Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  578,208
Resim
  122,398
Kitap PDF
  21,890
İlgili Dosyalar
  121,888
Video
  2,160
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
313,460
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
94,776
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,512
عربي - Arabic 
42,639
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,253
فارسی - Farsi 
15,030
English - English 
8,463
Türkçe - Turkish 
3,808
Deutsch - German 
2,013
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
395
Mekanlar 
72
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,229
Kısa tanım 
1,990
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
840
PDF 
34,403
MP4 
3,740
IMG 
229,149
∑   Hepsi bir arada 
268,132
İçerik arama
Dengbêj dimire, deng û awazên wî dimîne!
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia bir mahkeme değildir, ancak araştırma ve bilgi toplama için veri hazırlar.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dengbêj dimire, deng û awazên wî dimîne!
Dengbêj dimire, deng û awazên wî dimîne!
=KTML_Bold=Dengbêj dimire, deng û awazên wî dimîne!=KTML_End=
İkram Oguz
Dengbêj Huseyno 20 sal berê, roja 8ê Nîsanê di koça xwe ya dawîyê da, bi termê xwe ji vê dinê çû, lê deng û awazên wî mayînde ma.
Gotineka pêşîyan e, dibêjin; „Gotin difire, nivîs dimîne!“
Lêbelê, ger ku gotin bi deng û awazên dengbêjan va xemilandî be, bifire jî tu car wenda nabe.
Dengê ku bi awazên dengbêj va dikemile û di civata mîr û hekiman da dibe stran û ji nav civakê derdikeve, li çol û çîyan olan dide û ji xwe ra li xwedîyek nû digere. Zû ya jî dereng, dibîne jî. Ew xwedîyê nû jî, ya xortek ji xortên li ber lingên dengbêj rûniştî, ya jî zarokek ji zarokên ku li paş derîyê odê sekinî û guhdarîya dengbêj dike, ye.
Deng û awaz bi guhê kê va bizeliqe, ew êdî şagirtê dengbêje û gotin û awaz di hişê wî da cîh digre, ji nû va dikemile, bi xeml û rengekî nû va careke din jîndar dibe…
Jiber ku cîh û warê gotina dengbêj civat e. Heta ku civat hebûna xwe bidomîne, dengbêj û gotina dengbêj di wê civatê da ji xwe ra li starîyekdigere û dibîne.
Dengbêj ne tenê xwedîyê gotina xemilandî, ew, çavkanîya hiş û hişmendîya civakê, parêzvan û pêşvebirên zimanê Kurdî û herweha hilgirên dîrok û wêje ya devkî ye.
Ji dengbêjên ku deng û awazên wî wenda nebûyê û nabe, yek jî Huseyno ye, Huseynoyê Mûşê ya jî Huseynoyê Orgînosê…
Huseyno jî li ber çoka dengbêjek mezin bûye, ku ew jî bavê wî Şakirê Namet e. Mirov Kurd û dengbêj be û di çîroka wî da koç û koçberî cîh negre, nabe. Li enîya Şakirê Namet jî koçberî hatîye nivîsandin. Ew di destpêka sedsala 20an da ji herêma Motkan mala xwe bar dike û tere li gundê Orgînosê bicîh dibe. Orgînos ji nave wê jî tê xûya kirin, gundekî Ermenîyan e di qeyd û bendên Osmanîyan da “Urganots” ya jî “Horganots“ cîh digre. Di sala 1928an da bûye Orgînos, dûra jî bi navekî tirkî û ji bi nîva hatîye gûhartin û bûye Çukurbax. Orgînos îro jî wek gundek ji gundên girêdayî bajarê Muşê ye û durahîya wê ya ji navenda bajêr jî 16 km ye.
Dengbêj Huseyno, di sala 1936an da li Orgînosê çavên xwe li dine vedike. Bavê bavê wî dengbêj Şakirê Namet, dîya wî jî Husna ye. Huseyno li ber çoka bavê xwe mezin dibe û dengbêjîya xwe jî di dema zarokatîya xwe da ji bavê xwe werdigre. Bi awayeka din, ew şagirtê bavê xwe ye.
Huseyno di dema xortanîya xwe da Dengbêj Reso nas dike. Ew jî mîna hemsalê xwe Dengbêj Şakiro dibin tesîra Reso da dimîne, ku her sê dengbêjên bi nav û deng, her yek bi taybetmendîyek xwe ji ekola Evdalê Zeynikê ne.
Huseyno di axaftíneka xwe da di derbarê vê yekê da wuha dibêje: „Di dengbêjîyê da terz û meqamên Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min hev du temam dikin.“
Ew dengê wî yê pesindayînê heq dike, hê di xortanîya wî da li warê dengbêjan, li seranserê Serhedê belav dibe. Di sala 1956an da hê 20 salî ye, rêvebirên Radyo ya Erzirumê ji deng û hunera wî hayîdar dibin. Bi wî ra dikevin têkilîyê û jê ra pêşnîyarek dikin. Ger ku ew bi tirkî bistirê, ew dê dengê wî di radyoyê da qeyd û arşîv bikin. Huseyno wê pêşnîyarê red dike û stranbêjîya bi zimanê tirkî qebûl nake.
Huseyno herçiqas li Orgînosê bijî û bi karê çotkarî û ajalavanîyê ra mijûl bibe jî, mîna hemû dengbêjan ew jî mirovek gerok e û gund bi gund digere. Di dawet û şahîyên gundan da cîh digre û bi dengê xwe yê zirav û bilind distirê, dibe çavkanîya dengbêjan û rê li ber wan vedike.
Tê gotin ku di malbatê da kesê ku karê dengbêjîyê neke, nîne. Ji bilî Delîl Dîlaner, Xalidê bira, Şemsedîn û Behçedê birazî û Cahîdê lawê wî dengbêjên naskirî yê ji malbatê ne.
Huseyno bavê sê qîz û şeş lawan e.
Qîza wî Çîçek, di derheqê bavê xwe û dengbêjîya wî da wuha dibêje: “Me di zarokatîya xwe da bavê xwe zêde nedidît. Jiber ku ew li ser pişta hespê, li tevayî Kurdistanê digerîya û ji şîn û şahîyek şûnda nedima. Carcaran diçû, mehekî nedihat. Em bi hesret li benda vegera wî diman û şîev û roj me rêya wî dipa.
Ew di jîyana xwe da mirovek bi kêf û henek, bu. Li gund ba jî, me ew têr nedidît. Jiber ku derdora wî wala nedibû. Carcaran hinek kes ji dûr va dihatin, ji bavê min ra qala bûyereka ku li wan qewimîye dikirin û digotin, divê tu li ser vê bûyerê stranek derbixî. Qala dem û cîhê bûyerê dikirin, çend nav didan bavê min û diçûn. Bi çûyîna wan ra bavê min xwe diavêt kuncikê odê, li ser piştê vedizelîya. Çavê xwe digirt, destê xwe jî dida ser enîya xwe, di ber xwe da dilorand û li ser wê bûyerê strana xwe çê dikir…
Bavê min ne tenê dengbêj, ew gula civatan bû. Gundî dicivîyan û bê hilbijartin mohra muxtarîya teslîmî bavê min dikirin. Bi vî awayî bavê min bi salan muxtarîya gund jî kir.”
Huseyno di destpêka salên 1970yî da jibo xebatê berê xwe dide Almanya yê. Lêbelê ew zêde nasekine, li welatek xerîb, ji dengbêjî û ji ware dengbêjîyê dûr nikare bijî û loma şûnda vedigere.
Huseyno yê ku min dengê wî di dema zarokatîya xwe da bihîstibû, di sala 1991î li Stenbolê rû bi rû dît û ji nêzîk va nas kir.
Partîya Keda Gel (HEP) di havîna sala 1990î da hatibû damezrandin û ez jî rêvebirê şaxê navçeya Fatîhê bûm.
Di destpêka sala 1991î da HEPê bi biryarek navendî xwe amade dikir, ku cara yekem li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê bi fermi û girseyek mezin Newrozê pîroz bike. Li Stenbolê Salona Werzişê ya Abdî Îpekçî hatibû kirêkirin û roja Newrozê jî bi deh hezaran Kurd bi kelecan hatibûn, di salonê da cîhê xwe girtibûn. Ji bo şahîya Newrozê, ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend hatibûn û ji wan yek jî dengbêjê bi nav û deng Huseyno yê Mûşê bû. Huseyno yê ku heta wê rojê di civat û şahîyên gundan da kilam gotibû, cara yekem li pêşberî hezeran û bi mîkrofonê distira. Di destê wî yê çepê da mîkrofon, destê xwe yê rastê jî avêtibû guhê xwe, li qada salonê digerîya û distira. Dengê wî yê tîz û bilind li seranserê Stenbolê olan dida. Bi deh hezaran Kurd bi guhdarîkirina kilam û stranên wî kêfxweşîya xwe bi çepikan dianîn ziman, ew jî bi dengê çepikên wan va çoş dibû û ji dil va distira…
Dengbêj Huseyno qasî bihêzîya dengê xwe, bi awaz û sewta xwe jî xwedî tabetek cûda ye.
Dengê wî yê tîz û bilindê ku mîna zengil ji qirika wî derdikeve û bi sewta wî ra dikemile merîya dorpeç dike, digre û di nav deşt û zozanên Serhedê da bi xwe ra digerine.
Di kilam û stranên wî da qasî evîn û evîndarîyê, mêr û mêrxasî, şer û pevçûn jî cîh digre.
Loma, mirov bi kilam û stranên wî yên li ser mêranî û merxasîya Kurdan xemgîn dibe û di kurahîya dilê xwe da digrî. Bi kilam û stranên wî yên li ser evîn û evînadîrîyê jî rûyê merîya dikene, meriv dilşa û bextewar dibe…
Huseyno li ser gelek serok û rêberên Kurdan jî kilam û stran derxistine û mirov di kilam stranên wî da welatperwerîyek bihêz jî dibîne. Ji wan stranan yek „Mîrê Min” e, ku ev stran li ser serhildana Şêx Seîd derxistîye û di beşek stranê da wuha dibêje:
Mîrê Min Mîrê min, mîrê min, mîrê min….
Mîrê min heyran sibe ye ez diçûme Dîyarbekira şevitî, kela welîyan e…
Ezê diçûme Dîyarbekira şewitî bala xwe didimê cotê qanûna digere,
ji êvar da tevî polêsan bi dewrîyan e
Çûme derê mahkema Dîyarbekira şewitî bala xwe didimê, distînin îfadeya bavê Şêx Elî Riza,
Qutbê zemanê çîyayê Bingolê distînin ji îdama Kurdan ra qirar dane
Kesekî xwedanê xêran tune, xwe berde Kerkûk û Silêmanyê,
ji wê ra xwe berde mîrata Erebîstanê…
Bila bibêje mala we mîrat be çîyayê Bîngola şewitî, reben ez im gelo bi dûman e.
Perîşanê bi sê dengan dikir gazî, digo heyfa min nayê bi mirina bi Kurdan e
Heyfa min ew e, golikên li ber çêlikan rabûne, ji xwe ra dibêjin, em ga ne
Tolazên van salan çakêtên xwe avêtine ser milan, li ser xanîya şêwir û mişêwre dikin
Li dû Xalitbegê Cibilî, Keremê Qolaxasî, Şêx Seôd Efendî li dinyayê, dîsa dibêjin em axa ne
Mîrê Min Mîrê min, mîrê min, mîrê min….
Mîrê min heyran sibeye diçûme Varto û Gimgima şewitî gelo wê bi ce ye
Min dît taqîba bavê Şêx Elî Riza rabû ji Erzirumê ji Qerekilîsê,
ji Wanê ji Bitlîsa şewitî deste bi deste ye
Kesekî xwedanê xêran tune kaxizekî bişîne cem Silêmanê Ehmed bavê Ferzende ye
Bibêje mala te xirab be hukumeta Cumhuriyetê li me hatîye xezebê ye…
***
Huseyno li ser tekoşîna Mele Mistefa Barzanî û serokê Kurdên Rojhilatê Simkoyê Şikakî jî kilam derxistîye û straye…
Kilama wî ya li ser Silhedînê Mala Seydo, kilamek ji kilamên wî yê sereke ye û beşek ji wê kilamê jî wuha ye…
Axa o axa o
Ji berê da camêrê mêra o
Bav û kale te rabûne nerabûne palbendê eşîrano
Sibeye, yûzbaşîyê cendirman yûzbaşikî delodin e
Yûzbaşî ji Bismilê derketîye tê û dilezîne
Qerebaxçê ji ber gîzmê xwe dikişîne
Bi ser serê Silêman û Ebdulqadir, Usiv û Îbrahîm da dihecîne
Dibê lawo ca were ji min ra bibêjîn fîrarên binya xetê hatine kî û kî ne
Îbrahîm dibêje, yûzbaşîyo lo lawo
Qey tu nizanî fîrarên binîya xetê kî û kî ne
Yekî wî Îsmaîlê kurê Şêx Şemsedîn e
Yekî wî Ûsê Evdurehîm e
Yekî wî Cemîlê Seyda ye, ku peyayê Şêx Nûredîn e
Eger tu qala mahkûmên binya xetê dikî,
Jê ra dibêjin berxê Mala Seydo Silhedînê delodîn e
Li deşta bişêrîyê di nava zevîya genim da cîbicî rûnîştîne…
Husêyno, di 1998an da jin û heval xwe ya bi salan, Dîlbera ku jîyana xwe pê ra parvekiribû, wenda dike. Piştî mirina Dîlberê tenê dimîne û xemgîn dibe, dikewice û berxwe dikeve. Di heman salê da krîza dil derbas dike û girêdayî cîh û nivînan dibe. Pişîtî nexwaşîîya çend salan, di roja 8ê Nîsana sala 2001î da koça xwe ya dawîyê dike û termê wî bi merasikmeka mezin, li gundê wî, li Orgînosê tê binaxkirin.
Dengbêj Huseyno 20 sal berê ji civatên mîr û hakiman xatirê xwe xwest û çû, lêbelê deng û awazên wî yên bi hev ra xemilandî, ji me ra wek mîrateke bêhempa ma…
ikramoguz@gmail.com
Çavkanî:
https://www.youtube.com/watch?v=NYIV9rf3Zio
https://ku.wikipedia.org/wiki/Huseyn%C3%AA_M%C3%BB%C5%9F%C3%AE
https://www.hicrethaber.com/meshur-dengb-j-hus-yno-kimdir/3601/
[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 3,164 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 01-06-2023
Bağlantılı yazılar: 56
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 08-04-2021 (4 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Sanatsal
İçerik Kategorisi: Kültür
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 01-06-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 02-06-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 3,164 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.438 saniye!