Nav û Paşnav: Perwîn Salih
Cihê jidaykbûnê: Kobaniyê li bajarê TilûTemirê
Dîroka jidayîkbûnê: 25-07-2002
Hunermenda Kurd ya ciwan ku bi eslê xwe ji bajarê Kobaniyê re di sala 200'an de li bajarê TilûTemirê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî heta pola şeşemîn li bajarê Kobanî xwendiye.
Ji ber şerê di sala 2014'an de ku li bajarê kobaniyê rûdaye, wê bi malbata xwe re koçî Bakurê Kurdistanê dike. Ji ber hezkirin û daxwaza wê ya ji muzîkê re ji zaroktiya wê de hebûye, her gava ku li kobanî bûye serî li navenda Baqî Baqî Xido ya Çand Hunerê dida û li wir xwe fêrî govend, stran, rîtim û mûzîkê dikir.
Wê her tim dixwest xwe di warê mûzîkê de bêhtir pêş bixîne. Hingê wê di sala 2017'an li bajarê Amedê dest bi xwendin û dibistana mûzîkê kir û li konservetwara Aram Tigran konservetwarê amûra sentûrê ku wê bi xwe jê hez dikir biryar da û dest bi jenandina wê kir û xwe her pêş dixsit. Her wiha wê dixwast ku jenyarê sentûrê kobanî hebin. Û taybet yekem kes ji Kobanî û ji Rojava yê Kurdistanê jenyarê sentûrê be. Heta sê sal wê li li bajarê Amedê xwand. Di sala 2019'an de xwandina wê ya li konservetwarê qediya. Hingê di sala 2019'an bi malbata xwe re vegeriyam Rojavayê kurdistanê bajarê Kobanî. Li Qamişlo û li Kobanî mamostetiya muzîkê kir û karên muzîkê berdewam dikir.
Di ala 2022'an di meha 12'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li wê derê karê xwe yê hunerş û mûzîkî berdewam dikir û her xeyala wê ew e ku li her parçeyê Kurdistanê karê muzîk bikim.
Çavkanî: Hevpeyvîna bi hunermed Perwîn Salih re
[1]