图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,850
图片 106,294
书籍 19,332
相关文件 97,309
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di Bêdengiya “Pandomîm”ekê Qêrîna Şêwazê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujiya Sêwasê 1993

Komkujiya Sêwasê 1993
Di Bêdengiya “Pandomîm”ekê Qêrîna Şêwazê
#Ferzan Şêr#
Dema mirov li ser rewşenbîrên “temen mezin” dike binivîse bibe nebe mijar tê ser nifşan. Wek ku kesên temendirêj ne ji vê serdemê bin, ciwan ew teqawîdê demê kiribin. Ev him neheqî ye, him jî nankoriyek e. Neheqî ye lewra mînakek mîna Arjen Arî heye ku ji xortan xorttir bû; him bi çalakbûna xwe ya helbestî him jî bi hemdemîbûna xwe ya ramanî re jî hosteyek bû. Arjen Arî ku di riya Cegerxwîn de diçû û wî ew wekî bavê helbesta xwe didît, ji bo gelekan rola bavitiyê girt. Di nav janrên wêjeyê de bêtirî di helbestê de “tirsa têsîrgirtinê” heye. Di kitêba xwe ya bi navê Etkilenme Endişesi(Tirsa Têsîrgirtinê) de wekî avakarê vê têgehê diyar dike ku helbestvanên kêmhuner hunera xwe idealîze dikin, yên nîqaşmendiya wa bihêz jî helbestê dikin para xwe. Yên ku dikin para xwe an xwe deyndarê selefên xwe dibînin an jî bi tirsa ku têsîr ji wan girtibin dijîn (47). Li gor Bloom ev tirsa jêgirtinê ji helbestvanan re deriyê reseniyê vedike, lê nayê başbûn û nebaşbûna wan diyar nake (49). Lowma em bikin nekin, bixwînin nexwînin him ji nifşa Xanî him jî ji nifşa Sheakesper tên, ji wan têsîr digrin. Wekî helbestvanek ger karibim li ser navê xwe kevirek li dîwarên Arjen Arî zêde bikim ez ê pê serbilind bibim. Îcar, Berken Bereh ku ji nifşa Tirêjê tê û demek dirêj di warê helbestê de nexasim jî di kurmanciya bakûr de hevaltiya Arjen kiriye, bi tena serê xwe dîrokek jîndar û zindî ye. Û ez bawerim gelek helbestvanên ciwan têkiliyên hişî û hestiyarî yên mîna Arjen û Cegerxwîn pê re danîne, datînin jî. Di hemû cureyên zanist û huneran de wekî hêmaneke civaknasî nifş girîng in. Lowma jî di vê zincîrê de Berkeh Berkeh ajokarê trenê ye, yên mayîn jî li dû wî dikişin.
Di têkiliya ziman û helbestê de hebest bêtirî xwe dispêre zimanê dayikê. Bi her aliyan ve jî hem zimanê dayikê wek lîngûîstik hem ji rasterast zimanê ku dayik pê xwe digihîne zarokê xwe, wiha ye. Çand jî her wiha bi zimanê bav ve bi zimanê zagon û rêgezên bavitiyê ve tê girêdan. Lê di psîkanalîtîkê de ev her du têgeh hinek tevlîheviyan pêktînin. Ji ber ku bav zagonçêker e û “çand” bi xwe ye “ê/a” ku fonksîyona bavitiyê nepejirandibe û daxwazkariya xwe ya li ser diya xwe ko nekiribe nikare derbasî qada çandê bibe û “zimanê” wî pêş ve naçe. Zarokên di girêka odîpûsê de di warê bikaranîna zimên jî xwedî girêk û aloziyên dijwar in. Bikurtahî bav wekî pêşengê çandê çiqas zimanê çandê diyarbike jî zimanê denginî jî dayik e. Îcar di wêjeyê de belkî mirov karibe di nav janrên wê de roman û zimanê çandê (bav), helbest û zimanê dayikê berawirdê hev bike. Lewra nifşşopandin çiqas bi peyvên “nêrane” ji bavitiyê bê jî, di helbestê de dayikbûn jî girîng e. Her helbestvan di heman demê de li dengê dayika xwe û li “erêkirina” bavê xwe digere. Bi vê yekê re helbestvanên “naşît” bi şopandina helbestvanên beriya xwe re li dengên xwe digerin.
“Belavok”
Carina nivîskar bi peyveke xwe, bi risteke xwe, bi helbesteke xwe, bi çîrokek xwe, bi lehengeke xwe an jî bi hêmayeke xwe avahiya tevna û poetîka ya berhem û sekna xwe ya hunerî destnîşan dike. Di kitêba bi navê Dubliners (1)a James Joyce de çîroka ewil “The Sister”(2) e, di vê çîrokê de, di destpêkê de serekleheng wiha dibêje “Every night as I gazed up at the window I said softly to myself the word paralysis(3)” (7). Şîroveyên li ser berhemên Joyce di warê fahmkirinê de zahmet e. Yek ji zehmetiyên wî yên taybet jî girîngiya veşariyên sembolan. Mînak di hevoka jorîn de, peyva “paralysis” gelek girîng e. Di derseke li ser modernizmê de Murat Belge vê peyvê wekî hêmaya sereke ya wê kitêbê şîrove dikir. “Paralysis” yanî “şelbûn” hêmaya sereke a çîrokên Joyce e. Wekî min got peyvek kare nûnertiya hunerekê bike, çîrokek kare vê yekê bike, belkî ji bo wênesazan rengekî taybet kare nûnertiya berhemê bike. Bi ya min, di kitêba bi navê Pandomîm a Berken Bereh de, helbesta bi navê “Belavok” jî di wek ku nûnertiyeke wiha digre.
Belavok
Li welatê min
Mecbûr e helbest
Nêr be
Tîr be
Şilfîtazî be
Agir bibare ji devê wê
Lew re
Li ezmanê wê bombe difirin
Li rûyê wê kulî diçêrin
Hirehira mirinê ye
Li ser dilê wê
=KTML_Bold=“Belovek”=KTML_End=
“Belovek” wekî ji navê xwe jî diyar ji jargonek polîtîk tê û alaveke bangeşedanêye. Lowma jî pêwendiya ku bi xwendekaran re saz dike, wateya ku diafirîne jî li gor wê beşa civakî û ramanî ye. Romantîzma tê de, hestiyariyeke polîtîk e. Helbestên ku bi hêmanên polîtîk ve xwe dagirtine, ango dirûvên wan ên resen xwe dispêre polîtzasyonê gişt berhemên “rasteqiniya civakparêz” in, û piranî ji çepgir û marksîst in. Bi ya min ji xwe di hunerê de ev yek heye, yanî huner bi xwe alaveke polîtîk e. Dibe ku berhemên dijî polîtîkbûnê hebin, ew bi xwe hingê dîsa dibin polîtîk, ancax di rewanbêjiya xwe de karin xwe derpolîtîk bikin, û berê vê jî heya bincureyên wêjêye berfireh dibe. Polîtîkbûna di helbestê de ji cureyên din ên wêjeyê bi hêsantir. Lewra wekî form ên ku herî xweş kare frekansê civakê bigre, ji aliyê civakê ve bê tomarkirin û xwe belav bike helbest e. Jiberkirina helbestê, perçeyeke ji helbestê ji çîrok û romanê hêsantir û biqewettir e. Mînak peşmergeyek ji Şêrko Bêkes re nameyek dinivîse dibêje “ji bo min helbestek binivîse da ku şehîd bikevim”. Lê me got, xetereyên vê yekê jî hene. Polîtîkbûn piranî di civata rexnegiran de wekî kêmasî tê dîtin. Sedema wê jî “tirsa popûlîstbûnê” ye. Berhemên polîtîk piranî xwe dispêrin bîrdoziyên xwe û bi wê bîrdoziya xwe berhemên xwe bi “partîzan û milîtanan” ve didin xwendin. Lê yên ku polîtîk û ne popûlîst in jî hene, pirr in û bi ya min sertacê helbestê ne. Helbest; bi helbestbûna xwe, bi peyvên xwe, bi rist û bendên xwe, bi hemû hêmayên xwe, bike ku xwe ji civakê; ji pirsgirêk civakê bişo hingê ji bilî pûşa li ber gayan pê ve, nabe tu tişt. Berken Bereh jî helbesta wî jî ne popûlîst e, têra xwe biqewet e. Û çiqas di sînora van her du xetan de –di navbera ya popûlîst û ya rasteqîn- de şîlohiyek hebe jî li gor xwendina min ên li ser “Pondomîm”ê, xuyaye reheke xurt a wêjeyî tê de heye.
“Li welatê min”
Welat û têgeha bi peyva “welat” re girêdayî jî yek ji taybetmendiya helbesta Berken Bereh e. Welat, ez dibêm belkî li pey “evînê” yek ji gîringtirên mijara sereke ya helbestê ye. Li gor bîrdoziyan (wekî diyarkera naveroka helbestê) hinek helbestvan bi welatê xwe dipesinin û welatê xwe ji welatên dinan çêtir û berzetir dibînin. Piraniya van helbestvanan rastgir in, û bi xwîn, bi şer û bi pîroziya welatê xwe re her û her serbilind in. Berovajiya vê yekê, hinek helbestvan jî hene li hemberî bindestî û jêrdestiya welatê xwe xîretkêşî dikin. Di pêşerojê de wê çawa bibe nizanim, lê di şertên îroyîn de helbestên li ser “Kurdistan”ê gişt bi vî rengî ne. “Felat, rizgarî, mêranî, qehremenî” peyvên sereke yên cureya duyemîn be, “xwîn, pakrewanî, lihevkirdina nijad û pîrozweriyê” jî hêmanên serek yên cureya ewilîn in. Di nav her du seknê jî hêmanên hevpar jî hene helbet. “Pakrewanî” çiqas ji aliyê helbestvanên rastgir bêtir bê bikaranîn jî ji bo helbestvanên “çepgir” ango yên welatên bindest jî girîng e. Ev her du şaxên cuda di mijara zayenda welat de heman tiştî difikrin. Welat mê ye, jin e; û divê ji zirbavan bê parastin.
=KTML_Bold=Helbesta Nêr, Tîr û Şilfîtazî=KTML_End=
Dema helbestvan dibêje “Mecbûr e helbest /Nêr be/Tîr be/Şilfîtazî be/Agir bibare ji devê wê” ji me re poetîka ya xwe jî pêşkêş dike. Ne tenê helbest dinivîse, di heman demê de çawa ku bi helbesteke xwe kurtehiya cîhana helbesta xwe pêş me kiribe, heman tiştî di warê dozîneya helbestê de dike. Pandomîm ji navê xwe despê dike heya naveroka ristsaziya xwe ji me re behsa vê dozîneyê dike, ji me çîroka xwe vedibêje. Lewra pandomîm hunereke bêdeng û di war şêwazê de gelek dewlemend e. Lê pandomîma helbestê tiştekî dîtir, şêwazkar e û lewra jî di şêwazê de xwe digihîne helbest. Bi pandomîmê re helbestvan ji me re wateyeke denginî, jê wêdetir wateyeke sembolîk jî diafirîne. Bi yekê re helbestvan tayên di navbera xwe û çanda devkî hinek sist dike û weris qalind bi wêjeya nûjen ve girêdide.
Li welatên cîhana sêyem an jî em bêjîn li welatên bindestên diktatoran têkiliyên navcivakî li ser bingeha hêza ava bûye, ava dibe. Zimanê min nagre bibêjim li welatên pêşveçûyî (lewra pirsa pêşveçûn çi ye dertê holê) ango li welatên rojavayî ev hêz di warê aborî de diyarker e. Lê li welatên dûrî navend-rojava rasterast bi hêzên dîktatoran ve rû bi rû ne. Lowma jî qehremanî, serobinkirina sazûmana dîktatoriyê, rizgarî, xelasî, qehremanî gişt têgehên xwedî-nirx in. Di vê rewşê de wekî qadeke rewşenbîrî û zanistî wêje jî xwe li hemberî vê hêzê saz dike. Mînak li Emerîka Latînî “realîsma efsûnî” roleke wiha digre. Dema li rewşa zimanê kurdî binêrin belkî rasterast janreke wiha dernexistiye holê, lê xwe ji bizavên wêjeyê jî kêm nehiştiye. Helbestên Arjen di zindanê de riziyane, yên Cegerxwîn demekê bi destan kopîbûye, bi riyên “qaçax” hatiye belavkirin, wekî din di demên nêz de dawiya salên notî romana Helîm Yûsiv li ser keran ji serxetê derbasî binxetê bûne. Bibe nebe, helbesta kurdî jî dê behsa mayînên sînorê bike, dê behsa mêraniyê bike, pesnê pakrewanî û cangoriyan bide, ji me çîroka helebçeyê bibêje.
Sedemek dîtir a nêrbûn û mêrbûna helbestê bi ya min pêvajoya netewebûnê ye. Gelên bindest, piranî di vê pêvajoyê de bêtirî bi têgehên welat, pakrewan, qehremanî hwd, mijûl dibin. Di van pêvajoyan de bêtirî wêjevanên mêr dinivîsin, bi nebe behsa mêraniyê dikin. Endamên bingehîn ên neteweyê, mêr tên dîtin û bitîr behsa biratiyê tê kirin(ne xwişkitiyê!). Lê dema behsa welat dikin wekî erdnîgarî jî welat “mê” ye; spî ye, bûk (“Kurdistan bûka cîhan e”) e û divê ji biyaniyan bê parastin. Di vê pêvajoyê de ne tenê helbestvanên mêr nêritiyê diafirînin, jin jî (ku hebin) jî piranî mêbûna xwe dikujin, dirûva nêrityê li xwe dikin. Ez dikarim bibêjim ku heya neha di metnên helbestvanên jin de ji bilî çend helbestan ez laqê tu mêbûnê nehatime. Lê di stranên dengbêjên jin de mirov bi mêbûna wan dihesiya.
Wekî peyva dawî dikarim bibêjim kalemêrê xort Berken Bereh stûneke qewî li bin konê wêjeya kurdî daniye. Bi peyvên xwe yên mêrane û nêrane “şilfîtazî” wekî pêşmergeyeke hunerê di qada hunerê de şer kiriye, dike. Wek dayikên li ber tenûrê di dawa xwe nanên germ şîrogerm kiriye, li benda zarokê xwe ye. Bi huner û şêwaza pêşkirina hunerê xwe re gazî neviyên xwe, di heman demî de bi neviyên re rêhevaltiyê dike. A girîngtir jî dema mirov li helbestên wî dinêre vîtrîneke zelal xuya dike, ji dêvla sandoqeke tozgirtî.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
Bereh, Berken. “Belavok”. Pandomîm. 1. çap. Stenbol: Weşanên Belkî, 2006. 75-75.
Bloom, Harold. Etkilenme Endişesi. 1. çap. Stenbol: Weşanên Metis, 2008.
Joyce, James. “The Sister. Dubliners. Stenbol: Pergamino. 7-21.
Ev nivîs di 49ê hejmara kovara W’yê de derçûye.
(1)Dublîniyan
(2) Xwişk(ê)
(3)Her şevê dema min ji şibakeyê temaşe dikir, min hêdîka ji ber xwe de peyva şelbûn’ê digot.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览349
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 07-07-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 18-06-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Siwas
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览349
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,850
图片 106,294
书籍 19,332
相关文件 97,309
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!