Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,390
Bilder 105,711
Bøker 19,160
Relaterte filer 96,485
Video 1,307
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Jenosida li Şêxanê – 25ê tebaxê 1988
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jenosida li Şêxanê – 25ê tebaxê 1988

Jenosida li Şêxanê – 25ê tebaxê 1988
=KTML_Bold=Jenosida li Şêxanê – 25 ê tebaxê 1988=KTML_End=
Siddik Bozarslan

Wek tê zanîn rejima Saddamê nejadperest ne tenê li Halepçeyê gazên kîmyawî bi karanî. Wî berîya jenosida Halepçeyê gelek caran wan çekên jehrî li dijî kurdan xebitand û bi deh hezaran kurd kuşt. Di vî derbarî da çavdêrî û tespîtên pisporê alman Alexander Stenberg Spohr, ku li Almanyayê di rêxistina parastina mafên mirovî Medico Înternational da kar dike, ew jibo çekên jehrî ku rejima Îraqê li dijî kurdan xebitandîye, weha dibêje:
”… rejima Saddam Huseyin, di navbera salên 1986-1987 an da li Başurê Kurdistanê gelek caran çekên kimyawî bi karanîye. Di wê demê da hê jî tesîr û hêza çekên kimyawî, di qonaxa ceribandinê da ye. Kîjan gaz, di kîjan war û hewayê da bên bi karanîn, bêtir bi tesîr dibe? Jibo bersivên pirsên weha, çek tên ceribandin. Di van ceribandinan da kurd tên bi karanîn. Welew ku li tevayîya cîhanê ceribandinên weha li ser mişkan tên bi karanîn jî. Lê jibo diktatorekî nejadperest û kolonyalistekî wekî Saddam, qîmeta kurdan bi qasî mişkan jî tune ye. Jibo wê jî di salên 1986, 1987 an da, li gelek cîyan çekên kimyawî li ser kurdan hatîye ceribandin. Li gora A. Stenberg Spohr, di van ceribandinan da kurdên ku hatine qirkirin, ji kurdên ku li Halepçe hatine qirkirin zêdetir in. Di van ceribandinan da derdikeve meydanê ku sê cure gazên bi jehrî herî bi tesîr in, ev gazên Hardal, Tabun û Sarin in û li ser van gazan biryar tê sitandin.
Çi li Halepçe, çi jî piştî Halepçe gazên ku hatine bi karanîn, ev her sê gaz in. Mesela gazên ku di tebaxa 1988an da hatine bi karanîn, ev gaz in. A. Stenberg Spohr, jibo bûyera 25 ê tebaxa 1988 an ku li herêma Şêxanê qewimîye van haydarîyan dide:
”… Dema çekên kimyawî hatin avêtin, di nav kurdan da panikekê mezin çêbû. Zarû zêç, jin û mêr, kal û pîr û ciwan ji alîyê bakurê welêt ve baz didin û li nêzîkê herêma Şêxanê xwe disipêrin newalek. Newal, kûr û zirav û dirêj e. Ji sê hezarî zêdetir kurd xwe sipartibû newalê. Hêzên Saddam Huseyin dixwazin newalê bombebaran bikin. Lê ji ber ku newal kûr, teng û zirav e, balafir nikarin bombeyên xwe berdin ser wan. Paşê bombeyên gazên jahrkirî davêjin newalê. Her alîyên newalê bi bombeyên gazê tije dikin. Di 10-15 deqîqeyan da ji sê hezarî zêdetir kes dimirin. Tenê 20 kes ji mirinê rizgar dibin ku ew jî pêşmerge bûn û di kêlekên newalê da li cîyên bilind bûn û dixwestin xelkê sivîl biparêzin. Piştî çend rojan li newalê tesîra gazê kêm bûbû. Boldozer hatin newalê û wê serûbin kirin, çalan vekirin û laşên kurdan di wan çalan da binax kirin..” (İsmail Beşikçi, Kürt Aydını Üzerine Düşünceler, Yurt – Kitap Yayın 1991 Ankara, s. 30- 31)
Di dawîya şerê Îran û Îraqê da ku rastî orta Temûza 1988an tê, rawestandina çekan hat îlankirin. Ji ber ku şerê du alîyan rawestîyabû, rejima Saddam hemî hêzên xwe yên eskerî rêkirin herêmên Kurdistanê û di dawîya tebaxê da jî dest bi êrîşan kirin li dijî kurdan. Balkêş e ku ji ber rawestandina şerê Îranê û Îraqê, Neteweyên Yekbûyî/Koma Miletan (KM) Heyeta xwe ya Çavdêrîyê şandibû herêmê. Yanî dema balafirên Baxdayê bi gazên jehrî/kimyawî herêmên Kurdistanê didan ber bombebaranê; Heyeta Çavdêrî ya KM li ser sînorên Îran û Îraqê bûn. Loma bi van kirinên xwe Saddam Huseyîn, bi awayek mesaj dida KM jî û digotin ku ew tu qîmetek nadin KM û prensibên wan. Wek em pê dizanin, qaşo li gora gelek maddeyên KM, bi karanîna çekên kimyawî hatine qedexekirin, lê dema heyeta wan li herêmê ye, rejima Baxdayê li pêşberî çavên wan, çekên kimyawî dixebitîne.
Di mehên sibat û adara 1988an da îslamîyên kurd li li Batmanê û li hin bajarên dî yên Kurdistanê xwepêşandan û protestoyan çêkirin. Mijara van protestoyan, parastina mafên neteweyî yên tirkên bulgar bû. Ji ber ku li Bulgaristanê navên tirkan hatibûn guhartin û qedexekirin. Jibo wan kirinan Dewleta Bulgaristanê û hukumet dihat tawanbarkirin/ rexnekirin. Jibo parastina navên tirkên bulgar, kurdên musulman protesto û xwepêşandan li dar dixistin. Lê li dijî jenosidên ku Saddam li ser kurdan çêkirîye, qet dengên xwe dernaxin. Adeta zimanên xwe dibilînin, guhên xwe ker dikin û çavên xwe jî kor dikin û naxwazin wan jenosidan bibînin. Ji wê jî wêdatir û xirabtir, van kurdên me yên îslamî, teda û zulm û qirkirinên ku sed sal e dewleta tirk li ser wan bixwe pêkanîye û navên wan û hebûna wan jî qedexe kirîye, qet û qet nabînin û jibo hebûna xwe tu tiştek nakin. Bi tabîreka dî van ´aqilmendên´ me bûne wek kûsîyan ku pêşîyên me bîlasebeb negotine ”Kûsî, ji qalikê xwe dûr ketîye û wê naecibîne!” Ango ”Ji xwe ra kor e, ji xelkê ra doktor e.”
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 458 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 02-06-2023
Koblede elementer: 3
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 28-08-2021 (3 År)
Byer: Şêxan
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Sør- Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 02-06-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-06-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 03-06-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 458 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,390
Bilder 105,711
Bøker 19,160
Relaterte filer 96,485
Video 1,307
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.703 andre!