ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,658
画像 106,181
書籍 19,172
関連ファイル 96,596
Video 1,318
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal

jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal
jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal
İbrahim GÜÇLÜ
Neteweya kurd, 100 salî zêdetir e ku bi jênosîdê ve rûberû ye. Enfal jî beşek ji jênosîda neteweya kurd e. Ji bona ku jênosîda li ser kurdan û an jî li hemberî kurdan tê meşandin û Enfalê diyar û zelal bikin; divê pêşî em li ser wateya jênosîdê rawestin.

=KTML_Bold=WATEYA JÊNOSÎDÊ…=KTML_End=
Jênosîd nayê wê wateyê ku neteweyek û kêmneteweyek bi carekê ve ji holê rabe û tune bê kirin. Jênosîd, tevgereke wûsa ye ku di nav pêvajoyekê dirêj de neteweyekî û kêmneteweyekî, hêjayiyên neteweyî, çandî, dîrokî, zimanî, hebûna aborî, civakî yên neteweyekê ji holê radike. Ew tê wateyê ku bi jenosîdê, jîyana kesên neteweyan û azadîya kesan û netweyan ji holê tê rakirin. Loma jî tevgereke bir rêxistinî û bi plan û domdar e.
Gor Statuya Romayê Dadgeha Cizayê ya Navneteweyî terîfa jênosîdê di şeş xalan de diyar dibe. Gor van 6 xalan jênosîd, nîjadekê, netewekê, gûrûbeke etnîkî, gûrûbeke olî û ezhebî bi tevayî, an jî bi beşekî ji bona ji holê rake, tevgerandin û sîyaseteke stratejîk e.
=KTML_Bold=Gorî terîfa Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî Jenosîd:=KTML_End=
Neteweyên Yekgirtî, di sala 1948 an de, di Peymana Jênosîd Cizakirin û Pêşîya Jênosîdê Bê Girtin” de, terîfa jênosîdê hîn zelaltir û siviktir kiriye. Gorî Peymnana Neteweyên Yekgirtî, ji bona jênosîdê fikirandin û niyet bes e. Yanî dema ku dewletek û miletekî serdest, ji bona ku neteweyekî din ji holê rake, xwediyê niyet û fikir be, ew jî tê wateya jênosîdê.
Ji bona jênosîdê şert jî diyar in. Heger nîjadek û neteweyek û çandeke milî, xwe di ser miletekê din û bi taybetî jî miletekî bindest re bibîne, wê demê şertên jênosîdê hene.
Di îdolojîya xwe de jî miletê xwe, di ser miletên din re digre-dibîne de şertên jenosîdê hene.
Di rejîmên totalîter de şertên jênosîdê hene.
Ji bona jênosîd pêk bê, divê otorîteyeke merkezî, faşîst, rêxistinbûneke burokratîk jî hebe.

$JÊNOSÎD A (QIRKIRIN A) NETEWEYA KURD…$
Neteweya Kurd û welatê wan Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesr-i Şêrînê bu du beş. Kurdistan ket bin desthilatdarîya Împeratorîya Osmanî û Faris. Di serdema împeratorîya Osmanî û Faris de, li ser neteweya kurd zulmeke mezin hebu. Lê neteweya kurd tune nedihat qebûl kirin û pejirandin. Loma jî di wê serdemê de, ji jênosîdkirina neteweya Kurd qal kirin, mimkun nîne.
Lê piştî ku Kurdistan encama Peymana Lozanê bû çar parçe û bû welatekî kolonî ya çar dewletên nîjadperest û faşîst, neteweya kurd tune hat pejirandin. Loma jî çar dewletan (Dewleta Tirk, Îran, Sûriye, Iraq) sîyaset û stratejîya tunekirina neteweya kurd meşand. Bi vê biryarê jenosîda kurdan û tunekirina neteweya kurd dest pê kir.
100 sal e ku jenosîda neteweya kurd, li çar beşên Kurdistanê dom dike. Qetlîam û komkûjîyê li Kurdistanê ji bona ku neteweya kurd bên qirkirin û ji holê rabe hatin kirin û lidarexistin. Zimanê kurdî û çanda kurd û hemû hêjayîyên neteweya kurd qedexekirin, ji bona jenosîda neteweya kurd e.
Sîyaset û kirinên dewletên kolonyalîst li hemberî miletê kurd, gor pîvan û peymanên navneteweyî bi her rengî jenosîd e. Li Kurdistanê jenosîdeke domdar heye. Her deqîqe di jiyana me de xwe diyar dike.

=KTML_Bold=ENFAL BEŞEK JI JÊNOSÎDA NETEWEYA KURD E…=KTML_End=
Di ser êrîşa Enfal a Kurdistanê re 33 sal derbas bûye. Rejîma Baasê ya faşîst, ya hat rûxandin (1963-2003), di Enfalê de, bi hezaran jin û zarokên kurdan qirkirin û kûştin û wenda kirin. Ev qirkirina kurdan, li pêş civaka navneteweyî û Neteweyên Yekgirtî pêk hat. Ev qirkirina kurdan li pêş civaka îslamî hat li darxistin. Ev qirkirina kurdan ya Enfalê di 7 mehan de pêk hat.
Erteşa Iraqê di êrîş û qirkirina Enfalê de bi hemû babet çekên nû û teknolojiya nû bi hêzên hewayî ji asman, li erdê û zemînê êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin. Di wê pêvajoya leşkerî ya rêjîma Baasê de, zêdetir ji 4.700 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.
Ev qirkirina kurdan di 8 qonaxan de bi dawî bû.
“Qonaxa yekem: Ji 22 ê Sibatê û heta18 ê Adara 1988 an berdewam kir û di vê qonaxê de gelîyê Cafayetî hat enfalkirin.
Qonaxa duyem: Ji 22 ê Adarê û heta 1 ê Nîsana 1988 an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.
Qonaxa sêyem: Ji 7 ê Nîsanê û heta 20 Nîsana 1988 an li navçeya Germîyan hat encamdan.
Qonaxa çarem: Ji 3 ê Gulanê û heta15 ê Gulana 1988 an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.
Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15 ê Gulanê û ta 26 ê Îlona 1988 an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.
Qonaxa heştem: Ji 26 ê Tebaxê û ta 6 ê Îlona 1988 an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.
Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Baasê 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.” (Kurdistan24)
“Enfal, Sûreyeke qûranê ye û ji 75 ayetan pêk tê. Enfal/jênosîda Navê xwe ji ev ayeta quranê ya „El-Enfal“ê digire. Ev ayeta qûranê di şer de ganîmetê rêdixe û tenzîm dike.”
Dîktatorê Faşîst û mirovkûj û dijminê neteweya kurd Saddam Huseyin, ev ayeta qûranê a di dema pêxemberê misilmanan de ji xwe re girtiye; mal û milkê kurdan, keç û bûkên kurdan ji xwe re wek ganîmet qebûl kirîye.
Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê, roja 14 ê Nîsanê weke roja Enfalê tesbît kiriye. Ev biryara jî, Enfalê/Jenosîda Kurdan di mejûyê her kurdekî de dide jiyandin. Hemû kurdên dinyayê û kurdên cîhanê şehîdên enfalê bi rêz û bi êş bibîrtînin!

=KTML_Bold=ENFAL/JENOSÎDA KURDAN JI BONA MISILMANA Û DINYAYÊ RÛREŞÎYEK E…=KTML_End=
Dîktator û faşîst Seddam Huseyîn, bi Enfala kurdan, misilmanî qirêj kir. Lê rêxistin û dezgehên îslamî yên giştî, ji bona Enfalkirina Kudrdan dengê xwe dernexistin. Ev helwesta misilmanan jî derxist holê ku misilman, neteweyan wek hevûdu nabînin, zulma li ser neteweyan Kurd meşrû dibînin, îslamîyeta wan îslamîyeta berjewendî û dewletê ye.
Loma Enfalkirina Kurdan, li rûyê hemû welatên Îslamî û li rûyê misilmanên dinyayê lekeyeke reş e.
Neteweyên Yekgirtî, Dewletên Yekîtîya Ewrûpayê û hemû dinyayê jî li hemberî Enfal/jenosîda kurdan bê deng man. Carek din derket holê ku Neteweyên Yekgirtî, neteweya kurd temsîl nake, temsîla dewletên mezin û emperyalîst û zilumkar dike.
Demokrasî û mafparezîya şexsî û kollektîf ya Yekîtiya Ewrûpayê jî îflas kir û qirêj bû. Lewra Yekîtiya Ewrûpayê û dewletên endam li hembetî Enfalê, yanî jenosîda kurdan bêdeng man.

=KTML_Bold=EZ DI ENCAMÊ DE DIBÊJIM:=KTML_End=
Enfal, jenosîd e.
Enfal, komkujî ye.
Enfal hewildan û siyaseta tunekirina Kurdan e.
Enfal, zulm û barbarî û hovîtî ye.
Enfal, nîjadperestî û metîngehkarî ye.
Enfal totalîterîzm e.
Enfal, dîktatorîya faşîst e.
Enfal, faşîzma Baasê ye.
Enfal, faşîzm kolonyalîzma çar dewletan e.
Enfal, dîyarbûna sextekarîya Neteweyên Yekgirtî û mirovatîyê ye.
Enfal, dîyarbûna sextekarîya dewlet û miletên misilman e.
*Divê baş bê zanîn ku kurd miletekî mezin û qedîm e. Bi kûştin, bi enfalê, bi komkûjîyan naqede.
Neteweya kurd, dê her dem di dilê dewletên kolonyalîst ya Tirk, Sûrîye, Iraq, Iranê de tirs çê bike.
Ez şehîdên Enfalê bi rêz bibîrtînim.
Bila serê neteweya kurd sax be.
Diyabekîr, 16ê Nîsana 2021 an…[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,665表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 06-06-2023
リンクされたアイテム: 26
グループ: 記事
Publication date: 15-04-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 06-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 07-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 28-08-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,665表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,658
画像 106,181
書籍 19,172
関連ファイル 96,596
Video 1,318
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.766 秒(秒) !