Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Biography
Khidr Khoshnaw
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Hishmat Mansouri
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khangul Masirzadeh
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khatu Najla Sheikh Raouf
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khasraw Sina
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khabat Mafakhri
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khero Abbas
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Hama Rashid Ahmad Shana
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Library
The Kurdish Factions and Forces in Syria
25-04-2024
Hazhar Kamala
Library
Glorifying the Leader in the Kurdish Political Movement
25-04-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 517,387
Images 105,669
Books 19,148
Related files 96,377
Video 1,307
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIAL...
Library
Resolution of Turkey’s Kurd...
Library
RETHINKING STATE AND BORDER...
Library
America’s role in nation-bu...
Biography
Talur
Nimûneyên Nîjadperestîya Osmanî, Îran û Komara Tirkî
Kurdipedia's contributors archive important information for their fellow speakers from all parts of Kurdistan.
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan
Nimûneyên Nîjadperestîya Osmanî, Îran û Komara Tirkî
Têkoşîna li ser Kurdistanê (kitêba Halfin)
Profesorê ”Beşa Têkilîyên Navdewletî” ya ”Enstituya Gelên Asyayê” ku girêdayê ”Akademiya Îlmên Sovyetê” li Moskovayê Halfin di derbarê sedsala XIX. ya kurdan da bi navê ”Têkoşîna li ser Kurdistanê” lêkolînek kirîye û ev lêkolîn ji alîyê Weşanxana Komal ve ji erebî hatîye wergerandin bo tirkî û di 1992an (çapa ewil 1976) da wek çapa duyemîn hatîye çapkirin. Pêwistî pê heye ku em ji vê lêkolîna hêja hin numûneyan pêşkêşî we xwendoxên hêja bikin da nejadperestîya dagirkerên welatê me çawa hatîye pêkanîn.
Henri Trotir, di salên 1880 yan da li Kurdistanê Balyozê (konsolosê) Britanyayê bûye û di derbarê jîyana kurdan û rewşa wan a civakî da bi navê ”Kurdên Asya Biçûk”, kitêbek nivîsîye û bê şirove van rêzên jêrîn Halfin jê neqil kirîye ku gelek balkêş in. H. Trotir weha nivîsîye:
”Li Wanê, li ser navê 40 hezar hevwelatîyên kurd 17 reîsên kurd, daxwaznameyek (mazbatayek- muracaetek) amade kiribûn û teqdîmê gelwekîlê sultan kirin ku ew jibo islahata îdarî hatibûn Wanê. Di wê daxwaznameyê da kurdan ji hukumetê xwestibûn ku; bila mekteb werin çêkirin bi şertê ku mesrefên wan kurd didin; bila mecburîyeta kirina eskerîyê li ser wan rabe, wek ku bedêla wê ji xiristîyanan ra hatîye naskirin, divê jibo kurdan jî ew maf were qebûlkirin. Heta ew amade ne ku ji xiristiyanan zêdetir bedêl bidin jibo muafbûna ji eskerîyê. Kurdan, nerehetîya xwe dan xuyakirin ku li hemberî wan bi awayek dijmin muamele dikin û muameleya koleyan bi wan ra tê kirin û di ser da jî eskerîya mecbûrî ji wan tê xwestin. Kurdan nedixwestin ku di şeran da Osmanîyan biparêzin.”
Li vir bala mirov tê kişandin ku wan 17 reîsên kurd, çima bixwe mekteb çênekirine ku li gora daxwaznameya wan ew dikaribûne bixwe çêkin û mamosta jî peyda bikin bo perwerdekirina zarûkên xwe. Welê xuya dibe ku ew ji wê zanînê dûr bûne û zîrek nebûne ku hin şolên xwe yên herêmî bixwe çareser bikin û hêvîya navenda Stanbolê nemînin. Mirov daxwazên wan ên dayîna bacê û şola eskerîyê fam dike ku şolên navenda hukumeta Stanbolê bûye.
Halfin, nîşan dide ku gelek kesên esker, diplomat, misyoner, nûnerên hukumetan ku li ser navên Amerika, Almanya, Britanya, Rusya û dewletên dî hatine Kurdistanê; notên wan, bîranînên wan, raporên wan di derbarê kurdan û dîroka wan da rastîyan nedane zanîn û bi vî awayî ew ji rastîyan dûr ketine. Hindik kesan rastîyan gotine, lê li hemberî van rastîyan yên dî wê şolê di çarçoveya menfeetên dewletên xwe da girtine dest. Wek numûne Halfin, behsa lêkolîna Felçifiskî kirîye ku wî weha gotîye:
”Hemîyan bi awayek korefam jibo şola kurdî eleqeder bûn. Tu kes ji wan bi awayeke ciddî nexebitîn.” (Halfin, kitêba ku li jor navê wê hatibû nivîsîn- knd -, r. 14-15)
Eşîrên Kurdên Koçer, maneya sînoran naxwazin nas bikin. Car caran ew ji alîyek diherin alîyê dî û bi vî awayî cîyê cîwarbûna xwe diguherînin. Ev hilbijartin, li gora başîya jîyana wan carna li alîyê Îranê û carna li alîyê Osmanî hatîye guhartin. Lê van eşîran ji ber ku li ser erdê xwe bûne, xwe qet biyanî hîs nekirine; belam her du alîyên sînor jî Kurdistan bûye. Ev rewş bi sed salan jibo kurdên herêmê neguherîye. Loma Balyozê Ingiliz Taylor vê tespîta kirîye:
”Di navbera Îran û Osmanî da gelek caran şolên sînorî çêbûne û jibo van şolan têkoşîna wan xwe nîşan dane; ji ber ku kurd carna derbasî alîyekî sînor bûne û bûne hevwelatîyê wî alî û carna jî berewajê wê. Digel şola sînorî jibo her du dewletan berdewam kiribe jî; lê kurdan her tim xwe di welatê xwe da hîs kirine û ew şol jibo wan çênebûne, wan jibo başîya jîyana xwe sînor guhartine.” (Halfîn, knd, r. 21)
Emidyo Cobir, wek temsîldarê Napolyon di 1805-1806an da seyahata Îranê kirîye da ku bi Şahê Îranê ra biaxife. Ew jibo kurdan weha dibêje:
”Gel, cîyên ku rêwî li wir derbas dibin, digel mî an berxa ku jibo mêvanan şerjêbikin, girtine nik xwe û rûniştîne û li benda mêvanan in. Yên ku li van deran rêwîtî kirine, pê dizanin û ne xerîbê wî tiştî ne. Ew ji ber ku ji nîyeta xelkê bawer in, ji wan kesên ku bibin mêvanên wan natirsin. Dema xerîbek (bîyanîyek) were, kurd nêzîkî wan dibin û; ”Ehlen we sehlen. Xwe li mala xwe bihesibîne, em li vir benda mêvanan in ku wan biezimînin û xizmetê bikin” dibêjin. Piştî wê, ew mêvan û heywanê wî dibin hundur û pêdivîyên pêwist pêşkêşî mêvanê xwe dikin. Mêvan dema ji wir bi rêkeve jî xwarin û vexwarinên pêwist jibo rêwîtîyê didinê û wî bi rêdikin.” (Cobir, Kurdistan, r.181, jêder, Halfîn, eynê eser r. 27)
Nivîskarê Ermenî yê mezin Xaçator Abofîyan, di nav kurdan da zêde jîyaye û wek lêkolînerekî li ser xisûsîyetên kurdan weha nivîsîye:
”Eger kurd sozê bide (sond bixwe) ku malê kesekî/e biparêze ango sira kesekî veşêre, ew jîyana xwe dide lê xîyanetê nake. Gelek caran kurdekî xizan, xwarin an cilên xwe daye yekê ku ji wî xizantir bûye û lazimîya wî/wê pê hebûye. Kurd ji neteweyên dî ku li rojhilat dijîn, zêdetir rûmeta jinê dizanin. Eger kurdan keys û firsenda jîyaneke daîmî û nûjen bidîtana, di maneya temamî ya wêjeyê da wê kurd bibûna qehremanê rojhilatê.” (Xaçator Abofiyan , Kurdan, r. 226-228, Jêder, Halfin, Eynê eser, r. 27)
Dîsa di 1840an da lêkolînerê Rûsî Ditil ji Musulê weha behs dike:
”Kurdekî ku bi tawanbarîya li dijî dewletê hatîye, li meydana bajêr kirin nav sacek ku li ser agirê vêketî bû, vî kurdî bi zindîtî li ser agir şewitandin. Dîsa kurdekî ku ketibû nav serhildanê, xistin nav ava kelandî û bi şikenceyê kuştin. ”
Ditil wexta di 1840î da seyahat bo Îranê kirîye weha gotîye:
”Zumreyeke cilqetandî ku li ser milên wan îşaretên sipî hene. Evana hêzên hukumetê ne ku ji wan ra serbaz dibêjin, evana esker in ku tu kes cesaret nake li hemberî wan raweste û evana parêzvanên milet in û xwedanê mafên bêsînor in. Van serbazan rîyan dibirin, dizî dikin, şêlandinê dikin. Ev dibin semedên bêkarîyê, tiralîyê, xizanîyê (feqîrîyê) û birçîbûnê. Gundîyên ku bikaribin xwe ji van û ji cendirmeyên Osmanîyan ku li ser sînor in biparêzin, zar û zîçên xwe û alavên xwe yên ku dikarin digel xwe bibin, digirin û direvin da ku li hin deran xwe veşêrin. Ev eşqîyayên dewletê jî bax û bîstanên ku dikevin navê xesp dikin, talan dikin, her tiştên çinandinê ji cî radikin. Eskerên Osmanî jî li herêmên xwe heman tiştên ku eşqîyayên Şahê Îranê dikin, ji wan kêm namînin. Ew tirsê belav dikin derên ku dikevin wir û her tiştên bi qîmet ku dibînin, bi zorê dest datînin ser û dibin. ” (28)
Di 1879an da dema Balyozxana Rusî li Dîyarbekrê vedibe, Balyozê Dîyarbekrê Yakimaniski ji Elçîyê Rusyayê yê Stanbolê ra weha nivîsîye:
”Gelê ku li vir dijî, ne karê wan hene û ne jî garantîya ewleyîya jîyana wan. Mekanizmayek tune ku kesayetan li hemberî tundutûjîyê (tecawizê) biparêze. Nîzama derebegî, hişkîtîya dînî, zordarîya milkdaran, hestîyên pişta vî gelî diterikîne û ji her tiştî ra dibe asteng ku geşbûnek jibo qencîya wan çêbe. Xelkê vir bi şexsîyeta xwe, bi ked û malbata xwe ve di bin teserufa desthilatîya zilmê da ne.” (r. 27)
Konsulê Britanyayê yê Erzurumê di 1838an da jibo welatê xwe weha nivîsandîye:
”Rêvebirîya li vir pir xirab e û li ser navê ewlekarîyê fesadî, bertîl û şêlandina xezîneyê, qerekterên Împaratorîyên Osmanî û Îranê ne ku hînbûyî ne. Zehmetîyên ku ji xirabîya nîzama dewletê çêbûne di stûyê xelkê da maye. Car caran rêvebirên Îranî an Osmanî ku ketine nav hewildanên serastkirinê (islahatê), ew jî emirkin dibin û di nav sînorên teng da dimînin. Ango islahatên weha yên li ser kaxiz dimînin ango li pêşberî astengkirinên çîna serdest tên. Hin kesên ku silametîya dewletê û welat dixwazin û jibo wê dikevin nav hewildanan, serên wan tên jêkirin.” (Halfin, r. 23)
Zapitê (Binbaşî) ingiliz Rawlinson, di derbarê Serhildana Rewanduzê (1835- 1837) da behsa kurdên ku pê ra axifîne dike û weha dibêje: ”Em bi hemî hêza xwe di tevaya rojê da dixebitin, lê gepek (parîyek) nan ku dikeve destê me, ew bes nîne ku zikê me têr bibe. Em, zarûkên me, jinên me (eyalên me), em hemî pêxwas in, birçî ne.” (Halfin, r. 55)
Qehremanîya Serokeşîretek Jibo Nasnameya Kurdevînîyê!
Serokeşîrekî kurd, derdora 30 salî di 1837an da ji Hafiz Paşa ra weha gotîye: ”Ez tu car qebûl nakim ku yekî nekurd bibe efendîyê (serokê) vî miletî!”
”Kesê ku hatibû dîlkirin, kurdekî derdora 30 salî xuya dikir; xortekî çeleng, rûyê wî xweşik, reîsê (serokê) eşîretekê bû. Bi awayeke kemilî û bi heybet diaxifî û weha digot: ”Ez tu car qebûl nakim ku yekî nekurd bibe efendîyê (rêberê- serokê) vî miletî!” Hevdîtin û gengeşe du roj dom kir û di dawîyê da Hafiz Paşa biryara xwe da. Li meydanê sîtilek ava kelandî amade kirin û vî xortî xistin nav ava kelandî û kuştin. Ev zilma Hafiz Paşa li ser vî xortî qet tesîra tirsê çênekir. Ev xort heta nefesa xwe ya dawîyê cixara xwe kişand.” (Minorski, end. R. 62-63)
Ev bûyer di dereceya hovîtîyê da li pêşberî çavên gerokê fransiz Pojoulat qewimîye. Bûyer di 1837an da ji alîyê Hafiz Paşa ve hatîye bicîkirin. Bûyer, ji devê Pojoulat derketîye û Minorski jî nivîsîye.
Axiftina gotinek kurdî, 5 quruş ceza bûye
Bifikirin ku di salên 1920-1930yan da li herêma Kurdistanê, dervayê %3- 4ê nufûsê, yanê %97- 96ê nufûsê kurd in û piranîya wan jî xwendin û nivîsîna wan jî tuneye; lê hukmê Kemalizmê cezayê peredayînê danîye pêşîya xelkê ku divê bi tirkî biaxifin û kurdî neaxifin. Hem jî vê cezayê bi qanûnekê dane pejirandin ku li gora wê jibo her gotineka kurdî 5 quruş ceza divê were dayîn. Loma dewletê ferman daye memurên xwe ku li xelkê ceza bibirin dema ew kurdî biaxifin. Wê demê – yanî 1930- buhayê mîyek 50 quruş bûye. Dema gundîyek ku qet tirkî nizane, ji gundê xwe here bajêr da ku hin alavên xwe bifroşe û hin tiştên pêwist ji bajêr bistîne bo mala xwe; eger ew rastê memûr û qolçîyan were, jibo hevokek an du hevokên kurdî axiftinê, mecbûr e ku jibo 10 gotinan 50 quruş ceza bide. Di vî derbarî da Waliyê Erzincanê Alî Kemalî Beg, di kitêba Erzincanê da behsa vê sosret û hovîtîyê kirîye. (Ali Kemali, Erzincan Tarihi 1932)
Eger gundîyek mîyek bibe bajêr û bi 50 quruşî bifroşe û ji neçarîyê wek li Dîyarbekrê, li Derê Mêrdînê hatîye jîyandin, gundîyê reben hemî pereyên xwe dide qolçî da ku heta êvarê bi awayeke azad bi kerê xwe ra kurdî biaxife. Gundîyekî weha, eşkera ye ku perên mîya xwe hemî wek ceza dide dewleta dagirker û jibo mala xwe nikare tiştek jî bistîne û destvala vedigere gundê xwe. Eşkera ye ku cezayekî weha jibo axiftina zimanekî, dibe ku li seranserê cîhanê numûneyeke weha qet nehatibe dîtin. Lê em behsa hukmê Kemalizmê dikin ku ev Sistema Ankarê mirov nikare tenê bi faşistîyê ango kolonyalizmê jî îzah bike. Karanînên faşistîyê û kolonyalizmê li ber karanînên Sistema Ankarê pir sivik dimînin. Loma Sistema Ankarê, jibo neteweya kurd û yên dî yên dervayî tirk, tam barbarî ye, yanî hovîtî ye.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 852 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 04-06-2023
Linked items: 17
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-06-2021 (3 Year)
Content category: Politic
Content category: Articles & Interviews
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 04-06-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 04-06-2023
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 04-06-2023
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 852 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Biography
HIWA SALAM KHLID
Biography
Havin Al-Sindy
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Archaeological places
Cendera Bridge
Articles
Shadala
Articles
ESTABLISHMENT OF THE BRITISH PROTECTORATE IN NORTHERN MESOPOTAMIA DURING THE END OF WORLD WAR I /THE GREAT WAR
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Articles
The Kurds and World War II: Some Considerations for a Social History Perspective
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Biography
Nurcan Baysal
Library
Glorifying the Leader in the Kurdish Political Movement
Library
KURDS OF TURKEY AND THE ARMENIAN GENOCIDE: A MATTER OF HISTORICAL JUSTICE?
Library
The Kurdish Factions and Forces in Syria
Articles
Western Wall
Biography
Antonio Negri
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
KHAIRY ADAM
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Jasmin Moghbeli
Biography
Ayub Nuri
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
Biography
Shilan Fuad Hussain
Library
FROM BLUEPRINT TO GENOCIDE? An Analysis of Iraq’s Sequenced Crimes of Genocide Committed against the Kurds of Iraq
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
The Issue of Kurdish Sovereignty: Why a Kurdish State Developed from the Kurdish Regional Government is Impossible

Actual
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
09-06-2023
Rapar Osman Uzery
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
Resolution of Turkey’s Kurdish Question A Process in Crisis
14-04-2024
Hazhar Kamala
Resolution of Turkey’s Kurdish Question A Process in Crisis
Library
RETHINKING STATE AND BORDER FORMATION IN THE MIDDLE EAST
15-04-2024
Hazhar Kamala
RETHINKING STATE AND BORDER FORMATION IN THE MIDDLE EAST
Library
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
17-04-2024
Hazhar Kamala
America’s role in nation-building : from Germany to Iraq
Biography
Talur
21-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Talur
New Item
Biography
Khidr Khoshnaw
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Hishmat Mansouri
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khangul Masirzadeh
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khatu Najla Sheikh Raouf
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khasraw Sina
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khabat Mafakhri
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Khero Abbas
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Biography
Hama Rashid Ahmad Shana
25-04-2024
میلانۆ محەمەد ساڵح
Library
The Kurdish Factions and Forces in Syria
25-04-2024
Hazhar Kamala
Library
Glorifying the Leader in the Kurdish Political Movement
25-04-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 517,387
Images 105,669
Books 19,148
Related files 96,377
Video 1,307
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Biography
HIWA SALAM KHLID
Biography
Havin Al-Sindy
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Archaeological places
Cendera Bridge
Articles
Shadala
Articles
ESTABLISHMENT OF THE BRITISH PROTECTORATE IN NORTHERN MESOPOTAMIA DURING THE END OF WORLD WAR I /THE GREAT WAR
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Articles
The Kurds and World War II: Some Considerations for a Social History Perspective
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Biography
Nurcan Baysal
Library
Glorifying the Leader in the Kurdish Political Movement
Library
KURDS OF TURKEY AND THE ARMENIAN GENOCIDE: A MATTER OF HISTORICAL JUSTICE?
Library
The Kurdish Factions and Forces in Syria
Articles
Western Wall
Biography
Antonio Negri
Biography
Abdullah Zeydan
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
KHAIRY ADAM
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
Jasmin Moghbeli
Biography
Ayub Nuri
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
Biography
Shilan Fuad Hussain
Library
FROM BLUEPRINT TO GENOCIDE? An Analysis of Iraq’s Sequenced Crimes of Genocide Committed against the Kurds of Iraq
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
The Issue of Kurdish Sovereignty: Why a Kurdish State Developed from the Kurdish Regional Government is Impossible

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.344 second(s)!