta Kemal Pîr û Zîlanê têbikoşin û bi ser bikevin.
$GERÎLA WÊ BIKARIBE SERFIRAZIYÊ BI DEST BIXE$
Eşkere ye ku ji bo pûçkirina êrîşa şerê taybet a topyekûn a rejîma faşîst û qirker divê em bi berxwedaneke topyekûn tevbigerin. Di vî warî de erk û berpirsyariya her kesî heye. Di her qadê de têkoşîn bi qîmet e. Têkoşîna li Tirkiye, Sûriye û Iraqê bi qasî têkoşîna li Kurdistanê watedar û bi qîmet e. Têkoşîna tevgera jin û ciwanan, serhildan, xebatên demokratîk û xebatên çandî bi qasî berxwedana gerîla bi qîmet in. Kî dikare çi bike, li ku be, divê bi her awayî şer bike. Tenê bi vî rengî berxwedana topyekûn a ku wê faşîzmê tine bike, dikare pêş bikeve. Lê her kes dikare li ber xwe bide, li her qadê berxwedan hebe, lê ev rastiyeke ku nayê nîqaşkirin hêza ku wê pêşengiya vê bike û di berxwedanê de serketinê misoger bike, berxwedana gerîla ye.
Di vî warî de Tevgera me ya gerîla dibe tevgereke ku li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûye, her wiha tevgereke ku her ku diçe zêdetir xwe li derveyî Kurdistanê jî belav dike. Ji 40 salan zêdetir xwedî tecrubeyeke dewlemend e. Ji ber ku bi dersên vê kombûnê bigire, wê gerîlatiya serdema nû li her qadê bi hêz û serkeftî bi kar bîne. Serkeftina gerîla teqez li ser feraset û şêwazê ye. Di têgihiştinê de bi armanc, felsefe û prensîbên gerîla re dibe yek, bi nîşandana hesasiyet, disîplîn, rêxistinbûn û hêza fermandariya gerîla ya bi vî rengî wê gerîla ber bi serkeftinê ve bibe.
Rêber Apo her tim li ser feraset û şêwazê sekiniye û got ‘Em ne di şer de, di jiyanê de winda dikin’ û got, ‘Eger em dixwazin serkeftinên leşkerî yên mezin bi dest bixin, divê em di jiyanê de bi ser bikevin.’ Digot, em tevlî PKK'ê bibin û şer bi ser bikevin. Wî her tim tekez kir ku ‘serkeftin bi partîbûnê ve dibe.’ Di vî warî de ji bo ku li çiya, deşt û bajaran di asta ku faşîzmê tune bike de şerê gerîla pêş bixin, divê beriya her tiştî têkoşîna xeta bîrdozî û rêxistinî di nava xwe de bi bandor bimeşînin. Di vî warî de divê em di têkoşîna xeta bîrdozî û rêxistinî de bi ser bikevin. Ev têkoşîna çînayetî ye, têkoşîna zayendî ye, têkoşîna ruh e, perwerdekirina kesayet e. Bi gotineke din, tê wateya ku xwe li gorî armancên xwe perwerde bikin, hişyar bikin û wan bi dîsîplîn û birêxistin bikin. Di asta rêxistinî de divê bi hevrêyên xwe baş li hev bikin, li hev guhdarî bikin, ji hev hez bikin, qîmetê bidin hev û bi hev re biryaran bistînin û pratîkê di asta herî pêş de bikin. Divê pergala tîm û taxim di nav gerîla de bi awayekî bandor pêk bînin. Em dibêjin ‘tîm’ û ‘taxim’. Bi kêmanî divê em li gorî naveroka van têgehan tevbigerin. Têgehên ‘Tîm, taxim’ ne tenê di qada leşkerî de tên bikaranîn. Di spor, huner û siyasetê de jî tê bikaranîn. Ji bo ku bibin tîm an taximek, mirov pir bi kûrahî tên perwerdekirin. Ji perwerdehiya ferdî heta perwerdehiya kolektîf xebatek hevpar a dijwar tê kirin. Bi rastî, her kes hewlek mezin dide ku bibe endamê tîm an jî taximekê. Divê em van hemûyan bibînin û fêm bikin.
Di vî warî de divê em li her derê ku lê bin, di her kêliya jiyan û têkoşînê de pêwîstiyên serketin û serketinê, jiyana komun û xebata kolektîf, pêşengiya partiyê, 24 saetan nîşan bidin. Divê em xwe rast perwerde bikin. Ev xeta Kemal Pîr e. Weke tîm û taxim têkevin nav tevgerê û bi ser bikevin. Bi vî awayî xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê derket holê. Ma bi Çar Şoreşgeran serkeftina herî mezin a dîrokê bi dest nexistin? Em li rastiya Zîlan binêrin, ma hemû nirxên azadiyê û armancên azadiyê di yek kesî de ne? Ma kesayeta Zîlan di rih, hest û ramana xwe de weke bersiveke ji bo jinê ku bi zîhniyet û siyaseta desthilatdariya mêr a 7 hezar salan derketiye holê, jinbûna azad temsîl nekir? Ma rastiya hemû gelan, rastiya bindestan, rastiya jinê bi yek kesî nejiya? Yanî ger mirov xwe perwerde bike, xwe birêxistin bike, xwe di xeta Rêbertî û partiyê de perwerde bike û terbiye bike, wê ber bi têkoşînê ve bibe û tiştek tuneye ku nikaribe pêk bîne.
$DIVÊ EM HÊ BÊHTIR LI SER XETA 14'Ê TÎRMEHÊ Û 30'Ê HEZÎRANÊ BISEKININ$
Di vî warî de mirov dikare bibêje ku êrîşên faşîst-qirker zêde dibin. Qada şer berfireh bûye. Dibe ku erkên me mezin bûne, qadên têkoşînê zêde bûne û serkeftin bûye armancek bêdawî; lê hêz û îradeya me jî heye ku em van hemû tiştan bikin. Vaye xeta 14’ê Tîrmehê, xeta 30’ê Hezîranê; Xeta Kemal Pîr û Zîlan vê rastiyê îfade dike. Ger em bi rastî jî li ser xeta Kemal Pîr û Zîlan bi partî bin, bibin gerîlla, bibin gel, bibin neteweya demokratîk; em bi rêxistin bin, bi disîplîn bin, jiyana komunal û jiyana kolektîf li ser vê bingehê derbixin holê û pêş bixin, wê ti hêz nekare me têk bibe. Ew ê her erkî bi awayekî serkeftî pêk bîne û dijmin têk bibe.
Gerîlayeke ku bi vî rengî xwe perwerde kiriye û xwe birêxistin kiriye, pêşengek ku ewqas kolektîf bûye, di nava jiyana komînal de cih girtiye û fedaî bûye, bêguman wê di her karî de teqez serbikeve. Di vî warî de dibe ku erkên me mezin bûne û girantir bûne, lê divê em bizanibin ku em jî bi pêş ve diçin û mezin dibin, derfet û firsendên me zêde dibin, asta zanistiyê û ezmûnên me dewlemendtir dibe û em hêzek in ku em pêşde diçin û bihêztir dibin. Ji ber vê yekê, divê em ji dil bawer bikin ku her çendî em di xeta Apoyî de bibin milîtanek xurtir, di xeta 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê de her ku em şoreşgeriya xwe û fedaîbûna xwe pêş bixin, tiştek ku em ser nexin û erkek ku em nikaribin pêk bînin namîne. Her ku em milîtaniyeke bi vî rengî bi pêş dixin, divê em bi xurtî bawer bikin ku em ê her wezîfeyê bi ser bixînin û divê di vê çarçoveyê de em bi xwe bawer bin.
Ji bo vê jî divê em zêdetir li ser xetê 14’ê Tîrmeh û 30’ê Hezîranê lêhur bin. Divê em zêdetir li ser taybetmendiyên Kemal Pîr û kesayeta Zîlan bisekinin. Divê em zêdetir lêkolîn bikin û li ser taybetmendiyên xeta milîtaniya Apoyî bisekinin. Divê em li ser xeta Rêbertî û şehîdan hîn bêhtir helwestek a rexnedayînê nîşan bidin. Li eniyan derfeta hevrêyan ne kêm in, asta wan a têgihîştinê ne lewaz e. Hevrêyên herî nû û biçûk jî niha bi qasî fîlozofekî tişt dizanin. Rastiyê baş dizanin, tiştên di pratîkê de diqewimin pir bi xurtî analîz dikin, dikarin rastî û nerastiyê ji hev derxin holê. Helbet divê em her dem zanîna xwe zêde bikin, lê pirsgirêk ne ji zanabûn ango nezanînê pêk tê. Bi rastî, bingeha xwe ji ber em zanînên xwe rast û têrker nakin pratîkê dertê holê. Derbaskirina vê mijarekî îradî ye karekî disîplînê ye. Rewşa bûyîna kesayeteke rêxistinkirî ye.
Rêber Apo digot, Kesayetek azad, kesayeteke rêxistinkirî ye. Ew kes e ku bi hişmendî û vîna xwe, jiyana xwe diyar dike ye. Ji ber vê yekê divê em li ser vê bingehê hişmendî û vîna xwe pêş bixin. Divê em bibin hêza ku tiştên ku em dizanin, nirxandinên me û biryarên ku em di wext û cîh de digirin, bi bandor bicîh bînin. Di vî warî de divê em hêza xwe ya takekesî tevlî rêxistinbûyînê bikin û xwe bigihînin rêxistina herî xurt. Divê em serweriya teknîkî ya dijmin, bi hêza xwe ya bîrdozî- rêxistinî paşve bixin û têk bibin. Ji ber vê yekê divê em enerjiya xwe rast bi kar bînin. Bi rastî, pirsgirêk ji vir tê. Helwestên takekesî, tevgerên ferdî, taybetmendiyên pergalê derbasnekirin, nêzîkatiyên bûrjûwazî, hest, helwest, bêxemî, bêhesasiyet, nêzîkatî û zîhniyeta ku ‘tiştek nabe’ û hwd. Dema ku ev nêzîkatî û tevger dibin yek û diherikin qada pêşengiyê, dibe xeteriyên herî cidî yên zerar dayînê. Em van taybetmendiyan kêm nebinin û wan biçûk nebînin; em hemû hewcedariyên rêxistinbûyîn, jiyana komînal û xebata kolektîf bêyî kêmasî pêk bînin. Em xwe li ser vê bingehê birêxistin bikin, li dijî helwest, tevger û hişmendiyên derdor ên ku zirarê didin pîvan û rêgezên rêxistinbûnê, bibin xwedî helwesteke rêxistinî û ji bo parastina xetê têbikoşin. Em wan paşguh nekin, çavê xwe ji wan re negirin, tehemula wan nekin. Em ji bîr nekin ku têkoşîna siyasî-leşkerî ya li ser xeta serketinê dimeşe encax bi sekneke xeta îdeolojîk-rêxistinî ya serketî dikare derkeve holê û encam bigire.
Di vî warî de destpêka her tiştî li ser bingehê meşandina têkoşîna partîbûn, têkoşîna îdeolojîk-rêxistinî û meşandina têkoşîna ref û zayendî em ê têkoşîna rêxistinî û îdeolojîk pêş bixin. Em ê pêşengiya partî û gerîla, xebata jiyana komunal û kolektîf bigînin lutkeyê. Teqez asta serkeftinê ev e. Ev yek jî bi têkbirina nefsê xwe, li ser uslub, tevger û zimanê xwe baldar bûyîn pêkan e. Mîlîtanên şoreşger derdora xwe ji xwe dûr nake. Berovajî her tim dikêşe xwe, timî ya rast nîşa dike û pêşengiyê jê re dike. Hakî Kareran, Mazlûm Doganan û Mahsûm Korkmazan wisa bûn. Bêrîtanan, Zîlanan, Nûdayan, Sarayan û Delalan jî wisa bûn. Tenê ji ber ku zehmetî dikişandin, derdora xwe ji xwe dûr nedikirin û zehmetî bi wan nedidan kêşan. Her tim hêz û piştgirî didan derdora xwe û timî çareserî ji pirsgirêkên wan re didîtin. Mîlîtanên pêşeng ên Apoyî wisa ne. Şoreşgeriya pêşeng wisa pêş dikeve û bi vî rengî pêk tê. Dersa herî bingehîn ku em ji xeta 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê derxînin, ev e. Wê demê ne mijara gotinê ye ku mirov nekare fêm bike çi rast e yan ji şaş e. Qasî pêşketina demê ku em têde ne, di aliyê dîrokî de fêmkirin encex bi mîlîtaniyek wiha pêkan e.
Weke civaka hemû hevrêyan, em di asta herî jor de di zanebûna vê de ne. Em ê xwe li ser xeta Rêbertî û şehîdan perwerde bikin, rêxistin bikin û ti astengî li pêşiya vê yekê tune ye. Ya dimîne, ji hewldana me re dimîne. Ji vê yekê re dimîne ku em têkoşîna hundirîn, ref û zayendê rast û bi bandor bimeşînin. Dema me ev yek pêk anî, dîktatoriya faşîst çi bike bila bike, hêzên modernîteya kapîtalîst û taîfeya hevkar çawa tev digere bila tev bigere, pêşengiya şoreşgerî xwedî wê hêzê ye ku di her şert û mercî de ya rast bibîne û têbikoşe. Mîlîtaniya serkeftî ya vê dema ku em têde ne jî, teqez wê wisa be.
Li ser vî bingehî di salvegera şehadetên wan de, em car din hevrê Hayrî, Kemal, Akîf, Alî û Zîlan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû hevrêyan dikin ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê û 30’ê Hezîranê û bi xeta serkeftinê xwe perwerde bikin û wezîfeyên di dema pêşiya me de mîna rastiya hevrê Zîlan û Kemal Pîr li ser xeta serkeftinê pêk bînin. Divê bibin mîlîtanên wisa.”[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 603 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | anfkurdi.com
verwandte Ordner: 1
Verlinkte Artikel: 8
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 08-07-2023 (1 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Kurdenfrage
Provinz: Türkei
Städte: Amed
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( کاکۆ پیران ) am 09-07-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 09-07-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 09-07-2023 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 603 mal angesehen
Verknüpfte Datei - Version
Typ Version Ersteller
Foto-Datei 1.0.165 KB 09-07-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Mely Kiyak
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Artikel
Massenproteste in Wan: „Abdullah Zeydan ist unser Bürgermeister!“
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Artikel
Kampfsport als politisches Projekt: THIRTYSIX FIGHTS
Biografie
Kenan Engin
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Analyse: Bundesregierung ignoriert Kriegsverbrechen in Rojava
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND

Actual
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
28-11-2018
نالیا ئیبراهیم
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  515,946
Bilder  105,051
PDF-Buch 19,063
verwandte Ordner 95,484
Video 1,259
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Fevzi Özmen
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Mely Kiyak
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Artikel
Massenproteste in Wan: „Abdullah Zeydan ist unser Bürgermeister!“
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Artikel
Kampfsport als politisches Projekt: THIRTYSIX FIGHTS
Biografie
Kenan Engin
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Leyla Îmret
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Analyse: Bundesregierung ignoriert Kriegsverbrechen in Rojava
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.281 Sekunde(n)!