图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,439
图片 105,703
书籍 19,160
相关文件 96,447
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Avakirina komîteyeke navdewletî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Avakirina komîteyeke navdewletî

Avakirina komîteyeke navdewletî
=KTML_Bold=Avakirina komîteyeke navdewletî=KTML_End=
=KTML_Underline=Sorgul Şêxo=KTML_End=
Jiyîna li Kurdistanê, fêmkirina rastiya şer û li hember wê asoyên lêhûrbûna xwe kûrkirin e. Jinên kurd ên ku li ruxmî rê û rêbazên êrîşên qirkirin û komkujiyan, dikarîbûn hebûna xwe di çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakê de, diyar bikin. Her wiha hêza xwe ya çareseriya krîzan û nasnameya xwe ya siyasî, li ruxmî çewesandin û polîtîkayên tunekirinê, dikarîbû derbixe holê û bibe hêza guhertin û veguhertinên bingehîn.
Şerê ku di sedsala 21’ê de li bermaberî jinan tê kirin, bêguman planeke demdirêj û kûr e. Eger dar ne berhemdar be, rastî keviran nayê, jin jî eger ne bi hêz û bi bandor bin, rastî êrîşan jî nayên. Êrîşên ku li jinên kurd li Kurdistanê tên kirin, asta bandora wan li ser hişmendiya dewletê û tirsa faşîzmê ji wan, zelal dike.
Warê zeytûnan bi berxwedana Silava, Bêrîvan û Jîndayan ji çeteyan hat paqijkirin, bedewbûn û dîroka wê hat parastin. Rizgarkirina her buhistek ji warê zeytûnan, bi sedan ji çîrok, destan û efsaneyên dîrokê lê hatine nivîsandin. Her bihustek ji axa Kurdistanê, çîrokên berxwedanê lê hatine vegotin. Însanên ku nebin çav, guh û zimanê şoreşa ku eynika bi milyonên mirovên bedew û şervan û lehengên azadiyê ne, gunehkar in.
Dema ku li Kurdistanê qala jinan tê kirin yekser şoreş, berxwedanî, lehengî û fedekariya wan tê bîra mirov. Pêşengên şoreşên ku pêk tên, her dem jin in, hêza ku herî zêde jî dijmin jê ditirse dîsa jin in. Di berxwedana şervanên YPJ’ê de ya li hember çeteyên DAIŞ’ê, gotina çeteyên ku ji aliyê şervanan ve dihatin dîlgirtin ev bû: “Eger em bi destê jinek ango şervaneke kurd bên kuştin em naçin bihuştê”. Lê herî dawî jî xîlafeta wan bi destê şervanên jin hat hilweşandin.
Nirxandinên çeteyan ên li hember jinên kurd, asta hovîtiya wan vedigot. Şervanên YPJ’ê tola jinên êzidî û yên herêmê jî ji çeteyên ku ew jin di zeytê de diqelandin, bi şûr serjêkirin, bi penseyan neynûkên wan radikirin û bi vemirandina çixareyan di laşê wan de, di zindanan de bê xwarin û vexwarin dihiştin, bi rizgarkirina Reqayê re, hilanîn.
Dewleta tirk xwe li vê yekê ranegirt û bi rengekî aşkera, êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango şoreşa jinan kir. Ji 2018’an heya niha êrîşên dewleta tirk li ser dergûşa şaristaniya mirovahiyê û welatê agir û rojê, qet ranewestiyane. Li hember van êrîşên gulîmorên welêt, di her kêliyê de ji bo afirandina jiyaneke azad û birûmet, têkoşiyan.
Min cara yekem piştî Berxwedana Sedsalê ya Kobanê di sala 2014’an de, di Berxwedana Serdemê ya herêma Efrînê de li hember hêza duyemîn a NATO’yê, dît ku efrînî gelek berxwedêr û parêzvanên nasname, dîrok û hebûna xwe ne. Berxwedaniya 58 rojan ne ji rêzê ye, di her kêliyekê de berxwedaniyeke ku di vegotina wê de ziman pûç dibe, hatiye nivîsandin. Li her bihusteke axa Efrînê xwîna lehingekê/î hatiye rijandin. Li bin her dareke zeytûnê, li ber her zinarekî û li ser her çiyayekî û girekî Efrînê, bi dehan serpêhatiyên şervan û jinên berxwedêr hene. Xwezî zimanê wan dar, zinar û çiyayan heba ku ew çîrokên berxwedanê, hêvî û têkoşîna şervanan vegota.
Gelê Efrînê li derveyî yên ku koçî herêma Şehbayê bûn, jinên ku li hundirê Efrînê jî man, li ber xwe dan. Jinên ku dixwestin bi hebûna xwe nîşanî dagirkiran bidin ku çiqasî xwedî li ax û nirxên xwe derdikevin, rastî gelek kiryaran hatin. Ji dema dagirkirina Efrînê heya niha dîmenên jinan ên di zindanan de, li ber daran hatine qetilkirin û yên rastî tundiyê hatine, tê xuyakirin. Jinên ku di serdema 21’ê de di sîstema hevserokatiyê de roleke aktîf lîst û dikarîbûn hişmendiya civakê ya li hemberî xwe bide guhertin, niha bi gelek kiryaran re rû bi rû ne. Jinên ku xwe bi azadiyê xemilandibûn, niha bi agirê dojeha dewleta tirk re rû bi rû ne.
Dema ku mirov dibêje DAIŞ neviya dewleta tirk e, ji valahiyekê nayê. Nav û cil tên guhertin lê hişmendî û armanc heman tişt in. Çawa ku di tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’e êrîşî jinên êzidî kirin û bi hezaran ji wan di bazarên Mûsil, Reqa û Şedadê de firotin, niha dewleta tirk jinên efrînî jî dişîne Lîbyayê. Şandina jinan sûcekî pir mezin e û pêwîst e li hember wê, bêdengî nebe.
Di cotmeha 2020’an û çileya 2021’ê de NY’ê daxuyanî da û anîn ziman ku dewleta tirk li dijî jinên Efrînê kiryaran pêk tîne. Heta niha gavên şênber en wekî komîteyeke navdewletî nehatiye avakirin û derbasî herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nebûye ku rewşa jinan ji nêz ve bişopîne û kiryaran belge bike.
Dewleta tirk hemû zagonên navdewletî bin pê kir û derbasî axa Sûriyeyê bû û şêniyên wê yên resen neçarî koçberiyê kir, niha jinên wê jî direvîne. Birîna Şengalê li Efrînê nû dibe lê cîhana kor, lal û ker, hêzê dide dagirkeran ku hîn bêtir sûcan bikin û di heman demê de jî sûcdaran baş diparêze.
Ji bo jinên kurd sedsala 21’ê sedsaleke girîng e ku tê de bikaribin nasnameya xwe ya siyasî, dîplomatîk û aborî bi dest bixin. Di heman demê de sedsaleke wisa ye ku li hemberî jinan jî şerekî gerdûnî hatiye destpêkirin. Efrîna ku ji navê Silava, Bêrîvan, Barîn û Avêstayan derketin, bi rêxistinbûn û berxwedana xwe, jiyaneke birûmet afirandin. Da ku ew jinên ku xwe bi azadiyê xemilandin neyên qetilkirin û tola jinên ku hatine qetilkirin were rakirin, pêwîst e ji aliyê civaka navdewletî ve komîteyeke navdewletî were avakirin û der basî herêmên dagirkirî bibin û kiryarên derheqê jinan de tên kirin belge bikin. Di heman demê de pêwîstî pê heye ku dadgeheke navdewletî, li ser kiryar û komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker derheqê jin û sivîlên herêmên dagirkirî her wiha li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, were avakirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览364
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 23-06-2023
挂钩项目: 2
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 05-02-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 23-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):26-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览364
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,439
图片 105,703
书籍 19,160
相关文件 96,447
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!