کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  578,492
الصور
  122,451
الکتب PDF
  21,894
الملفات ذات الصلة
  122,065
فيديو
  2,160
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
313,460
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
94,776
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,512
عربي - Arabic 
42,639
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,253
فارسی - Farsi 
15,030
English - English 
8,463
Türkçe - Turkish 
3,808
Deutsch - German 
2,013
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
5,752
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,885
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,044
الشهداء 
4,910
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
995
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
840
PDF 
34,403
MP4 
3,740
IMG 
229,149
∑   المجموع 
268,132
البحث عن المحتوى
Çend numûneyên Jenosidê li Dêrsimê
صنف: بحوث قصیرة
كورديبيديا أعظمُ مشروعٍ لأرشفة مَعارِفنا (معلوماتنا)..
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Çend numûneyên Jenosidê li Dêrsimê
Çend numûneyên Jenosidê li Dêrsimê
=KTML_Bold=Çend numûneyên Jenosidê li Dêrsimê=KTML_End=
Siddik Bozarslan

Divê ez bidim xuyakirin ku di derbarê hovîtîyên ku ji alîyê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistanê hatine pêkanîn, çavkanî wek wesîqe gelek kêm in. Di van salên dawîyê da hin wesîqeyên ku ji meclisa tirk û ji eskerîyê peyda bûne û çap bûne, piçek be jî wan haydarîyên dizî ronî dikin. Jibo bûyeran gelek sitran hatine gotin ku ew jî bi awayekî sînorkirî wan jenosidan didin ronahîkirin. Dr. Nurî Dersimî di 11ê îlona 1937 an da, ji Serxetê derbasê Binxetê bûye û li wir du kitêb nivîsîye ku heta van salên dawîyê tenê ew her du kitêb hebûn: ”Kürdistan Tarihinde Dersim” û ”Hatıratım”.
Di derbarê jenosida Dêrsimê da nivîskar û şaîrê navdar yê tirk yê îslamist Necip Fazıl Kısakürek, çend resmên îbretê û balkêşîyê pêşkêşî me kirîye ku ercîya ye (hêja ye) em wan raxînin vir. Wî di bin navê ´ Son Devrin Din Mazlumları´yê da weha nivîsîye:
“Ji ber ku can û xwîna herî hindik 50.000 musulmanan di nav wê çarçoveyê da ye, wek xetên qalind me wê wek xerîteyek çixêz kir û bi xetên sereke ew tespît kir ku facîayeke (wehşetek) ku mirov nikare di dîrokê da nîşan bide.
Du zarûkên masum ku li bavên xwe digerîyan û dixwestin herin nik wî, ew ji alîyê qeymeqamê Hozatê ve hatin pêşwazîkirin û bi derbeyên sunguyan hatin rêkirin jibo ber bavê wan… Xortek ji nava alava agir revî derve û got ku ew mamoste ye û tu eleqeya wî û gundîyan bi hev tune ye, ew dikare wê îspat bike eger destûr bidin pê, lê ew bi qalasê avêtin nav agir û li hemberî wî cixare hat kişandin… Tevayîya gundîyên gundekî ku bi gulebaranê wan avêtibûn ser pûşên genim hatin şewitandin… Zarûkek (rastî bebikek e) ku ji zikê dayîka xwe ya zikqelaştî derketibû derve û hê jî dijîya û şûna kêra tûj li penîyê xuya dikir… Jibo dîtina celadê vî emelî ku li newalekê hatibû serjêkirin, bûbû sedemê dijwarîya jîyana 20 mesuman.. Û yên wek wan gelekên dî, gelekên dî…” (Necip Fazıl Kısakürek, Son Devrin Din Mazlumları, Büyük Doğu Y. İstanbul, 1989, s. 173)
“Sê zarûkên ku li ortokul/mektebanavîn a Xarpêtê/Elazizê şagirtê xwendinê ne, jibo bênvedanê /tatilê çûne Hozatê ba malbata xwe û ketine nav wê wehşeta lê qewimîye. Dema ew gihane gundê xwe ku nêzîkê Hozatê bûne, ew hîn dibin ku bavê wan Yusuf Cemil hatîye kuştin û dest bi girînê kirine. Ji zarûkan ra ev bersiv hatîye dayîn: “Em dê we jî bişînin cem wî.”
“Bi kaşkirinê zarûkan ji odeyê derdixin derve û di bin nezareta cendirme da ew bi rêdikevin û di rê da cendirme wan dide ber sunguyan. Bi vî awayî ew hatine rêkirin cem bavê wan.”(ages.174)
“Li gundekî, her malek cuda cuda hatin şewitandin û derdora hemî xanîyan jî agirê mêledemê( meşaleyan) hat avêtin. Zilamek ji gund wek dînan ber bi kesên ku agir temaşe dikin ve tê û diqîre: “Bisekinin, ez ne ji gund im! Muallim im /mamoste me. Ez ji we ra xwe îspat bikim!” Lê li hemberî wan gotinan, wî gêr dikin nav êgir. Ewil, dema pûrtên singa wî dişewitin, fermandar bi haz cixara xwe dikêşîne.
Nivîskar dide xuyakirin ku `dema ew di 1944an da li Eğridirê esker bûye, di huzura kesên resmî de, wî fermandarê ku mamosteyê gund digel gundîyan şewitandîye û bi haz cixara xwe kişandîye`, bixwe ji devê wî fermandarî guhdarî kirîye.” (age, s. 174)
“Ji gundê Yusuf Cemil 200 jin û zarûk tên kuştin û ew li ser pûşê genim tên şewitandin. Di nav mirîyan de, bi navê Rustem eskerek jî hebûye ku ji Xarpêtê bi izin /destûr hatîye cîyê wehşetê. Wî bi israr xwestîye ku dikare kaxidê xwe yê iznê nîşan bide ku ew eskerekî li iznê ye; lê ew digel çar zarûkên xwe û dîya xwe ya 80 salî tên gulebarankirin û şewitandin.” (age 174- 175)
“Kasımê kurê Cafer ji gundê Qerece/Karaca, girêdayî Hozatê ye… 30 sal berîya bûyera Dêrsimê çûye Amerika û li wir 15 sal maye. Piştî ku ew gelek pere qezenc dike, dizivire gundê xwe. Birayê wî Yüzbaşi Şükrü, di Şerê Cîhanî yê Yekemîn da wek fermandarekî beşdarî Enîya Şerê Kafkasê li Köprüköyê dike û li wir şehîd dibe; du zarûk û jina wî Şêrîn Xanim jê dimînin. Kasim, piştî vegera ji Amerikayê, bi jinebîya birayê xwe ra dizewice û li navçeya Hozatê bi cî dibe. Ew ji xwe ra dikaneka bazirganîyê (ticaretê) vedike. Ji ber ticaretê Kasim carna bi daîreyên hukumetê ra jî kar dike û di encamên vê ticaretê da 6000 Lire Meqamê Kaymakamîya Ovacikê jê ra dibe deyndar. Di dema hereketa Dêrsimê da Kasim diçe meqamê Kaymakam ku perê xwe bistîne. Kaymakam karê wî çêdikin û perê wî didin. Lê piştî ku ew perê xwe distîne, jê ra dibêjin: “Ji Hozatê gazî te dikin!” Loma divê em te bi muhafeza eskerîyê rêkin. Piştî seetek ku ew ji navçeyê dûr ketine, cendirme wî dikujin. Pereyên ku di berîka wî da bûne, ji alîyê du rêvebirên (amirên) îdarî ve tên parvekirin.
“Dema ew reben tê kuştin û şeliandin, Şêrîn Xatun digel çar zarûkên xwe, çûne mala cîranan. Dema ew dizivire malê, dibîne ku derî hatîye şikandin û hundurê malê tevlîhev bûye û adeta mal wêran bûye. Di wê rewşê da ew dest bi qêrînê dike: `Werin hewarê, eşqîya ketîye mala me.` Muqabilê wê hewara xanimê, li dervayî derî ew digel çar zarûkên xwe tên kuştin. Zêr û hemî alavên malê tên talankirin.” (age, s. 175)
“Di vê navberê da li gundê Hozatê, li Zimbikê bûyereke gelek balkêş diqewime ku ev ne mumkun e ku were xeyala Şekspir. Derdora 100 jin û zarûkên vî gundî ku zilamên wan hemî hatine kuştin; ew bi aletêkî tûj (yanî sungu-xencerên eskeran) tên kuştin. Di nav van xanimên kuştî da jineka ducanî jî hebûye ku li ber zayînê bûye. Dema bi sunguyê zikê wê hatîye qelişandin û ruvîyên wê parçe bûne û derketine derve û ew mirîye. Piştî ku hawirdor aram bûye, çend jinên ku xwe veşartine, diherin ser wan jinên mirî û tek û tek wan kontrol dikin. Ew di nava wê wehşetê da dibînin ku bebika ku ji zikê dayîkê derketîye derve, ew hê sax e. Wan jinan, wê bebikê dibin dimjînin, xwedî dikin û mezin dikin, nav jî “Besê” lê dikin. Ew keçik hê jî li jîyanê ye û li heman gundî ye! Dema xencer zikê dayîka wê parçe dike, ew jî di panîya linga xwe da birîndar dibe û ev birîn hê jî li panîya wê xuya ye.”
“Bi navê Welî (Veli), xortekî ji gundê Lolontanêr/Dolantanir ku girêdayî Hozatê ye; ew li Xarpêtê (Elazig) Mekteba Muallimîyê (mamostetîyê) dixwîne, dibe mamoste û li Trakyayê dest bi kar dike. Welî, li wir dizewice û dibe bavê sê zarûkan. Di dema bûyerên Dêrsimê da ew digel malbata xwe jibo tatila havînê diherin gundê xwe û xwe di nav wê wehşetê da dibînin. Welî û malbata xwe, digel hemî gundîyan, çi mêr çi jin û zarûk tev tên kuştin û şewitandin.” (age, s. 176)
“Xelkê nahiyeya Tersemekê girêdayê Mazgirtê tê qirkirin… Yekî xwedî merhamet, derdora bîst zarûkên yek salî heta deh salî dibe di newalek da vedişêre. Ev rewş, ji nîşka ve tê famkirin. Ferman tê dayîn ku ew 2o zarûk werin kuştin. Lê kes qebûl nake ku wê fermana kuştinê bîne şûnê. Kesên herî zalim jî mecbûr dibin ku bêjin ew nikarin li hemberî wan zarûkên masûm çek bixebitînin. Ev ceribandin çend car badilhewa dihere ku dibe semedê acizbûna fermandaran. Herî dawî, zilamek tê dîtin ku ji cengeneyek reştir bûye û ew dihere newalê karê kuştina wan zarûkan pêktîne.” (age, s. 176-177)
“Kesan dîtine ku ava Muradê wek xwînê herikîye.
Faciaya Dêrsimê ku di 1938an da qewimîye, Mareşal Fevzi Çakmak Serokê Kurmayagiştî ye û serokwezîr jî Celal Bayar bûye. Em girêdana vê facîayê hewaleyê xeyala xwendoxan û qelema dîroknasên dahatuyê dikin ku wek çend resmên teferuatê ev in…”(age, s. 177)
Li vir divê ez bidim xuyakirin ku ev jenosida ku bi mîsalên cuda N. Fazil di kitêba xwe da raxistîye pêşberî me; li gora wî jibo musulmanbûna kurdan bûye ku ew hatine kuştin. Lê rastî ne weha ye. Ew jenosid jibo ku Dêrsimî kurd bûne pêk hatîye. Bi gotineka dî: kurd jibo nasnameya xwe ya kurdbûnê û Kurdistanîbûnê raserî wan qirkirinan hatîye. Her wek li Koçgirîyê, li Agrîyê û di Bizava Şêx Seîd da jî heman tişt qewimîne.
Jibo jenosida Dêrsimê, Albayê teqawidkirî Îbrahim Hulusi Yahyagil weha dibêje:
”Di 1938an da em hatin wezîfedarkirin jibo serhildana Dêrsimê bidin rawestandin û hilweşandin. Ew tiştê ku jê ra serhildan dibêjin, hin gundên çîya, ew sal bac (vêrgu) nedabûne. Fermana ku ji me ra hatibû dayîn, yek gotinek bû: ´Tunekirin (imha)!..´ ”Tişteke zindî nehêlin: cuwan- emirmezin (kal û pîr), zarûk û jin û wd.” (Necmeddin Şahiner, Son Şahitler Bediüzzaman Said Nursi´yi Anlatıyor, İstanbul, Yeni Asya Yayınları, 1978, s.40)
”Ferman ji me ra hat: ”We kê dît, hemîyan bikujin (imha bikin).” hatibû gotin. Wê demê cixare peyda nedibû. Li ber esker cixare tunebû. Tunebûna cixarê jibo me bûbû hesreteka mezin ku ji hesreta weten mezintir bûbû. Zapitan gotibûn ku ”Yê ku kelleyekî (serîyekî) kurd bîne, paketek cicare mukafat distîne” Û ew roj di nava wehşetek da em esker, wek dînan, me jinan, keçên cuwan û zarûkan li camîyek civandin, ku nedişibîya camîyê, wek kilîseyek bû, me derî li ser wan girt û gazê da wan û hemîyan ´çitir çitir´ şewitand.” (Yakın Tarih Ansiklopedisi, cilt 10, s. 84, Yeni Nesil Gazetesi, 15 Haziran 1989
Albay Reşat Hallı, jibo numûneyeka hovîtîyê ku li Newala Laçê (Dêrsim) pêkanîne, weha dibêje:
”Şikeftên (mixareyên) ku heydûdên Dêrsimî ji xwe ra kiribûn sitargeh, me bi keviran devê wan girt û kir wek dîwar. Hawirdorê şikeftan ji alîyê eskerên me yên jêhatî ve hatibûn dorpêçandin. Ji dervayê top û tifingên makineyî, mifrezeya istihkamê ku ji alaya 25an hatibû şandin, jibo avêtina qalibên xirakirinê ku dê şikeftan xirabikirana û yên hundûr bihatana kuştin, yên ku bibezin derve jî, ji alîyê eskeran ve hatin gulebarankirin. Bi vî awayî di sehaya şikeftan da tevayî 216 heydût hatin kuştin û wekî dî cesedên 12 heydûdan jî li ser ava Munzûrê hatibûn dîtin.” (Yakın Tarih Ansiklopedisi, C. 10, S. 108, Yeni Nesil Yayınları İstanbul, 1989)
Ev zapitê teqawidkirî yê tirk (Alb. Reşat Hallı), bi navê “Türkiye Cumhuriyeti´nde Ayaklanmalar” (Serhildanên li Komara Tirkîyê) kitêbek amade kirîye û ew di 1972an da di bin Serokatîya Dîroka Harbê yê Genelkurmayê da hatîye çapkirin. Li gora haydarîyên kitêbê, Serhildana Dêrsimê, şeva 20/21ê adara 1937an, Pira Newala Harçik ya texte, ji alîyê Demenan û Haydaran ve hatîye şewitandin û tertibata telefonê ya Kahmutê hatîye xirakirin û bi vî awayî hewildanên eskerîyê jî despêkirîye. Dîsa li gora kitêbê di 4ê gulana 1937an da jibo Xirakirina Dêrsimê (divê mirov wek qirkirin, surgûnkirin û wêrankirinê bixwîne) biryareka hukumetê derçûye ku bi awayeke “Gelek Dizî ye”, ew biryar jibo herêma Dêrsimê hatîye şandin.
Li gora kitêbê, raporên bûyerên ku li Dêrsimê qewimîne, ji alîyê Atatirk û Mareşal (Fevzi Çakmak) ve roja 4.5.1937an hatîye nirxandin û ew gihane vê encamê: 1. Hêzên eskerîyê ku kom bûne, divê bi êrîşkirinê xeta Nazimiye, Keçizeken, Sin, Karaoğlanê, bigihîje encamek. 2. Vê carê ew gelê ku ketine nav serhildanê, divê ji cîh û warên xwe werin dûrxistin jibo dereke dî. Ev hewildan jî bi awayek ku em bavêjin ser gundan, çekan bicivînin, malên wan xirabikin û xelkê wê derê ji wir dûrbixînin jibo derên dî. Nuha ji alîyê hukumetê ve munasib hatîye dîtin ku 2000 kes werin dûrxistin. Jıbo karanîna van hewildanan dil bi peran meşewitînin, ji nav wan gelek kesan bistînin û bixebitînin jibo gehîştina amancên me. Hatîye xuyakirin ku heta hêzên ji Dîyarbekir û Malatyayê bigihîn wê derê û tevdîl temam bibin, di 12ê adarê da despêkirina êrîşan divê were pêkanîn.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,901 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://portal.netewe.com/- 02-06-2023
السجلات المرتبطة: 16
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 26-08-2021 (4 سنة)
الدولة - الأقلیم: شمال کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
المدن: ديرسم
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 02-06-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 03-06-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 03-06-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 1,901 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 3.235 ثانية