图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Lİ HALEBÇÊ BÎHNA SÊVAN TÊ!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lİ HALEBÇÊ BÎHNA SÊVAN TÊ!

Lİ HALEBÇÊ BÎHNA SÊVAN TÊ!
=KTML_Bold=Lİ HALEBÇÊ BÎHNA SÊVAN TÊ!=KTML_End=
Cano AMEDÎ
“Dayê bîhna sêvan tê!”
16 Adarê 1988 an de, gava ji asîman de mirin di barîya ser bajarê Halepçê, keçeke Kurd bi dengekî melûl bangî dayîka xwe dikir û digot: “Dayê bîhna sêvan tê”! Dayîka reben bi dengekî kelegirî bersîva keça xwe dida: “Dayik heyran, keça mina delal, ev bîhna sêvan, gume guma dengên topan, gure gura balafiran û şingîna dengê şûran, ne ji îro ve ye, sed sal zêdetir e bav û bapîrên me dîtine, jîyane! Xuyaye îro dor dora me ye!..”
Erdnegarîya em li ser dijîn, ev cîh û warên me, bihûşta xewn û xeyalên me, welatê me yê şêrîn, Kurdistana zêrîn ji destpêka salan 1900 an vir de, bîhna sêvan jê kêm nebûye.
Cara yekem balafirên Birîtanya, li ser asîmanê Kurdistanê mirin barandin! Weke teyrên berata, weke qeflên keftaran, li ser gelê Kurd mirin reşandin! Dûre li deşta Amedê, Pîran Çewlik û Alezîzê Şêx Seîdê kal bûbû şahidê wan rojan, Li Agirî îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe, li Dersimê Seyîd Riza û hevalên xwe, li Koçgirî Elî Şêr û hevalên xwe bûn şahidên “bîhna sêvan”! Ew bîhn hê jî di qunçikên şikeftên Dêrsimê de veşartîye! Li qada Çarçira`yê, li Mahabad`ê Pêşewa Qazî Muhamed û hevalên xwe, li bajarê Silêmanî`yê şêx Mehmûdê Berzencî û hevalên xwe, li seranserê Kurdîstanê Mele Mustafa Barzanî û hevalên xwe çendî car bûn şahidên wan rojên reş û tarî! Gelê Kurd, çendî car bûn şahid û kurbanîyên wan rojan! Çendî car “bîhna sêvan” û cureyên mirinê dîtin, îro jî yek ji wan rojan e Kurdistana min a delal!
Di hemû deman de, gelê Kurd bi ked û xebatên xwe di nav deryayên mirinê re derbasbû û tekoşîna xwe domandîye. Jenosayda Enfalê, di dîroka nêzîk de pêngava herî bi êş û mirin e. Enfal, bi sîstematîk plana wendakirin, komkujî û tunekirina gelê Kurd e. Li gor plansazî û fermandarîya desthilata Baas`a Iraq, bi şirîkatîya çar dewletên dagîrker û bi alîkarîya xwînmijên dewletên emperyal ku çek û jahra kîmyawî dan van kujeran, pêvajoya Enfalê destpêkir û hat meşandin. ji devera Germîyan bigire heta devera Barzan, seranserê Başûrê Kurdistanê li gor wê plansazîyê qetlîam, komkujî û jenosaydek bê pîvan dest pêkir!
ENFAL, navê wê tevgera jenosayd û komkujîyê ye! Enfal, navê ayeta Quranê ye. Enfal, di nav demê de, li gor plansazî û projeyek sîtematîk li seranserê başûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta Iraqê û hevalbêndên wê hatîye pêkanîn. Enfal kuştin e, Enfal mirin e, Enfal zulum û tunekirin e. Enfal fermana qirkirina gelê kurd e!
Wek operasyonek ji tevgera Enfal`ê, balafirên şer yên artêşa Iraqê, di 16’ê Adara 1988‘an de, bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandin. Di nava çend saetan de, li Helebçe û derdora wê, ji 5000 an zêdetir ji zarokên pêçekê heta kalên heftê-heyştê salî, şêniyên Kurd tevlî heywanan tev kuştin û bi 10 hezaran jî jahrdadayî bûn. Di nav çend seetan de li bajarê Helepçe jîyan hat temirandin! Raya giştî ya cîhanê, ji komkujîyê piştî çend rojan agahdar bû.
Rojnemevan Remezan Ozturk, piştî komkujîyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de, kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn! Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujîya Helebceyê! Îro jî dema ku qala komkujîya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Bandora bombeyên kîmyewî, tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome. Jîngeh jî bi jahr kir û ajal jî tev kuştin.
Li gorî raporên Netewên Yekbûyî, ji sedemên bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê, di navbera salên 1991 û 1994’an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde bûye.
Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî, nexweşîyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên gewrî, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahîyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, li ser zarokên nû tên dunyayê tehdîtek mezin e.
Komkujîya Halebçê, beşekî stratejîya jenosîdê ya ENFALê bû. Weke hûn jî dizanin, armanca plansazîya operasîyonên Enfalê, li ser bingeha qirkirin û tune kirina gelê Kurd e. Di dîroka nêzîk de, navê Saddam Huseyn û Elî Hesen Ebdulmecîd (Elî Kîmyawî) bi navê Helebçê tê bi kar anîn. Saddam Huseyn, di sala 2006 an de, Elî Kîmyawî jî di sala 2010 ande bi cezayê darvekirinê hatin daleqandin.
Şehîd Halepçe, di sala 2014 an de, bi biryara parlementoya Kurdistanê bû parêzgeh. Lê belê şagirt û xulamên Saddam Huseyn bi salan e rê li ber pesandina parêzgehîya Halepçe girtine û pêvajo xetimandine. Parlamentoya Baxdayê ketîye bin bandora Ayettullahan û xwe spartîye Îranê.
Ev çar dem in ku serok komarê Iraqê Kurd in û li ser kontenjana gelê Kurd tên hilbijartin. Lê derheqê vê mijarê de, rojekî serê xwe ne êşandine û berpirsîyarîyên xwe bi cîh neanîne! Ev rewş bixwe cîhê pirsê ye, çima gelo!?
Dîplamasî û dîyaspora Kurdistanê, li dijî tawanbar û alîgerên wan çi kirin, çi helwest girtin ne dîyar e? Belge û dokumanên derketine holê, nîşan dide ku tacirên Hollandî û Almanî bi şirîkatîya şîrketên Tirk maddeyên Kimyasal firotine Iraqê. Tevlî ku rêvebirên şîrketa Hollandî ceza xwarin jî lê berpirs û karmendên Irakî, çiqas jê eşkera bûn û hatin dadgehkirin?
Ji bo nasandin û pesandina jenosayda ENFALê çi hat kirin, divê mirov bipirse û xwe bigehîne her bersîvekî. Piştî bersîvê, divê sûçdar tev bên tesbîtkirin, li tevan doz bên vekirin û li sazîyên pêwendîdar û biryardar encam bên bi destxistin.
Ger em bê deng bimînin, neyarên Kurdan, wê ayetên quranê yek bi yek ji bo qirkirin û komkujîya Kurdan bi karbînin. Do Enfal bû, îro ayeta Fetîhê ye! Sibê wê kîjan ayet be ne dîyar e! 16-03-
Cano Amedî[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览530
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 15-06-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 16-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: 哈拉布贾
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览530
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!