הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,370
תמונות 106,270
ספרים 19,198
קבצים הקשורים 96,786
Video 1,358
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Komkujîya Dêrsimê Rûçikê Komara Tirkîyê ye
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Komkujîya Dêrsimê Rûçikê Komara Tirkîyê ye

Komkujîya Dêrsimê Rûçikê Komara Tirkîyê ye
Komkujîya Dêrsimê Rûçikê Komara Tirkîyê ye
M Baran Boskan

Bandora şoreşa Fransa (1789-1799) bi derengî be jî li ser dewleta Osmanî jî xwe nîşan dida. Lê Osmanî xwedîyê rehekî taybet nebû; ji gelên pir cuda pêkhatibû. Malbata kiral bi xwe jî tevlihev bû , dayikên wan ji derveyê sînorê dewletê dihatin. Cudabûnîyên gelan, li gora dîn û mezheban derdiketin pêş. Piranîya desthilatdarîyê; him leşkerî û him brokrasîya rêvebirî; ji dîlgirtîyên axa û êlên navxweyî û ji zarokên sêwîyên şer û dîlgirtîyan ku di dibistanên taybet yên sêwîyan de, bi perwerdeya taybet ve hatibûn kedîkirin û mezinkirin yanî ji kesên rehnediyar pêkdihatin. Lê van dibistanan, bi zimanê osmanî (ku ji tirkî û farisî û kurdî û erebîyek têkilhev pêkhatibû) dihatin perwerdekirin.
Di çaryeka sedsala 19 an de, di nav dewleta Osmanî de jî lêgeryana netewayetî destpêkir. Lê di vê lêgerînê de, hêja rehekî taybet, zelal nexwîya bû. Tevî vê jî biryarek hat derxistin ku di hemî dezgehên dewleta Osmanî de, zimanê nivisînê û xebitandinê, bi Osmanî be. Ev bi zimanê tirkî hat bi navkirin.
Dema Komeleya Ittihat Terakî hat avakirin, armanc azadîya civakî, kêmkirina desthilatdarîya kiral bû. Lê kesên ku li rehê xwe, li nijada xwe digerîyan û nizanibûn çi ne û ji kune, tenê ziman û perwerdehîya osmanî zanibûn, xwe bi tirkbûnîyê ve kirin cilik. Ji ber ku him di desthilatdarîyê de xwurt bûn, rehekî ku hevbeş xwe pê bigirtana tunebû û pêwistîya wan bi avakirina neteweyekî hebû. Vana gurûba Jonturk avakirin û çêkirina neteweya Tirk, ji xwe re kirin armanc. Gurûba jonturk, xebata xwe bi asanî di nava dezgeyên Osmanî de pêşxistin û hêdî hêdî Komeleya Ittîhatî Terakî xistin destên xwe û ji xwe re kirin navenda xebata xwe, kesên ne wek wan û rehên wan diyar ji komelê dûrxistin.
Di polîtîkayên dawî ya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an ya dewleta Osmanî de, xwedî bandor û berpirsîyar vê gurûba hanê ya rehnedîyar, yanî gurûba Jonturk e.Ev gurûb avakarê Komara Tirkîyê ye.
Ji ber vêye ku Komara Tirkîyê, him îdareya Osmanîyan red dike, lê li kiryarên wan yên dawî xwedî derdikeve û tu lekeyê jî nayne ser.
Xebata vê gurûba hanê, ji gelên busulman neteweyek bi navê Tirk ava bikin. Ji bona vê, her rê û rêbaz ji xwe re rewa dîtin. Di vê rêya hanê de kuştin, rûxandin, talankirin, wêrankirin her rê û rêbaz hatin sihêtî kirin.
Gelek ji van gelan, ji rehên xwe bi dûrketibûn, belav bûbûn. Gelên ku nebisilman, ji xwe ji hev de xistibûn, yên hatibûn kuştin, yên hatibûn derkirin û hinekên ku mabûn jî hatibûn bêdeng kirin.
Kurd, li ser axa xwe dijîya û bi piranî nehatibûn pişavtin. Ji ber vê jî li hember projeya avakirina neteweya Tirkbûnî metirsîdar bûn. Loma bi dijwarî û hovîtîyek mezin, hêrîşî kurdan kirin. Ev ji bona wan, rêya man û nemanê bû. Ev polîtîkaya hanê, heta roja îroyîn jî carcaran hinek siviktir, yan dijwartir, lê bê rawestan didome.
Di destpêka avakirina Komara Tirkîyê de, li hember serhildana Koçgirîyê, tevlî kuştin û talan û wêrankarîyê, hinek jî bi dekûdolaban û sozdayînê, nasîna maf û azadîyan ve buhurandin.Lê piştî lihevkirina Lozanê, polîtîka xwe bêtirs zelaltir û vekirîtir meşandin. Komara Tirkîyê, him bi Yekîtîya Sovyetê re têkilîyên xweş danîbûn û him ji serîde bi Ingilîzan re lihevhatî komar avakiribûn, Yanê ji alîyê derve ve, bi disthilatdarên cîhanî re cîyê xwe saxlem kiribûn û bi Peymana Lozanê, vê lihevkirina mohr kiribûn, ji derve tu tirsek wan nemabû.
Ji alîyek ve, vê polîtîkaya, ji dema şoreşa Şêx Seîd 1925 an pê ve, li seranserê Kurdistanê, bê rawestan çi serhildanên Kurdî de û çi di bin navên serhildanên xeyalî de, heta 1938an, her sal her dem bi kuştin, qirkirin, talan û wêrankirin, şewitandin û kavilkirin û koçberkirinan ve hat domandin.
Ji alîyê din ve, bi destûrek nû ya nîjadperest, bi yasayên nû yên neteweyek nû, zimanekî nû, alfabayek nû, bi dîrokek xeyalî, bi guhertina cî û warên bi milyonan kesan, bi qedexekirina zimanên gelên jîndar û bi taybetî qedexekirina ziman, çand , dîrok û her haweyê hebûna kurdî, polîtîkayek nû hat meşandin. Yasayên wek; Tedip û Tenkil, yasaya bicîkirinên bi zorê (Mecbûrî Îskan), Dadgehên taybet û hwd. Ev sîyasetek ku heta îro jî didome; yek al, yek netewe, yek ziman, yek dewlet, yek, yek, yek….. didome!
Kurdistan, di warê olî de, xwedî dîn û mezhebên cuda ye. Dêrsim, ji ber dînê navçeyê têkilîya wan bi Dewleta Osmanî re baş nebû. Dewleta Osmanî, wan pir diêşand. Komara Tirkîye, vê rewşa xweş bi karhanî. Loma herêma Dêrsimê bi zanatî hîşt dawîyê. Piştî bêdengkirina herêmên din yên Kurdistanê, bêyî ku tu serbuyerek taybet hebe, bi serhildanek xeyalî û provakasyonan dest bi Komkujî û talan û wêrankirin û kavilkirina Dêrsimê kirin. Yên ji ber qirkirina wan filitîn, bi piranî koçber kirin, qîzên kurdan, ji evser û rêvebirên xwe re kirin xizmetkar û li nav malan belav kirin. Di ser de jî jibona pişavtinê, polîtîkayên pir taybet li vî herêmê meşandin.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 856
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 06-06-2023
פריטים המקושרים: 17
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 07-05-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ערים: Dersim
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 06-06-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 07-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 07-06-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 856
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,370
תמונות 106,270
ספרים 19,198
קבצים הקשורים 96,786
Video 1,358
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.985 2!