ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,387
画像 105,669
書籍 19,148
関連ファイル 96,377
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dengbêj Reso û qedera dengbêjan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Resoyê Gopala

Resoyê Gopala
=KTML_Bold=Dengbêj Reso û qedera dengbêjan=KTML_End=
İkram Oguz
Qedera hemû dengbêjan yek e…
Dengbêjîya wan jî, qeder û jîyana wan jî bi qedera miletê wan va girêdayî ye.
Milet bindest be, dengbêj û hunermendîya dengbêjên wî miletî jî di şert û mercên bindestîyê da derbas dibe.
Jiber ku hunerê dengbêj deng, amûrê hunerê wi/wê jî peyv e, hevok e, ziman e…
Ziman di jîyaneke azad da nejî û li ber mirinê be, dengebêj û dengbêjî jî roj bi roj kêm dibe û ber bi mirinê diçe…
Ziman azad û serbest nebe, dengbêj bê mal û milk, tî û birçî ye.
Sedem vê yekê ye ku jîyana hemû dengbêjên Kurd wekhev bûn.
Di jîyana hemû dengbêjên kurd da kesayetî û feqîrtî, tîbûn û birçîbûn, koçberî û penaberî cîhekî girîng digre…
Ji Evdalê Zeynikê heta Resoyê Gopala, ji Şakiroyê Bedîh heta Zilkoyê Çawirmê, ji Meyremxanê heta Eyşe Şanê…
Yek dengbêjek Kurd bi hunera xwe zikê xwe têr nekirîye û li ser axa xwe canê xwe ji dest nedaye…
Yek li welatek xerîb, yek li bajarek xerib dinya xwe guhartîye.
Ji wan dengbêjên navdar yek jî Resoyê Gopala ye.
Reso şagirtê dengbêj Ferzê ye ku, ew di dema xwe da, „Têyre li ser mile qîz û bûkan“ dihat binavkirin. Dengbêj Ferzê jî ji Milazgirê û şagirtê Evdalê Zeynikê ye.
Reso di sala 1890î da li gundê Gopalan ku nuha girêdayî Qereçobanê ye, ji dayîk bûye.
Malbata Reso mihacirên Êrîvanê ne. Malbata wî berê tê li Îdirê bi cîh dibe, bi salan şûnda jî ji wir koçberî Mûşê dibe.
Reso ji eşîreta Retkan e. Zaroktîya Reso jî wek dengbêjên ji wî berê di kesayetîyê da derbas dibe. Di zaroktî û xortanîya xwe da berxivantî û şivantîyê dike.
Reso di xortanîya xwe da bi şagirtîya Dengbêj Sîno dest bi dengbêjîyê dikê û stranan dibêje.
Di destpêka dengbêjîya xwe da ji Gopalan koçber dibe û tere li Bulanixê, li gundê Xêrgisê bi cîh dibe.
Piştî bicîhbûna li Bulanixê Reso, ji dengbêjên hêla Serhedê Dengbêj Ferzê nas dike û di bin tesîra wî da dimîne. Stranên wî û Evdalê Zeynikê distirê.
Ew jî weke dengbêj Ferzê, di hemû stranên xwe da motîfên gelêrî yên di jîyana Kurdan da cîh digrin, bi hostayî bi kar tîne.
Li ser mêrxasîya lehengên ku di destan û çîrokên gelerî da cîh girtine, ji ber xwe stranan derdixe û distirê.
Ev yek jî taybetmendiya Reso ye ku, weke dengbêjê destananên dîrokî wî ji dengbêjên din vediqetîne.
Reso di heman demê da destana Memê Alan, Cebelîkê Lawê Mîrê Hekkarîyan, Kerr û Kulik, Sîyabend û Xecê û gelek destanên din yên ku di nav Kurdan da tên zanîn, bi sîtileke taybet strîya ye.
Reso di 40 salîya xwe da, di 1930yî da têkilî Serhildana Agirî dibe, piştî têkçûyîna serhildanê ew jî bi hinek hevalên xwe ra derbasî bin Xetê (Rojavayê kurdistanê) dibe û bi salan li wir dimîne.
Piştî vegerê êdî Reso dengbêjeke bi nav û deng e. Kilam û stranên wî û nav û dengê wî li seranserî Kurdistanê belav dibe.
Reso di jîyana xwe da sê caran dizewice. Jîyana wî bi pirranî li herêma Serhedê, li derdora Xinûs û Bulanixê derbas dibe.
Di dawîya emrê xwe da careke din koçber dibe. Di salên 1970yî da mala xwe bar dike û berê xwe dide bajarê Adabazêrê. Li wir jî star nabe û tere li Denizlîyê bi cîh dibe.
Heft heyşt salan, li welatên xerîb û di destengîyê da jîyana xwe didomîne. Di sala 1977an da careke din li ser axa xwe ya vik û vala vedigere. Sê sal şûnda, di sala 1980ê da, li gundê xwe jîyana xwe ji dest dide û diçe ser dilovanîya xwe…
***
Ji Strana „Şerrê Mala Bişar û Seydo“ çend beş…
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ez nemame ji mêra ra
De lêxin bavê bavê min, lêxin
Canfidayê mala Bişarê Seydo hûn lêxin
Qundaxê modolîya li erdê xin
Şefeqa sibê ra li qolordîya Qerekilîsê xin
Dûrbîna bavêjin, şemlana vêxin
Eskerê Kemal girane revê pêxin
Şûrê wan zabitan jê bistînin
Kopa şewitî da li çerxê xin
Esker gune ne
Çavê kozî û kulfetê wan li rê ne
Jêkin serê yuzbaşiyan û cendirma bigrin li cercelê xin
Bigrin li ber qolordîya Qerekilîsê bi defê dawetê
Bi muzîqê ji wan bistînin bi eynatê li boriyê xin
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ax wey lo, wey lo, wey lo, ez nemame li dinyayê
Nedaîm Beg, Feyzî Paşa, Gazî Kemal nezan e
Digo, „Bajonê pêşiya çar kurdan e“
Heyran, were rûnê li ser têl û têlqirafan e
Ez ji te ra bixwûnim secera kurdan e
Em ne çar kurd in, du bira; Seydxan û Elîcan e
Dinyayê, zilmê wan zilmekî giran e
Hucûmê wan ser piştê hespan e
Gulê wan tê meriva ji xeyban e
Hewarîya wan tê, meriv dizane melaketê di asîman e
Şerrê wan ne fenanî şerrê Yezîd û Merwan e
Fenanî şerrê dewra berê qehreman û dêwan e
Were rûnê li serê têlan û têlqirafan e
Ji te ra bixwûnim sûretê têla
Ji êvar da bidim yek bi yek medhê mêran e:
Rizakî heye, qisasê serê mêran e
Tewfîq, kaçaxê siyasetê serê çîyan e
Ji qanûna me hemû dizane
Evdilhemîd şêrê bi gulî girtiye dewsa Elîcan e
Fesîhê Mihê fenanî pelekî ewrê li rûyê asîman e
Şêx Baran ji ocaxa mala Bupê ye ji me dixwaze qamê topan e
Feyzulla birayê piçûk ji me ra dibîne dawa
Dewleta Ali Osman e Evdilbaqî fenanî tamatîka li ser milan e
Îro ji Bostankendê ji Seyîda dudu man e
Yek Tewfîq û yek Seydxan e
Seydxan jarîya maran e, teyyarê mêran e
Elî, Hillo du bira ne
Her yek xwedanê donzde bûkan e
Elîyê Feqî Silê ji dîya xwe da bûye nebûye karê wî nîşan e
Car heye li meydanê çok vedide ji te dikûje pêncî can e
Îro li meydanê engirîye, dibê, „min hê hilneda“
Heyfa kuştîyê çiyayê Mûşê, şêrê bi gulîka, bavê Silêman e
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ax wey lo, wey lo, wey lo!
Ez nemame ji mêra ra
Dîdarê ba dikir „Besê Têlo rebenê
Qazgolê diketim mîla şefeqê li min lêda
Şerrekî çêbûye li korta Milazgirê, Melemistefê da
Esker nema li wilayetê Romê da
Temam hilşîyan ser berxê mala Usivê Seydo
Torinê mala Hecî Axa seet di dudu û nîvê şevê da
Dengê tekbîr û selawatê mala Bişarê Seydo tê ji Melemistefê di herbê da
Ji agirê devê tifingê van xweşmêra ji êvar da
Di Melemistefê da bilq vedide fena masiyê di behrê da
Qolordî digo, „Tewfîq û Feyzulla, Evdilhemîd werin teslîm bin
Ezê efuya we derxim ji dergê Îstenbolê da.“
Heyran şunda herre, min şerrê ewil diranê te kişand
Şêrê bi gulî birîndar bû di Çîyayê Kosedaxê da
Şerrê ortê min diranê te kişand Textê Qereyazîyê di Çepê da
Şerrê paşî îşev min xweş kirîye li Milazgirê di Melemistefê da
Eskerê bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd
Sî û pênc salê nazik û nazenîn e, ser qaşa zîn e
Gava çok vedide ocaxa te ji dinyayê diqelîne
Şunda herre tu merivekî xayîn î, efuya te ji mi ra lazim nîne
Ez îro bala xwe didim alayîya bavê Silhedîn kekê Meheme Reşîd
Ji xeta şewitî tê, korrayî çavê mi da were, ez çi bikim reysê wan di nav da nîne
Min hînga zanîbû feleka me, ji me ra qere bêbext e, me di xapîne
Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo!
Ax wey lo, wey lo, wey lo! ez nema me ji mêra ra[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは890表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 04-06-2023
リンクされたアイテム: 9
グループ: 記事
Publication date: 10-01-2018 (6 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 芸術
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-06-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 04-06-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 04-06-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは890表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,387
画像 105,669
書籍 19,148
関連ファイル 96,377
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.531 秒(秒) !