图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,470
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,495
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qetlîama Helepçeyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qetlîama Helepçeyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê

Qetlîama Helepçeyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê
Qetlîama Helepçeyê / Newroz / Roja li Dijî nîjadperestiyê
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Wek min di nivîsa xwe ya hefteya din de jî diyar kiribû ku meha adarê ji bona neteweya kurd û Kurdistanê meheke gelek girîng e. Di vê mehê de neteweya kurd û Kurdistanê rojên xweş û nexweş jiyaye. Îsal jî li Kurdistanê vîrusa kronayê zêde bû. Lê em kurd fêr bûne ku bi felaketan re bi hev re bijîn. Lewra felakete mirovatî muwaqet e û ya me kurdan domdar e. Lewra mirovatî di peryodan de felaketan û qeresetan dijîn. Lê em kurd 200 sal û zêdetir e ku qeresatan dijîn. Ew qeresatên me jî dom dike. Ew jî qetlîam û kûştinên neteweya kurd in. Sedemên vîrûsên mirovatiyê ne diyar in. Lê sedemên vîrûsa kurdan diyar e. Di vê qonaxê de jî çar dewletên kolonyalkîst in.. Di demên bihûrî de du împeratorî bûn. Loma em dê vê feleketa vîrusê jî derbas bikin. Divê em morala xwe xirab nekin. Em baş li xwe binêrin.
=KTML_Bold=HÎROŞÎMAYA KURD Û KURDİSTANÊ: QETLÎAMA HELEBÇEYÊ…=KTML_End=
Beriya 32 salan (16 ê Adara 1988 an) li Başurê Kurdistanê bajarê Helebçeyê bombayên kîmyewî û jahrî li ser gelê me hatin barandin. Ew roja, roja kurdan ya tarî û reş bû; dawîya dîrokê bû. Li bajarê Helebçeyê, li deşta Şerêzorê û li sînorê Rojhelatê û Başûrê Kurdistanê bi destên du dewletan İran û Iraqê qetlîameke mezin çêbû.
Wek tê zanîn di sala 1974 an de di navbeyna kurdan û Rejîma Seddam de ji bona Kerkukê şer dest pê kir. Wê demê Iraq, kolonîya Yekîtiya Sovyetan bû. Emerîka jî bi riya Îranê piştgirîya kurdan û Otonomiya Kurdistanê dikir. Rejîma Baasê di şer de di zehmetiyê de bû. Kurdan zora rejîma baasê dibir. Rejîma Baasê ji bona ku zora kurdan bibe, bi Îranê re li hev kir. Ji bona ku Îran piştgiriya kurdan neke, perçek erdê xwe da Îranê. Di encamê de Peymana Cezayîrê pêk hat. Serok Barzanî ji bona dît ku li hemberî wî û neteweya kurd xiyaneteke navneteweyî heye û qetlîameke mezin dê ji aliyê Rejîmê de pêk bê, şer da rawestandin. Ew jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê hilweşandin.
Iraq û Rejîma Baasê dema ku xwe xurt dît, dît ku Emerîka û Ewrûpa jî li dijî İranê ne, ji bona ku erdên xwe ji bin bandor û desthilatdariya Îranê derxe, dest bi şer kir.
Di wan şertan de Îranê xwest ku kurdan li hemberî Rejîmê, Iraqê jî xwest ku kurdan li hemberî Îranê bi kar bîne. Lewra wê demê rêxistinên Kurdistanê bi herdu dewletan ve xwediyê pêwendî bûn. Di wê siyasetê de Îran di derbarê YNKê de serkeftî bû. YNKê li hemberî Rejîma Baasê li cem Îranê şer kir. Bû sedem ku Îran Helebçeyê dagîr bike. Iraqê wê demê çekên kîmyevî li Helebçeyê bi kar anî, qetlîameke mezin çêkir.
Qetlîama Helebçeyê bi pişgiriya Yekîtiya Sovyetan, Emerîka û Ewrûpayê çê bû. Lewra di qetlîamê de teyyareyên Yekîtiya Sovyetan bi kar hatin. Emerîka û Ewrûpa jî, piştî ku Rejîma Îslamî li İranê ava bû, bûn dijminên İranê. Ji Iraqê re piştgirî kirin.
Yekîtiya Sovyetan, dinya manîpulê kir ku li Helebçeyê Qetlîam nebûye.
Emerîka û Ewrûpa jî bêdeng ma.
Hemû welatên sosyalîst, Kuba, sosyalîstên dinyayê û tirkan, beşek sovyetparêzên kurd jî piştgiriya Rejîma Iraqê kirin ku Rejîma Iraqê sosyalîst e û li dijî emperyalîzmê ye. Di eslê xwe de Iraqê, ji emperyalîzmê, ji çepan piştgirî digirt.
Kurdan bi her awayî ji Têkoşîn û Doza Filistînîyan re piştgirî kirin. Hezar mixabin Rêxistinên Filîstînê û serokatiya wan jî, ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Li hemberî jenosîda Helebçeyê bêdeng man.
Dewletên Îslamî jî li hemberî Qetlîama Helebçeyê bêdeng man. Îslamparêzên kurd jî hemen tewan kirin. Piştgirîya Seddam kirin.
Halepçe, berdewamîya hemû qetlîamên li Kurdistanê û Enfalê ye.
Ji bona ku jenosîda berdewam ya li dijî neteweya kurd, li Neteweyên Yekgirtî bê pejirandin, Helebçê, dikare bibe bûyereke û qetlîameke dîrokî.
Divê hemû kurd, dezgeh û partîyên kurdan ji bona vê xebat bikin.
=KTML_Bold=CEJNA NETEWEYA KURD YA MILÎ NEWROZ Û SALA NÛ YA KURDAN …=KTML_End=
Newroz, cejna neteweyî ye.
Sembola azadîyê û serxwebûnê ye.
Rênîşana şerê neteweya kurd e li dijî zûlm û zordarîyê.
Newroz sersala kurdan e.
Di Newrozê de (21ê Adarê) de rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatîyê dest pê dike.
Neweroz, roja vejînê û têkoşîn û afirandinê ye.
Newroz, ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.
Rojên beriya Newrozê, keç û bûk, kal û pîr, jin û mêr, zarok û ciwan, karker û gundî, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başur-Rojhialat-Rojava-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin.
Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagîrtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe ji bona azadîyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe betal dikin.
Hezar mixabin, îsal vîrusa kronoyê pêşiya pîrozbayîya Newrozê girt. Kurdan ji bona Newrozê amadeyeke gelemperî pêk neanî. Biryar girtin ku civat dernekeve qadên Newrozê. Lewra ew ji bona tenduristîya Kurdistanîyan biparêzin pêwîst dîtin. Her çiqas kurd ji qetlîaman jî netirsîyane Newroz pîroz kirine. Lê felakete xwezayî pêşîya kurdan girt. Lewra di vê felaketê de xeterîyeke giştî heye.
Lê dîsa jî bila Neweroza miletê me pîroz be.
Newroza sala 2020 an jî, ji serxwebûn û azadîya neteweya Kurd û Kurdistanê re derfetên nû çê bike.
Kurd di vê Newrozê de ji xeterîyên hûndir û derve rizgar bibin.
=KTML_Bold=ROJA LI DIJÎ NÎJADPERESTÎYÊ…=KTML_End=
Nîjadperestî dijminê neteweya kurd û mirovatîyê ye.
Neteweya kurd, di bin êrîşa nijadperestîya Tirk, Ereb, Fars de ne. Loma têkoşîna neteweya kurd ya milî di hemandem de li dijî nîıjadperestîyê ye.
Wek tê zanîn di 21 ê Adara 1960 yî de polîsên Efrîqa Başûr li dijî xwepêşandana reşikan ya li dijî nîjadperestî êrişek kirin; gelek reşik hatin kûştin. Neteweya Yekgirtî ji bona ku vê roja rûreş û protesto bike: Di sala 1966an de 21 ê Adarê kir, “Roja Têkoşînê Ya Li Dijî Nîjadperestî” ye.
Divê em kurd vê rojê ji bîra nekin. Di têkoşîna xwe ya milî de bikin çekekê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览561
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 15-06-2023
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 19-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览561
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,470
图片 106,116
书籍 19,166
相关文件 96,495
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!