JAKLİN ÇELİK
Di sala 1968an di le Diyarbekirê hate dinyayê. Di zarokatiya xwe de, ligel malbata xwe li Stenbol3e texma Kumkapıyê bi cih bûn. Di Dibistana Seretayî ya Surp Mesropyan Ermenî ya kul i Gedikpaşayê ye û di beşa navîn a Lîseya Keçan a Çemberlitaşê de xwend. Piştre dest bi karûbarên aboriyê kir.
Di kovarên wekî Öküz, Fesat, Uç, Varlık, Haliç Edebiyat, Adam Sanat de çîrok û hevpeyvînên wê, di kovar û rojnameyên wekî Cumhuriyet Dergi, Sky Life, Liderler ve Finans Dünyası jî heypeyvînên wê hatin weşandin. Bi qasî salekê di rojnameya Agosê de kul i Stenbolê bi Ermenîkî û Tirkî tê weşandin, edîtoriya rûpela weşan û çapemeniyê kir: Di quncika wê ya bi navê ‘Keman Çalan Balıklar’ (Masiyên ku Kemanê Dijenin)’ de nivîsên wê hatin weşandin. Di sala 1999an de, di Pêşbaziya Çîrokan a Yaşar Nabi Nayır de ku ji aliyê Weşanên Varlıkê ve tê lidarxistin, wekî ‘hêjayî baldayînê’ hat nirxandin di sala 2000’î de pirtûka wê ya yekem Kum Saatinde Kumkapı (Kumkapıya di Seata Qumê de) ji aliyê Weşanên Aras ve hat weşandin; ev pirtûk piştre li Îngilîzî hat wergerandin. Di sala 2003an ye de pirtûka wê ya çîrokan Yılanın Yolu (Riya Mar), ji alî Weşanên aras û di sala 2006an de î pirtûka wê ya ger û lêkolînê Kaçak Yolcu (Rêwiyê/a Qaçak) ji aliyê Weşanên Çitlenbikê ve hat weşandin. [1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî) språk, klicka på ikonen

för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 845 gånger
Skriv din kommentar om den här artikeln !