ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,488
画像 106,126
書籍 19,170
関連ファイル 96,507
Video 1,308
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Ocalan Bekrî - Botan Kobanê
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ocalan Bekrî

Ocalan Bekrî
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Ocalan Bekrî
Nasnav: Botan Kobanê
Cihê jidayikbûnê: Minbîc
Navê dê û bav: Havva - Mûhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 24-10-2020’an / Herêmên Parastinê gel
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Botan li Minbicê di nava malbateke welatparêz a Kobanêyî de ji dayik bûye. Hevrêyê me bi çanda bi kok a malbata xwe û li gorî cewherê Kurdbûnê mezin bûye. Hevrêyê me Botan di dibistanên sîstemê de nexwend û bi hewldana xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Esas girtiye ku xwe pêş bixe. Ji ber bêderfetiyên madî yên malbatê, di temenekî zû de dest bi xebitinê kiriye û wateya kedê zaniye. Ji ber vê yekê ji pîroztiya nirxên ku bi kedî hatî avakirin, bawer kiriye. Ji zaroktiyê û vir ve dest bi xebitînê kiriye, li gelek derdoran maye û gelek mirov nas kirine. Ev yek bûye sedem ku hevrêyê me Botan bibe xwedî tecrubeyên mezin ên jiyanî. Ji ber vê yekê kêrhatina wî ya tehlîlkirina bûyer û kesan pêş ketiye. Di demên ku xebitî de bi giranî û kesayeta xwe ya gihayî ji derdora xwe re bûye mînak. Hevrêyê me şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava ket pêvajoya xwe ya ciwantiyê, her çendî ku mîmarê şoreşê Rêber Apo û mîlîtanên Apoyî nas nake jî di çarçoveya agahiyên ku ji derdora xwe bihîstiye di rêjeyekî diyar de bandor bûye. Ji malbata wî û derdora wî ya nêz gelek kes bi biryardarî û îdîayek mezin tevlî refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava dibin. Vî tiştî bandor li hevrêyê me Botan kiriye û bûye sedem ku bikeve nava lêgerînan. Bi taybetî ji şehadeta xizmê xwe yê nêz Alî Şêr-Alî Mûhammed ku sala 2014’an li gundê Til Xenzîr ê girêdayî Serêkaniyê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi lehengiyeke mezin şer kir û şehîd bû, pir bandor bûye. Hevrêyê me Botan cesaret û hevrêtiya paqij û dirûst a hevrêyê me Alî Şêr ji xwe re mînak girtiye û ew jî mîna gelek xizmên xwe tevlî refên şoreşê bûye. Hevrêyê me Botan piştî ku tevlî refên şoreşê bû rastiya Rêber Apo fêm kir. Di kesayeta xwe de nûneriya felsefeya Apoyî dike û ji kesayet û sekna gelek hevrêyên me yên şehîd bandor bûye. Wî bi xwe jî xwestiye ku mîna van hevrêyên me bibe û zaniye ku rêya vê yekê jî ev e ku li çiyayên Kurdistanê tevlî nav refên gerîla bibe. Hevrêyê me Botan li ser vî bingehî sala 2016’an berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûye.
Her çendî ku di tevlîbûna gerîla de astekî zanistê ya hevrêyê me Botan hebe jî, hestiyarî hîn li pêştir e. Bi perwerdeyên ku di nava gerîla de dîtiye, li aliyekî fêrî jiyana çiya û gerîla bûye û li aliyê din jî asta zanebûna heyî bilind kiriye. Ji bo vê yekê timî xwend, lêkolîn kir û hewl da ku tiştên fêr bûyî bixe nava jiyanê. Hevrêyê me Botan bi tevlîbûna xwe ya cewherî ya di pêvajoya perwerdeyê de hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kiriye. Di her xebata ku tê de cih girtî de bi tarzê cidî û xwedî encam re bala hevrêyên xwe kişandiye. Lewma piştî pêvajoya perwerdeyê destpêkê tevlî xebatên kûryeyê bûye. Li vir piştî pratîka xwe ya serkeftî tevlî xebatên binesaziyê ku bawerî û dilsoziyek zêde dixwaze, bûye. Li vir jî qasî du salan pratîk meşandiye. Di her du xebatên ku tê de cih girtî de ji ber tarz, tempo û encamên serkeftî baweriya hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me Botan bû mîlîtanekî pêşeng û xwestiye ku pratîka xwe ya serkeftî li qadên ku şer lê zêde ye raber bike. Bi taybetî ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û destkeftiyên gelê me, li hemberî dagirkeran bûye xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me Botan baş zaniye ku encex bi profesyonelbûna di nava gerîlatiyê de dikariye tola gelê me ji dewleta Tirk a mêtinger bistîne. Li ser vî bingehî derbasî Akademiyên Şehîd Mahir bûye û perwerdeya çekên giran dît.
Hevrêyê me Botan di pêvajoya perwerdeyê de tiştên ku jê re dihat gotin bi baldarî û cidiyetekî mezin guhdar dikir û di kêliyê de fêm dikir. Di pêvajoya perwerdeyê de ji bo bikaranîna gelek çekan bûye pispor. Lê hevrêyê me baş dizanî ku Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk tenê bi berhemên leşkerî nagihije serkeftinê û xwe di felsefeya Rêbertî de perwerde kir, ji kesayeta xwe guhertin û veguhertinên girîng ava kiriye. Hevrêyê me Botan piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, dîsa li akademiya ku lê ye hat wezîfedarkirin. Vê carê wezîfeya fermandariyê girt ser xwe. Hevrêyê me Botan di pêvajoya perwerdeyê de jî tiştên ku fêr bûye, fêrî hevrêyên xwe jî kiriye û ji pisporbûna gelek hevrêyên xwe re bûye xwedî ked. Îro di gelek çalakiyên ku li çeperên berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker tên lidarxistin de, gelek hevrêyên me ku hevrêyê me Botan ew perwerde kiribûn, cih digirin û di şexsê wî de tola hemû şehîdên me distînin. Hevrêyê me Botan her çendî ku bi dehan hevrêyên xwe hem leşker û hem jî îdeolojîk perwerde kiribe, ti caran xwe bes nedîtiye û bawer kiriye ku divê hîn zêdetir bixebite. Fikiriye ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê Rêbertiya me û şehîdên me ku afirênerê jiyana me ya pîroz in.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは226表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 22-06-2023
リンクされたアイテム: 2
日程&イベント
殉教者
グループ: 殉教者
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: Manbj
No specified T3 85: 西クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: No specified T4 1515
人タイ: ミリタリー
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 22-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 24-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 24-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは226表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,488
画像 106,126
書籍 19,170
関連ファイル 96,507
Video 1,308
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.547 秒(秒) !