图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,645
图片 106,173
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rêya yekane ya li dijî talana xwezayê berxwedan e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rêya yekane ya li dijî talana xwezayê berxwedan e

Rêya yekane ya li dijî talana xwezayê berxwedan e
Rêya yekane ya li dijî talana xwezayê berxwedan e
ZANA DENÎZ
“Eger hûn dixwazin gelekî tune bikin, ji dîrok û xwezaya wî dest pê bikin. Jîngeha wan teng bikin û wan mecbûrî xwe bikin. Mebesta vê gotinê di tevahiya dîrokê de ji aliyê dagirkeran ve hate pêkanîn.
Dewletên dagirker bi vê dirûşmê dîrok û xwezaya gelan a bi hezaran salan qir kirin. Xwediyên vê hişmendiya dagirker bi sed hezaran mirov ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatê kirin qurbanî. Lê belê ev rastî bi bûyerên dîrokê ve sînordar nema û îro jî heman rêbaz bi rêyên cuda û qirêjî tên meşandin.
Îro ev rastiya dîrokî bi rêya talankirina dîrok, xweza û civaka Kurdistanê bi destê faşîzma dewleta Tirk a dagirker xwe dide der.
Bo nimûne; Heskîf bi projeya talanê ya AKP'ê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de ma. Heskîf ji demên berê heta roja îroyîn, mîrateyeke dîrokî bû. Heskîf bajarê şaristaniyê bû ku Eyyûbî û Merwanî di dîroka gelê Kurd de bi salan lê serwer bûn, mînaka herî girîng a cîwarbûna mirovahiyê di dîroka Mezopotamyayê bû, navendeke împaratoriyên Îran û Romayê bû, paytexteke olî ya Suryanan, navenda yekemîn a dêrên xiristiyanên Rojhilat û paytexta Artûqiyan bû.
Lê ne tenê Heskîf li ber bayê talana xweza û dîrokê ya AKP'ê ket. Dewleta Tirk ku hewl da Kurdistanê di bin kontrola dagirkeriya de bihêle, ev sûcê li dijî dîrok, xweza û civakê wek rêbazeke sereke bi kar anî.
Ji ber ku qirkirina xwezayê ji aliyê cewherî ve şikestineke civakî bi xwe ye, dewleta Tirk ev sed sal e li Kurdistanê di her alî de vî sûcî dike.
Di serdema desthilata AKP'ê de ev rêbazên herî qirêjî zêde bûn. Di van salên dawîn de bi taybet wêrankirina daristanan û cihên dîrokî wek bingeha vê siyaseta qirêjî a dagirker û qirker bi pêş ket.
Çend mînakên vê yekê;
Li herêma Mesîla Kûr a navçeya Licê ya Amedê bi deh hezaran dar hatin birîn. Ji Mûş û Pasûrê cerdevan anîn û darên li wir birîn. Li Dêrsimê bi projeyên HES'ê yên li geliyê Mûnzûrê ji bo tunekirina dîrok û çanda gelan, xweza hat qetilkirin.
Artêşa Tirk ku di şerê xwe yê li dijî gerîla de li Kurdistanê komkujiya xwezayê wek amûrekê didît, mîna li gelek cihan dema bi berxwedanê re rû bi rû ma, li Mûnzûrê jî agir berda daristanan. Şewata daristanan bi rojan dewam kir û pêşî li vemirandina şewata daristanan jî girt. Lê belê tevî astengiyan jî gundiyan şewata daristanê ya li Mûnzûrê bi destê xwe vemirand.
Ev komkujiya xwezayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, di heman demê de tunekirina bîra dîrokî ye. Çemê Zîlanê bi xwîna bi hezaran Kurdan sor bûbû û bûbû şahidekî zindî yê dîroka qirkirina li ser gelê Kurd. Lê belê dewleta Tirk a di bin serweriya dîktatoriya AKP/MHP'ê de armanc dike ku bi rêya bendavên xwe qirkirina xwezayê bidomîne û ji aliyê din ve jî hewl dide nifşên nû ji vê dîrokê qut bike.
DÎROK Û XWEZA TÊ TUNEKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker hewl dide gelê Kurd bê pêşeroj bihêle û bi texrîbkirina xwezayê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wiha li her dera ku gelê Kurd lê dijî, vê yekê bike. Ne mimkun e ku mirov bêyî dîrok û bîr behsa kokên civakekê bike û her wiha dê ne gengaz be jî ku mirov qala berxwedana li dijî wê bike.
Li Efrîna dagirkirî sûcên dewleta Tirk hê jî li ber çavê hemû cîhanê pêk tên. Bi hezaran darên zeytûnan ji birîn û birin Tirkiyê. Bekîr Pakdemîrlî ku wezîrê çandinî û daristanan ê dewleta Tirk a dagirker e, dema ku bersiv da pirseke HDP’ê, qebûl kiribû ku wan darên zeytûnan ên li Efrînê birîne, zeytûnan didizin û li bazara Ewropayê difiroşin.
Yên ku duh li Efrînê li hemberî talankirina xwezayê bê deng man, îro jî di mijara birîna daran de ku di avakirina baregehên leşkerî de li herêmên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê û herî dawî jî li dijî qutkirina 400 ton daran li çiyayê Cûdî, vê bêdengiyê didomînin.
Di hefteya dawîn a meha Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li Şirnexê operasyon îlan kir û hin gund wek herêmên ewlekariya taybet îlan kirin. Artêşa Tirk li van herêman li dijî gerîlayan operasyon da destpêkirin û li herêma Besta Tîkera ya çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi rojan daran birîn. Li gorî ajansên nûçeyan; di qutkirina daran a li herêma Besta Tîkerade de nêzî 70 kesan cih girt. Li herêmê darên ku bi lez û bez hatine birîn, rojê herî kêm 4 caran bi 30 traktoran hatin veguhastin. Bi tonan dar hatin birîn û birin tabûra leşkerî ya di navbera Şenoba û Balverenê de. Bi gelemperî li nêzî herêmên baregeha leşkerî ku wek herêma ewlehiya taybet tê îlankirin, talana daran pêk tê.
TALANA XWEZAYÊ DI BIN KONTROLA PDK'Ê DE
Heman bûyer li herêmên di bin kontrola PDK'ê de ji aliyê srtêşa Tirk a dagirker ve hate kirin ku li Başûrê Kurdistanê operasyona dagirkirinê didomîne. Artêşa Tirk ji bo ku dîrok û sirûşta Kurdistanê têk bibe û li deverên di bin kontrola PDK'ê de baregeh û kelehên leşkerî ava bike, dest bi birîna daran kir.
Artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopteran li dijî Girê Zendûra yê Metîna, Cîloyê Biçûk ê Zapê û herêmên Merwanos û Şûke yên Avaşînê bombebaran pêk anîn û di êrişên hewayî de jî jîngehên sivîlan kirin hedef. Bombebaranê ku bi hezaran hektar erdê çandiniyê şewitand û ajala kuştin û bi armanca bêmirovkirina herêmê hat kirin. Di şewatê de ku ji ber topbarana çêbû, di navbera gundê Kêste yê Metîna û herêma Kanîmasiyê de, nêzî hezar û 850 hektar rez, baxçe û zevî bûn xwelî.
Nêzî hezar endamên çeteyên ji Sûriyê ku beriya niha li Baregeha Lojîstîkê ya Bamernî bi cih kiribûn û 560 çeteyên ku ji Lîbyayê anîn baregeha leşkerî ya Rûbarok a Colemêrgê û piştre jî birin baregeha Bamernî û li herêmên Zaxo û Berwarî jî darên gel birîn. Artêşa Tirk ku bi destûra serokwezîrê Kurdistanê li 47 gundên Zaxo û herêma Berwarî baregehên leşkerî ava kirin, daran dibire û bi rêya cerdevanan li Tirkiyê weke êzing difiroşe.
Di çapemeniyê de her wiha hat ragihandin ku endamê Polîtburoya PDK'ê Elî Ewnî destûr daye birîna darên gundiyan ku neçar man gundên xwe biterikînin. Dar bi destê şîrketên nêzî Ewnî û hevkarên li Tirkiyê tên birîn. Di heman demê de li van gundên ku hatine valakirin û dar hatin qutkirin, qûleyên leşkerî hatin danîn û gelek wesayîtên zirxî hatin bicihkirin.
Ji ber vê yekê li dijî kesên ku dixwazin xweza û dîroka gel û civaka Kurd tune bikin, divê çi bê kirin?
Di çarçoveya paradîgmaya civaka ekolojîk de li hemberî êrişên dagirkeran ên li ser xweza, dîrok û çanda me divê helwest bê nîşandan.
Di hevdîtineke li gel Heyeta Îmraliyê de rêber Abdullah Ocalan di sala 2014’an de li ser talankirina xwezayê û li dijî qereqolên ku li Kurdistanê tên çêkirin, gotibû: Dema ku xwezaya Kurdistanê dihat hilweşandin, diviyabû we teşqele rakira. Diviyabû we mudaxale bikira. Diviyabû we destûr neda. Ev bi rastî jî rûmeta siyaseta demokratîk e. Eger têgîna rûmetê were bikaranîn, ji bo vê divê were bikaranîn. Divê li dijî vê sîstema kedxwariyê modela xwe alternatîf bê avakirin.
YEKANE ALTERNATÎFA LI DIJÎ QIRKIRINA XWEZAYÊ
Îro jî kapîtalîst bi destê dagirkeriya dewleta Tirk li hundir û derve bi hewesa xwe ya qezencê xwezayê talan dikin. Li navçeya Îkîzdere ya Rîzeyê dayikên pîr li dijî êrişên leşkeran çalakiya xwe ya biryardar domand. Dema ku xwezaya Mûnzûrê ji aliyê artêşa Tirk ve dihate tunekirin, berxwedaneke bi heman rengî ji aliyê gelê Dêrsimê ve hate kirin. Ji 7 salî heta 70 saliyê dêrsimiyan şewat vemirand û tevî hemû astengiyên dagirker û talankerên artêşa Tirk jî bi destê xwe raya giştî ava kirin.
Her çend ev her du mînak ji hev dûr pêk hatine jî, lê belê rastiya wan yek e. Di vî warî de, li ku derê be divê em bizanin ku ji çiyayê Cûdî heta Efrînê tê wateya tunekirinê civakê bi xwe. Bêguman li hemberî tunekirina xwezaya xwe ya ji aliyê kapîtalîstan ve bi her cure derfetan divê em li ber xwe bidin.
Êdî li dijî talankerên xwezayê û êrişên dagirkeriyê, hemû gel li dora paradîgmaya ekolojîk dibin yek û bi avakirina xeta nû ya têkoşînê divê tê bikoşin. Divê plana dewleta Tirk a li ser Başûre Kurdistanê û çiyayê Cûdî gelekî baş bê xwendin. Rêveberên KCK'ê di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku dewleta Tirk her cure taktîkên şerê qirêjî bi kar tîne. Li hemberî êrişên dagirkeriyê bi hemû derfetên xwe divê em xweza û dîroka xwe biparêzin. Divê em pêşeroja xwe biparêzin. Ev jî erkeke mecbûrî ya mirovbûnê ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览474
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 03-06-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览474
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,645
图片 106,173
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!