پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پارت و ڕێکخراوەکان
گرووپی ڕوون بۆ هەڵەچنی و پێداچوونەوە
12-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
باشووری کوردستان ساڵی 1950
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ڤیدیۆیەکی هەڵەبجە دوایی کیمیابارانکردن ساڵی 1988
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی هرور لە دهۆک ساڵی 2005
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێک لە پێنجوێن ساڵی 1972
11-04-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
10-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەونی یوسف
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
خاڵکوتان نەریتێکی هەزاران ساڵەی کوردان
09-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
ڕاپۆرتێک لەسەر مێژووی جەژنی نەورۆز
09-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 515,755
وێنە 104,791
پەرتووک PDF 19,013
فایلی پەیوەندیدار 95,277
ڤیدیۆ 1,253
ژیاننامە
ڕەسوڵ مامەند
ژیاننامە
کاکە زیاد ئاغای کۆیە
ژیاننامە
ئەڤریم ئالاتاش
ژیاننامە
ئالان عەلی (ڕۆژنامەنووسی وە...
ژیاننامە
دڵشاد حاجی عەبدولوەفا
Bi rengê çeka şaristaniya dewletî ya li dijî civakîbûnê şerê taybet
بەرهەمەکانتان بە ڕێنووسێکی پوخت بۆ کوردیپێدیا بنێرن. ئێمە بۆتان ئەرشیڤ دەکەین و بۆ هەتاهەتا لە فەوتان دەیپارێزین!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bi rengê çeka şaristaniya dewletî ya li dijî civakîbûnê şerê taybet

Bi rengê çeka şaristaniya dewletî ya li dijî civakîbûnê şerê taybet
Bi rengê çeka şaristaniya dewletî ya li dijî civakîbûnê şerê taybet
HALİL CEMAL
Şerê taybet ku yê hinek saziyên taybet ên şaristaniya dewletî ye û hin deman weke kirineke taybet tê bicihanîn, di rastiyê de amûreke êrîşê ya sereke ye ku dewletê li dijî civakîbûnê daniye holê. Ango Şerê Taybet wan hemû amûr û rêbazan vedihewîne ku li dijî civakîbûna mirov û li dijî lihevkirina wê ya bi sirûştê re hatiye avakirin.
Bikaranîna amûr û rêbazên di nav çarçoweya şerê taybet de bi demeke diyar ne sînordar e. Şerê taybet, di tevahiya dîoka şaristanî de ku ji destpêka dewlet û têkiliyên çînî û vir ve û heta niha domandiye,li dijî mirovahiyê û li dijî têkiliya wê ya bi sirûştê re, çi aşkere çi jî veşartî bi rengekî sîstematîk hatiye xebitandin. Ji ber vê, bêyî ku mirov cihêtiyê di navbeyna dewet, çîn, xanedan, kes deyne, em dikarin dîroka pergala dewletî ya serwerîxwaz her wiha weke dîroka şerê taybet deynin holê. Ango têkilî desthilatê her gava ku ji bo parastina wê an jî bidestxistina wê hatî avêtin, her amûr, raman, taktîk an jî stratejî ya ji bo vê hatî geşkirin her wiha dibe mijara şerê taybet.
Helbet ev rewş nayê maneya ku kategorîzekirin, ku pê mijara şerê taybet hêsantir tê fêhmkirin, tiştekî beleheq e. Mînak diyarkirinên weke 'Şerê Derveyî ya Nîzamî'', ''Tevgera Istîkrarê'', 'hêmanên şerê psîkolojîk'' ku di nav şerê taybet de cih digirin, jixwe di nav rêbazên geşkirina desthilata giştî ya civakên çîn, dewletî de bi rengekî cihê xwe girtine. Bi kurt û kurmancî, hevlayenî zekaya analîtî ya mêrê kone bûye sîstematîk û heta bi roja me hatiye. Ji vî alî ve şerê taybet stratejiyek wiha ye ku weke şerekî bêrêgez, giran û bêpîvan ji hêla pergala zilam serwer hatiya geşkirin. Di van rojan rojan de ku em bobelata ''Hêla Koronayê'' dijîn,bûye divêtiyek ku em şerê taybet ya ku di geşedana dîrokî de li gorî xisletê her demê bi nav û rêbazên nû zengîn bûye û heta îro hatiye, têkilî vê bobelatê jî were nirxandin.
Naxwe bêyî ku em Şerê taybet kategorîze bikin, bi yekpareyî di nav geşedana dîrokî de heta bi îro hatiye em bi qutebirî lê binerin.
=KTML_Bold=JI DUH HETA BI ÎRO ŞERÊ TAYBET=KTML_End=
Nêçîrvanî, ku di geşedana dîrokî ya mirovahiyê de bi giştî weke kirineke xwemalî mêr derketiye holê, ne tenê kirineke fizîkî ye. Nêçîr hewceyî aletên herî kêrhatî ye. Ji bo vê jî hewceyî bi sêwirandin û hêza xeyalkirinê heye. Hewceyî bi konetî, bi îstîsmarkirinê heye. Plansaziyek û veguherandinekê hewce dike. Ango her tişta ku ji bo geşbûna zekaya analîtîk hewce ye, ji nêçîrvaniyê re bûye mijar. Ji aliyê dî ve jî nêçîrvanî destpêkê her çendî ji ber hewcehiya xwetêrkiinê dest pê kiribe jî bi rengên cuda jî hatiye nirxandin. Weke li bazarê firotina ya ji zêde û bi vê lê zêdekirinakar û weke nêçîrvaniya ji bo kêfê...Bi vî rengî nêçîrvanî dibe kirineke qirkirinê. Ji bo nêçîrkirinê ne tenê rim û kemîn hatine bikaranîn. Her wiha hînkirina hemcinsên wan ajalên ku wê nêçîra wan werekirin an jî bi kedîkirina wan ew kirine hevkarê sûcê nêçîrvan.
Wiha, bi pêvajoyê re ajalên ku hatine kedîkirin jî bûne hevkarên nêçîrvan, di nêçîra nêçîrvan de bûne alîkar. Di vê gava nêçîrê de carinan hewceyî bi nêçîrvan bixwe jî nemaye. Ev pêvajo di civakên mirovan de jî bi taybetmendiyên hevşib geş bûye. Mêrê kone tecrûbeyên xwe yên bi nêçîrvaniyê bi dest ve aniye, li dijî jinê daye xebitandin û nehiştiye ku ew bibe kesa wekhev-azad û pêşeng a civakan.
=KTML_Bold=JIN; ÇÎNA PÊŞÎ YA KU HATÎ ÇEWISANDIN=KTML_End=
Pergala patrîyarkal wiha li ser piyan hatiye hiştin û hîmê civaka dewletî hêdî hêdî hatiye danîn. Ev rewş, ku tê maneya derketina holê ya çîn û neteweya pêşî ya çewisandî, ango di geşbûna koledariya jinê de bi zanebûn an jî ne bi zanebûn her ku çûye jin jî bûye xwedî rist û rolekê. Mêrê nêçîrvan êdî seremoniyeke nû ya nêçîrvaniyê pêk aniye. Pêvajoya nêçîkirinê ya ku pêşî bi jinê dest pê kiriye her ku çûye hemû civak daye ber xwe û heta bi îro hatiye.
Desthilat her ku li xwe zêde kiriye û mezin bûye, ji dewletên bajarî ber bi kraltiyan, ji kraltiyan ber bi împaratoriyan ve daye xwe, nêçîrvanî jî bi demê re bûye fonksiyoneke sereke ya modernîteya kapîtalîst. Hişmendiya sereke ya vê nêçîrvaniyê jî bûye lîberalîzm. Bi rengekî sirûştî lîberalîzmê paradîgmayên ku ew ji xwe re kirine mezheb ango kedî kiriye jî, kiriye şîrîkê sûcê xwe. Ji ber vê, dîroka şaristaniyêya desthilatxwaz û dewletî,tê maneya dîroka kesên ku jê zirardîtine jî,bûne hevkarê sûc, ku mijara niha em bi rengê şerê taybet dinirxînin ne tenê serweran, her paradîgma,derdor, çîn an jî rêxistiniyên ku ji bo serwer bibe bi rolekê rabûne jî dide ber xwe, vedihewîne. Ji ber vê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser analîzkirina desthilat û dewletê pir radiweste. Heke mirov bixwaze ji şaristaniya dewletî û ji bandorên wêbi temamî xilas bibe û pê ve têkildar heke wê êrîşên ku em jê re şerê taybet dibêjin wê bêencam werin hiştin divê ev analîzên Rêber Abdullah Ocalan bi mîsogerî werin bicihanîn. Ango divê mirov dijberiya dewletû desthilatê weke esasê civakîbûnê bibîne. Ji ber ku paradîgmaya ekolojîk, demokratîk-azadîxwaziya jinê her wiha li dijî stratejî û taktîkên şerê taybet jî dibe sîstematîka ramanê ya herî karîger/encamgir.
=KTML_Bold=DI ŞARISTANIYA DEWLETÎ DE ŞERÊ TAYBET=KTML_End=
Di roja berdest de ku şerê sîber, bazirganî û biyolojîk di zik hev de ne, bi berfirehî dahurandina pergala şaristaniya dewletî û kirinên wê yên taybet û li gorî vê diyarkirina çareyan bivêneveyek e.
Di hin bizavên dînî de tê gotin, ''çeka herî taloke ya di cebilxaneya Êzda de tirs e'' û têkilî vê gotin, ''hemû zindî dimirin lê tenê mirov ji mirinê ditirse.'' Ev du diyarkirin her wiha hem weke argûma şerê taybet û hem jî yê şaristaniya dewletî hatein bikaranîn. Hin jê li gel êşkenceyên kambax, qirkirinan.
Di dema kuştinê de hewldana ku ev gava kuştinê were dîtin û bihîstin û pêkan be kolandina wê ya di bîra nifşên siberojê de rêbaza sereke ya şerê taybet e. Ji vî alî ve dikeve nav çarçoweya şerê psîkolojîk jî.
Li aliyê dî li ser binpêkirina hiqûqê jî ku li şûna sincê hatiye danîn û ji bo rêveberiya desthilatê bi rêgezên ku danî pratîktir e, rêveberiya şer a li dijî civakan bûye yek ji fonsiyona sereke ya şaristaniyên dewletî. Rêbaza êrîşê ya ku niha jê re şerê derî nîzamî, kontrgerîla tê gotin jî bi hiqûqa xwe ango bi binpêkirina yasayan heta bi îro hatiye. Bi komplo, entrîka, manîpûlaasyon û îstîsmarkirinê ev rêbaza êrîşê hatiye zengînkirin. Têkilî geşedana danûstandinê operasyona çêkirina bîr û baweriyê hema hema bûye esasê şerê taybet.
Ji aliyê dî ve ji rahibên Sumer û vir ve dewlet ne tenê bûye amûra zext û zilmê. Her wiha dewlet li qadên serweriyê perwerdekar û amûrên hîndekar jî hilberandine bi daxwaza ku civakê razî bikin. Bi vê çarçoweyê ji mîtan heta bi felsefeyê, ji hîndekariyên dînî heta bi nêzîkatiyên pozîtîvîst hemû jî bûne amûrên razîkirin û manîpulasyonê yên pergalên dewletî.
Ev hemû, ji êşkenceyê heta bi hilberandina razîkirinê û amûrên manîpulekirinê hemû xebatên çêkirina bîr û baweriyê di nav mijarên sereke yên şerê taybet de cih digirin.
Piştî şerê parvekirinê yê 2'yan, bi wê pêvajoyê re ku jê re şerê sar dihate gotin hêzên şaristaniya navendî û avaniyê ndewletî yên li dora wan, bi avaniyên dewletê yên kûr re, ku mijara şerê tayet geşr kirine, bûne yek. NATO dibe navenda esasî ya van avaniyan, di serî de CÎA û MOSSAD rêxistinên îstîxbarî bi fonksiyona navenda şerê taybet rabûne. Artêş li ser rêxistiniyên taybet di nav mekanîkên darbeyê de li dijî gelan û civakîbûnê bûye hêza êrîşa rasterast.
Têkilî geşedanên di qada ragihandin û gihandinê de bikaranîna teknolojiya NANO'yê ya li her qadê jiyana mirov êdî her gav dikare were kontrolkirin. Têkilî van geşedanan îro maneyên din li mijara şerê taybet hatiye zêdekirin.
=KTML_Bold=DOKTRÎNA GERÎSÎMOV, ŞERÊ TAYBET Ê NÛ AN JÎ ŞERÊ MELEZ=KTML_End=
Li ser vê mijarê ji ber ku ji hêla Orgeneral Valery ve, ku her wiha peywira Seroktiya Serekerkaniya Rûsyayê kiriye, hatine çêkirin, diyarkirinên bi nave ''Doktirîna Geresîmov''an jî ''Hibrît'' an jî ''Şerê Melez'' dibe geşedaneke girîng. Li gorî vê doktorînê dema ku yekîneyên bêpergal û doktirîna bênîzam u hêza çekdar a bipergal û doktrîna leşkerî werin pêşberî hev ji vê re 'şerê melez' tê gotin. Hêza bêpergal a li vê derê, di eynî kêliyê de weke tevgerkirina hemû hêzên wê (artêş, hêzên çekdar, hêzên milîs, sîxûr, teknolojiya êrîşa sîber, xebatên PR'yê, propaganda, dîplomasî, medyaya sosyal û zîrektiyên din ên teknolojîk û ragihandinê) dikare were pênasekirin.
''Geresîmov di doktrîna xwe de diyar kiriye sirûşt û raçînka şer diguhere, ji zêdetirî destkeftiyên bi destwerdanên derveyî werin bidestxistin, bi muxalîfên 'navxwe' dikare were bidestxistin. Li gorî Geremîsov şerê melez reş û spî ye ango di cihêbûna şer û aştiyê de li aliyê gewr e, her wiha ev beşê gewr êdî ne tenê leşkerî ye, qadên sivîl û medyatîk jî vedihewîne..''
Di pênaseya şerê melez de raman hevpar ew e ku ev stratejî li ser teoriya kaosê xwe pêk tîne. Li gorî vê xwe dispêre ser pêkhatina serweriya dînamîkên kaotîk ên ku 'hatine avakirin' û ji bo xwegihandina encamên derveyî yên polîtîk ên spesifî xwe dispêre ser çêbûna pergala çekdarbûnê /destwerdana çekdarî. Şerê melez li vir hem weke rêbazeke şer û hem jî weke 'çekek'ê, di şerê wekîlkirinê de bi rengê çalaktî û hedefa wê bêaramîkirin e, dereve holê.
Er ramana hevpar ku îro li Bosna /Hersek, Ukrayna,Gurcîstan,Iraq û Libyayê diyar bûyî, hîmê rûdanên îro yen li Kurdistanê jî nîşan dide. Xala hevpar a van hemû welatanew e ku tevlî şerê li vir in,ku ji hêla dewleta TC'ê ya faşîst ve têne rêvebirin. Nexasim dema desthilata AKP-MHP'ê ya TC'ê ya faşîst, mêtinger ne tenê li Kurdistanê, polîtîkayên ku li hemû herêmê danîne jî, li ser vî şerê taybet ê nû bi rengekî çalak bi rol û ristekê rabûne û vê datîne holê.
Her wiha îro kaosa ku li Sûriyê tê jiyîn, li ser serwerbûna dîmanîkên kaotîk ku bi destê hêzên global û herêmî hatine avakirin, hatine geşkirin. Ji ber vê jî j ê re şerê wekîlkirinê tê gotin.
Ango yek ji xala sereke ya şerê taybet a dema niha ew e ku hemana şerê taybet ê Wekîlkirinê weke hêzeke sereke tê sazkirin. Ev hêmanên şer ji aliyekî xwe ve etnîk û ji aliyekî xwe ve li ser baweriyê ye. Li dijî hêzên ji van bêrî tê xwestn ku dînamîkên dijber ên alternatîf werin avakirin. DAÎŞ, hêzên El Kaîdeyî, Îxwanî, avêtiyên pergala kapîtalîst bi navenda Îran û Tirkiyê di nav 'hêzên kaotîk ên avakirî' de cih digirin. Şerê ku bi vî rengî têne rêvebirin dijminê rastî xumamî dike, her wiha ji bo hêzên parvekirinê yên rastî jî dibe rengekî şer ê erzan. Ji ber vê jî Serokê DYE'yê Trûmp tim şerê ku ji bo wan bê mesref e tîne rojevê.
=KTML_Bold=WEK ALAVEKE ŞERÊ TAYBET MEDYA Û ORGANÎZASYONÊN TAYBET=KTML_End=
Di dîrokê de tu carî ev qas zêde alavên ragihandinê nebûbûn beşeke şerê taybet. Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst beriya ku li dijî tevahiya Kurdistanê û herêmê dest bi êrişên xwe bike, alavên ragihandinê xistin bin kontrola xwe; hêzên çekdar ên dewletê mîna artêş, polîs û îstixbaratê taybet kirin û ev yek jî nîşan dide ku dîktatorê faşîst Erdogan têra xwe amadehî kirine û wisa dest bi vê pêvajoyê kiriye. Axir desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bûye birêvebera “şerê hîbrît an jî melez” û bi destê hêzên gerdûnî wek kobayekê tê bikaranîn û berî ser gelan didin.
=KTML_Bold=WEK NAVGÎNEKE ŞERÊ TAYBET ŞERÊ BÎYOLOJÎK AN JÎ NEXWEŞIYÊN PEROK=KTML_End=
Dîsa di vê qonaxê de mijareke din a girîng jî heye ku ew jî bikaranîna çekên bîyolojîk e ku di nav şerê taybet de berê jî gelek caran hate bikaranîn û di kareseta Koronavîrusê de bi awayekî aşkera hate dîtin. Di vî warî de gelek nîqaşên cuda hene. Lê nêrîna sereke ew e ku di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wek qonaxeke şerên ekonomîk an bazirganiyê, şerê bîyolojîk jî xistine dewrê. Ji ber wê jî her çend reel be jî ji ber hebûna sosyalîzmê hêzên şaristaniya navendî bi aşkerayî nedikarîn êrişên wiha pêk bînin lê belê êdî pêvajoyeke gelekî bêperwa daye destpêkirin. Di nava vê konsepta êrişan a li dijî gelan û destkeftiyên wan de hikumeta faşîst a AKP’ê jî ji bo komkujiya Kurdan ji xwe re derfetê jê digire. Dîktatoriya faşîst a Erdogan heçku kareseta Koronavîrusê ji xwe re wek xêra Xwedê dibîne û ji bo dijminahiya Kurdan guh nade tu sînoran. Jê re nabe xem ku zagonên xwe, hiqûqa navdewletî û mafên mirovan ên gerdûnî binpê bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst şerekî taybet ê tekûz an jî “şerê hîbrît” li dijî gelên herêmê û nemaze Kurdan dimeşîne.
=KTML_Bold=YEKITIYA GELAN A LI DIJÎ REJÎMA ŞERÊ TAYBET Ê BARBAR Û FAŞÎST=KTML_End=
Ji bo van êrişên xwe yên dagirkirin/îlhaqê bi tenê artêşa xwe na, lê belê El-Qaîde, DAIŞ an jî Îxwanan, her wiha Kurdên noker jî bi kar tîne. Ji bo olê wek çeka herî bibandor bi kar bîne “mizgeft kirine biryargeh, minare kirine rim, qube kirine mertal”. A niha di serdema desthilata AKP-MHP’ê de ol bûye çek ku di dîrokê te mînakeke ev qas mezin tune ye, heta ji dema Mûawiye jî wêdetir çûye.
Li tevahiya cîhanê û herêma me paradîgmaya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn neolîberalîzmê li hemberî mirovahiyê şerekî xedar daye destpêkirin. Hêzên şaristaniya navendî û hêzên li dora wan cih digirin, nemaze pitî hilweşîna sosyalîzma reel, dewlet kirin şîrketên şerê taybet.Perwerde, tenduristî, huner, xwetêrkirin û domandina nifşê xwe ku hêmanên sereke yên jiyana civakî ne, kirine alava karkirinê ya endustriyalîzmê û parçeyekî şerê taybet. Modernîteya kapîtalîst ku jê re ‘civaka nimayîş û xerckirinê’ jî tê gotin, xwe bi yekcarî taybet kiriye û bûye navendeke êrişên li dijî civakiyê. Va ye dewleta Tirk a faşîst jî qereqoleke pêşber a van navendan e û heta Koronavîrus ji bo êrişên xwe yên qirkirinê bi kar anîn bêyî ku guh bide sînorekî û dixwaze civaka Tirkiyê jî bike şîrikê vê konsepta xwe ya sûc. Lewma li hemberî vî şerê taybet ê berfireh di çarçoveya yekitiya gelan û yekitiya Kurdan de têkoşîna neteweya demokratîk, rêya çareseriyê ya sereke ye. Li hemberî vê rejîma faşîst a şerê taybet ku bûye dijminê sereke yê gelên herêmê, projeya konfederalîzma demokratîk projeya sereke ya rizgariyê ye.
Ji ber vê yekê jî li hemberî rejîma faşîst a şerê taybet ku dîrokê de jê barbartir û qirêjîtir tune ye, bi dirûşma ‘dema bihara Kurdan û gelan e’ divê israra ji bo nivîsandina jinûve ya dîrokê bê kirin ku ev israr, israra mirovbûnê ye.
=KTML_Bold=HERÊMA DI HEDEFA HÊZÊN ŞERÊ TAYBET DE: BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ=KTML_End=
Li ser vî esasî çavpêkirina şerê taybet ku li bakurê rojhilatê Sûriyê di serî de dewleta Tirk a faşîst û hêzên din dimeşînin, ji bo pêşeroja şoreşa me pir girîng e û mijareke jiyanî ye.
Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî wekî tevahiyaSûriyê mozaîkeke gelan û baweriyan e. Yanî ji bo îstîsmarkirina şerê taybet zemînek heye. Projeya neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk a rêber Apo, hewl dide vê zemîne îstîsmarkirirê bi yekcarî ji holê rake. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi israr ji bo têkbirina vê zemînê hewl dide. Lê belê di serî dewleta Tirk a faşîst û hêza wê ya îstixbaratê MÎT û hêzên herêmî û navneteweyî, hewl didin nakokiya Ereb-Kurdan û dijminahiya gelan û baweriyan kûr bikin û rewşa pevçûnê çêkin. Ji bo vê yekê jî di serî de Ereb û Kurd, hewl didin di navbera gelan de tovên dijminahiyê biçînin. Rêya tekane ya têkbirina vê rêbaza şerê taybet jî, israra ji bo yekitiya gelan e. Lewma jî her welatiyeke Bakur ûRojhilatê Sûriyê divê di hemû qadên jiyanê de yekitiya gelan ji xwe re esas bigire û ji bo vê yekê çi hewce be, bike. Heke na, di pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve talûkeyê ku niha herêma herî biîstîkrar a Rojhilara Navîn û Sûriyê ye.
Ji aliyekî din ve dewleta Tirk a faşîst û hin hêzên din û rêxistinê wan ên îstixbaratê hewl didin Kurdan bi hev bixin û ji bo vê yekê her cure rêbazên şerê taybet bi kar tînin. Her çend dijminên Kurdan bin û ji bo qirkirina Kurdan her cure rê û rêbazan bi bînin jî, dibêjin bi tenê hinek Kurdan dikin hedef. Kurdên ku li ber xwe didin û ji bo azadiyê tê dikoşin, wek dijmin îlan dikin û Kurdên ku tu tevkariya wan ji bo şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebûye û bi ser de jî dijminahiya şoreşê dikin, wek Kudên baş û dost îlan dikin.
Îro ev polîtîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî aşkera tê meşandin. Ew aliyên noker li şûna ku dagirkeran tawanbar bikin, berxwedêran tawanbar dikin û vê yekê jî bi djilrehetî dikin. Di ser desteja ku ji hin hêzên ji Başûr hildidin, tawanbarkirina kesên ku ji bo şioreşê canê xwe didin, bûye çeka sereke ya van hêzan.
=KTML_Bold=HEFEF KURDÊN BERXWEDÊR IN=KTML_End=
Xebatên yekitiya urdan ku niha rêvaberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi isra ji bo wê tev digere, ji bo têkbirîna vê polîtîkaya şerê taybet rêya tekane ye. Lewma di serî hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurd divê dinvî warî de têra xwe bihîzyar bin. Ev polîtîkaya ku dixaze Kurdan bi hev bide şerkirin û xaka wan dagir bike û Kurdan qir bike, tenêbi yekitiya Kurdan dikare were têkbirin. Helbet ev yekitî jî encax bi redirina nokeriyê û berxwdana li dijî dagirkeriyê dikare pêk were. Heke na, tenê tevgerîna bi nîyeta hema bila yekitî çêbe, dê nirxên azadiyê hilweşîne û bi xwe re bêhêvîtiyê bîne ku ev yek jî xeflet e.
=KTML_Bold=DI SERÎ DE LI JINÊN PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ DIDIN=KTML_End=
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşeke jinan e. Keleha tekane ya azadiya jinan a herêmê ev der e û Kurd her wekî di destpêka dîrokê de, îro jî jiyane bi azadiya jinan tercîh dikin. Ev rewş, di serî dewleta Tirk a faşîst, diçe zora hemû pergalên serdestiya mêran. Ji ber vê yekê jî dixwazin pêşî li pêçvaçûna azadiya jinan bigirin. Herî dawî wezîrê n dewleta Tirk a faşîst jî dazuyanş dan û jin kirin hedef. Piştî wan daxuyaniyan jî li Bakur, Başûr û Bakur û RojhilatêSûriyê êrişên li dijî jinan roj bi roj zêdetir bûn.
=KTML_Bold=BI TÊKOKŞÎNA JIN Û CIWANÊN BIRÊXISTINKIRÎ ÊRIŞÊN ŞERÊ TAYBET DIKARIIN BÊN TÊKBIRIN=KTML_End=
Berbelavkirina fihûşê, tecawizkirina jinên Kurd ji aliyê rayedarên dcewleta Tirk a faşîîst ve û hemû êrişên li deverên dagirkirî, her ku diçe zçdetir dibin. Jinan bê parastin dikin û li vê xakê careke din diin kole û bi vê yekê hewl didin şoreşa me tehdît bikin. Çete û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê dibje qey dê bi van polîtîkayên dijminê azadiya jinan xwe bigihînin encamekê. Ji ber vê yekê jî, herî dawî wekî di mînaka li Kobanê de jî xuya bû, bi zanebûn jinan dikin armanc û qetil dikin.
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman demê de şoreşeke ciwanan e. Dewleta Tirk a faşîst û hêzên wekî wê, da ku vê dînamîka şoreşger ji nav bibin, di serî de hişbir, her cure rêbaz û alavê bi kar tînin. Ji ber ku pêşengiya ciwanan a ji şoreşê re, ji bo xwe wek xetere dibîne û li ser ciwanan hemû rêbazên şerê taybet dide meşandin.
Rola pêşengiya jin û ciwanan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê temînatek e. Lewma jinên azad û birêxîstinbûn û berxwedan ciwanên şoreşger, peywira sereke ya jin û ciwanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bandorên rûxîner ên şerê taybet tenê bi îradeya jinên azad û birêxistinbûna ciwanan pûç dibin.
=KTML_Bold=WEK ÇEKA KUJER A ŞERÊ TAYBET YA LI DIJÎ CIVAKÊ; NOKERÎ=KTML_End=
Şerê taybet dema ku êrişî van nirxên sereke dike, nemaze kadro û hêzên wekî PYD-YPG’ê dike hedef ku ji bo pêkhatin û pêşveçûna şoreşê bi roleke pêşeng rabûne. Endamên vê artêşê nêzî 11 hezaran ji bo welatekî azad canê xwe daye, 25 hezaran birîndar bûne. Wan pêşengan dikin hedefa şerê taybet. Îstixabarata dewleta Tirk a faşîst polîtîkayên reşkirina pêşengan dimeşîne û Kurdên noker jî her cure destekê didin vê polîtîkayê. Hêzên dagirker ên faşîst na, lê kesên ji bo azdiyê can û xwîna xwe didin, wek xetere nîşan didin. Heke şoreşek an jî pêşveçûnek ji pêşengên xwe cuda bimîne, wê demê dijmin û nokerên wan li gorî keyfa xwe dikarin tev bigerin. Lewma jî şehîdên me û kesên ji bo azadiyê bedel dane, wek hedef nîşan didin. Ji bo vê yekê jî propagandaya li ser esasê derewan dikin. Nasîn û aşkerakirina vê polîtîkaya şerê taybet û nokerên wê, ji her demê bêhtir girîng e. Divê bê dîtin kesên ku ji bo welat û gel pêngavek jî neavêtiye, hewl didin şoreşê bikin qurbaniya faşîzmê û li hemberî vê yekê bê sekinandin. Welatparêzî jî, şoreşgerî jî, pêkanîna hewcedariyên welatîbûnê yan jî xwedîderketina li nirxan jî, girêdayî xwedîderketina li pêşengan e ku ji bo vî gelî jiyana xwe daye. Divê em xebatên pêşengan ên berê û yên niha, her wiha jiyana wan derxin pêşberî çavan û van êrişên xedar ên li dijî wan têk bibin û vê hewldanê biguherînin.
=KTML_Bold=LEYSTOKÊN ŞERÊ TAYBET: KUŞTİN, REVANDİN, FUHUŞ, DİZÎ, DEREW Û REŞKİRİN=KTML_End=
Li derveyî van tevan jî dewleta Tirk a faşîst hemû rêyên tehdîtkirina jiyana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Qutkirna avê, ambargo û astengkirina derdorên ku dixwazin bibin alîkar, rêbazeke sereke ya şerê taybet e. Girêdayî vê yekê wek rêbazeke şerê taybet DAIŞ’ê jî ji nû ve zindî dikin. Her cure propagandaya li ser esasê derewan, li ser medyayê tê kirin, dixwazin bi êrişên leşkerî têkbirin û bêbawerîkirinê bi pêş bixin. Talan, desteserkirina mal û milkên gel û hewldanên bi vî rengî, dûrî şerê taybet û îstixbarata dewleta Tirk a faşîst nîn in. Li paş van polîtîkayan bêguman dewleta Tirk a faşîst û îstixbarata wê heye ku li xaka me baweriya gel a ji bo pêşengan û rêveberiya xweser dişikînin û di navbera gel, eşîr û baweriyan de nakokî û tevliheviyan çêdikin. Bikaranîna terîqatan, qetilkirina hin rûspiyan bêguman bi destê MÎT’a dewleta Tirk û îstixbaratên din pêk tê. Şerê taybet bi hin çalakiyên xwe jî dixwaze serê gel tevlihev bike. Lewma jî li paş her cure nebaşiyekê divê teqez polîtîkayên şerê taybet bên dîtin û ev yek ji bo me peywireke girîng e. Divê neyê jibîrkirin ku em çapemeniya parêzvanên nirxên azadiyê ne. Yanî em milê kevneşopa çapemeniya azad ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Ji ber vê yekê jî ji bo eyankirina heqîqetê li hemberî mêtingerî û faşîzmê helwest nîşan dan, ji bo diyarkirina aliyê me girîng e.
Şerê taybet encax bi vî awayî tê pûçkirin. Nirxên azadiyê encax wiha têne parastin. Jiyana mirovane encax bi vî rengî tê avakirin. Xebatên avakirina jiyana azad jî encax bi vî rengî li ser milê tevahiya gel pêk tên.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 824 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 39
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 25-07-2020 (4 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 09-06-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 10-06-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 10-06-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 824 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
کورتەباس
ئۆپەرێتی تراژیدی شۆڕمەحمود و مەرزن گیان
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
عەونی یوسف
کورتەباس
بەیتاری لە کۆمەڵی کوردەواریدا
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
کورتەباس
چەند شیعرێکی فۆلکلۆری
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
کورتەباس
کولتووری میللەتانی جیهان لە روانگەی ئەتنۆگراف ناسەکانەوە
پەرتووکخانە
خەباتی چەکداری لە باشووری کوردستان 1976-1988؛ پارتی و سۆسیالیست و پاسۆک بە نموونە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
وەرچەرخاندنی پارادیپلۆماسی بۆ پرۆتۆدیپلۆماسی؛ لە پێناو بیناکردنی قەوارەیەکی سیاسی کوردستاندا
ژیاننامە
عەلی قاسملوو
شوێنەوار و کۆنینە
خانووی کەلەپووریی شێخ عەلی لە سلێمانی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
مۆرفیمەکانی (ێ) لە زمانی کوردیدا بە کەرەستەی کرمانجیی خواروو و ژووروو
وێنە و پێناس
یەکێک لە چالاکییە وەرزشییەکانی قوتابخانەکانی شێخان لە کۆتایی پەنجاکان
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
ژیاننامە
عەلی شیرازپوور پەرتەو
ژیاننامە
قەندیل زاگرۆس
کورتەباس
بالۆرە
ژیاننامە
بەناز عەلی
پەرتووکخانە
تۆ نابێ بنووی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
ڕەسوڵ مامەند
19-11-2008
هاوڕێ باخەوان
ڕەسوڵ مامەند
ژیاننامە
کاکە زیاد ئاغای کۆیە
15-12-2008
هاوڕێ باخەوان
کاکە زیاد ئاغای کۆیە
ژیاننامە
ئەڤریم ئالاتاش
16-09-2010
هاوڕێ باخەوان
ئەڤریم ئالاتاش
ژیاننامە
ئالان عەلی (ڕۆژنامەنووسی وەرزشی)
13-04-2020
بەناز جۆڵا
ئالان عەلی (ڕۆژنامەنووسی وەرزشی)
ژیاننامە
دڵشاد حاجی عەبدولوەفا
09-03-2022
سروشت بەکر
دڵشاد حاجی عەبدولوەفا
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پارت و ڕێکخراوەکان
گرووپی ڕوون بۆ هەڵەچنی و پێداچوونەوە
12-04-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
باشووری کوردستان ساڵی 1950
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ڤیدیۆیەکی هەڵەبجە دوایی کیمیابارانکردن ساڵی 1988
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
گوندی هرور لە دهۆک ساڵی 2005
11-04-2024
زریان عەلی
ڤیدیۆ
ئاهەنگێک لە پێنجوێن ساڵی 1972
11-04-2024
زریان عەلی
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
10-04-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
عەونی یوسف
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
09-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
خاڵکوتان نەریتێکی هەزاران ساڵەی کوردان
09-04-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
ڕاپۆرتێک لەسەر مێژووی جەژنی نەورۆز
09-04-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 515,755
وێنە 104,791
پەرتووک PDF 19,013
فایلی پەیوەندیدار 95,277
ڤیدیۆ 1,253
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
کورتەباس
ئۆپەرێتی تراژیدی شۆڕمەحمود و مەرزن گیان
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
ژیاننامە
عەونی یوسف
کورتەباس
بەیتاری لە کۆمەڵی کوردەواریدا
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
گەنجانی ڕانیە ساڵی 1973
ژیاننامە
مژدە جەمال کەمالەدین
ژیاننامە
جەمال گردەسۆری
کورتەباس
چەند شیعرێکی فۆلکلۆری
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
وێنەیەکی مەلا مستەفا بارزانی ساڵی 1971 لە حاجی ئۆمەران
وێنە و پێناس
مامۆستا و قوتابییانی قوتابخانەی کۆزەبانکە لە دیبەگە ساڵی 1968
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
وێنە و پێناس
کاتی نمایشکردنی شانۆیی گۆرانی چایکا ساڵی 1988
ژیاننامە
درەخشان فەرەج سەعدون
ژیاننامە
مەیان خاتوون
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
کورتەباس
کولتووری میللەتانی جیهان لە روانگەی ئەتنۆگراف ناسەکانەوە
پەرتووکخانە
خەباتی چەکداری لە باشووری کوردستان 1976-1988؛ پارتی و سۆسیالیست و پاسۆک بە نموونە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
وەرچەرخاندنی پارادیپلۆماسی بۆ پرۆتۆدیپلۆماسی؛ لە پێناو بیناکردنی قەوارەیەکی سیاسی کوردستاندا
ژیاننامە
عەلی قاسملوو
شوێنەوار و کۆنینە
خانووی کەلەپووریی شێخ عەلی لە سلێمانی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
پەرتووکخانە
مۆرفیمەکانی (ێ) لە زمانی کوردیدا بە کەرەستەی کرمانجیی خواروو و ژووروو
وێنە و پێناس
یەکێک لە چالاکییە وەرزشییەکانی قوتابخانەکانی شێخان لە کۆتایی پەنجاکان
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
پەرتووکخانە
پەیوەندی نێوان دەوڵەت و ئایین لە سایەی دەستورێکی عەلمانی
ژیاننامە
عەلی شیرازپوور پەرتەو
ژیاننامە
قەندیل زاگرۆس
کورتەباس
بالۆرە
ژیاننامە
بەناز عەلی
پەرتووکخانە
تۆ نابێ بنووی
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.437 چرکە!