הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,448
תמונות 106,111
ספרים 19,162
קבצים הקשורים 96,493
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Balansa Kurdî û Şanoyeke Efsunî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Balansa Kurdî û Şanoyeke Efsunî

Balansa Kurdî û Şanoyeke Efsunî
Balansa Kurdî û Şanoyeke Efsunî
#Ferzan Şêr#
“derhişê me jî tê ricimkirin”
Roşeng Rojbîr

Di fikriyata gerdûnî de her ku diçe interdisiplinerî di her qadên jiyanê de xwe li ser eleqedaran ferz dike. Heman tişt di warên hunerî de jî pêk tê. Her şaxên hunerê ku li ser erdekî şîn tên bi awakî kokê xwe bi koka şaxekî din a hunerî ve girê didin ku pişta xwe pê xurtir, derdê xwe pê zelaltir bikin. Di edebiyata kurdî de kêm zêde edîbên kurdî xwe di her bineşaxên edebiyatê de diceribînin, hewl didin tiştên nû, ji kaniyên cur be cur ên edebiyatê vexwîn, (bi)wara xwe bidin avdan. Lê mixabin heman tişt di navbera şaxên din ên hunerî de kêm e, pêwendî di navbera şaxên hunerî ên kurdî de hebin jî ji bilî çend nimûneyan, bi giştî ew pêwendî qels in. Em bi kurt û kurmancî bibêjin tê gotin ku mûzîkjenên kurd, helbestên kurdî naxwînin; helbestvanên kurd şanoya kurdî temaşe nakin, şanogerên kurd hunera hevçerx naşopînin, hunermendên hevçerx jî mûzîkên kurdî guhdarî nakin. Di tiyorî de lazim e her yek ji şaxên hunerê ên din jî bişopîne, lê ev bi xwe têr nake, lewra di pratîka xwe de ji bo ku bala şaxên din ên hunerî bikşîne, ji bo ku bi kêrî hunera din jî bê lazim e ew hunera ku balê dikşîne kêm zêde serketinek di xwe de bihewîne. Kar û xebatên serketî, hunermendên serketî bi hêsanî pirrên di navbera şaxên hunerî de saz dikin, dikin ku şopîner û wergirên hunerî di ser wê pirê kêfa xwe bînin. Di van deman de şanoyeke bi vî rengî li ser dikên stenbolê dilîze.
balans-12216.jpg Şanoya bi navê Balans, bi lîstikvan û ekîba lîstîka xwe bang û hêvî û wehdê dide mirov ku ne bes bi xemxuriya zimên, ji bo têrkirina dil û çavên xwe yên hunerî mirov biçê û lê temaşe bike. Balans ji qelema Selim Akgul, bi dêrhnêheriya Berfîn Zenderlioglu dertê ser dikê. Çar karakterên sereke hene Silêman (Nazmi Kirik), Samî (Selîm Akgul), Fazil (Sabahattin Ozan Aslan) û Peyruz (Ozlem Taş). Şanoyeke yek mekan û yek perde ye, li tamîrxaneyekê derbas dibe. Lê bi tevlîbûna her yek lehengekî/e xwe re dînamîkeke aksîyonel lê zêde dibe. Silêmanê “enîşte” xwediyê tamîrxaneyê ye, ji Samîyê bûrayê xwe ne razî ye, ji ber ku ji roja zewaca wan vir ve li mala wan e, lê bûye bar; Samî ji zavayê xwe pere dixwaze ku ji xwe re kafe veke, karkerê Silêman Fazil ji birayên Ayşenûra hezkira xwe direve. Piştî nîqaşên di navbera Silêman û Samî de, ji hundirê Samî “wehşek dertê” kabloyek davêje stûyê Silêman ku wî bikuje. Silêman ji hiş diçe. Li Samî wer tê ku Silêman miriye. Fazil ji birayên Ayşenûrê direve, tê kargehê. Samî wî dike şirikê hesaba li pey mirina Silêman. Dûre Samî diçe erebe bîne ku xwe ji cendekê xelas bikin, di wê kêliyê de Silêman şiyar dibe, lê wer tê ku Fazil kujera wî ye, ew jî li Fazil dixe, Fazil ji hiş diçe vê carê. Bi hatina Peyruz re Samî, Silêman, Peyruz; dûre jî bi şiyarbûna Fazil re jî her çar dikevin nav galegalan. Di vê çîrokê de mirî, kujer, hesabên li pey miriyê li gor berjewendiya yên mayîn timî wekî xelekekê diguhere. Kes ji kiryaran li pey wijdana xwe nakeve. Xerabiyeke “pak” li dar e. Di vê lîstîkê de tiştê sereke ku bala min kişand ev cure xerabî û bikaranîna wê ya “ji rêzê” ye.
Xerabiyên tê de (kujtina kesekî û ji dêvla êşa ûjdanî hesaba berjewendiyê tê kirin) me dide lêpirsînan, gelo ev xerabî takekesî, bi komî û cemawerî ango kêfî ye. Wekî ku Zîzek pênase dike xerabiyên superegoyê ne, an yên egoyê ne, an jî yên IDê ne. Tam ne bawer im wekî ku xerabiyên egoyê be. A rastî meseleya sereke jî ne li ser esasa xerabiyê û ûjdanê li kar e. Tiştê ku bi me dide hîskirin ji mijarê bêtir jî “jirêzebûn” e. Him wekî tevna çîrokê bandora li ser bîneran him jî di performên lîstîkvanan de “jirêzebûnek” di nav rewşên awarte de hene. Kujer kujtina kesekî ji rêzê dibîne, şahidê kuştina yekî ye ji destê xwe ji rêzê dibîne, dixwaze sûdê ji mirina wî bigre hwd. Bîner ji kuştina kesekî naêşe, xemgîn nabe, wekî tiştekî ji rêzê û asayî be. Rexnegirên şanoyê ew ê vê şanoyê bi çi terzî bi nav bikin, nizanim, lê belkî ji ber terza wê be, yek ji pênaseya efsunîbûna realîzma efsunî anî bîra min. Li gel gelek pênaseyên xwe, yek jî, wiha ye ku dibêjin tiştên derasayî, sûrreal wekî tiştekî asayî û rasteqînî be tê fahmkirin û hîskirin. Di metnan de ceribandina van ji ber ku dawiya dawî di xeyal û îmajinasyona xwîneran de xwe dide der, dikare hêsantir be ji performanseke zindî. Şanoger vê yekê bi performansên xwe berpêyî me dikin. Hêleke din a vê “jirêzebûna efsunî” jî di helwestên karakteran de, di awir û tevgerên wan de xuya dibe. Di diyalogan de dema diaxifin di wech û sûreta wan de tiştek heye, lê di hundirê wan de tiştekî kûvîtir/wehşîtir heye ku wê jî wekî veguherînî (metamorfozî) nîşan didin. Karakter di kêliyekî de du karakterên xwe şanî me didin. Ev guherîna ku di laşê xwe de performe dikin, wekî bîner tu guherîneke radîkal li me bîneran zêde nake. Belkî jî ji ber vê jirêzebûnê ye em li ser xerabiyê hûr nabin.
Ev meseleya jirêzêbûn û xerabiyê hêla vegotin û şêweya pêşkêşkirinê ye, wekî din jî Balans şanoyeke kemilî ye. Nîşaneya wê jî zayenda derhênera wê û naveroka wê ye. Di serî de derhênera wê jinek e. Wekî ku xwendinên femînîst jî şanî me dane ku gelek qadên hunerî bi destê mêran ve li gor sazûmana mêranîsaz ve tê rêvebirîn. Jin hebin jî bi destê mêran cihên wan nîşankirî û pasîvîzekirî ye, ango karîgeriya wan li gor têrkirina arezûya mêran e. Tu carî jin û mêr di heman qadê de, di heman karî de nebûne yek. Zêde derbas nebû, nûçeyeke ku baş nayê bîra min bê qesta kîjan aktrîstê dikir, digot li Hollywoodê cara ewil di fîlmekê de jinekê wekî mêrekî hempîşeya xwe pere distîne. Rol û popûleriya lîstikvaneke jin û mêr di heman giraniyê de bin jî mêr bêtir pere distîne. Gelek caran bedewî û delaliya jinê bi bedenî (ji bo têrkirina çavên nêrane, ku ew jî pornografîk e) wekî berga pêşîn a kitêbekî tê bikaranîn. Lê nivîskar jî weşanger jî mêr e. Di televîzyonê de bernameçêker mêr e, pêşkêşvanê wî û wê bernameyê jin e. Lewra bi ya min derhêneriya Berfîn Zenderlioglu ji bo şanoya kurdî nîşaneyeke kamilbûyînê ye. Hêla din a vê kamilbûnê jî naverok e. Gelek caran hunerên qels xwe dispêrên bextê netewperestiyê, lê Balans nexwestiyê vê yekê bike. Balans bêyî ku rasterast behsa kurdî û Kurdistanê bike, qenciyeke mezin lê dike bi awakî şêweyî. Meseleyeke ji rêzê (realîzma şêweyî) bi zimanê wê pêşkêş dike. Sûdeya ku mirov ji hunerên wergêrî werdigre, bi me dide hîskirin. A girîng jî ji xwe ne ew e; bi terzeke gerdunî, bi germahiyeke herêmî…[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 914
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ferzaname.wordpress.com/ - 04-07-2023
פריטים המקושרים: 36
ביוגרפיה
הספרייה
מאמרים
6. HEVIND
מילים וביטויים
1. şano
שמות כורדים
1. Şano
תאריכים ואירועים
תמונה ותיאור
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-09-2018 (6 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 04-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 05-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 05-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 914
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,448
תמונות 106,111
ספרים 19,162
קבצים הקשורים 96,493
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.297 2!