图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,689
书籍 19,155
相关文件 96,432
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qetlîama (jenosida) Dêrsimê (1937-1938)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qetlîama (jenosida) Dêrsimê (1937-1938)

Qetlîama (jenosida) Dêrsimê (1937-1938)
Qetlîama (jenosida) Dêrsimê (1937-1938)
Siddiq Bozarslan

Roja 10-11-1937 an, Dadgeha Îstiklalê ya Tirk cezayê dardakirinê dide Seyîd Riza (75 salî) û 11 hevalên wî ku di nav wan da kurê wî yê biçûk Reşik Huseyn (16 salî), serokê eşîra Yusufan Kamber, serokê eşîra Kureyşan Seyîd Huseyîn û Alî Axa jî hebûn. Balkêş e ku rêvebirên Ankarê temenê Seyîd Riza biçûk dikin û yê kurê wî jî mezin dikin da ku di nav lihevatina qanûnê da wan îdam bikin.
Li gora Dr. Nûrî Dêrsimî, li ber darê sêpikê S. Riza bi Zazakî weha gotîye:
”Ez 75 salî me û şehîd dibim, digihîşim şehîdên Kurdistanê. Dêrsim têk diçe, lê Kurdîtî û Kurdistan dê bijî. Wê cuwanên Kurd tolhildanê bigre. Mirin ji zilimkaran ra! Mirin ji derewkar û qehpikan ra!” (Dr. Vet. M. Nûrî Dêrsimî, Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim, r. 190-191, Weşanxana Zêl, Stanbol 1994)
Seyîd Riza ”Min bi dek û dolabên we ra serî dernexist, ev ji min ra bû derd, lê min jî li pêşberî we çok danenî (stûyê xwe xwar nekir), ev jî bila ji we ra bibe derd!” gotîye.
Van gotinan Seyîd Riza ji M. Kemal Atatirk ra dibêje. Jib er ku M. Kemal, di bin perdeya xapandinê da xwestibû ku S. Riza dawa lêborînê jê bixwaze ku ew were efûkirin. Lê S. Riza di pratikê da rêvebirên Ankarayê yên hevalên M. Kemal ceribandibû û êdî baş têgihiştibû ku Ankara dixwaze li herêma Dêrsimê qetlîam bike û koka Dêrsimîyan bîne. Loma ew li hemberî M. Kemal bersiveke bi serbilindî dabû û jê efûyê nexwestibû. Ev helwesta S. Riza li hember M. Kemal û li ber darê sêpikê bandoreke mezin li ser Îhsan Sabri Çağlayangil hiştibû û loma wî di bîranînên xwe da vê rastîyê bêhemdê xwe be jî bi awayeke hurmetkar weha nivîsîye:
”… Seyîd Riza ji bêdengî û valahîya meydanê ra qêrîya her wek ku ew tije însan e: ´Evladi Kerbelayih. Bî hatayih. Ayiptir. Zulümdür. Cinayettir!’ (Em ewladî Kerbela ne. Bê xeta ne. Şerm e. Zulm e. Cinayet e) got. Mûyên min gij gij bûn. Ev zilamê kal rep rep meşîya. Çingeneyî tehm da, ben xiste qirika xwe, pîyê xwe li kursîyê xist û xwe bi xwe daleqand… ”
Riza di vê hewildana xwe ya mêrxasîyê da neheq jî nebû. Wî bi çavên xwe dîtibû ku fermandarên Sîstema Ankarayê bi hezar dek û dolaban xwestine xelkê Dêrsimê bixapînin; eşîr bera hev dabûn, jibo qirkirina xelkê herêmê çi ji dest wan hatibû, têxistibûn jîyanê. Wan bi firokeyên xwe yên şer gelek herêm bombebaran kiribûn, kal û pîr, jin û mêr bi hezaran Dersimî revîyabûn şikeftan û wan deran ji xwe ra kiribûn sitar. Lê leşkerên Tirk devên şikeftan jî digirin û bi gaza dermanên mişkan Dêrsimîyan jehrî dikin ku li hundurê şikeftan xwe veşartibûn û hemî bi awayeke hovane tên kuştin. Keç û jinên Dêrsimîyên ku nexwestin bikevin destên eskeran, xwe bi xwe kuştin, xwe di kendalan werkirin, li ser zinaran xwe avêtin Çemê Munzurê û bi vî awayî dawî li jîyana xwe anîn ku di nav wan da keça Nurî Dêrsimî ya 14 salî Fato jî hebûye. (Dr. Vet. M. Nurî Dêrsimî, Eynê eser. R. 207)
İhsan Sabri Çağlayangil ku di dema Jenosida Dêrsimê da berpirsê ewlekarîya- emnîyeta- bajarê Malatyê bûye; nuha ji serokê CHP Kemal Kılıçdaroğlu ra weha dibêje:
”… Ez encamê dibêjim. Wan qebûl nekir. Vekêşîyan şikeftan. Ordîyê gaza jehrî bikaranî. Li alîyê hundurê derîyên şikeftan. Wan wek mişkan bi jehrîyê xistin. Ji heft salî heta heftê salî ew Kurdên Dêrsimî serjêkirin. Hereketeka bi xwîn bû. Doza Dêrsimê jî temam bû. Otorita (desthilatdarî) Hukumetê jî ket nav gundan û Dêrsimê. Dêrsim weha temam bû…” (Bîranînên İ. S. Çağlayangil, Hevpeyvîna İ. S. Çağlayangil jibo Kemal Kılıçdaroğlu)
Seyîd Riza ji M. Kemal ra weha dibêje:
” Min jibo sulhê, jibo komarê gelek tişt kir. Ez bûm alîkar jibo berhevkirina (civandina) çekan. Çek hatin berhevkirin. Hat gotin ku van zilaman bên teslîmkirin, min wan teslîm kir. Dema her tişteke ku xwestin, ”ev dawî ye” gotin. Paşê despêkirin jibo xwestina zêdetir tiştan. Daxwazên we qet temam nebûn. Ez ewil van tiştan tênegihabûm. Paşê ji Qanûna Tuncelîyê ku derçû ez baş têgihiştim. Ez ewle bûm ku em Dêrsimî çi bikin jî ev we ranawestîne. Ji serî da pîlana we ew bûye ku tevayîya Dêrsimê ji ortê bê rakirin, ji kokê ve were tunekirin. Gelek dereng be jî ez wê têgihiştim. Ez poşmanê tu tiştek nînim ku min kirîye, ez efû (lêborîn) jî naxwazim, ev gotinên min ên dawîyê ne, tu tiştekî dî jî nabêjim.” (Mehmet Gul, Rûpelanu, 11.11.2018)
Kujerên Sistema Ankarayê yên hov hewqas tirsonek in ku hurmetê ji gorbihiştên Kurd ra nîşan nedane; her wek di bûyera dardakirina (kuştina) Şêx Seîd û 47 hevalên wî da hatîye dîtin, wan cesedên canfîdayên Kurd jî ji malbatên wan û ji gelê Kurd veşartine û wan winda kirine û heman tişt anîne serê Seyîd Riza û hevalên wî jî. Ev kiryarên bi hovîtî, di belgeyên resmî yên dewletê da jî hatîye qeydkirin. Li gora belgeyên dewletê aqîbeta cesedên Seyîd Riza û hevalên wî weha bûye:
”Ceset hatin veguhastin bo erdeke xalî û bi gazê hatin şewitandin. Bermahîyên wan jî têxistin çuwalan û di navbera Stasyona Trênê ya Merkeza Elazîzê (Xarpêtê) û Stasyona Trênê ya Yolçatîyê da xistin çalekê û defin kirin. Xerîte û zapitnameya (girtînameya) cîyê definkirinê, xeberdanên li trênê, digel dengê qeyidkirî, digel nexşeyê (xerîte), teslîmî Îhsan Sabri Beg bû. Ev rapor du nusxe hatîye amadekirin. Nusxeya 1. jibo Serokwekalet, nusxayek jibo Îhsan Sabri Beg hatîye teslîmkirin…”
Di nav çarçoveya xwemikurîyên İ. S. Çağlayangil da bi awayeke vekirî tê dîtin ku ji despêka Serhildana Kocgirîyê heta Qirkirina Dêrsimê; Seyîd Riza xwestîye bi awayên aştîyane û demokratik şolên heyî bên çareserkirin. Lê kargêrên sistema Ankarayê ji mêj ve Pîlana Jenosida Dersimê amade kiribûn û wê gav bi gav xistin jîyanê. Bi tabîreka dî, ew pîlana ku dixwestin li ser qirkirin û tunekirina Rûm, Ermen, Kurd û gelên dî yên di nav sînorên osmanî û tirk da mabûn; neteweyek tirk biafirînin û loma çi ji destê wan hat kirin.
Bi pêkanîna qirkirina Dêrsimê ve bizavên Koçgirî, Şêx Seîd û Agrî ku bi xwînê hatibûn xemilandin û Kurdistan serûbino bûbû, wek xeleka dawîyê li Dêrsimê temam bû. Seyîd Riza û hevalên xwe jî, wek bi sedan û bi hezaran cangorîyên Kurd û Kurdistanê ku ji qonaxa Abdirrehman Paşa ya 1806an da rûdabû; dom kir heta qonaxa Qirkirina Dêrsimê ya 1938an. (Rapora Dêrsimê, 100 nusxeyên taybetî hatine çapkirin, yê çap kiriye, Fermandarê Giştî yê Cendirme Kazim Orbay e.)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览752
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 02-06-2023
挂钩项目: 15
小组: 文章
Publication date: 21-08-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Dersim
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 02-06-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on03-06-2023
此产品最近更新( سارا ک ):03-06-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览752
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,689
书籍 19,155
相关文件 96,432
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!