图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,666
图片 106,191
书籍 19,172
相关文件 96,605
Video 1,327
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Koka Zimanê Kurdî 2
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Koka Zimanê Kurdî

Koka Zimanê Kurdî
=KTML_Bold=Koka Zimanê Kurdî=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Piştî van haydarîyên giştî ku min li jor rêz kir; li vir jî ez dê bi kurtayî li ser bingehê koka zimanê kurdî rawestim. Bê guman zimanê kurdî, zimanekî gelek kevnar e û temenê (emrê) zimanê kurdî jî girêdayê jîyana gelê kurd e. Dema em li ser zimanê kurdî û pêvajoya jîyana kurdî rawestin; pêwist e li gora çarçoveya vê nivîsê, qonaxên ku di jîyana gelê kurd da derbas bûne, ji ber çavan dûr nexin. Eger mirov qonaxên jîyana gelê kurd ku derbas bûne neyne ber çav, rengê zimanê kurdî û pêvajoya ku tê da jîyaye, nikare baş têbigihîşe.
Çavkanîyek jî jibo zimanê kurdî Tewrat e. Divê mirov dîyar bike ku nivîsîna Tewratê 4000 sal kevn e, yanî ew çar hezar salî ye. Di Tewratê da behsa têkilîyên Medan hatîye kirin ku ew jî bapîrên kurdan in. Li gora teksta Mehmet Uzun ku ji Tewratê wergerandîye zazakî; di tekstê da navê gotina ”Zaza” û ”Zîza” derbas dibe. (Mehmet Uzun, Kovara War, hejmar 14, payîz 2003, r. 131- 145, Stanbol)
Bingehê koka zimanê kurdî, rastê 3000 sal berîya bûyîna Îsa (Berîya Zayînê- BZ) tê ku bi awayeka dî 3000 sal BM tê bi navkirin ku nûha temenê wê dibe 5000 sal. Wek em pê dizanin Hurî, şaxekî Gutîyan e ku ev her du jî bapîrên Kurdan in. Hurîyan, BM Nivîsa Pismar bikaranîne. Di vî derbarî da Î. Zeki Eyuboğlu jibo zimanê Hurîyan weha dibêje:
”Zimanê Hurîyan, ji zimanên herî kevn ên Anatolyayê (Anadoluyê) yek e.” (İ. Zeki Eyuboğlu, Anadolu Medeniyetleri)
Li vir, divê xwendevan gotina Anadolê, wek Kurdistan qebûl bikin ku herêmên Zaxros û Mezopotamya Jorîn digre nav xwe ku Eyuboğlu wê wek Anadoluyê nivîsîye ku ev jibo nivîskar û lêkolînerên tirk bûye xuyek, nexweşîyeke klinikî. Piranîya wan tirsonek in û li ser xeta ideolojiya resmî dimeşin û di şûna gotinên kurd û Kurdistanê da tirk an Anadolu yan jî tirkî dinivîsin. Divê ev seqetîya wan timî li ber çavên me sekinandî be.
Dîsa li gora lêkolînên ku hatine çêkirin, welatê zikmakî yê nivîsê yê ewilîn, Kurdistan û Mezopotamya ne. Lê zimanê kurdî wek zimanê nivîsê ku derbasî wesîqeyên dîrokî bûye, di B.M. 1000 salî da ji alîyê bapîrên kurdan Medan ve wek zimanê gel hatîye bikaranîn ku temenê wê dike 3000 sal.
Li ser koka zimanê kurdî, ji alîyê zimanzan û dîrokzanên Ewrupî û Rojhilatnas ve gelek lêkolînên cuda hatine çêkirin. Di hin nuqteyan da piranîya ronakbîrên Rojhilatnas digihîjin hev. Ev nuqteyên ku ronakbîr û zimanzanan tê da wek hev difikirin, yek jê ev e ku zimanê kurdî, zimanekî serbixwe ye, ji zimanê Arî ye û di nav malbata zimanên Hindî- Ewrupî da cî sitandîye.
”Dîsa hin ronakbîrên Rojhilatnas û li gora pisporên ku li ser vê babetê lêkolîn kirine, zimanê Medan, wek zimanê kurdî ye an jî bi hindikayî bingehê kurdîya îroyîn e.”
Dîsa wek gelek ronakbîrên Rojhilatnas jî qebûl kirine; zimanê ku di kitêba Dînê Zerdeşt a Abîstak da hatîye nivîsîn, zimanê kevn yê Medan û kurdên îroyîn e ku Med jî bapîrên kurdan in û li herêma Kurdistanê, li Mukrîyê jîyane. Zimanê Zerdeşt û Medan, pir nêzîkî zimanê kurdîya kurdên Mukrî ye. Jibo numûne, fêde ye ku ez li jêr li ser vî babetî tabloyek nîşan bidim ku ev tablo li gora kitêba Abistakê ya dînê Zerdeşt gotinên kurdî û farisî weha ne:
Zarava Silêmanî Zarava Kurmancî- Zazakî Zimanê Abistak Zimanê Farisî
gevre mezin maz buzurk
masî masî- mase masya mahi
tij tij- tuj tij tir
huştir heştir- uştira uştira şeter
perd pert- pir pereta pel
roj hor- roj hor afitab
meş meş- mêş mehş meks
berx berx verx bire
kisse kisse- kîsse hesa horf- suhen
zaniyn zanyn- zanin zan danisten
men ez- min ezem men
Di derheqê zimanê kurdî da, fêde ye ku ez dîtinên hin ronakbîr û zimanzanan wek numûne zêdetir nîşan bidim. Belam bi deh salan e ku dewletên dagirkerên welatê me tirk, faris û ereb, zimanê kurdî, wek zimanê tirkî, farisî û erebî bi cîhanê dane naskirin. Ji ber ku van dewletan Kurdistanê di nav xwe da parçe kirine, kirine koloni û gelê kurd dîl (esîr) kirine. Dîsa evana bi salan e ku zimanê kurdî qedexe kirine, nehiştine ku kurdî pêşda here û jibo helandina (pişaftina, asimilekirina) kurdî, çi ji destên wan hatine, texsîr nekirine.
Di derheqê dîroka kurdî da, bi lêkolîna xwe, pisporekî navdar yê Rojhilatnas EDMONDS e. Jibo zimanê kurdî Edmons weha dibêje:
”Bi awayeke vekirî û zelal hatîye famkirin ku kurdî, zaravayeke farisî nîne ye. Tersê (berewajê) wê, zimanekî paqij (temiz) û serbixwe ye û di gruba zimanê Arî da ye. Xwedî rengeke taybetî ye û xwedî dîrokeke gelek kevnar e.”
Nivîskarê kitêba ”Dîroka Asur” SDNEY SMITH jî, di derheqê çavkanîya zimanê kurdî da weha dibêje:
”Zimanê kurdî, zaravayeke zimanê farisî an şikleke wê yê guhartî nîne ye. Berewajê wê, ew xwedî pêvajoyeke dîrokî ye û bi serê xwe zimanekî serbixwe ye û ji farisî hin kevntir e.”
Dîsa li ser vê babetê ronakbîrê Rojhilatnas yê bi nav u deng SOANE, jibo zimanê kurdî û gramêra (rêziman) kurdî lêkolîneke fireh kirîye. Ew bixwe, zimanê kurdî baş zanibûye û wek kurdan dikaribûye bipeyîve. Soane di lêkolîna xwe da weha dibêje:
”Zimanê zikmakî yê kurdan ku îro pê dipeyîvin, zimanê kurdî, wek ku hin texmîn dikin, bêsaz û bêqaîde nîne. Ji zimanê farisî jî nehatîye sitandin, an jî zaravayeke ku paşî hatîye xirabkirin jî nîne. Tersê wê, kurdî zimanekî paqij, qeîm û li gora xwe xwedî sistetemekî ye û ji zimanê Arî ye. Berîya ku dîroka îranî ya kevn bibe û di bedêla wê da dîroka ku bi çîrokan û bi efsanan ve tije bibe, cî bistîne, pir berîya wan deman, zimanê kurdî, bi awayeke herî paqij û herî pak, li çîyayên Kurdistanê hebûna xwe parast. Paşî hinik gotinên bîyanî ketin nav vî zimanî. Bi taybetî li vir dînê Îslamê roleke girîng sitandîye. Lê şert û şirutên ku bi sedsalan rewşeke pêwistî hiştîye, ev bûye asteng li pêşîya xebitandin û pêştaçûyîna zimanê kurdî. Jibo vê yekê ye ku çend zaravayên kurdî hene û divê ji van zaravayan ya girîng wek bingeh (esas- hîm) bê sitandin û xebitandin, gotinên bîyanî ji nav bê avêtin û di bedêla wan da gotinên ku di zaravayên dî da hene, pêwist e têkevin dewsa (şûna) wan. Wekî dî,jibo nivîsandina kurdî, bi tîpên kêrhatî pêwist e alfabeyek jî were çêkirin.”(kmn r. 171- 175)
Wek ku tê zanîn, cîyê cîwarbûna gelê kurd, yanê axa Kurdistanê, di Rojhilatanavîn da xwedî cîyeke stratejik û giring e. Lewra bi sedsalan, bi hezarsalan, axa Kurdistanê bûye cîyê qada şer. Ev rewş jî, pirî caran Kurdistanê serubino kirîye. Digel ziman û her heyîyên Kurdistanê hatine talankirin û gelê kurd di her warî da paşda maye. Di jîyana gelê Kurd da ev rewş, li ser zimanê kurdî jî tesîrên gelek nehênî (negatif) hiştîye. Çawa ku di warê abûrî, civatî, siyasi û kulturî da paşvemayîn çêbûye; her weha zimanê kurdî jî di hin qonaxan da derbas bûye û heta roja me ya îroyîn jîyana xwe domandîye; lê her tim astengên mezin li pêşîya zimanê kurdî rawestîyane û ev asteng jî bûne sedemê paşvemayîna kurdî û heta îro di nav zaravayên kurdî da yekîtîya kurdî pêk nehatîye, gelşên zimanê kurdî jî hel nebûne û wd…
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,395
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 111
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 11-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):22-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,666
图片 106,191
书籍 19,172
相关文件 96,605
Video 1,327
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!