图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,475
图片 106,119
书籍 19,167
相关文件 96,500
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Muzîk û Welat
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Muzîk û Welat

Muzîk û Welat
=KTML_Bold=Muzîk û Welat=KTML_End=
İkram Oguz

Di muzîka hemû gelên cîhanê da mijara welat cîheke sereke digre.
Lêbelê di muzîka kurdî da welat bixwe ye.
Jiber ku welatê kurdan, Kurdistan, welatek cûda ye.
Li rû dinê welatek din nîne, ku mîna Kurdistanê axa wê çar parçe û ji alî çar dewletan va dagirkirî be.
Miletek din nîne, ku kêm, zêde ji 50 mîlyon kesan pêk were û li ser axa xwe bindest û ji mafên xwe yên xwezayî jî bêpar be.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, gor muzîkên gelên din, di muzîka kurdî da mijara welat jî weke taybetmendîya welat, bi girîngîyek cûda cîh digre.
Dibe ku sedemên din jî hebin, lê sedema vê cûdabûnê ya herî sereke yek e û ew jî bindestîya Kurdistanê ye. Loma ne hewce ye, ku mirov kûr û dûr bikolîne û di vî warî da li sedemek din bigere.
Jiber ku welat xak û warê hevpar e…
Warê jîyana rojane, warê mîrata dîrokî, warê çand û huner, warê ziman e.
Herwiha bi ziman ra bingeh û nîşaneya miletbûnê ye.
Gelê ku li ser xaka xwe û azad nejî, berê zimanê xwe, dûra jî her tiştên xwe yên bi endametîya miletbûnê va girêdayî, wenda dike û ji kok û esaleta xwe jî diqete.
Himê miletbûnê jî li ser axa ku jê ra dibêjin welat û bi ziman bilind dibe.
Herçiqas ji bo miletbûnê qala çend şert û mercên din jî were kirin, gor raya min ew hemû bi hevparîya welat û ziman va girêdayî ne.
Ji welat û ziman yek kêm be, bîra dîrokî jî, çand û huner jî, jîyaneke hevpar jî pêk nayê.
Gelê Kurd jî hebûna xwe ya îroyîn, ji hevparîya ax û zimanê xwe ra deyndar e. Heger ji axa xwe dûr biketa û li zimanê xwe xwedî derneketaba, ew jî ji kok esaleta xwe diqetîya û di nav miletên dagirker da dihelîya.
Lebêlê li hemberî zulm û zardarîyê û çerxa pişftinê, dest ji axa xwe ya dagirkirî jî, ji zimanê xwe yê qedexekirî jî berneda, dem hat bêdeng ma û di dile xwe da, dem hat dengê xwe bilind kir û di kilam û stranên xwe da welatê xwe heband, bi bîr û bawerîya rojên ronahî ber xwe da û heta roja îro hat.
Hat kuştin, şîna xwe li ser axa xwe kir û bi zimanê xwe girîya.
Mizgînîya zêdebûnê girt, dîsa li ser axa xwe û bi zimanê xwe dilşa bû û kenîya.
Evîn û hesreta welatê xwe…
Êş û kesera dilê xwe…
Çîroka rev û koçberîya xwe…
Pesnê mêranî û mêrxasîya xwe ya li dijberî zulm û zordarîyê bi kilam û stranan anî ziman û ber xwe da…
Loma welat bû mijara kilam û stranan, bû mijara çîrok û destanan…
Ew çîrok û destanên ku di şevên payîz û zivastanê da, li odeyên mêran dihatin vegotin…
Ew kilam û stranên ku di rojên bihar û havînê da li deşt û zozanan, li çol û çîyan olan didan û li seranserê welat belav dibûn…
Di tewn û meqamên Reso bû warê mêr û mêrxasan, di lihevanîna Şakiro da „Welatê Serhedê“, di dengê Huseyno da bû evîn û hesreta azadîyê…
Di stranên Mihemed Şêxo û M. Arif Cizrewî da weke „Gulîstan’a“ bi gul û sosinên rengîn xemilandi…
Di stranên Cemîlê Horo da weke „Çar Karxezalên Birîndar“ cîh girt.
Dem hat, bi serhildanên xwe yên dîrokî va kilam û stranên li ser mêranî û mêrxasîyê xemiland.
Dem hat, bi têkçûyîna serhildanan va weke gola xwînê di şîn û girîyên dayîkan da cîh girt.
Di kilam û stranên govendê da welat, evîna keç û xortan…
Di kilam stranên li ser xerîbîyê da hesret û hêvîya koçberan e.
Di stranên Şivan da êşa Helepçeyê ya bi gazin û hawar e.
Di stranên Nîzamedîn Arîç da Gelîyê Zîlan e û kûr dinale…
Di stranên Ciwan da ji Sura Dîyarbekirê berê xwe dide binxetê.
Di lorîyên dayîkan da şîna keç û xortên bê miraz…
Di bîranînên bav û kalan da bûka bi xêlîya kesk û sor û zer xemilandî ye.
Bi strana ku Aslîka Qadir bi dengê xwe yê zîz û zelal jîndar dike da ew;
Welatê me Kurdistan
Cîh û meskenê me kurdan
Bax û bostan, gul û gulîstan e
Rengîn şîrin, mêrg û zevî ye
Qîz û xortê wê cindî û bi eslê xwe jî Horî ne…
Jiber ku muzîk deng û bêje ya kurdan, dermanê hesret û evîna welat û jîyana kurdan bixwe ye.
Welat war, muzîk jî xemla jîyana li war e…[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览776
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 25-05-2023
挂钩项目: 28
小组: 文章
Publication date: 08-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 音乐
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 25-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):26-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览776
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,475
图片 106,119
书籍 19,167
相关文件 96,500
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!