Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 517,394
Immagini 105,677
Libri 19,148
File correlati 96,384
Video 1,307
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Qetlîama Dersîmê û Mithat Sancar
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qetlîama Dersîmê û Mithat Sancar

Qetlîama Dersîmê û Mithat Sancar
Qetlîama Dersîmê û Mithat Sancar
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di destpêka sedsala 20an de beşek berpirsîyarên kurdan xwe wusa qane kirin ku dema Atatirk û hevalên wan yên Îttîhad Terakkîyê desthilatdarî ji Osmanîya werbigrin, dê rewşa kurdan û Kurdistanê baştir bibe. Ozerkbûna Kurdistanê dê firehtir bibe. Li Kurdistanê neteweya kurd dê zêdetir xwedîyê maf be û desthilatdar û serwer be.
Loma jî di şerê desthilatdarîya Osmanîyan û Ataturk/hevalên wî de, ji Atatirk re piştgirî kirin.
Atatirk û hevalên wî ji bona ku şerê xwe yê desthilatdarî veşêrin, li hemberî Îngilîzan û Dewletên Ewrûpayî şerekî xeyalî û milî çêkirin. Ji Tirkan û kurdan re gotin ku “welat ketiye bin destê kufaran û gawuran, Ola Îslamî jî ji dest diçe.”.
Kurdan û Tirkan jî bi vê derewê bawer kirin piştgiriya Atatirk û hevalên wî kirin.
Tiştekî gelek aşkere hebû ku Atatirk û hevalên wî eleqeya wan bi misilmantîyê re tune bûn. Ji bona vê jî piştî ku bûn desthilatdar, siyaseta wan ya stratejîk li dijî îslamê bû. Di esil de li dijî tevaya Tirkên ne burokratên sıvîl û leşker bûn.
Li Rûsyayê bolşewîkan di encama darbeyeke leşkerî de desthilatdarî di Oktobra 1917an de ji Çar girtibûn. Li Rûsyayê dîktatorîya xwe îlan kiribûn. Li dijî kapîtalîzmê û emperyalîzmê jî di nav şer de bûn. Atatirk û hevalên wî ji bona ku piştgirîya Yekîtiya Sovyetan bigrin, gotin ku “em li dijî emperyalîzmê ne.”.
Lenîn jî di derbarê Atatirk û hevalên wî de pesindar bû. Nivîsand ku “li Rojhilatê (li Şerqê) li dijî emperyalîzmê şerê yekemîn yê milî şerê Atatirk û hevalên wî ne.”
Atatirk bi siyaseta xwe ya dualî serkeftî bû. Ji alîyekî de ji Yekîtiya Sovyetan re dostanî kir, ji alî din jî piştgiriya Îngîltereyê û Ewrûpayê wergirt. Xwe li dijî emperyalîzmê nîşan da, piştgirîya Yekîtiya Sovyetan wergirt. Hîn di nav şerê desthilatdarî de bû, hevalên Yekîtiya Sovyetan û berpirsiyarên Partiya Komûnîst ya Tirkiyeyê Mistefa Sûphî û hevalên wî di behra reş de bi destê Topal Osman dan kûştin.
Atatirk û hevalên wî (yanî burakrasiya sivîl û leşker) piştî ku desthilatdarî ji Osmaniyan girtin, demekî dirêj derbas nebû dîktatoriyek ava kirin. Di vê dîktatoriyê de li dijî piranîya gelê Tirk yên îslam û li dijî neyeweya kurd siyaseteke qirêj û xeter û stratejik ya tunekirinê meşandin.
Rejîma Dîktatorî ya Atatirk, gelek aşkere diyar kir ku Kurdistan tune ye. Kurdistan axa wan e. Loma jî dagir kir. Tunebûna kurdan wek îdeolojîyeke fermî ya dewletê pejirand. Tirkbûna kurdan wek sistem û îdeolojî pêşve ajotin. Ew otonomîya Kurdistanê ya teng ya dema Împaratoriya Osmanî jî, ji holê rakirin. Hemû mafên milî yên neteweya kurd xesip kirin. Ew kesên ku ji neteweya kurd, Kurdistanê, hêjayiyên neteweya kurd qal kirin, siza kirin û kûştin. Gelek aşkere tunekirina kurdan û jenosîdeke xurt meşandin.
Ji bona kurdan xebat û têkoşîna milî ferz bibû. Loma jî di sala 1919an de kurdan li Koçgiriyê ji bona mafên xwe ketin nav têkoşîneke neteweyî. Dewleta Atatirk ew serhildana bi qetlîamê temirand. Pişt re jî Serhildan û Têkoşîna neteweyî ya sala 1925an û Serhildana Agriyê û têkoşînên din yên neteweyî bi qetlîaman temirandin. Serokên wan tevgeran kûştin û îdam kirin. Kurd, ji Kurdistanê dûr xistin. Xwestin ku demaografiya Kurdistanê biguherin û Kurdistanê bikin Tirk.
Lê di ev stratejiya xwe ya qirêj, neînsanî, hov û barbar de bi sernektin. Mezinbûna neteweya kurd û têkoşîna neteweya kurd pêşiya tunekirinê girt.
QETLÎAM/KOMKUJIYA DERSÎMÊ…
Dersîm di nav aramî de jiyana xwe didomand. Xwediyê jiyana otonom û taybet bû.
Lê Dersîmê bi awayekî bêdeng jiyan û sîstem û dîktatoriya Kemalîstan nepejirand. Ew sîstemna qebûl nekir.
Wê demê Dewleta Atatirk biryar da ku Dersîmê terbîye bike û teslîm bigre. Loma ji bona dest bi hereketeke leşkerî ya xurt bike, amadekarî kir. Rapor amade kirin. Ajan/sixûrên xwe şandin Dersîmê.
Piştî amadekarîyeke mezin li Dersîmê tevger û hereketek leşkerî ya dewletê dest pê kir. Raste rast dest bi qetlîamê kirin. Li Dersîmê jin û mêr, kal û pîr , ciwan û zarok bi metodekî barbarî û hov bi kar anîn.
Ji bona ku ev qetlîama xwe jî rewa û meşrû nîşan bide, diyar kir ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek li hemberî Dewleta Atatirk heye.
Gelek aşkere bû ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek tune bû. Dewleta Atatirk ji bona ku Dersîmê teslîm bigre, bike cîwarê Dewleta Atatirk resen dest bi tevger û hereketa leşkerî kiribû.
Hemû belge û helwesta serok Seyîd Riza û hevalên wî jî vê rastiyê nîşan didin. Eger niyeta Seyîd Riza hevalên wî serhildan û îsyan bibûya, wê demê ji bona ku pirsê çareser bikin nediçûn Erzîncanê û dîl nedahat girtin.
Lewra helwesta wî ya darvekirinê jî diyar dike ku ew kurdekî û serokekî çiqas eqit û bê tirs e. Heger serhildan hebûya, wî wê demê li çiyayên Dersîmê mirin û şehîdbûn dida berçav, li dijî Dewleta Atatirk serhildana xwe didomand. Di çiyayên Dersîmê de jî Dewleta Tirk ya wê demê nedikarî ku wî teslîm bigre.
Di şertên teknolojî de Dewleta Tirk 50 sale ku li Dersîmê nikare zora çend îsyankara bibe.
Ji bona ku Dewleta Atatirk li Dersîmê qetlîam bike raporên dewletê bi xwe hene.
Di van salên dawî de serokwezîrê Dewleta Tirk R.T. Erdogan jî diyar kir ku li Dersîmê serhildanek tune bû, lê dîsa jî dewleta wê demê li Dersîmê qetlîam çê kir.
Beşek dîrokzanê dewletê dibêjin ku di qetlîama Dersîmê de biryar û rola Ataturk, an jî ya Îsmet Înonu tune ye.
Ev nêrîna dereweke mezin e û ji aliyê bûyer û belgeyan de jî derewîn derdikeve.
Keça Atatirk ya menewî Dersîm bi teyyareyê bombabaran kir.
Înonu, bi xwe li Dersîmê kontrola (mûrakabeya) tevgera qetlîamê dike.
Di navbeyna Înonu û Ataturk de di mesela kurdan de cûdabûnek tune bû.. Nekokiyên wan li ser pirsên aborî bûn..
Dîktatorîya Atatirk ji bona ku li Dersîmê jî serhildanekê provake bike, gelek planên xirab çêkirin. Ew jî diyar bûne û derketine holê.
Ew nêrînan di TRT Kurdî û di gelek telewîzyonên Tirk de min anîne ser zimên, bi gelek kesan re niaqaşe me bûye. Gelek kesan jî piştgirîya nêrînên min kirine.
Serokê Neteweya Kurd Seyîd Riza, di 5 Îlon 1937an de dema ku ji bona aşitîyê diçû Erzîncanê, ew û 37 hevalên xwe dîl hatin girtin. Salên wî hat biçûk kirin, ew di 15.11.1937an de li Elazîzê li Qada Bazara Genim hat derve kirin. Heman rojê kurên wî yê delal jî salên wî ji hat mezin kirin, hat derve kirin.
Wek Serok Seyîd Riza gotîye, ji vê yekê mezintir zilûm, hovîtî, barbarî nabe.
EW KESÊN PIŞTGIRIYA NÊRÎNÊN KEMALÎSTAN Û DÎROKZANÊN DEWLETÊ DIKIN, JI KURDAN RE ÎXANET DIKIN: MÎTHAT SANCAR VÊ YEKÊ DIKE..
Dewletê li kurdistanê xirabiyên mezin kir, qetlîam û komkujî pêk anî, lê ev yeka gelek bi hêsanî veşart. Bûyer manîpule kirin. Piştî demekê ji bona xwe dîrokzan çê kirin. Dîrokzanên dewletê rastî teorîze kirin. Ji bona xirabiyên dewletê, ji bona komkujî û qetlîamên li Kurdistanê îdeolojiyeke fermî ava kirin.
Di perwerdeyê de jî ev îdeolojiya fermî û dîrokzanîya fermî û dewletê, teoriyê ne li ser rastiyê ava bibûn xistin serê her xwendevanekî. Beşek jî ji van kurd bûn.
Demeke dirêj piranîya wan kurdan bawerî bi nazarî û teoriyên fermî yên Dewleta Kemalîst anîn.
Beşek kurd jî ji tirsan re nikarî li dijî van teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî derkevin.
Hîç şik tune ye ku beşek kurd jî, ji bona berjewendiya xwe ya burokratîk û akademîk û aborî û wekî din, ev nêrîn û teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî parastin. Heta îro jî parastina wan dom dike.
Piştî salên 1965-69an ew derewên Dewleta Kemalîst û teoriya wan a fermî û îdolojiya wan a ji aliyê kurdperwer û rewşenbîrên kurd, rêxistinê û siyasetmedarên Kurdistanê ve hatin teşhîr kirin. Rastîya dîrokî derxistin derve. Lê dîsa jî dewletê û hevalbendên wan dev ji ev teorî û îdeolojiya xwe ya fermî ber neda.
Ew teorî û îdeoljiya dewletê ya fermî, xirabîyên li neteweya Kurd kiribûn jî, di telewîzyonên Tirkan de raste rast, bi taybetî jî ji aliyê min de hat ser zimên. Kirinên dewleta Kemalîst hat rexne kirin. Hat teşhir û protesto û şermazar kirin.
Di van rojên dawî de di 20ê Nîsana 2020an de di avabûna sedsaliya Meclîsa Tirkan de Hevserokê HDPê Mithat Sancar bi nêrînên xwe bi her awayî li neteweya kurd xiyanet kir.
Lewra dema ku ji Atatirk pozîtîf qal dike, ji serîhildanên neteweyî re, ji serokên serhildanên neteweyî re xiyanetê diyar dike.
Wî gelek aşkere tez û teoriya dîroka fermî û dîrokzanên dewletê parastin.
Herkes baş dizane ku Rejîma Atatirk û Kemalîstan Dîktatoriya faşîst, ototorîter û totalîter û li dijî demokrasiyê bû.
Wî got ku Rejîma Atatirk demokrat bû.
Tê zanîn ku Rejîma Atatirk li dijî kurdan û mafên kurdan bû. Meclîsê tu wext neteweya kurd temsîl nekirîye.
Wî got ku ‘‘Ataturk ji bona ku meseleya kurd çareser bibe, gelek hewil da, xwest ku reforman çê bike,‘‘ bi awayekî dizî got ku ‘serhildanên kurdan nehişt ku Atatirk karê xwe bike.‘
Gorî Mithat Sancar `karên Atatirk yên li kurdastanê kirine, meşrû ne û serhildanên kurdan ne meşrû û ne heq in.`
Wî muahaseba Atatirk û Meclîsa wî nekir ku wan li Kurdistanê biryara komkujî û qetlîamê wergirtine.
Wî pensnê Atatirk daye û Atatirk wek qehremanekî neteweyî diyar kiriye.
Dîrokzanên ku nêrînên dewletê naecibînin yên Tirk jî dibêjin ku Atatirk dîktator e. Atatirk tu dem qiymet nedaye serwerîya netewî..
Mithat Sancar dibêje ku Ataturk ji serwerîya gelan re rêzgirtibû û Meclîsa wî jî serweriya gelan temsîl dikir.
Divê kurd êdî îzin nedin ev teorî û nêrînên dewletê yên nav xwe.
Loma jî divê her kurdek her dem Mithat Sancar şermazar bikin û telîn bikin û rexne bikin.
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 368
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 11-06-2023
Articoli collegati: 3
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 08-05-2020 (4 Anno)
Città: Dersim
Libro: Storia
Provincia: Nord Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 11-06-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 12-06-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( ئاراس حسۆ ) in: 21-07-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 368
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 517,394
Immagini 105,677
Libri 19,148
File correlati 96,384
Video 1,307
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.266 secondo (s)!