图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qirkirina Agirî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qirkirina Agirî

Qirkirina Agirî
=KTML_Bold=Qirkirina Agirî=KTML_End=
Siddik Bozarslan

Jenosida li Agrîyê
Rojnameya Cumhuriyetê di 16-07-1930 yan da nûçeyeka jenosidê jibo herêma Agrîyê weha nivîsîye:
“Qasî 1500 şakî mane ku wan xwe avêtibû ser girên Çîyayê Agrîyê. Firokeyên me, bi şidet bombebaranê li ser şakîyan dibarîne. Çîyayê Agrîyê bi daîmî di nav agir da dinale. Qertelên hesinî yên tirk, hesabên asîyan (serhildêran) paqij dikin. Gundên ku piştgirîya şakîyan qebûl kiribûn, bi tevayî tên şewitandin. Di hereketa Zîlanê da jimareya ku hatine îmhakirin, derdora 15.000 kes in. Newala Zîlanê, bi cesedan tije bûye…” (Yê ev nûçe ji Cumhuriyetê veguhastîye: Baskın Oran, Atatürk Milliyetçiliği, Dost Kitabevi Yayınları, Ankara, 1988, s.174)
Bê guman gelek rojname, rojnamevan û nivîskarên tirk, bi nivîsên xwe, bi nîrxandinên xwe, rûyên xwe yên qirêj nîşan dane ku wan çawa dijminatîya kurdan kirine. Wek mîsal yek ji wan faşist û nejadperestê tirk jî Şadıllili Vedat e ku jibo jenosida Serhildana Agrîyê weha nivîsîye:
”Dema di 18 yê îlonê da çek hatin bêdengkirin, encam weha bû: Hin ji serhildêran hatibûn kuştin, hin ji wan hatin surgûnkirin jibo bajarên rojava, hin jî revîyabûn Îranê. Lê gundên ku ji şeş eşîran mabûn, hemî hatibûn şewitandin.” (Şadıllili Vedat, Türkiye´de Kürtçülük Hareketleri ve İsyanlar, Cilt 1, s. 139, Kon Yayınları, Ankara 1980)
Li ser bûyerên komkujîyê û surgûnê di encamên Serhildana Agrîyê da nîşandana reqemên qethî ne mumkûn e. Jibo mîsaleka surgûnê Dr. Hikmet Kıvılcımlı ji rojnameya tirk ku di 18.11.1931 an da wek nûçe cîh daye, weha nivîsîye:
”Trabzon, 17 bajarên Garbê, ji eşîra Halikanlîyê 1000 kes jibo surgûnkirinê îro bi vapora (keştî) Anafartayê hatine sewqkirin.” (Dr. Hikmet Kıvılcımlı, Yol İhtiyat Kuvvet: Şark (Milliyet), Arşiv Y. Stockholm 1980, s. 140)
”Li Dadgeha Giran a Adanayê, di nava vê hefteyê da, dê dadgehkirina 700 şakîyên Agrîyê despêbike. Heta nuha 192 kes gihane bajarê me.” (Rojnama Cumhuriyet, 28-11-1931) Dr. H. Kıvılcımlı di derbarê vê nûçeya rojnameya Cumhuriyetê da weha gotîye:
”Hûn dizanin maneya wê çi ye? Ji bajarê Beyazîtê 700 kes birêdikin jibo dadgehkirinê, lê tenê 192yê wan bi sax û selamet digihîjin Adanayê… Di rêyan da çi bi yên dî hatin?.. Ne hûn wê bipirsin û ne em bibêjin, behs bikin.” (Dr. Hikmet Kıvılcımlı, age. S. 195)
Yanî li gora wê nûçeyê, 508 kes di rê da hatine kuştin. Ev jî bi awayeka dî jenosîdeka tirkan e ku anîne serê kurdan. Ji Bazidê 700 kes dixin rê jibo herin Adanayê û li wir mehkeme bibin, lê tenê 192yê wan gihane cîyê mehkemekirinê. Gotina ku Dr. Kıvılcımlı, nexwestîye bêje, ev qirkirin bi xwe ye. Garo Sasunî jî çend numûneyên weha di kitêba xwe da neqil kirîye ku tirk di kirinên hovîtîyê da çiqas zîrek in. Min di nivîsareka dî da behs kirîye, hûn dê wê bibînin.
Di derbarê bûyereka surgûna ku di 1926an da qewimîye, Haydar Süphandağlı weha dibêje:
”Dirêjîya qefîleya ku ji Wanê derxistin rê, bûbû qasî kilomîtroyek. Zarû- zîç, cuwan, salmezin, bi hezaran însan, suwarî, peyatî, erebeyî, bi wesîteyên cuda di nav rêwîtîya herbê (şer) da bi girîna çavan ji welatê xwe dûrdikevin. Destên Muftuyê Wanê Masum Efendî ji ber kelebçeyê werimîbû, xwîn li qevda destê wî suwar bûbû. Wî ji cendirme xwestibû ku piçek destên wî sist bikin. Vê ricaya xwe ji cendirman ra got. Lê Bediuzzeman, te digot qey di alemeke dî da ye, qet xema wî nebû. Li hemberî wê daxwaza masumane ya Masum Efendî, bi lêdaneke qondaxa tifingê bersiva wî da û wî di nava herîyê da gevizandin.”(N. Şahiner, age, s. 90-97)
Wek tê zanîn di vê surgûna ku ji herêmên Wanê- Bidlîsê di 1926an da çêbûye da ne tenê Said-i Nûrsî (Bediuzzeman) û Muftuyê Wanê Masum Efendî hebûne; digel wan gelek navdarên dî jî hebûne ku mirov dikare hin ji van navan li vir rêz bike: Kurê Muftuyê Wanê Abdulbaki Arvasi, Muftuyê Gewaşê Hasan Efendî, Şêx Abdulbaki Efendi, Ahmet Alpaslan ku ew di 1946-1950yan da di CHP da bû Gelwekilê Agriyê, bavê Ahmet Alpaslan û xismên (eqrebayên) wan, Kor Huseyin Paşa û kurê wî Haydar Süphandağlı û xismên wan jî hebûn. Van surgûnan bi xeta Patnos- Erzurum- Trabzon- Stanbolê hatibûn şandin bo bajarên dî.
Li vir wek anekdotekê, ez dixwazim bi çend hevokan behsa Îbrahim Arvasî û malbata wî bikim. Î. Arvasî, bi navê ”Rastîyên Dîrokî” kitêbek nivîsîye û di 1964an da li Ankarayê wê daye çapkirin. Di beşeka kitêbê da Î. Avrasî, wek bîranîn behsa malbat û xismên xwe dike û weha dibêje: ”…Birayê minê rehmetî Abdullah Beg û mamê min miftîyê Wanê Şêx Masum Efendî, di dema Kongreya Erzurumê da beşdarî nav ”Rumeli ve Anadolu Müdafaa- i Hukuk Cemiyeti”yê bûne û ew bûne ´Temsîldarên Heyeta Bajarê Wanê.´ Digel wê jî Masum Efendi û çar birayên wî û du kurên wî û birayê min Abdullah Beg ketin nav qefîleya koçberên ewil yên Wanê.” Van gotinên Î. Arvasî, di kitêba N. F. Kısakürek da jî cî girtîye. ((N. F. Kısakürek, Son Devrin Din Mazlumları, Büyük Doğu Y. İstanbul, 1989, s. 69-70)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览742
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/- 02-06-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 19-08-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Agirî
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):03-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览742
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!