图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,469
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,494
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bermayiyên Metn û Çîrokên Berê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferzan Şêr

Ferzan Şêr
Bermayiyên Metn û Çîrokên Berê
#Ferzan Şêr#
Di dîroka Rexneyê de nemaze jî di bincureya wêjeyê de yanî di Rexneya Wêjeyê de tu hêmanên bi wêjeyê re eleqedar nemane ku nebûne alavên rexneyê. Nivîskar, metn, çîrok, tevnsazî, zimannasî, xwendekar hwd. gişt bi awakî ji aliyê rexnegiran ve hatine şîrovekirin. Hin şaxên rexnexeyên li gor pîvanên xwe yên estetîkî girîngî dane hinek ji van hêmanan û ji van hêmanan hinekan derxistine pêş. Mînak rexneyên formalîst (yên mina Binyatgerî, Formalîstên Rûsî hwd) bala xwe ji naverok û jiyana nivîskar bêtir dane alavên “formal”. Di despêkê de nivîskar û berhem hebû, lê neha heya hevok û tîpên berheman jî hatine veçirandin. Di vê serboriyê de metn jî wekî beşeke serbixwe (xwe ji şert û mercên dema xwe û ji nivîskarê xwe şûştiye) hatiye lêkolînkirin. Her ku bi awakî “etîk” û “formalîst” nêzî metnê bûbûn jî di warê rexneyên de serbixwebûniyek dane metnê, ji bo metnê ev yek jî girîng e. Ez dixwazim belkî gavek pêşdetir ango gavekî ji “formalîzmê” cihêtir li ser serxwebûna metnê bavêjim, bikevim pey şopa derhişa metnê.
Derhiş peyveke xwemaliya derûnnasiyê ye, wekî takekesî em dikarin behsa derhişa mirovan bikin lê bi giştî jî wekî civakî jî em karin behsa derhişeke hevpar bikin. Jê pê ve min derhişa tiştên şênber nebihistiye, lowma derhiş tim î daîm di forma mirovan de, di forma ku dikare hêma û wateyan biafirîne, bixe dirûva sembolan de dikare bê lêkolînkirin. Îcar em dizanin ku metn jî van tiştan kare bike. Wekî mirovekî jîndar e, domdar e û mirîdar e. Dema Harold Bloom têgeha “tirsa têsîrgirtinê (anxiety of influence)” pêşkêşî me şagirtin xwendinê kir, behsa domdariyeke wiha dikir. Wekî din dema Barthes têgeha “navmetnî” pêşkêşî me kir dîsa heman domdariyê, mîratgeriyê şanî me dida. Bi van herdu têgehan re kêmzêde têgihiştineke giştî ya li ser mîratgerî û domdariya metnan li ser me ava bû. Ger ku metn domdar û mîratgirên hev bin di heman demê de bargirên heman kod û bîrê ne jî. Mesele çîroka Lût di vê warî de li ser rewşa jinan nimûneyek balkêş e. Li gor tê gotin li bajarên derdora gola Lûtê, Sodome û Gomore têkiliyên cinsî di navbera mêr û mêran de pêk tê, li gor termînolojiya olî “ji rê derketine”. Li ser vê “jirêderketinê” Xwedê jî melekên xwe dişîne bo wan bîne ser rastiyê. Melek diçin fermanên Xwedê digihînin Lût, Lût jî dil dike wan bîne ser rastiyê lê hewlên wî belaheq in. Melekên mêvanê Lût ewqasî qeşeng in ku dilê niştecihan dibije wan. Niştecihan tên ber deriyê Lût daxwaza wan melekan dikin ku bi wan re şa bibin. Lût jî her du qîzên xwe yên xama pêşkêşî wan dike ku harbûna wan aş bibe, bela xwe ji mêvanên wî û qasidên Xwedê vekin. Lê niştecihan vê yek qebul nakin. Lût têdigihe ku ew civat ji rê derketiye, ji bilî xezeba Xwedê kes nikare wê “hêçbûnê” safî bike. Şevekê ji axê xwe direvin; tevî melek, jin û qîzên xwe. Fermana Xwedê ye, divê di revê de kes li paş xwe nenêre, xezeba Xwedê nebîne. Lê jina wî bi xwe nikare vedigere li paş xwe dinêre, di cih de dibe stûnek. Ji wê malbatê du keç û bavek dimînin. Îcar di hemû kodên olî de ji ber ku mêr serdestê jinê ye, jin gunehkar e; di vir de jî divê ji bo afirandin û domdariya nifşa nû têkiliyeke cinsî di navbera mêr û jinan de pêk were. Bi ser de ev pêkanîn jî divê mêran gunehkar neke, yanî bê hemdê mêran pêk were. Ji bo bêgunehkirina mêran, plan amade ye. Jin araqê didin bavên xwe, ew serxweş dikin û dikevin paşila wî. Araq dibe ava helalkirina mêran, dibe ava destnimejê, kiryarê xwe ji necisbûnê dişo. Bi serde wekî kodeke domdarî û (ne)veşartî jin bi awakî metaforîk femme fatale ye. (Bi ser de wekî “guneha” Hawa di çîroka Lût de heman gunehkariya jinê jî dubare dibe, ya ku li pey xwe dinêre ne mêr e jinek e.)
Rewşa jinê wekî arketîpek, wekî mitek û kodeke derhişî di gelek metnên seksîst û heterosekuwel de bi vî hawî tê bikaranîn. Di metnên kurdî de jî carina em laqê vê hêmayê derhişîn tên. Mînak Gulê Şoran a Eta Nehayî bo me bûyerokek (epîzot) baş pêşkêş dike.
Sereklehengê Gulê Şoran Las e. Las şervanekî kurd e, ji ber zilma serdest û neyaran tevlî şervanan bûye. Ferxe birayê wî ye. Lê di çêbûna Ferxe vir e em pê dihesin ku tiştekî neasayî li ser vî kurikî heye. Mesela Xalo Nayer rûspîyeke civatê ye, navê gelek kesan ew lê kiriye, navê wan kesan di guhê wan de bang kiriye. Navê Xanzad û Las Xalo Nayer lê dike, lê dema Ferxe çêdibe Xalo Nayer bêdil e, nav lê nake. Bavê wan Wisû Axa jî dibêje “ezê bi xwe navekî lê bikim” (38). Ez vê navlênekirinê wekî “êrênekirinê” bav dibînim, her çiqas bavê Ferxe Wisû Axa hebe jî di navlêkirinê de rola bavitiyê li ser Xalo Nayer e. Û ji ber ku ew vî karî nade ser xwe tê wateya ku “êrêkirinê” li Ferxe nake. Yanî Ferxe bi awakî derveyî “zagona bav” a Lacanian maye. Gav bi gav ev girêka odîpal di metnê de tê hûnandin. Di destpêkê de Ferxe bi nasnaveke birîndar tevlî çîrokê dibe û xuya dike ku tiştên “neasayî” dê pêkbîne. Ev neasabûn di çavê Xanzad de jî bi heman awayî diyar dibe. Xanzad dema jê hîn dibe ku têkiliya wî û Leyla bi dawî hatiye wiha dibêje: “Tiştekî te li mêran naçe, qet” (126). Li gor vebêjer jî rewş heman e: “Ciwanekî bîst, bîst û du salî bi dîtina jineke sî salî re, ji dêvla ku mêr be mêrzarokekî sîpek û serserî ye” (126). Bi vê yekê re girêka odîpal a Ferxe hîn eşkeretir dibe, ji jinên ji temenza xwe meztir hez dike; têkiliya wî ya bi Leyla Xanzad re vê yekê piştrast dikin.
Piştî xebere mirina Las (di fantaziya odîpal a Las de wekî mirina bav jî dikare bê xwendin) nêzîkbûnek di navbera Xanzad û Ferxe de destpê dike. Xanzad hêdî hêdî bala xwe didê, Ferxe jî wekî kesekî di nav girêka odîpal de wekî “dayika şûndiyar” meyla xwe dide jinbirayê xwe yê bi temenê xwe jê mezintir. Xebera mirina Las ji bo wan herduyan sedemek nîv-qebulkirî bibe jî, esil mijara me ya derhişîn afirandina sedemên bêgunehkirina mêr e. Ev tenvsazî jî rist bi rist tê hûnandin. Çawa ku bi girêka xwe ya odîpal û bi-tenê-mana jinbirakê xwe re, Ferxe ji bo têkiliyeke ensest amade bibe, Xanzad jî wê arezûyê nîşan dide. Her ku têkiliya di navbera wan de dualî, bi arezûya her duyan pêk hatibe jî metn li pey gunehkariya mêr û sûcdarkirina jinikê digere, xwe her û her ji nû ve saz dike. Dema Xanzad li ser mêraniya Ferxe gazinan jê dike, hema li pey wê vebêjer tîne bîra me ku “jin û nemaze jina bê mêr dawa wê lê dijmin bû. Mejiyê wê ne tekûz bû, şeytan baştir pê diwêriya. Tiştê ku divabû Xanzad bike guhar û guhê xwe ve bike ew bû, ji niha bi şûn de heta vegera Las –Dayê Gulê qet li mirina wî mikur nedihat- hest bi jinitiya xwe neke û mêr be” (127). Lê her ku Ferxe û Xanzad di malekê de nêzî hev dibin, ev şîret encax kare sê salan têsîr lê bike. “Sê sal ji bo wê demeke ewqasî dirêj bû ku di raman û xewnên wê de jî rûyê Las, xumamî û winda bûbû [….] Lê laşê wê goşt û xwîn bû. Xwîneke germ di damarên wê de digeriya”(135). Her ku metn dimeşe, em hay jê dibin ku êdî ji bo Xanzad debara “(bê)mêrbûnê” nemaye. “Sîbera her mêrekî nêçîr dikir. Gava pençere vedikir û sira bayê bêhna mêran digihand wê, ewqasî din jî dicoşiya” (136). Li hemberî vê yekê Ferxe jî ne vala ye. Ew jî zane piştî lênêzbûneke wiha, di malekê de êdî “nikare bi çavên jinbira li Xanzad binêre” (138). Ew roj ji bin deriyê serşokê li bedena tazî a Xanzadê dinêre, heya wê rojê jineke tazî nedîtiye. Di van rûpelê jêgirtkirî pê ve êdî xumama gumanê belav dibe, em baş pê dizanin ku ew agir dê wî kayî bişewitîne. Wekî çîroka Lût di vir de jî Ferxe şevekê serxweş tê malê, ew û Xanzadê di serxweşbûna wî de bi hev şa dibin. Beriya vê bûyerokê vebêjer diyar dike ku Ferxe her şev vedixwe lê ew şev ji yên berê serxweştir(!) e. Lê berovajiya vê xweşkirinê li pey wê pevşabûnê reşkirinek di derbarê Xanzadê dest pê dike. Ya ku li ser berfa spî vedireşe Xanzad e, ya ku li agirê dinêre û dil dike xwe bişewitîne Xanzad e. Ger em vê gotina “herî zêde sûcdar mahdê xwe ji xwe dixelînin” bînin bîra xwe di vê çîrokê de gunehkarê mezin jinek e, Xanzad e. Mêr jî tevlî gunehan dibe lê em dikarin wê ji wê gunehê bişon lewra di kiryara xwe de serxweş e û hişê wî ne li ser wî ye.
Wekî encam her çiqas derhiş pêdiviyek bi hişê, yanî pêdiviyek bi mirovan bibîne jî em dikarin bi awakî antromorfîk vê taybetmendiyê li metnê jî bar bikin. Di dîroka wêjeyê de ev hêma li jorîn û hêmayên mîna vê car bi car di derhişa metnan de tên dewisandin, di kûrahiya derhişê de tên hepskirin lê tu carî wenda nabin. Di xwendinên nêz de, wek rêgeha Freud a “vegera dewisandiyan” tiştên dewisandî dema ji aliyê Jorez (superego) ve benên wan bên sistkirin, hemin dertên sererûyê hişî. Lê ev gunehkariya jinê tim û daîm di derhişê de cih bigre jî, bêtirî nêzî hişê ye, piranî jî li benda sistkirinan jî namîne wek mîratê sazûmana nêr a gerdûnê bûye “kanonek”.
Çavkanî
Nehayî, Eta. Gulên Şoran: Li Pey Qedereke Winda. Stenbol: Weşanên Avesta, 2012
Ev nivîs ti hejmara 66emîn a kovara Tîrojê de derçû.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,026
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 06-07-2023
挂钩项目: 54
传记
图书馆
库尔德名称
报价及短语
文章
词和词组
小组: 文章
Publication date: 11-03-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-07-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on07-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,026
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,469
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,494
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!