图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,274
图片 106,503
书籍 19,256
相关文件 96,952
Video 1,386
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Du nimûneyên Zordarîyê û Qirkirina Ermenan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Du nimûneyên Zordarîyê û Qirkirina Ermenan

Du nimûneyên Zordarîyê û Qirkirina Ermenan
=KTML_Bold=Du nimûneyên Zordarîyê û Qirkirina Ermenan=KTML_End=
Siddik Bozarslan

Şêx Seîdê Berzencî digel 40 mirûdên xwe çawa hatin kuştin?
Telgrafek ji navenda ´Musul Kürd Teavün ve Terakki Şubesi´ Baskê Sêmilê di 13-01-1909 an da hatîye şandin bo Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti ya Stanbolê. Di telgrafê da hatîye xuyakirin ku yekîtîya eskerên ku bi qantiran ji Kerkûkê hatine, di nav wan û xelkê da ewil gengeşe çêbûye. Eskerên herêmê jî beşdarîya wê gengeşeyê kirine û ev bûye semedê rûdana pevçûnek. Di encamê da 16 eskerên ku siwarên qantiran bûne, hatine kuştin. Rojtira dî, bi tifaqdarîyekê êrîşî kurdan kirine û çûne ser avayîya Şêx Seîdê ji Seyîdên Berzencîyan bûye. Şêx bi Qur´anê pêşwazî li wan kirîye da ku rewş xirab nebe. Lê êrîşkaran, Qur´anê digel şêx parçe dikin û dixin bin pîyên xwe; li hundurê avayîyê jî kurê Şêx Seîd, Şêx Ehmed digel 40 mirûd hemî tên kuştin. Ji haydarîyan mirov fam dike ku Şêx Seîd ji Musulê hatîye sirgunkirin jibo Silêmanîyê û di wê rêwîtîyê da ew bûyer qewimîye. (Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesi, jimare 7, r. 358, Weşanxana Deng, 1998 Uppsala/Swed, Wergêr ji tîpên erebî bo tîpên latinî M. Emîn Bozarslan)
Encama vê bûyera hovîtîyê nîşan dide ku şêxê me yê reben qasî mîtroyek jî pêşîya xwe nedîtîye û 24 eyar safikê dînê xwe bûye. Loma qet tedbîr nesitandîye û wer hesibandîye ku esker û xelkên ku werin dê qedrê Qur´anê bigrin. Lê wek em pê dihesin, jibo Ereban û eskerên Osmanî tu Qur´an û pêxember û xwedê pere nakin, dema li hemberî wan kurd hebin ku bûne mijara wê şolê. Lê kurdên me yên bêaqil tu car ji jîyana xwe ya koletîyê jî ders negirtine û loma bi wî awayî xwe kirine qurbana dîn.
Cezayê boykotkirina şewqeyê, îdamkirin bûye!
Li gora Kovara Baroya Mersînê ya adara 2013an, li bajarê Erzurumê ji ber ku 52 kes şewqe nedane serê xwe, rêvebirên Kemalist şewqeyan bi serê wan kesan ve bizmar kirine û bi vî awayî wan darda kirine, yanî îdam kirine. Wek tê zanîn, bi derxistina qanûnê bi zorê lixwekirina şewqe; her kes mecbûr bûye ku şewqe bixin serê xwe. Yên ku wê fermana Ankarayê nanîne cîh ango ji fermanê ra îteatê nekirine, wek li Erziromê hatîye dîtin, ew bi awayên şikenceyê hatine cezakirin û îdamkirin.
Jenosida Ermenîyan û Kurdan
Di 1905an de Dewleta Osmanî îstatîstîkek amade kirîye û ev îstatîstîk di sala 1919 an de bi Fransizî hatîye çapkirin. Lê komkujîya Ermenîyan ya li Hatay û Adana di sala 1893 an da destpê dike û di vê komkujîyê da nêzî 230.000 Ermenî raserî komkujîyê tên. Statistikên ku di 1905an da hatine amadekirin, rastîya Ermenîyên Hatay û Adanayê vedişêre. Ji ber ku ji 1893an heta 1905an ev nufûsa Ermenîyan ku li van bajaran dijî, ji %88 hatine qetil kirin.
Li gora statistikên dewleta Osmanî nufûsa Ermenîyan li bajarên tirkan:
Edirne (19.773 hezar), Adana (52.650 hezar), Antalya (630 kes), Ankara (51.556 hezar), Haleb (20.142 hezar), Aydin (20.142 hezar), Bolu (2.970 hezar), Bursa (60.119 hezar), Kayserî (50.174 hezar), Stanbol (82.880 hezar), Çanakale (2.474 hezar), Canik (27.319 hezar), Eskişehîr (8.592 hezar), İzmit (55.852 hezar), İçel, 341 kes), Karasi (8.653 hezar), Kastamonu (8.959 hezar), Kutahya (4.548 hezar), Menteşe (12 kes), Nigde (4.936 hezar), Trabzon (68.899 hezar), Çatalca (842 kes), Zor (232 kes) dijîn.
Li gora van statistikan, 817.499 Ermenî li bajarên tirkan dijîn. Ji vê nufûsê yek rizgar nebûye. Ev di dosyayên dadgeha wê demê da dîyare û piranîyên zabit, qaymeqam û walîyên van bajaran hatine dadgeh kirin û hinek ji wan cezayên giran xwarine.
Dema ku em li van bajarên tirkan, hemî statistikên komkujîyê bidin ser hev (230.00+817.499=1.047.499) Ev jî rastîya jenosîda Ermenîyan derdixe ber me. Di van reqeman de jî pir aşkera ye, ku Ermenîyên bakurê Kurdistanê piranîyên wan koçberî Rusya û axa Surîyê bûne. Îro eger lêkolîn li ser van malbatên Ermenîyan yên li dîyaspora û Ermenîstanê bêt kirin, wê derkeve holê, ku hemî ji Kurdistanê ne. Ev jî tê wê wateyê ku komkujîya Ermenîyan ne lir ser axa Kurdistanê, li nav axa rojavayê Anatolîa bûye. Li wir jî kurd ne xwedî ax in ku Ermenîyan bikujin.
Li gora statistikên dewleta Osmanî li bajarên Bakurê Kurdistanê: Bidlîs (20.142 hezar), Dîyarbekir (65.850 hezar), Erzurum (134.377 hezar), Xarpût (79.971 hezar) Maraş (32.322 hezar), Urfa (16.718 hezar), Wan (67.792 hezar), bi giştî 417.172 Ermenî hebûn.
Ermenîyên Kurdistanê; piranîyên beşa Serhedê derbasî Ermenîstanê bûne û beşek mezin jî li qampa Siwasê hatina komkirin û bi destê dewletê û di rêyan de hatine qetilkirin. Beşê Dîyarbekir (Amed), Maraş, Urfa (Rûha), Mêrdîn û derdorê jî koçî axa Sûrîyê û Libnanê bûne.
Îro ku hûn ji Ermenîyên li Rojavayê Kurdistanê, Helebê, Libnanê, Fransayê bipirsin, hûnê bibînin ku hemî ji van bajarên Kurdistanê ne. Di van îstatîstîkan da jî aşkera ye, ku Komkujîya Ermenîyan ne li ser axa kurdan, li ser axa ku tirk lê dijîn pêkhatîye.
Di şerê Rus û Osmanîyan (1916,1917) da Ermenîyan, bi rûsan re tifaq kirîye. Di vê tifaqê da metirsîyek mezin li ser axa serhedê ya Kurdistanê çêbûye û 1.270.000 kurd ji cîh û warên xwe bûne. Ji Erzurum, Kars, Wan, Bidlîs û Mûşê ev koç pêk hatîye. Beşek ji vê koçê berê xwe daye Amedê, Mêrdîn û Ruhayê. Piranîyên wan derbasî binxetê jî bûne. Lê beşek mezin dewletê berê wan daye ber bi tirkan ve. Ev beş ji %90î di rîyan da, ji serma û birçîbûna mirine. Ev hejmar nêzî 800.000î ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览733
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 02-06-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 25-07-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):03-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览733
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,274
图片 106,503
书籍 19,256
相关文件 96,952
Video 1,386
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!