图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mîtolojî û neteweperwerî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîtolojî û neteweperwerî

Mîtolojî û neteweperwerî
Mîtolojî û neteweperwerî
Selamî Esen

Mîtolojî her çiqas bi wateya xwe ya giştî wek bawerîyên kevin ên civakê bê destnîşankirin jî, di esasê xwe da bi veguherînê ra adapteyî roja me dibe. Ti xilasîya gerdûnê ji “guherîn”ê tune, her tişt diguhere. Palpişta herî saxlem jî ew e ku bîr û bawerîyên civakê xwe adapteyî vê guherînê bikin, lew “veguherîn” derman e. Ji bo hebûna neteweyekê (qesta me dê bêtir Serdema Kapîtal be) vejîna kokan, anku “vegera li mît û efsaneyan” weka tiştekî esas hat dîtin.
Mît û monomît
Li seranserê cîhanê mirov li ku niştecih bûbin, di nav dewr û dewranan, şert û mercan da mît hilberîne, ev mît çavkanî ne ji bo berhemên ku ji laş û aqilê mirovan pratîze dibin. Dîn, felsefe, huner, şêweyên civakî yên insanên prîmîtîf û dîrokî, vedîtinên gewre yên zanist û teknolojîyê, xeyalên ku xewa mirovan dişeriqînin… tev da ji gustîlka esas û efsûnî ya mîtan derdixin holê (1). Mirov heke bi baldarî lê kûr bibe dê bibîne ku di esasê xwe da mît cîhaneka antî-lojîk e. Helbet, ev nayê wê wateyê ku mît welatê xurafeyan e. Tiştên cewherî (yên di zêhn û gîyanê mirovan da), dibin wesîle ku mît bibe stargeha efsûnî ya mirov û neteweyan.
Li gorî Joseph Campbell, monomît vê wateyê dide ku di esasê xwe da her bûyera mîtîk ji heman kokê tê. Yanî beşên wê hene û ji bo hemû mijar û bûyerên mîtîk derbasdar in: Destpêk, Veqetîn, Têgihiştin û Veger. Heke mirov van beşên monomîtê baş îzeh bike mirov dikare ji bo mîtolojîya Kurdan “Memê Alan” wek mînak destnîşan bike. Li ser monomîtê dîsa nexşeya di Şahnameya Kurdî (2) da mînak e.
Mît û neteweperwerî
Angaştên Campbell ên derbarê kêşeya mîtan da ev in: 1) Civaka hevçerx di nav gêre û alozîyekê da ye; 2) sedema vê gêre û alozîyê ev e ku mirovên hevçerx jîyanê bêwate dibînin; 3) sedema bêwatebûna jîyanê jî ew e ku mirovên hevçerx ji mîtan bêpar mane; 4) sedema vê bêparîyê jî ev e ku zanistê, mît binpê kirîye; 5) ligel vê yekê wateya mîtê ne rasterast, bes sembolîk e; 6) wateya wê ya sembolîk jî di esasê xwe da psîkolojîk e; 7) wateya mîtê ya psîkolojîk jî Jungperwer e; 8) heke mirov bi şêweyeka sembolîk, psîkolojî û Jungperwerî bixwîne wê bê dîtin ku mît û zanistî li hev digirin û mirovên hevçerx dê vê yekê qebûl jî bikin; 9) heke bê qebûlkirin jî dê bê dîtin ku mît wateyê li jîyanê dike û aramdarîya civakî dê ji nû ve peyda bibe (3). Kuştina hestan tê wateya serdestîya lojîkê, an jî vemirina mîtosê. Civaka bêhest (bêmîtos) civakeka berjewend, tehekumkar û îteatkar e. Bes sosyolojîya têgeha azadîyê jî destûrê nade civaka lojîk a rijî (4).
Helbet hêsan e mirov di karê avakirina neteweyê da giringîya bikaranîna dîrok û siruştê fêm bike. Derbarê vê peywendê da Smith dibêje: Veguherîna gelê eşîr ê koçer bo neteweyekî sazbûyî, ji bo wan dayîna hestên nasname û aîdîyetê, hevgihandin û yekparekirina wan, ji bo wan dayîna hestên otantîkî û xweserîyê ku xwe bi xwe rêve bibin… ev tevda hewceyî çarçoveyeka sembolîk in û bi saya vê yekê civak dikare tevbigere û bibe xwedî îstîkrar. Ev pêkhate jî girêdayî mîtolojîya rabirdûyê û helbestwerîya siruştê ye (5). Vêca pêşeng û avangardê civakê kî be gerek e behsa qehremanîya dewrên berê bike da ku civak adapteyî dever û modela nû bibe. Di nav civaka kurdan da ev yek bêtir bi destê şa’ir û hunermendan pêk hatîye. Hin pêşengên kurdan pêwîstîyê pê dibînin ku behsa Serdema Neolîtîk û mîta Kawayê Hesinkar bikin. Ev yek astên girîng in, weku Smith gotî ji bo nifşên nû hestewarîyekê didin peydakirin. Di nav civaka kurdan da kêmasîyeka mezin heye: nezanîn û belavnebûna Şahnameya Kurdî. Helbet bi saya vê mîtosê mirov dikare ruhê neteweyî û hafizeyeka kolektîf a civakê xurt bike.
Her çiqas di disîplîna pedagojîyê da xalên hevbeş hebin jî, ji ber ku wek mufredat wê pêwîstîyê bi “neteweperwerî”yê dibîne, bivê-nevê dê di nav pergala perwerdeya neteweyan da ferqîyetên cuda derkevin. Smith ji bo vê yekê mînakên wiha dide: Dibistana Gel a îngilîzan, gymnasiuma almanî, lîse û akademîya Fransî. Helbet ev ferqîyetên mezin dê di nav nifşên ciwan da nêrînên cuda jî derxînin holê. Ev yek bivê-nevê dê bandorê li ser têkilîyên endustrîyel, praksîsên polîtîk, têkilîya dîn û dewletê, malbat û têkilîyên zewacê jî bike.
Wek encam, ji bo ku neteweyek xurt bibe divê tenê pala xwe nede xîmê etnîsîteyê, herwiha divê rabirdûyeka wan a zindî jî hebe. Eger tune be jî wek ku Smîth gotî divê peyda bike! Divê peyda bike da ku ji bo neteweya xwe wek kok jê ra mekan û hafizayekê çêke. Bi saya medya û pergala perwerdeyê divê cihê van hêmayên mîtîk di hafizaya civakê da qayîm bike, eger ev pêk bê jixwe dê ev veguhere pêş-qebûlîyên derhişî ên nifşên nû. Stonehenge û Druidên îngilîzan, Qudis û sembolên kenîşteyan yên cihûyan ji bo vê yekê mînak in. Qet nebe zindîkirina Rustem û nemaze jî ya Kawayê Hesinkar ji bo kurdan mînak in.
Tevahîya mît û secere di esasê xwe da nasnameyeka dîrokî rave dikin. Herwiha ev nasname bi endamên civakê (yên di perîferîya civakê da mayîn jî) sembolîze dibe û dibe nîşaneya qedera neteweyî. Lew vegerîna rabirdûyê pêwîst e, mît ji bo vê vegerînê bingeheka esas e.
Çavkanî:
1- Champbell, Joseph (2010), Kahramanın Sonsuz Yolculuğu, Stenbol: Kabalcı.
2- Divê em ji bo Şahnameya Kurdî berê xwe bidin xebatên Shahab Vali: Kurdên Yarsan / Dîrok û Mîtolojî (Avesta-2018), Şahnameya Kurdî / Rustemê Zal û Heftxana Wî (2021-Avesta).
3- Segal, Robert A. (2006), Joseph Campbell’in Mit Teorisi, kovara Milli Folklor: jimar. 70.
4- Ji bo agahîyên berfireh bnr. Zygmunt Bauman (2015), Özgürlük, (wer. Kübra Eren), İstanbul: Ayrıntı.
5- Smith, Anthony D. (2002), Ulusların Etnik Kökeni, Ankara: Dost Kitabevi.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览646
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/ - 06-07-2023
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 01-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 06-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):06-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览646
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!