图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,641
图片 106,173
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ziman, ji tevayîya mirovan ra xizmetê dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ziman, ji tevayîya mirovan ra xizmetê dike

Ziman, ji tevayîya mirovan ra xizmetê dike
=KTML_Bold=Ziman, ji tevayîya mirovan ra xizmetê dike=KTML_End=
#Siddik BOZARSLAN#

Di pêşveçûna mirovan da hêzên berhimandinê, bi awayeke dî aborî, bingehê sistema civatê ye û ev jibo pêşveçûnê tiştekî herî girîng, jêrsazîyê digire ser xwe. Piştî guhartina jêrsazîyê, jibo xizmeta jêrsazîyê, jorsazîyek jî ava dibe. Ev jorsazî, di tevayîya pêvajoya civatê da, di bin xizmeta jêrsazîyê da fonksiyona xwe tîne şûnê. Bi kurtasî ziman, berhema pêwendîyên berhimandina civatî ye.
Ji despêka Civata Koledarîyê vir da êdî di nav civatê da du çîn ava bûne. Çîna serdest ku xwedîyê pergalên berhimandinê ye û çîna bindest ku tê pelçiqandin û keda wê tê xwarin û ji pergalên berhimandinê bêpar in. Lê dema mirov di warê ziman da li wê rewşê binêre, dibîne ku ziman ne di bin fermana çînekî da ye û tenê jibo çîn an qatekî xizmetê nake. Yanî ziman, ji hemî çîn û tebeqeyan ra, bi gotineka dî ji hemî mirovan ra xizmetê dike û fonksiyona xwe ya taybetî pêk tîne. Ev rewş dide xuyakirin ku ziman, rengê çînayetîyê nîşan nade. Bi awayeka dî ziman, hem ji çîna serdest ra û hem ji çîna bindest ra xizmetê dike.
Jibo zelalkirina vê karekterê ziman, fêde ye ku ez li ser numûneyek jî rawestim. Civatek, dema ji sistema koledarîyê derbasî sistema feodalîyê dibe ango ji sistema feodalîyê derbasî sistema kapitalizmê dibe; hêzên berhimandinê wek makine û wd. ku di dema berê da hebûn, dema dewrê sistema nû (wek kapitalizm) dibe û di wê sistemê da jorsazîyek nû ava dibe û xizmetê ji sistema nû ra dike. Ziman jî çawa ku di dema feodalizmê da xizmet ji wê civatê ra kirîye; îcar jî ew xizmeta sistema kapitalizmê dike. Di esasê xwe da bingehê ziman, di warê gramatik, xezîneya gotinan û wd. wek xwe dimîne. Di ziman da, tiştên ku tên guhertin, pêşveçûna ilm û teknikê, kulturê û wd. da gotinên nû peyda dibin û ev jî ziman hîn bêtir dewlemend dike. Di nav pêvajoyeke dirêj da dibe ku hin gotin temenê xwe dagire û di şûna wan da hinekên dî yên nû têkevin jîyanê.
Eger em van xalên jorîn bicivînin ba hev, bi kurtayî em digihîjin vê netîceyê: Emrê ziman gelek dirêj e û tesîra wî gelek fireh e; heta mirov dikare bêje ku qada tesîra ziman, bêsînor e û ziman di her civatê da ji tevayîya mirovên çîn û tebeqeyên cuda ra xizmetê dike.
Jibo vê giringîyê ye ku Filozofê Çînî yê navdar Confuçius (551 BZ-479), ji vir 2500 sal berê di derbarê ziman da tespîteke gelek balkêş kirîye. Ji filozofê navdar pirsîne:
”Jibo rêveberîya welatekî, eger bangî te bikin, karê te yê ewil dê çi be ku tu dest pê bikî?” Confucius weha bersiv daye:
”Min dê bi edilandina (rastkirina) ziman dest bi kar bikira. Ji ber ku ziman xirab bibe, gotin nikarin ramanê bide zanîn. Eger raman baş neyê têgîhandin, karên ku divê were kirin, dê çênebe. Eger vatinî, li gora pêdivîyê neyê kirin, dê tore û sazûman xirab bibe. Eger tore û nîzam xirab bibe, dê edalet (dad) ji rê derkeve. Eger edalet ji rê derkeve, gel dê bikeve nav sergêjîyê û dê nizanibe çi bike û ev kar dê here ku derê. Ji ber wê ye ku tu tiştek qasî ziman giring nîne.” (Tirkîya wê, Nezîr Cibo, Rûpelanu, 08.10.2018)
Tu divê qey Confuçiusê mubarek xwedîyê kerametê bûye û 2500 sal berê rewşa zimanê kurdî dîtîye û wê balkişandina jibo me kurdan gotîye. Xwedê dizane, eger ew nûha bijîya û halê şerpezetîya kurdan û zimanê wan bidîta, dê çi jibo me bigota. Ji alîyekî ve hêzên dagirker ku ji pêvajoya ruxandina Dewleta Medan virde ku di navberê da 2500 sal (125 nifş) derbas bûye; bi hezar caran welatê me serubino bûye, kevir li ser kevir nema ye û em di halekî perîşan da mane. Derdê serê derdan, em kirinên dagirkerên ku qetlîam li ser zimanê me çêkirine, li alîyekî bihêlin; di van salên dawîyê da kesên ku li ser navên zimanzanî, nivîskarî, rewşenbîrî, siyasetmedarîyê ecêbê giran ên sosret anîne serê zimanê me, wek karikaturan li meydanê ne.
Balkêşîyeka dî jî jibo van kurdên ku bi zimanê me dileyîzin, ji alîyê Montaigne (1533-1592) ve, derdora 500 sal berê li Parisê hatîye nivîsîn.
”Çawa Biaxifî”
”Ez rast dibînim ku ji berdêla ku herikandina gotina xwe bi hin hevokan xweş bikim, min dê hevokên xweş xirab bikira û li gora herikandina gotinê bikira. Divê em li pey gotinekê baznedin, gotin divê li pey me bazde, jibo karê me kêrhatî be. Tiştên ku em bêjin, divê ew gotinên me mejîyê guhdarvan wer bigrine û tije bike ku êdî ew gotinan neyne bîra xwe. Axiftina ku ez jê hezdikim, divê rasterast ji dil be, bi tam be, bi helbestî û kurt be ku ew çi li ser kaxid be, çi bi devkî be. Bila zehmet be, zirar tê da tune; lê bila acizkirin tê da tune be; bila ew ji xemlê, ji pesindayînê bireve, bila ew bêpesindayîn, bêdûzen be û bêtirs be û rasthatî be. Yê guhdarî dike, bila her parî bi lezet bixwe. Axaftin, wek ku Sucton jibo axiftina Caesar gotîye, bila bi eskerkî be; lê wek şîretkirin, parêzerî û quretî nebe.
Hûnera gotarê, tiştên ku însan bêje, jê dûr dixe, dibe ser rêya xwe. Jibo xwe nîşandanê yên ku cilan lixwe dikin ku ji hemîyan cudatir bin, dikevin qalikekî pêkenînê, ew çawa ku tirsonekî ye; di axiftinê da jî ew gera li pey gotinên ku nayên zanîn, hevokên ku nehatine bihîstin digerin, wek xebata zarokê dibistanê ye. Ax, xwezîya ku ez bikaribim bi gotinên ku li suka Parisê ya sebzeyan bikartînin, bipeyivîma.” (Ceribandinên Montaigne, Weşanên Cem, r. 302, Kitêb I, beş XXVI)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,389
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 52
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 31-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,389
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,641
图片 106,173
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!