پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ناسر سادقی
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 10 تا کۆنگرەی 17) بەرگی 2
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 1 تا کۆنگرەی 9) بەرگی 1
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
ژیاننامە
ڕزگار حاجی حەمید
29-02-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دزینی سروودێکی نیشتمانی کوردیی و گۆڕینی بۆ سروودی نیشتمانیی ئێران
28-02-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
ساتی دەرهێنانی شەهیدانی ئەشکەوتی داری خلە لە ساڵی 1991
27-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
(سەعدى) شاعير فارسێکى شيرازيى، يان کوردێکى هەورامى؟
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
شیلان گەیلانی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
موسعەب ئەدهەم
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
کەریم حیکمەتی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ئامار
بابەت 510,701
وێنە 103,091
پەرتووک PDF 18,736
فایلی پەیوەندیدار 92,923
ڤیدیۆ 1,194
شەهیدان
ئیسماعیل ئاغای شکاک
ژیاننامە
کەریم خانی زەند
ژیاننامە
سیامەند ڕەحمانی
شوێنەکان
ئەبوغرێب
مۆزەخانە
یادگەی نیشتمانیی بارزانی
Divê statuya kurdî (kurmancî- zazakî) bi huqûqê were parastin-2!
وێنە مێژووییەکان موڵکی نەتەوەییمانە! تکایە بە لۆگۆ و تێکستەکانتان و ڕەنگکردنیان بەهاکانیان مەشکێنن!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Divê statuya kurdî (kurmancî- zazakî) bi huqûqê were parastin-2!

Divê statuya kurdî (kurmancî- zazakî) bi huqûqê were parastin-2!
Divê statuya kurdî (kurmancî- zazakî) bi huqûqê were parastin-2!
Sidik BOZARSLAN
Di nivîsara çûyî da (29-12-2022) min wek pêşnîyazek pêşkêşî PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê), PSK (Partîya Sosyalist a Kurdistanê) û TDK-TEVGER (Tevgera Demokratik a Kurdistanê) kiribû da ku jibo pêşnîyazkirina alîyê kurdan bo Parlamana Tirk bikin ku di destûr û qanûnên tirk da kurdî wek zimanê perwerdeyê û resmî were qebûlkirin. Piştî derçûna wê nivîsarê, di Netewe.com da, li ser navên 15 rêxistinên kurdî li Amedê, di derbarê erdhejê da belavokek hat belavkirin. Loma min xwest wek berdewamîya nivîsara ewil vê nivîsarê jî wek pêşnîyaz jibo panzdeh (15) û heta belkî zêdetir rêxistinên kurdî yên li Amadê ne, bikim. Divê neyê jibîrkirin ku em behsa zimanê dayîkê dikin. Zimanê dayîkê; ew zimanek e ku însanek ji dervayê perwerdekirinê bi dê û bavê xwe, yanê bi malbata xwe, derdora xwe û civata xwe ra dipeyîve û hîn bûye.
Bi taybetî jibo bawermendên kurd û bi giştî jî jibo hemî çîn û tebeqeyên kurd ez dixwazim di çarçoveya pênasîya zimanê kurdî da çend gotin û tespîtên ku di Kitêbên Muqaddes da (Tewrad, Încîl, Qur´an) hene, pêşkêşî we hêjayan bikim. Ez li vir dişê bidim zanîn ku xwendevanên hêja divê şola zimanê kurdî jî di çarçoveya pênasîya kurdî û mafên neteweyî û demokratik da vê şolê û çareserîya wê bigrin destê xwe û di wê çarçoveyê da bikevin nav hewildanan û têbikoşin. Lê di mercên îro da dibe ku çarçoveya pênasîya mafên neteweyî û demokratik jibo kurdan, ne hêsa be û gelek rêxistin beşdarîya vî karî nekin. Loma ez bi taybetî pênasîya zimanê kurdî ku bibe zimanê resmî û perwerdeyê, bila ev were bi sînorkirin da ku di çarçoveyeka firehtir da rêxistinên me yên ku li Amedê dijîn (û rêxistinên hemî bajarên Kurdistanê); beşdarîya vî karî bikin. Vaye çend numûne ji kitêbên muqaddes, li jêr in:
Kitêba Muqaddes Tewrad, ”Xwedê, jibo beşer- însên di navbera çemên Dîjle û Ferad da baxçeyekê cennetê (bihiştê) ava kirîye.” nivîsîye. Bi awayeke dî Xwedê, dîroka mirovatîyê ji erdên Kurdistanê daye despêkirin.
Xwedê, jibo beşê XII.an û tevokên 8-15yan ên Kitêba Hz. Musa Tewratê weha nivîsîye:
”Xwedê, bihişta (cennet) xwe li rojhilatê ew derê ku jê ra ´Îyden´ hatîye gotin, ava kirîye. Vaye Xwedê, însên jî li wir afirandîye û daye bicîkirin. Paşê Xwedê, ew derê ku jê ra ´Îyden´ hatîye bi navkirin, çemek çêkirîye, ku bi ava wê baxçeyê xwe bidin avdan. Ji wan yek Çemê Baysan e, yek jî Çemê Kehan e, yên dî jî Çemên Dîjle û Ferad in.”
Piştî ku me di Tewratê da dît, îcar em dişê li Încîlê binêrin. Di Kitêba Duyemîn a Hukumdaran da, yanî di Încîlê Beşê 17.an, tevoka 6.an da weha dinivîse: ”Di sala 9yan ya Pêxemberîya Hoşya da, Hukumdarê Asur, herêma Sumerîyan dagirtîye. Bi vî awayî tevayîya cihuyan dîl (esîr) dikin û wan mecbûr dikin ku li bajarên Habûr û Halahê cîwar bibin. Ku ew der, derdorên Çemê Kuzanê û herêmên ku bajarên Medyayê lê ne.”
Di Qur´anê da jî herêma Kurdistanê, wek ”cîyê mubarek, cîyê bibereket” hatîye nîşankirin. Ev nîşankirin, ji alîyê Hz. Nuh Pêxember ve hatîye bikaranîn. Xwedê weha ferman kirîye: Sûreyê (23) Mumînûn, Ayet 29: ”Dîsa bibêje: Xwedayê min! Min li cîyekî pîroz û bi bereket bi cî bike û her Tu yî çêtirînê bicîkeran.”
Sûreyê (11) Hûd, Ayet 44: ”(Piştî ku kafir binav bûn, ji erd û asîman ra) hate gotin: Hey erdê! Ava xwe daqurtîne. Ya esmano! Avê bigire, nebarîne. Av kêm bû û çikîya, ferman bicî hat, keştî jî li ser Cûdî rawestîya û hate gotin: Helak jibo qewmê zalim be!” (Mısır´da Kürtler, Dürriye Runi, Mahmud Zayed, Mustafa Rud, wergêr jibo tırki, Harun Ünal, Nûbihar Y. 2015 Stanbol)
Li gora rîvayetê, di keştîya (gemî) Hz. Nuh da 84 zilam û 40 jin hebûne. Ji dervayê wan kesan, hemî kesên dî binav bûne û tu kes li jîyanê nemane. Van kesên ku ji keştîyê hatine xwarê, li herêmê dest bi jîyaneka nû kirine; wan deran jibo xwe kirine cîyên avdanîyê, ziraatê, bazirganî û senatkarîyê. Ev der jî wek xwendekar pê dizanin, Bakurê Kurdistanê herêmên Cudî û Araratê ne.
Eger mirov tenê li van du Ayetên Qur´anê (Sûreyê Rûm, Ayet 22: ”Ji qudreta Xwedê ye ku erd û asîman afirandine, zimanên we û rengên we ji hev cuda çêkirine.” Sûreyê Hucûmat, Ayet 13: ”Gelî mirovan! Me we, wek jin û mêrek afirand. Me hûn kirin millet û qebîle da ku hûn hev nas bikin. Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze.” binêre û kirinên dagirkerên Kurdistanê wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye ku li ser kurdan pêkanîne, muqayese bike; mirov bi awayeke zelal dibîne ku van nîzaman di eslê xwe da Qur´anê û dînê îslamê jî avêtine bin pîyên xwe û loma ew di emelê xwe da jî Xwedênenas in. Di vê hevokê da(´Li cem Xwedê yê herî bi qîmet ew kes e ku xwe diparêze´) zelal xuya dibe ku ew kesên an civatên ku şexsîyetên xwe neparêzin, qîmeta wan li cem Xwedê jî nîne. Yanî kesên ku pênasîya xwe ya kurdînîyê naparêzin û jibo çêkirina dewleta xwe nakevin nav têkoşînê, tu qîmeteke wan nîne û ew bixwazin nexwazin dê wek koleyan bijîn.
Çend numûne jibo giringîya zimên
Jenosida zimên, li gora Neteweyên Yekbûyî (NY), paragraf III weha hatîye nasandin: ”Pêşîlêgirtina bikaranîna zimanê grubekê di jîyana rojane û dibistanan da, yan qedexekirina çapkirin û belavkirina behremên bi zimanê grubê.”
Rêxistina Parastina Zimanan (Terralingua): ”Eger bawerîya me bi demokrasiyê tê, eger bawerîya me bi azadîya derbirinê, mafê civîn û jîyanê tê; divê em mafê jîyanê bidin zimanên tehdîtkirî jî. Peyivîn, xwendin û hîndekarîya bi zimanê xwe divê mafekî însanî be.”
Zimannas Tove Skutnabb – Kangas :”Ji bona ku dinya me pirrengîya biyolojik ya xwe biparêze û bijî; divê pirrengîya zimên û kulturê bê parastin û bijî.”
Zimannasê Katalonî Carme Junyent, di derbarê mirina zimanan da tiştên balkêş dibêje: ”Mirina zimanan, qasî mirina lawir (heywan) û nebatan tesîrê li mirovan nake. Ev, paradoksek e. Ji ber ku eger em bidin ber hev, hejmara zimanên ku dimirin, ji hejmara heywan û nebatên ku dimirin, pir pir zêdetir e.” (Dergûşa Nasnameyê, Weşanên Skolverket, 2002 Stockholm/ Swed)
Xortekî cihû bi navê Elyezer Bin Yehuda, di nav Yahudiyan da giringîya zimên dide zanîn û weha dibêje: ”Gelê me li seranserê cîhanê belav bûne. Divê em wan bînin ser axa xwe. Divê em zimanê Îbranî jî hîn bibin.” Cihû vedigerin ser erdê bapîrên xwe, yanî vedigerin welatê xwe û zimanê xwe îbranî yê ´kevnar û mirî´ ji nû ve ava dikin, yanî vedijînin. Gorbihiştê Celadet Alî Bedirxan jî, vê mijarê di Kovara Hawarê da di sala 1942an da digire dest û di nivîsarek da dide zanîn û dibêje ku ”Divê Elyezer Bin Yehuda ji Kurdan ra bibe numûne.”
”Welatê însanek, zimanê wî/wê ye…”(Barbara Cassin)
Nivîskara fransiz Barbara Cassin, di kitêba xwe ”Nostalji”yê da ”Însên kengê li mala xwe ye”? Pirsek dike ku ew sernivîsarek e jî û welê bersiv dide: ”Ew cîyê ku zimanê însên, kultûra însên, ekrebayên (xismên) însên tên qebûlkirin, ev ziman û kultûr ku lê dijîn û biçûk nayê dîtin, ew welatê wî/wê ye.” (B. Cassin, Nostalji, Çev. Seçil Kıvrak, Kolektif Kitap 2018)
Li vir gelek vekirî ye ku xanim Barbara bala raya giştî dikişîne ser zimanên ku di bin teda û zulmê da ne, divê ew gel û netewe jibo jîyana zimanê xwe piralî bixebitin û têkoşîna wê bêrawestandin bidomînin ku ev di radeya jîyanî (heyatî) da gelek giring e.
Bi navê Berberî civatek ku li Cezayir, Fas û Tunusê dijîn; têkoşîna wan jibo zimanêdayîkê despêkir û bi ser ket. Ji ber ku ew li cîyên cuda dijîn û nufûsa wan belawela ye, wan qîma xwe bi desxistina zimanê dayîkê bo perwerdeyê bi sînor kirin, bi ser ketin û ji helandinê rizgar bûn. Gelek zelal e ku eger berberîyan, hedefeke weha nedana pêşîya xwe û li gora mercên jîyana xwe neketana nav têkoşînê, ew nikaribûn bi serkevin.
Li Fransayê bi navê Brethon civateka xwedî 350.000 nufûs heye ku bi awayê fermî tê naskirin. Brethonîyan têkoşîna xwe di çarçoveya perwerde jibo zimanê xwe parastin û bi serketin. Mirov dişê bêje ku eger wan mafê zimanê xwe bi dest nexistina, ji mêj ve dê hebûna wan wenda bibûna.
Giringîya zimanê dayîkê jibo Gelê Bengalê jî bûye numûneyeka balkêş jibo hemî cîhanê. Vekirî û zelal e ku di têkoşîna bengalîyan da cîyê zimanê wan, bûye stûna rizgarîya wan bi xwe. Dema rêvebirên Pakistanê di 1952yan da Zimanê Urduyî jibo Gelê Bengalê jî îlan kirin; hewildanên Bizavên Zimanê Bengalî wek nerazîbûn (protesto) di 21ê sibatê 1952yan da li serbajarê Bangladeşê li Dakkayê rûdan û gelek xwendekarên zaningehan hatin kuştin ku ew endamên Bizava Zimanê Bengalî bûn. Divê were xuyakirin ku wan cuwanan dixwestin ku Zimanê Bengalî bi alfabeya bengalî wek resmî were qebûlkirin. Loma UNESCO, di 17-11-1999an da jibo 21ê sibatê ´Roja Bizava (hereketa) Zimanêdayîkê´ îlan kirîye û di 2000an da biryar sitandîye ku ev roj di çarçoveya cîhanê da were pîrozkirin ku di nav rûpelên dîrokê da ´21ê sibatê, Bizava Zimanê Bengalî jibo Zimanêdayîkê yê Navberneteweyî´ cîyê xwe yê birûmet girtîye. Pîrozkirina vê rojê, di çarçoveya giringîya teşwîqkirin û parastina pirzimanî û çandên cuda da jî balkêş e.
Min di nivîsareka dî da dabû zanîn ku M. Kemal dema behsa serxwebûna gelên Balkanê dike; ew dibêje ku Gelên Balkanê qîmetê nedane zimanê osmanî û wan ewil zimanê xwe hîn bûne û paşê serxwebûna xwe îlan kirine. Wek tê zanîn, di despêka salên 1900î da Şêx Evdilselam Barzanî, li ser navê gelek eşîran ji hukmê Osmanî xwestibûn ku li herêma wan zimanê kurdî bibe zimanê resmî û yê perwerdeyê. Lê Hukmê Îttîhatîyên nejadperest, di 1914an da Ş. E. Barzanî li Musulê bi darda kirine. Kurdên ku ji zimanê xwe hez dikin û lê xwedî derdikevin, divê xwe wek şagirtên Ehmedê Xanî, Şêx E. Barzanî û mamostayên kurdî yên herî dawî Bedirxanîyan (Celadet û Kamuran) qebûl bikin û bixebitin; bê guman di vê xebatê da divê ji pratika M. Gandhi û Î. Beşikçi jî sudê werbigrin.
Giringîya zimên jibo UNESCOyê!
Li gora tespîtên ilmî yên UNESCO´yê (Rêxistina Perwerde, Îlim û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî) , wextek li cîhanê derdora 15 hezar ziman hebûne; lê di dawîya sedsala 20î da ev jimare daketîye 6000î. Wek mîsal di navbera 1970-1985an da 1800 ziman wenda bûne, yanî mirine û van lêkolînên ilmî nîşan didin ku piştî du nifşan nivê zimanên heyî yên îro jî dê wenda bibin. (Ji nuha ve nifşek derbas bûye)
Li gora xebatên UNESCOyê yên ”Atlasa Cîhanê jibo Zimanên ku di Bin Xeterê da ne;”; di nava 6000î zêdetir zimanan da 2500ê wan di nav xetera wendabûnê da ne. Eger tedbîrên pêwist neyên sitandin, di sedsala XXI.an da %90ê zimanên ku pê tên peyivandin, dê wenda bibin. Li gora van raporan, di nava 100 salî da eger zarûkek ku wî zimanî dipeyive, nemîne; ew ziman êdî li ber xeterê ye. Wek numûne li Tirkîyê zimanên Yunanîya Kabadokyayê û Ubihça wenda bûne; Kurmancî, Zazakî, Adiğece û Abazaca jî li ber xetera wendabûnê ne.
Ne pêwist e ku em bidin zanîn; sistemên kolonyalizmê yên ku Kurdistanê bindest kirine, xwestine gelên bindest û kolonî ku li ser wan hukum kirine, ji holê rakin. Bi awayeke dî, kolonyalistan xwestine hemî heyîyên neteweyên bindest û kolonî ji meydanên jîyanê rakin, tune bikin. Di vî derbarî da numûneyên herî balkêş, pirazeya kolonyalistên ereb û ecem û tirk in ku li ser kurdan hukum kirine û her heyîyên kurdan qedexe kirine. Yanî van kolonyalistan qîma xwe bi hukumranîya li ser kurdan neanîne; xwestine hemî heyîyên kurdan jî ji holê rakin ku ev, pirazeya hovîtîya van dagirkeran e.
Di ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî” da weha hatîye nivîsîn: ”Hemî gel bi resmî îlan dikin ku bê şert û merc dawî li tevayîya şeklên kolonyalizmê tînin, ew xwedîyê azadîya tevayî û xweserîya xwe ya neteweyî ne ku ew mafê dewleta wan ya neteweyî ye ku bi kar bînin ku dewrê tu hêzek nayê kirin.”
Qebûlkirina ”Lihevhatina Neteweyên Yekbûyî”, gelek vekirî û zelal e. Li gora wê lihevhatinê, Sistemên Kolonyalizmê li seranserê cîhanê belayên mezin in jibo tevayîya mirovan; di heman demê da van sisteman li dijî demokrasîyê ne, li dijî aştîya cîhanê ne û xisarên mezin didin huzur û edaleta hemî mirovên cîhanê û loma divê li dijî kolonyalizmê, divê têkoşîneke bêrawestandin û dudilî were domandin ku ev rastê 21ê sibatê hatîye û loma ji alîyê NY ve wek ”Roja Têkoşîna li dijî Kolonyalizma Navberneteweyî” hatîye qebûlkirin û îlankirin.
UNESCO, di raporên xwe da jibo zimanên ku di nav xeterê da ne, wek, ”şikenandin”, ”vekirî di xeterê da ne”, ”di xetera maneya cidî da ne”, ”di xetera pir cidî da ne” û ”wenda bûne” qeyd kirîye. Li gora wê raporê li cîhanê 2473 ziman û li Tirkîyê jî 18 ziman li ber xetera wendabûnê mane ku dê ew bimirin û zimanê kurdî jî (kurmancî û zazakî) di nav wan da ye. Ev jî politika UNESCOyê ya durûtîyê raxistîye meydanê ku divê em jibîr nekin. Ji ber ku UNESCO, jibo parastina zimanên bindest werin jîyandin, wek zimanê kurdî, nexebitîye û piştgirîya parastina kurdî jî nekirîye.
Giringîya Roja 21ê sibatê di nav belgeyên UNESCOyê da jî cî girtîye. Roja 21 sibatê jibo UNESCOyê, hem ”Roja Zimanê dayîkê yê Navberneteweyî” ye û hem jî ”Roja Têkoşînê li dijî Kolonyalizmê ya Navberneteweyî” ye . Digel du wateyên giring yên 21-02-21ê Adarê jî jibo Neteweyên Yekbûyî (NY) ”Roja Têkoşînê li dijî Nejadperestîyê ya Navberneteweyî” ye.
Lê mixabin di pratika vî sed salî da me dîtîye ku NY û UNESCO piştgirî nedane têkoşîna gelê kurd ku li dijî kolonyalîzmê raxistîye meydanê. Bi tabîreka dî NY û UNESCO, ew prensîbên ku ziman were parastin û nejadperestî têk biçe û ew gelê ku wî zimanî di jîyana xwe ya bindestîyê da jî bi înad diparêze; negirtîye ber çavên xwe û têkoşîna wan ya heqîyê tenê hiştine û bûne piştgirên kolonyalistên Kurdistanê wek Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye. Mixabin welatên endamên NY û UNESCOyê di pratika xwe da her tim durûtîyê nîşan dane û li dijî wan prensibên ku qebûl kirine, tevgerîyane, neketine nav hewildanan. Eger NY û UNESCO piçek samîmî bûna û xwedîtîyê li prensîbên xwe bikirana, dê li dijî kolonyalistên Kurdistanê mueyîdeyan bi kar bianîyana.
Rewşa civata kurdî û zimanê wan ku ji alîyê dagirkeran ve sed sal e hatîye qedexekirin, li meydanê ye û pêwistîya wê bi şahidan jî nîne. Bi gotineka dî, dema mijara parastina zimanê kurdî were rojevê; prensibên UNESCOyê, tenê di teorîyê da dimînin. Heman tişt em dikarin jibo NY jî bidin zanîn û eşkera bikin ku wek dezgaheka navberneteweyî NY, di pratika xwe da wek UNESCOyê, piştgirîya parastina zimanê kurdî û neteweyê kurd nekirine; ji ber ku dagirkerên Kurdistanê jî kolonyalist in, nejadperest in û sed sal e ku teda û zulma nedîtî li ser kurdan û kurdî kirine, politika jenocidê bi karanîne, lê van dezgahan xwe ker û kor û lal kirine.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,057 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 22-06-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 73
بەڵگەنامەکان
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 08-05-2023 (1 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 22-06-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 23-06-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 23-06-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,057 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
شەهیدان
ئیسماعیل ئاغای شکاک
08-11-2008
هاوڕێ باخەوان
ئیسماعیل ئاغای شکاک
ژیاننامە
کەریم خانی زەند
15-12-2008
هاوڕێ باخەوان
کەریم خانی زەند
ژیاننامە
سیامەند ڕەحمانی
05-09-2012
هاوڕێ باخەوان
سیامەند ڕەحمانی
شوێنەکان
ئەبوغرێب
16-04-2014
هاوڕێ باخەوان
ئەبوغرێب
مۆزەخانە
یادگەی نیشتمانیی بارزانی
15-05-2023
سارا سەردار
یادگەی نیشتمانیی بارزانی
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ژیاننامە
ناسر سادقی
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 10 تا کۆنگرەی 17) بەرگی 2
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
پەرتووکخانە
بەڵگەنامەی کۆنگرەکانی حیزبی دێموکرات (کۆنگرەی 1 تا کۆنگرەی 9) بەرگی 1
29-02-2024
سەریاس ئەحمەد
ژیاننامە
ڕزگار حاجی حەمید
29-02-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
دزینی سروودێکی نیشتمانی کوردیی و گۆڕینی بۆ سروودی نیشتمانیی ئێران
28-02-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
ساتی دەرهێنانی شەهیدانی ئەشکەوتی داری خلە لە ساڵی 1991
27-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
(سەعدى) شاعير فارسێکى شيرازيى، يان کوردێکى هەورامى؟
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
شیلان گەیلانی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
موسعەب ئەدهەم
27-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
کەریم حیکمەتی
27-02-2024
زریان سەرچناری
ئامار
بابەت 510,701
وێنە 103,091
پەرتووک PDF 18,736
فایلی پەیوەندیدار 92,923
ڤیدیۆ 1,194

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.156 چرکە!