Danasîna gundê Korpîngarê:
Korpîngar nave xwe yê resen : ( gol + pînar ) navê xwe ji golên avê hatiye, tê zanîn ku çavkaniya avê lê dihatin dîtin, û teqandin tê gotin ku mezintirîn çavkanî lê hatiye dîtin li rojhilatî gund bû, ku ava wê ji gund ta Şêranê û Tilicbê diçû, û hatiye dîtin ku keriyê xezalan dihatin av jê vedixwarin.
Ev gund Başûr Rojilatî kobanê dikeve, nêzî ( 8 ) KM ji kobanê dûre.
=KTML_Bold=Dîroka wê:=KTML_End=
Dîroka wê ya nû vedigerê di dawiya sedsala 19 de, derdora sala 1890 de ku ji êşîra Dedan kirîne, ji ber ku ew eşîr (xwînî ) bûn gund firotin.
Şîniyên gund ên niha berê li gundê Şêranê diman
Piştî ku kanî bê av man niştecîhen gund li şûna avê çandinî dikirin, li girekî bi çûk rast hatin tê texmîn kirin ku ew gir 300 M çargoşebû, ev gir vedigere serdema romaniyan û di bin gir da kelhake bi çûk hebû, ku kevirê we rengîn bûn.
Gelek tişten dîrokî û ( eserî ) têda hatinê dîtin wek ( Entîke ).
Yek ji kevneşopiyên berê ku niha li gund heye, kevirekî qul yan jî ( kevirê hêqo ) mirov tên zarokên xwe têra derbas dikin ji bo nexweşiyan.
=KTML_Bold=Erdingariya wê:=KTML_End=
Sînorên wê ji bakur bi gundê Haling, ji rojhilat bi gundê sê telp, Xerab Kurt û Cim Heran, ji başûr bi Nordan, Til xezal û ji rojava bi gundê Kulîlîk û çiyayekî bi navê (qûça Elî).
Rêyek gîştî di nav gund re derbas dibe, ji aliyê bakur ve ji gundê Helincê tê û ber bi başûr ve diçe gundê Qere Mezrê, paşê Qişlê, Îtwêran û paşê jî Rodko.
Her wiha geliyek mezin ji başûrê gund derbas dibe ku ji aliyê rojava ve (Çiyayê Qere Berkal) tê û ber bi rojhilat ve diçe gundê Şêranê.
Ev gund ji aliyê çandiniyê va dewlemende, piranî pir li ser çandiniya ( genim – ce – nîsk ) û çandiniya daran wek ( Fistiq – Zeytûn ) û kedîkirina lawiran
=KTML_Bold=Niştecîhen gund:=KTML_End=
Di gunda nêzî 70 malî heye, û derdora 200 kesî di gunda heye.
Di gunda 2 Ate hene hecîyan û ilêdînî, hecîyan di kevinda li gundbûn piştra ilêdînan hatin gund.
Taybetmendiyên gund: niştecihên gund piranî xwe rola siyastê dilîzin kar û barên civakî dikin. Û ji fotbolê hez dikin.û ji karê hunermendî dikin.
Tê texmîn kirin ku Dibistana gund beriya 40 – 50 salî berê hatiyê vekirin. Ji vê dibistanê gelek mamoste, bijîşk, hiqûq nas, û hwd.
çavkanî: Rapirsîna bi xelkên gund re
wênegirtin: Aras Hiso [1]