图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,216
图片 105,502
书籍 19,120
相关文件 96,145
Video 1,293
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Halê Kurd û Kurdistanê Halê Bindestîyê ye
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Halê Kurd û Kurdistanê Halê Bindestîyê ye

Halê Kurd û Kurdistanê Halê Bindestîyê ye
=KTML_Bold=Halê Kurd û Kurdistanê Halê Bindestîyê ye=KTML_End=
Şakir EPOZDEMIR

Di kelambêjiya axalerên me yên tunedî da ku pêşiya 100 salan ji ber bê otorîteyîyê derketibûne pêş û ji ber bê ser û berîyê û bê serwerîya Kurdistanê nav û deng dabûn; di şerê talan û birakujîyên dijwar da bang li hev dikirin digotin: “- Tû têyî rayê were rayê, eger tû neyî rayê ezê qesr û qonaxên felenderê hilweşînim bixime tewlê hespan û kadîna ka yê.”…
Barbar Tirk bin, Ereb bin Kurd bin ew kesên ku cavnebarî, çavsorî, çavbirçîtî ji xwe ra kirine dustûr û ketine peyî kuştin û talan û wêrankirina gund û bajaran, ew kes barbar in, eşqiya nin, xerabê xiraba nin, rûreşên herdû dunya nin û ew kes û cemaet û Milet neyarên mervayîyê nin.
Hinga ku dinya ava bûye heya nuha tim û daîm BARBAR hatine medenîyetan kavil kirine û qeşitîne çûne. Mesela li Kurdistana Bakur mêze bikin, Bajarên DARA, Herran, Hilar, ERZEN, ERMEDİNAN, Marîn, Merdîs û ‘‘Dülük Antik kenti‘‘ ku me wî navî li Antebê danîye; em jêra dibêjin “Dilok”, ka ev bajar û medenîyet li ku ne. Li pişta gundê min, gundê Minar, ji derek ra dibêjin “Xirba”, Ez şahid im ku mezinên gund digotanê “ Bajarê Xirba” … Nuha qe tinebin ji 100’an bêhtir bajarên Kurdan di binê axê da nin. Ev barbar, ev wehşî ango ew gurên har, ev zalim ango ew neyar, 5000 sal in ku bajarên Kurdan xira dikin û Kurd bajarên xwe ji nûva ava dikin. Di van 30 salên borî da ji 4000 gündan ne kêmtir ji terefê Dewleta Tirk va hatine sotin û wêranbarkirin. Her malek 5 kes bin ev dike 4 milyon kes koçber bûn, bi ser av û lehîyan ketin û dinya wana serobin bû.
Ya giring çîye? Di vê noqteyê da ya herê girînga girîng ew e ku em giş bi hevra bêjin “îdî bes”… Em bi hevra bibêjin “İdi Bes” û dewleta xwe, ango dewletên xwe ava bikin, berevanîya welatê xwe birêsin û bi fermî artêşên xwemal çekdar kin û xwe, bajarên xwe, irz û namûsa xwe bi hemû din û bawerî û Kurdistaniyan va rizgar bikin… Ya giringa giring ew e ku ev mejîyê mey ê gundîtîyê, bibe şaristanî. Em berê xwe bidine dinyayê, ka dinya çewa xwe, welatê xwe, şerefa xwe, namûsa xwe, dîn û baweriya xwe diparêzin, em jî weka wan biparêzin. Xelk çi dikin em jî weka wan bikin.
Dewletên ku em li ser navê Kurdistanê ava bikin federal dibin, komfederal dibin, yekitiya Cimhuriyetan dibin, yekitiya miletan dibin, lê ji %100 lazime esayiş, artêş, hiquq, berevanî, perwerde, rêvabirin û zagon yên me bin, ligora urf û adet û toreya welatê me, axa me ya serbixwe ango otonom bin. Divê em xwe idare bikîn ne kesekî din, xêra babên xwe me îdare bikin… Ew kesên ku bibêjin “emê dinyayeke din ava bikin” ew kes xwe jî, miletê Kurd jî dixapînnin, kevirê nelêdanê hiltînin û rojên xwe bi wan xapan diborînin. Belkî jî hindek imkanetên şexsî bi destên xwe xistine, naxwezin ji destên xwe birevînin.
Nuha pêçîya xwe ya Şahdeyê danine ser eniya xwe 3 deqîqe weke Kurdistaniyek biponijin: Gelo Tirk, Ereb û Ecem gava li Kobanî ya berê û Koban’a kambax ya îro mêze dikin çi tê bîra wan. Ew bi çi çavî li me, li welatê me, li şeref û kamîraniya me mêze dikin, baş bidine hişê xwe. Nekevine pêyî îdara rojane. Ji bo zarokên xwe, nevîyên xwe, namûsa miletê xwe, bajar û gundên xwe, welatê xwe û xwûna wan şehîdên ezîz, divê em dehatuwa xwe saz bikin, qaîm bikin û qedera xwe bi destên xwe girê bidin…
Eve şar û eve mişar… Eva gaz û eva meqes… Li ber çava nin, dost û nevan û neyar… Ya emê xwe rizgarkin bibine millet, ango emê jî bi van barbaran ra bibine canî, bibine illet…
Bila kes nebêje min “meydan li te fireh bûye, lewra te gema hespê xwe berdaye” 47 sal berê li Mehkema Cezayên Giran ya bajarê Antalya, di Dosya 1968/235ê da min gema hespê xwe bê pakî, bê minet berda û bûme xwedî Berevanîya Siyasî ya Yekemîn li Kurdistana Tirkîye yê. Min tûcarî ‘‘Donkişot‘‘i nekiriye û ji nuha pêva jî nakim.
Daxaza mafê miletek wisa rewadare ku ji şîrê çiçika diya me helaltir û zelaltir û rewadartir e. İsmail Beşikçi dibêje: “- Xwendevanên Kurdan, ronakbîrên Kurdan gava ku navê Kurd û Kurdistanê tînine ziman şerm dikin, mehcup dibin.” Ev işareta ku ew ronakbîr naynine bîra xwe ka navê vê coğrafyayê Tirkiya bû ku eva 90 salin bê şerm û fihêt, li nava çavên me mêze dikin û vî navî dixebitînin. Ew navên derewin li me dikin şerm nakin, em navên xwe yên dîrokî, coğrafî û adetî dikine binê pîyên xwe, bo xatirê çend çep û çewtên kemalistên nijadperest.
Kurdno! Şerefa xwe biparêzin, bo xatirê xuna şehîdan, bo xatirê wan egîdan… Şerefa miletan, alaya wana rengîn û serxwebûna welatên wan nin. Eger tû ne dewlet bî û ne weka dewletên dinyayê bî: wê gavê tu bende yî… Wê gavê hesabê te di nava hesaban da nîn e. Ne li homê yî, li gomê yî.
Şakir Epözdemir
Lêkolînêr – Nivîskar[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览842
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 27-05-2023
挂钩项目: 23
小组: 文章
Publication date: 17-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 27-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览842
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,216
图片 105,502
书籍 19,120
相关文件 96,145
Video 1,293
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!