图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,083
图片 106,405
书籍 19,242
相关文件 96,855
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Du awazên azadiyê yên Behdînanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Du awazên azadiyê yên Behdînanê

Du awazên azadiyê yên Behdînanê
Du awazên azadiyê yên Behdînanê
#29-01-2023#
ROBÎN JAN
Erdewan Zaxoyî bi gotina “Kurdistan barê giran Kurdistan, derdê dilan Kurdistan”, Eyaz Yûsif jî bi gotina Eger dunya hemî gul bin, gulek bi tinê besî min e li çar parçeyên Kurdistanê mîrateyek ji nifşan re hiştin.
Erdewan Elî ku bi navê xwe yê hunermendî Erdewan Zaxoyî tê naskirin, sala 1957'an li nava malbateke xizan ji dayik bû. Erdewan Zaxoyî ji ber zor û zehmetiyên madî yên malbata xwe nekarî xwendina xwe temam bike. Di zarokatiyê de dest bi muzîkê kir. Bi ciwantiya xwe re di sala 1970'î de bû assolîstê koma muzîkê 'Newroz' ku li Zaxoyê dihate naskirin. Sala 1978'an dema ku 21 salî bû kaseta xwe ya destpêkê ya muzîkê weşand. Berê xwe da Bexdayê û li paytexta Iraqê, bû yek ji awazên bedew ên Kurd ê di radyoyê de hate bihîstin.

$DEMA LI RADYOYA BEXDAYÊ$
Sala 1958'an li Iraqê piştî ku monarşî hilweşiya, rejîma nû ji bo bandorê li Kurdan bike di radyoya Bexdayê de cih da weşanên Kurdî. Weşana bi Kurdî çiqasî di bin bandora giran a neteweperestiya Baasê hate kirin jî ev radyo ji bo hunera Başûrê Kurdistanê bigihêje her malê firsendeke mezin afirandibû.
Piştre awazên hunermendên Kurd ên ji hemû parçeyan wê di radyoya Bexdayê de bihata bihîstin. Radyo piştî sala 1980'î weşana wê ya rojane bû 2 saet û 45 deqe. M. Arîfê Cizrawî, Îsa Berwarî, Eyşe Şan û Mihemed Şêxo wê hingî bibûna awazên sereke yên vê radyoyê.
Ji bilî Erdewan Zaxoyî dawiya salên 1970'î hunermendekî din ê Zaxoyî wê berê xwe bida Bexdayê: Eyaz Yûsif (Zaxoyî).
Yûsif Zaxoyî ku navê xwe Eyaz Yûsif Ehmed e, di sala 1961'ê de ji dayik bû, piştî perwerdeya xwe ya li dibistanên seretayî û navîn, çû dibistana leşkerî ya artêşa Iraqê û xwe gihand payeya efsertiyê. Di beşa duyemîn a salên 1970'î de ku tevgera azadiyê ya li Başûrê Kurdistanê derbên giran xwar, Eyaz Yûsif li şûna ku li nava artêşa Iraqê lşeker be, kete nava lêgerînê ku muzîkê bike û sala 1977'an koma muzîkê ya bi navê Ciwanên Duhokê ku ew assolîstê wê bû, li Başûrê Kurdistanê û tevahiya Iraqê bû yekemîn.

$SALÊN PÊŞMERGETIYÊ$
Eyaz Yûsif ku li radyoya Bexdayê bi Erdewan Zaxoyî re di heman demê de xebitî, stran got, kaseta xwe ya destpêkê sala 1982'an bi navê 'Min dît cara ewilî weşand. Ev dengbêje ciwan di temenê xwe yê 21 salî de bi meqam û şêweyê hunera xwe di demeke kurt li tevahiya Kurdistanê deng veda. Sala ku dengê Eyaz Yûsif li radyoya Bexdayê û kasetfiroşan bilind dibû, Erdewan Zaxoyî li hemberî zextên rejîma Iraqê biryar da ku tevlî nava refên pêşmergeyan bibe.
Nîvê destpêkê yê salên 1980'yî ew pêvajo bû ku di navbera hêzên ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê têdikoşiyan û artêşa Iraqê de şerekî giran diqewimî. Yek ji pêşmergeyên ku hingî xwe vekişandin Rojhilatê Kurdistanê Erdewan Zaxoyî bû. Erdewan Zaxoyî ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin. Piştî ku çend mehan li girtîgehê hate hiştin, dema hate berdan berê xwe da Bakurê Kurdistanê, derbasî Cizîrê bû. Li gorî hin çavkaniyan, ji ber ku metirsî hebû li Başûrê Kurdistanê bê girtin, neçar ma ku demekê li Cizîrê bimîne.
Erdewan Zaxoyî di salên 1980'î de ku li sê parçeyên Kurdistanên diçû û dihat, kadro û milîtanên PKK'ê nas kir. Kete bi bandora PKK'iyan ku hingî baş nedihatin naskirin û weke 'Şoreşgerên Kurdistanê' dihatin binavkirin. Di kaseteke xwe de bi gotina “Ji çeperên Zaxoyê, silav ji şoreşgerên Kurdistanê re” xîtabî wan kir. Erdewan Zaxoyî ev kaset di destpêka salên 1980'î de ji hunermendên Koma Berxwedan re şand ku di destpêka salên 1980'î de li Ewropayê ava bû.

$DI NAVA ÇEND ROJAN DE LI PEY HEV HATIN QETILKIRIN$
Erdewan Zaxoyî sala 1985'an vegeriya Zaxoyê, lê belê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate girtin, piştî êşkenceyeke giran hate berdan. Mîna Erdewan Zaxoyî Eyaz Yûsif jî bû hedefa rejîma Saddam Huseyîn.
Dewleta Iraqê ji bo van herdu awazên ji Behdînanê, ku li ser azadiya Kurd û Kurdistanê distiran bêdeng bike, destpêkê êrîş bir ser Eyaz Yûsif. Eyaz Yûsif ku nexweşê Tuberkuloz bû, ji bo dermankirinê li nexweşxaneya leşkerî ya Mûsilê bû. Di 25'ê Çileya 1986'an de hêzên rejîmê jehr dan wî û piştî rojekê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî gotinên malbatê, Eyaz Yûsif dest bi tûrneyê kiribû û li wî hatibû ferzkirin ku li her bajarê diçe divê xwînê bide hêzên dewletê. Ji ber vê yekê jî dema ku li Mûsilê li nexweşxaneya leşkerî xwîn dida, hate jehrîkirin û 26'ê Çileya 1986'an jiyana xwe ji dest da.
Hêzên dewleta Iraqê ji bo bêdengkirina Erdewan Zaxoyî vê carê serî li rêbazeke cuda dabû. Di 28'ê Çileya 1986'an de ku salvegera radyoya Bexdayê bû, ji Erdewan Zaxoyî re gotin 'Em ê xelatê bidin te' û bang lê kiribûn ku bê Bexdayê. Erdewan Zaxoyî piştî ku derkete ser dikê û xelata xwe wergirt, di şeva 28-29'ê Çileyê de ji otelê ji aliyê hêzên dewleta Iraqê ve hate revandin.
Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin û aqûbeta Erdewan Zaxoyî hînê baş nayê zanîn. Li gorî hin çavkaniyan, Erdewan Zaxoyî dixwest biçe derbeyî welat û ji bo pasaportê çûbû Bexdayê, lê li wir hate destgîrkirin û ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir hate qetilkirin. Cenazeyê wî jî li devereke ku nayê zanîn hate veşartin.

$STRANÊN WAN HATIN DIZÎN Û KIRIN TIRKÎ$
Eyaz Yûsif di nava 25 salan de 4 kaset amade kir, bi dehan stran nivîsî. Erdewan Zaxoyî bêhtir bi şens bû. Heta 29 saliya xwe 20 kaset amade kir û bi dehan stran nivîsî. Deng û meqamê wî ewqasî bi bandor bû ku hunermendên dewleta Tirk ên bi 'eslê xwe Kurd' gelek stranên Erdewan Zaxoyî dizîn. Mînak strana wî ya bi navê Nazê Nazo ji aliyê Îzzet Altinmeşe ve bi navê Nazey, strana wî ya bi navê Silavan li min dikî ji aliyê Îbrahîm Tatlises ve bi gotina Hiş hişi hançer kirin Tirkî.
Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî ku di nava çend rojan de li pey hev hatin qetilkirin, li navenda muzîka dewlemend a Zaxoyî mezin bûn, di salên 1980'î de xwe li Kurdistanê girtin. Mêtingeran ji aliyê fîzîkî ve ew ji gelê Kurd qut kiribin jî mîrateyek ji nifşên Kurdistanê re hjiştin. Strana 'Hatin hatin' ku Erdewan Zaxoyî di dema şervaniya xwe ya azadiyê de li çiyayên Kurdistanê bi derfetên kêm amade kir, di hişyariya azadiyê ya gelê Kurd de hînê jî mîna meşaleyekê ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览219
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | anfkurdi.com
相关文件: 4
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
书: 文化
城市: 扎科
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( کاکۆ پیران 15-06-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on15-06-2023
此产品最近更新( هومام تاهیر ):31-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览219
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.227 KB 15-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
照片文件 1.0.1181 KB 15-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,083
图片 106,405
书籍 19,242
相关文件 96,855
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!