ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,613
画像 106,172
書籍 19,172
関連ファイル 96,585
Video 1,317
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Helbest El Şêx - Dilşêr Şengalî
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي1
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Helbest El Şêx

Helbest El Şêx
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Helbest El Şêx
Nasnav: Dilşêr Şengalî
Cihê jidayikbûnê: Mûsil
Navê dê û bav: Hayat – Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 17-04-2019 /Herêmên Parastinên gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Êzidî ku çavkaniya gelê me yê qedîm e, bi sedsalan ji ber bawerî û çanda xwe bi awayekî sîstematîk rastî komkujî û qirkirinan hatiye. Gelê me yê Êzidî bi kevneşopiyên kûr ên ku li ser bingeha baweriyên xwe ava kirine, li hemberî hemû komkujî û êrîşên qirkirinê yên dagirkeran, xwe parastine. Ji bo ku di nav ol û baweriyên serwer de bihelin, hatiye xwestin ku gelê me yê Êzidî koç bike û biçe sirguniyê, lê gelê me yê Êzidî xwe parastiye. Bi awayekî serketî ol, bawerî, nasname û çanda xwe derbasî nifşên nû kiriye, heta îroj hatine. Bi vê re bûne yek ji meşale û sembolên geş ên Kurdan. Hevrêyê me Dilşêr ji baweriyeke wisa kûr di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Bi dagirkeriya li ser welatê me û bi zext û qetlîamên li ser gelê me re mezin bûye. Ji ber zextên rejîma Baas malbata hevrêyê me Dilşêr neçar mayê koçî Ewropayê bike. Hevrêyê me Dilşêr hînî Ewropaya di bin serweriya modernîteya kapîtalîst de nebûye û hesreta wî ev bû ku di nav civaka Êzidî de bijî. Hêvî û baweriya xwe ya ku wê rojekê vegere welat, qet winda nekir. Hevrê Dilşêr ji ber malbata xwe ya welatparêz û tevlîbûna derdora xwe, sempatiya wî ya ji bo gerîla pêş ket, têkoşîna ku tê dayîn bala wî kişandiye.
Faşîzma DAIŞ’ê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê ve hatiye afirandin, bi pêşengiya dewletên ku amûra wê ye, bûye belaya serê mirovayetiyê û êrîşî gelê me kiriye. Xwestin bi destkeftiyên ku bi dest xistine gelê me bi qirkirinê tine bikin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşî îdeolojiya Apoyî hatiye kirin, lê bi berdêlên mezin ev êrîş hatine şikandin lê hinek hêzên ku qaşo Başûrê Kurdistanê û Êzidxane parastine, gelê me bi tenê hiştine û reviyane. Ev jî bûye sedem ku fermaneke nû were serê gelê me yê Êzidî. Berxwedana dîrokî ya komek hevalên me yên li wir, li pêşiya fermanê bû asteng. Bi mudaxele û takviyeya Partiya me, pêşiya mezinbûna fermanê hatiye girtin. Bi dîtina berxwedana hevrêyên me yên ku bi fedekarî bi îdeolojiya Rêber Apo têdikoşiyan, ciwanên Êzidî ji vê bandor bûn û zarokên qehreman ên gelê me yê Êzidî tevlî nav refên tevgera me bûn. Zarokên leheng ên Êzidxanê bi îdeolojiya Rêber Apo xwe li ser esasê xweparastinê bi rêxistin kirin û dest bi azadkirina cihên dagirkirî kirin. Hevrêyê me Dilşêr ji fermana gelê me yê Êzidî gelekî hêrs bû. Ji ber ku PKK hat alîkariya gelê me, vî tiştî bandoreke mezin li ser hevalê me Dilşêr kir û wî di ciwantî de erk û berpirsyariya xwe fêm kir. Di wê baweriyê de bû ku têkoşîna rast û tolhildana şehîdan encax bi têkoşîna di nava refên PKK'ê de dikare were hildan.
Hevrê Dilşêr ku di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi coşeke mezin perwerdeya xwe ya bingehîn dît. Her çiqas li çiyayan nemabû jî, ne xerîbî çiyayan bû û zû hînî jiyana li çiyayan bûye. Bi bawerî û biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kir. Tevî ku li Ewropayê mezin bûye jî ji ber çanda xurt a Êzidîtiyê neketiye bin bandora neyînî ya modernîteyê. Hevrêyê me Dilşêr ê ku bi nirxên jiyana kolektîf û komînal ve girêdayî ye, bi kesayeta xwe ya kedkar, nefsbiçûk û gihîştî di nava hevrêyên xwe de derketiye pêş. Hevrê Dilşêr ku bi îdeolojiya Rêbertiya me xwe pêş xist, bûye milîtanekî leheng û qehreman. Wî xwe daye îdeolojiya Rêber Apo. Têkoşîna cins û çînê bi xurtî kiriye û li ber ronahiya paradîgmaya me ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de xwe pêş xistiye. Hevrê Dilşêr bi têkoşîna xwe ya îdeolojîk re jî di warê leşkerî de jî xwe bi pêş ve biriye. Bi taybetmendiyên xwe yên biaqil, jîr û jêhatî perwerdeyên xwe yên pisporiyê bi awayekî serkeftî xistiye pratîkê. Li Xakurkê li dijî operasyonên dagirkeriyê têkoşîneke bi heybet da meşandin. Hevrêyê me Dilşêr bal kişand ser wê yekê ku çawa dikare derbeke bi bandor li dagirkeran bide û di vê wateyê de lêgerîna xwe hîn zêdetir dewlemend kir. Hewl da ku gerîlatiya Modernîteya Demokratîk, perspektîfa rêxistina me bi şêwaz û hûrguliyên taktîkî fêm bike û pêk bîne. Hevrêyê me Dilşêr ku ji dilê gelê me yê Êzidî derketiye û bûye namzetek mezin a fermandariyê, bi îdeolojiya Rêber Apo veguheriye cewherekî nadîda. Em qet ne li benda şehadeta hevrê Dilşêr bûn û şehadeta wî bandoreke mezin li me kiriye. Têkoşîn û bîranîna hevrêyê me Dilşêr wê di têkoşîna dijwar de rêya me ronî bike. Em di şexsê wî de soza ku me daye hemû şehîdên xwe yên şoreşê dubare dikin û ji malbata wî hêja ya welatparêz, ji Êzidxanê û ji gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは422表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 22-06-2023
リンクされたアイテム: 4
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: モスル
No specified T3 85: 南クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 22-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 24-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 24-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは422表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,613
画像 106,172
書籍 19,172
関連ファイル 96,585
Video 1,317
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.453 秒(秒) !