图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn... xelekeke din ji zincîra dagirkeriyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn... xelekeke din ji zincîra dagirkeriyê

Efrîn... xelekeke din ji zincîra dagirkeriyê
Efrîn... xelekeke din ji zincîra dagirkeriyê
Hoşeng Hesen
Salek beriya îro êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê de dest pê kirin. Bombebarana 72 balafiran wekî gava destpêkê ya êrîşên bi armanca dagirkirinê bû. Lê ne cara yekê bû ku dewleta Tirk dixwaze perçeyek ji xaka Sûriyê dagir bike, ne di dîroka nêz û ne jî di ya kevn de. Beriya Efrînê artêşa Tirk bajarên Cerablus, Bab, Ezaz û navçeyên girêdayî wan, hemû dagir kirin û bi salan e alên Tirkiyê li ezmanê wan li ba dibin. Vê carê jî dor a Efrînê bû.
=KTML_Bold=Hewldanên Tirkiyê yên dîrokî ji bo dagirkirna Sûriyê=KTML_End=
Di dîrokê de jî gelek caran hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina Efrînê û gelek deverên din ên Sûrîyê hebûn. Di bingeh de dewleta Tirk her demê xwestiye tevahiya xaka Sûrîyê dagir bike, ji ber ku Sûriyê wek deriyê Rojhilata Navîn dibîne.
Piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî, Kemal Ataturk Komara Tirkiyê di sala 1923’yan de ragihand û wê demê got: Em ê şerê gawiran anku kafiran bikin. Mebesta wî jî, şerê li dijî Fransayê ye ku di wê demê de Sûriye di bin kontrola wê de bû û bi vê dirûşmeyê dest bi planên xwe kir.
Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn û di 20`ê Cotmeha sala 1921’an de navbera Tirkiye û Fransayê Hevpeymana Enqereyê hat îmzekirin, di encama wê hevpeymanê de bajarên Edene, Dîlok (Entep), Kilîs, Riha (Urfa), Mêrdîn (navçeya wê Nisêbîn) û Cizîr bûn girêdayî Tirkiyê, ew jî li beramberî ku hikumeta Tirkiyê ya nû hebûna Fransayê li Sûriyê nas bike, hat kirin.
Ji bo dagirkirina lîwa Îskenderûnê jî Tirkiyê gelek hewldan kirin û di sala 1939’an de lîwa Îskenderûnê bi fermî bû girêdayî Tirkiyê. Ew jî dîsa bi erêkirina Fransayê bû ku Tirkiyê gelek tevlihevî jê derdixistin û wê demê referandûm/giştpirsîneke şekilî çêkirin û di encama wê de Îskenderûn nema devereke Sûriyê bû, jixwe xelkên deverê der barê encamên wê giştpirsînê de gelekî bi guman bûn. Lê Tirkan dîsa jî dev ji planên xwe bernedan û vê carê xwest bi riya sîxurên xwe tevliheviyan li nava Sûriyê derxe.
=KTML_Bold=Tevgera Mirîdan=KTML_End=
Kemal Ataturk ji bo plana xwe gelek hêz di hundirê Sûriyê de ava kirin. Yek ji wan Tevgera Mirîdan a li Efrînê bû û ew wekî hewldana destpêkê ya dagirkirina Efrînê bû. Tevgera navborî wek tevgereke îslamî ya li dijî dagirkeran anku kafiran xwe nîşan dida...
Lêkolînerên dîrokê dibêjin ku Tevgera Mirîdan li kêleka dewleta Tirk li dijî serhildanên Kurdan ên li bakurê Kurdistanê jî şer kir.
Mirîdan bi Tevgera Niştîmanî ya Sûriyê re gelek peywendiyên baş çêkirin ku aliyê duyem li wan wekî şoreşger dinêrîn û xwe xwedî yek armanc didîtin. Ew jî derxistina dagirkeriya Fransayê ji nava xaka Sûriyê bû.
Fransayê dema bi xebatên vê tevgerê hesiya, bi hêza leşkerî ew tevger têk bir û tê gotin ku balafir li dijî nuqteyên mirîdan hatin bikaranîn, jixwe wê demê û piştî ku Tirkiyê lîwayê Iskenderûna bi dest xistibû, nema xwedî li wan derket.
Di sala 1957’an de û di dema Şerê Sar de, Tirkiyê dîsa dixwest xaka Sûriyê dagir bike û wê demê li seranserê sînor hêzên xwe belav kirin, lê bi gefa Yekitiya Sovyêtê ew yek pêk nehat.
Peywendiya di navbera Tirkiye û Sûriyê de yên dîrokî her dem bi nakok bûn, sedem jî armancên Tirkiyê yên her demê dixwest perçeyên nû ji xaka Sûriyê dagir bike.
=KTML_Bold=Bi aloziya Sûriyê re hêvî nû bûn=KTML_End=
Di sala 2011`an de dema aloziya Sûriyê dest pê kir Tirkiyê ev wek firsenda dîrokî ji xwe re dît ku xewnên xwe yên nîvcomayî temam bike, jixwe gotineke pêşiyan heye; Li ezman lê digeriya, ew li erdê dît.” Ev gotin jî ji rewşa Tirkiyê eşkere dike.
Gelek komên çete ava kirin, lê tiştek bi dest nexistin. Herî dawî artêşa wê bi xwe kete nava xaka Sûriyê, ew jî roja 24 Tebaxê derbasî bajarê Cerablusê bûn, piştre jî Ezaz û Bab dagir kirin. Heta ku di 20`ê Çileya 2018’an de dest bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê kir û di 18`ê Adarê de Efrîn jî dagir kir.
=KTML_Bold=Encam çi ye?=KTML_End=
Di vê bibîrxistina me ya kurt de, ji gelek dem û bûyerên dîrokî xuya dibe bê ka çawa dewleta Tirk -qaşo cîran e- her demê çavên wê li xaka Sûriyê ne û her dixwaze bêhtir ji vê xakê bixwe.
Armanca Tirkiyê ya dagirkirinê piştî Efrînê jî nehat guhertin, tersî wê hîna zêdetir bû ku niha jî li dijî herêmên din ên bakur û rojhilatî Sûriyê rojane gefan dixwe û hincetên bêbingeh dibêje.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,095
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 11-06-2023
挂钩项目: 38
文章
的地方
1. Efrîn
小组: 文章
Publication date: 20-12-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Afreen
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,095
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!