图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,621
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Politika Surîye jibo zimanê kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Politika Surîye jibo zimanê kurdî

Politika Surîye jibo zimanê kurdî
=KTML_Bold=Politika Surîye jibo zimanê kurdî:=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN
Di navbera salên 1920-1946an da herêma Sûrîye di bin Manda Fransayê da bû. Kurdên wê herêmê, di 23yê hezîrana 1928an da bi daxwaznameyekê serî li Meclisa Damezrandina Sûrîye xistine û hin daxwazên xwe weha pêşnîyar kirine:
1.Zimanê kurdî, divê li herêma ku kurd lê dijîn, digel zimanên dî yên resmî were bikaranîn.
2.Divê li wê herêmê bi kurdî perwerde bê kirin.
3.Wezîfedarên hukumetê, divê bi yên kurd ra werin guhartin. Yanî li herêma kurdî divê memurên hukumetê kurd bin. Bi kurtayî, kurdên wê herêmê, jibo xwe bi awayekî otonomî xwestine.
Wek em dibînin, kurdan di çarçoveyekê da, jibo herêma xwe, xweserî (otonomi) ji hukumeta Sûrîyê xwestine. Berpirsên Mandayê, jibo herêma kurdî, nebûne tereftarê xweserîyê. Semedê wê jî, cîranên Sûrîye, Tirkîye û Îraqê, pêkanîna politika ”otonomiya kurdî” qebûl nekirine û acizîya xwe nîşan dane. Li gora yek ji wan berpirsîyarên Mandayê Rondot, `li herêmê zimanê kurdî serbest bûye, lê ne bi awayekî resmî.` Dîsa li gora Rondot, `perwerdeya bi kurdî jibo mekteban, ne mimkun bûye, ji ber ku materyalên dersan tunebûne û daxwaza gel tunabûye.`
Lê ev tespît, di eslê xwe da ne tespîteke rast e. Li gora Dr. Nureddin Zaza, semedê redkirina daxwaza kurdan jibo perwerdeyê, ji ber fikrên politik ên Manda Fransayê bûye. Wek mîsal, nivîskarekî kurd yê xort Mistefa Botî, jibo perwerdekirinê, destûr ji Mandayê xwestîye ku mektebekê veke, lê wan destûr nedane. Di esasê xwe da politika dewleta Fransayê jibo dewletên herêmê yên Rojhilata Navîn, parastina wan dewletên ku nû hatine damezrandin bûye ku ew jî Sûrîye, Îraq û Tirkîyê bûne. Bi awayeka rasterast politika Fransayê, piştgirî jibo dewletên herêmê bûye û ev jî bi xwe ra li hemberî civata kurdî dijayetî raxistîye meydanê ku kurd ne dewlet bûne.
Lê wek em pê dizanin, derketina kovarên wek Hawar, Roja Nû û Ronahî; tenê di çarçoveya zimên û kultûrê da destûra Fransayê hebûye ku ew kovar werin weşandin. Mîsal, di 1937an da dema kurdên herêmê piştgirîya neteweevînên erebî jibo serxwebûna Sûrîyê kirine; weşana Kovara Hawarê hatîye rawestandin û jibo careka dî ew weşana xwe bidomîne, çar sal li benda destûrê mane ku ew rastî Şerê Cîhanî yê Diduyan tê ku wê demê Ingiliz jî hatine herêmê. Radyoya kurdî bi navê ”Radyo- Levant, di 1941ê da dest bi xebata xwe kirîye û ev heta 1ê nîsana 1946an dom kirîye.
Rêveberîya Manda Fransayê, heta 1946an dom kirîye û Surîye bûye dewleteka serbixwe. Di 1958an da yekîtîyek di navbera Misir û Surîyê da çêdibe û ev bi navê Komara Yekîtîya Erebî, jîyana xwe heta 1961ê didomîne. Bi hilweşandina yekîtîya Surîye û Misirê ve tade û zilma li ser kurdan li Surîyê zêdetir dibe. Ev politika tê qonaxek ku di dawîya 1962an da dema serjimartin çêdibe, 120.000 kurdên ku hevwelatîyên Surîyê bûne, wek tune tên hesibandin û bi vî awayî mafên hemwelatîyê ji wan tê sitandin. Paşê Kembera Erebî ku xwestîye herêmên kurdan bikin ereb, dest pêdike û di 1963´yan da, dema Partiya Baasê tê ser hukum; ew jî politika Erebîkirina Cezîrê li ser navê slogana ”Parastina Erebîkirina Cezîrê” wî karî didomîne.
Şefê Polisê Siyasi yê Herêma Hasekê Hilal, jibo Erebîkirina Cezîrê raporeke dizî amade dike. LI gora wê rapora dizî, Erebîkirina Cezîrê di bin 12 xalan da hatîye civandin ku naveroka wan maddeyan weha bûye:
1.Divê kurd ber bi hundur ve werin rêkirin û belavkirin.
Divê kurd, ji perwerdekirinê mehrûm werin girtin ku ew cahîl (nezan) bimînin.
Jibo ku kurd mecbûr bibin cîyê xwe biterkînin, divê ew bêkar bimînin, da ku têkevin nav xetera birçîbûnê.
Ew kurdên ku di 1920an da ji bakur revîyabûn binxetê (başurêrojava), divê ew paşve jibo Tirkiyê werin rêkirin.
Divê politika ”parçe bike û birêve bibe (li ser hukum bike)” têkeve jîyanê, kurdên ku dibêjin ”ew ji koka xwe ve ereb in”, li hemberî kurdan werin bikaranîn.
Avakirina Kemera Erebî ku di 1962´an da dest pêkiribû, divê têkeve jîyanê.
Jibo pêkanîna ”Erebîkirina Herêmên Kurdî”, erebên nîjadperest û zana cîwar bikin ku ew bibin çavdêrên kurdan heta ku ji cîyên xwe koçber bibin, jibo wê, politika ”kolonizasyon”ê têxin jîyanê.
Îlankirina herêmeke eskerî jibo ku hêzên eskerî çavdêrîyê bikin, da ku kurd koçber bibin û ereb werin cîyên wan.
Politika ”sosyalizasyon”ê bi cî bikin, jibo erebên hatine cîyê kurdan, wan perwerde bikin û bi çek bikin.
Hemî kesên ku erebî nizanin, divê ew ji mafên hevwelatîyê fêdeyê nebînin.
Oldarên kurd wek mela, divê ji otoriteyên wan ên oldarîyê werin dûrxistin û di şûna wan da oldarên ereb werin cîwarkirin. Ulemayên kurd dikarin jibo herêmên hundûr werin koçberkirin; ji ber ku civînên oldarên kurd, ne jibo dîn in, lê jibo kurdperwerîyê cewherek nîşan didin.
Di nav ereban da divê kampanyayek li dijî kurdan pêk were.
Jibo pêkanîna wê politika erebîkirina cîyên kurdî; li seranserê sînorê tirk, ”Kemera Erebî” hat çêkirin ku kurahîya wê 10 heta15 km. bû û li wan deran di Çewlikên Model (”çiftlikên model”) da bi hezaran ereb hatin cîwarkirin û kurd jê hatin dûrxistin. Ev bû semedê ku bi hindikayî 60.000 (li gora hin hesaban 120.000 kes) kurd hatin koçberkirin ku cîyê lê kurd tunebûn an şandin Lubnanê. (E. Hasanpur, eynê eser)
Balkêş e ku politika erebîkirina herêmên kurdî, di nav lihevhatina Partiyên Baas´î yên Şam û Baxdayê da pêk hatibûn. Dema navbera Şam û Baxdayê xirab bû; politika erebîkirina kurdan bo ereban, hat rawestandin. Yek semedê xirabkirina pêwendîyên Baxda û Şamê ew bû ku Baxdayê dixwestin bi rîya aştîyê bi kurdan ra lihevhatinek çêkin; lê rejima Şamê tereftarê wê nebû û nedixwest ku kurd û Baxda lihev werin. Loma rejima Şamê di 1963yan da bi hezaran eskerên xwe (di nav wan da yên filistinî jî hebûn) şand Baxdayê jibo alîkarîyê ku li dijî otonomixwazên Kurd şer bikin.
Lê balkêş bû ku piştî demek ku dostanî û hevkarîya Baxda û Şamê xirab bû, Serokê Suryê Hafiz Esad, bi awayeke resmî politika xwe ya erebîkirina herêmên kurdî, terikand û ”her tişt di halê wê da” hişt; lê digel wê jî destûr da ku erebên hatibûn cîyên kurdan, jîyana xwe li wan deran bidomînin.
Lê di alîyek da jî rejima Şamê, ji salên 1970yî vir da dixwest ku Baasîyên Baxdayê ji ser hukum dûr bikevin û jibo wê jî piştgirîya muxalefeta Îraqîyan dikir ku di nav wê muxalefetê da hêzên kurdî jî hebûn. Faktorekî dî jî ku Şamê piştgirîya kurdan dikir; faktora Tirkîyê bû ku navbera Ankara û Şamê nebaş bûn. Yanî bi kurtayî rejima Şamê jî her tim pragmatik difikirî û li gora Makyavelizmê menfeetên xwe dixistin jîyanê. Dema pêwist bû, politika qirkirinê li ser zimanê kurdî pêk dianîn û dema pêwist bû ne bi resmî be jî hebûna kurd qebûl dikir û pîrozkirina Newrozê li Şamê jî jibo çêbe destûr dihat dayîn.
Lê digel van hemî rastîyan, wek di 1986an da hat dîtin; heta 1985an jî newroz ji alîyê kurdan ve her sal dihat pîrozkirin û rejimê jî destûra pîrozkirinê dida. Lê jibo pîrozkirina Newrora 1986an rejimê destûr neda û bûyerên kuştinê çêbûn. Eskerên rejimê hem li Şamê û hem li herêmên kurdî kitleyên kurd gulebaran kirin ku Newrozê pîroz dikirin û di encamên wan bûyeran da 10 kurd hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Li gora haydarîyên wê demê, van bûyeran encamên lihevhatina Ankarayê û Şamê bûn ku xwîna kurd dîsa hatibû rijandin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,376
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 27-05-2023
挂钩项目: 55
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: 叙利亚
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 27-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):27-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,621
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!