Nirxandina Destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî “Kêşana Lêkerên Kurdî”
Mikail BÜLBÜL - Mustafa ÖZTÜRK
Kurte
Armanca vê gotarê nirxandina berhema #Mela Mehmûdê Bazîdîyî# “Kêşana Lêkerên Kurdî” ye ku di sala 1886an da ji bo hînkirina kêşana lêkerên kurdîya kurmancî nivîsîye. Ev berhema Bazîdîyî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona destxetan ya Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Berhem bi giranî li ser morfolojîya kêşana lêkeran e û zêdetirî bîst lêkerên kurdîya kurmancî wekî mînak pêşkêş kirine. Wî lêker li gor cihnavkên kesane û li gor demên borî, niha û dahatîyê û neyînîya van deman û dîsa li gor raweyên fermanî, aktîf û pasîf û hwd kêşane. Herçend piranîyê berhemê ji kêşana lêkeran pêk dihê jî, beşek biçûk ji vê xebatê li ser sentaksa kurmancîyê ye û behsa hêmanên hevokê û hevokên curbicur dike. Di vê gotarê da em hem li ser zimanê ku Bazîdîyî ev berhem pê nivîsîye hem jî mijarên ku di vê berhemê da cih girtine sekinîne û nirxandina wan mijaran kirîye.[1]
Ji bo xwendinê bikirtînin Nirxandina Destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî “Kêşana Lêkerên Kurdî” ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 302 جار بینراوە