图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,661
图片 106,184
书籍 19,172
相关文件 96,599
Video 1,318
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Yekkirina zimanê kurdî jibo nivîsînê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yekkirina zimanê kurdî jibo nivîsînê

Yekkirina zimanê kurdî jibo nivîsînê
=KTML_Bold=Yekkirina zimanê kurdî jibo nivîsînê=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdî (kurmancî û zazakî) li hemberî asimilasyona ku sedsal e didome û kurdî nebûye zimanê resmî û perwerdeyê; ew li hemberî xetereke mezin maye û roj bi roj ev xeter mezintir dibe. Mixabin di vî sed salê pratika kurdên siyasî da jî pêşveçûnek bi dest neketîye. Eger tabîr di cîyê xwe da be, piranîya sîyasetmedarên kurd ên bakurî jî di vî 50-60 salî da bûne alîkarê asimilasyona Sistema Ankarayê. Ji ber ku piranîya van sîyasetmedaran zêde qîmet û rûmetê nedane zimanê xwe û giranîyê dane zimanê tirkî; em bixwazin nexwazin di vê pratikê da xizmeta asimilasyonê kirine û li hemberê Sistema Ankarayê bûne karikator. Ev karikarorî di warê sîyasî da jî xwe nîşan daye.
Dema li derek zimanek nebe zimanê resmî û bazarê ku rojane were bikaranîn; ew ziman li ber xeterê ye û mehkûmê mirinê ye. Rewşa kurdî jî li Bakurê Kudistanê di rewşeke weha xeternak da maye û ev pêvajoya pişaftinê (asimilasyonê- helandinê) berdewam e.
Ji vir sed sal berê jî hin nivîskar, ronakbîr, xwendekar û sîyasetmedarên kurd giringîyek dane zimanê kurdî û ev xwe di rûpelên Kovara Jîn da jî nîşan daye. ”Zimanê Kurdî û xebata li ser wî, wê demê jî di bernama welatevîn û neteweevînên kurd da maddeka giring pêkanîye. Ev yek, ji hin nivîsarên kovara ”Jîn” bi awayekî eşkera û berçav kifş dibe. Giringîya ziman û giringîyên xebata li ser ziman, di belavoka Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan (Kurd Tamim-i Maarif ve Neşrîyat Cemîyetî) da weha hatîye numandin:
”Dibêjin ku berata heq û îstîhqaqa neteweyan, hebûna tarîxê ye û hebûna zimanekî wisa ye ku beranberê cereyana demê be; yanî hebûna sazgehên neteweyî ye. Tenê ev in ku ji mirov ra dibin kaxidê huwîyetê û nîşana destûra ku mirov dikare bi wê têkeve wî xanîyê heq û emanê yê ku edaletê belav dike. Bê ku em îddîayên cahilkî û dersînor bikin, divê ku em li xwe bên mikurê ku ji vî alî ve kêmayîya Kurdîtîyê mezin e û dilêşîn e”. (Eslê vê belavokê Tirkî ye û M. Emîn Bozarslan wê wergerandîye Kurmancîya îroyîn)
Di belavokê da paşê hatîye ragihandin ku temamkirina vê kêmayîyê û dagirtina vê valahîyê ne tiştekî bêmikûn e; bi xîret û xebatê, di demeka ne dîrêj da mimkun e ku ev kêmayî bê temamkirin û ev valayî bê dagirtin. Paşê weha gazinc hatîye kirin:
”Di van deman da ku neteweyên dî dûwayî li xebata xwe ya li ser vê axa pîr anîne û dest bi xebata li ser asîmanan kirine, tiştekî dilêşîn e ku mirov hêj bi ziman û sererastkirina ziman û wekhevkirina ziman xerîk be; lewra ziman, di hîmê medenîyeta mirovîyê da kevirê pêşîn e.” (. KMND r. 171- 175 37. Jîn, Jimare 10, r.1011)
Çawa ku me li jor jî gotibû, xebata li ser zimanê kurdî û amadekirina ferhengeka neteweyî, yek ji maddên bernama komelê bûye.
Kurdîyê Bedlîsî (#Xelîl Xiyalî# ) jî şola zimanê kurdî û xebata li ser wî girtîye destê xwe, di wî babetî da du nivîsarên hêja nivîsîne; di wan nivîsaran da jibo xebata li ser zimanê kurdî bernameyek û metodekî zanistî danîye. Wî, di nivîsara xwe ya pêşîn da şola hebûna zarên Kurdî yên cure-cure girtîye destê xwe û di wî babetî da weha nivîsîye.:
”Gelo mimkun e ku zimanekî yekbûyî bê qebûlkirin? Digel ku ev şol xebateka timî û demeka dirêj dixwaze jî, welama vê pirsê bi kurtî ´belê´ ye. Madem ku wisa ye, îcar em kurd bi çi awayî dikarin bibin xwedîyê zimanekî yekbûyî? Ez kesna dinasim ku hebûna zarên cure-cure di kurdî da, jibo gîhana vê amancê wek ritmek qebûl dikin. Lê ew dixapin û pirr di rû da difikirin. Zarên cure-cure ne ku dibin ritim; lê jibo zimanê me kaneka peyvikan a bêdûwayî ne û nîmetek in. Pisporekî ku rîya îstîfadê bibîne, dikare ji zaran mefayên bêdûwayî bi dest xe. Yek jî, ev bûyer ne ku tenê di nava me kurdan da heye; ew neteweyên ku xwedîyên zimanên têkûztirîn û dewlemendtirîn in, digel ku bi sedsalan demên wan ên bêjeyî jî hebûne; di nava wan da hê jî zarên (patoîs) wisa hene ku wek berê dijîn û tên peyivîn. Di nava wan da zarin hene ku ji alîyê piranîya peyvikan ve jorda li zimanê giştî û bêjeyî dinêrin; zarin jî hene ku ji alîyê xwedîyên zarên dî ve qet nayên famkirin. Lê cudayîya zarên me, hema hema ji guhartina tîpan û dengan îbaret e. Li gora vê yekê, zar dikarin li nava kîtleyên heqê jîyana xwe biparêzin; lê digel vê parastinê jî, ez wisa bawer dikim ku mirov dikare zimanekî yekbûyî û bêjeyî pêkbîne ku ew bibe malê giştî.” (Jîn, jimare 14, r.13-14)
Nivîskar di nivîsara xwe ya diduyan da jî daye zanîn ku xebata li ser zimanê kurdî divê ku bi awayekî ciddî û bi berpirsîyarî bê meşandin; jibo ku ew xebat berdar bibe, divê ku berê hazirî bê kirin û bernameka zanistî bê amadekirin. Paşê li ser kan û serçavîya ziman weha gotîye:
”Bingehokek heye ku bi awayekî giştî hatîye qebûlkirin. Ew jî ev e: Zimanê rastîn û safî ew ziman e ku kîtleya nexwendî ya wî neteweyî, xasma pîrejinên wî pê dipeyîvin. Li gora vê bingehokê, ez dixwazim ku, awa û peyvikên ku kîtleya nexwendî ew bijartine, di têkûzkirina ziman da ew bingeh bên girtin. Ew, serçavî û xizneka rastîn in. Eger em bikarin têdadîyên wê serçavîya bibereket bi destê xwe xin û materyalê ku bi destê me dikeve em bikarin li gora bingehokên zanistî yên dûwayîn wan rêz û saz bikin, ez dikarim bê dudilî îddîa bikim ku, em´ê di demeka kurt da bibin xwedîyê zimanekî nivîsînê û peyivînê ku dê ji pirê zimanên Rojhilat ên îroyîn dewlementir be.”
Nivîskar paşê li ser rê û awayên xebata li ser ziman û awayên îstîfadekirina ji wan kan û serçavîyan dîtinên xwe nivîsîne; di wî babetî da bernameyek pêşkêş kirîye. Yek ji maddên wê bernamê jî ew bûye ku, di bunya Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan da, qomîteka timî bi navê ”Qomîta Ziman” (Dil Encûmenî) bê sazkirin û ew qomîte sirf li ser zimanê Kurdî bixebite. Wî, awa û şîweyê xebata wê qomîtê jî di bernama xwe da kifş kirîye. Ew bername ji neh maddên sereke û deh maddên şaxîn pêkhatîye. (Jîn, jimare 15, r. 11-18, M. E. Bozarslan tirkîya wê wergerandîye kurdî.)
Lê belê, gelek mixabin ku ew bername jî wek hemî xebatên dî yên wê demê li ser kaxid maye; welatevînên Kurd jibo pêkanîna wê jî mecal û fersend nedîtine.
Bi rastî ew bername wisa ye ku, îro jî mirov dikare bi hin guhartinên biçûk, wê, jibo xebata li ser zimanê Kurdî wek bernameka hevdem û zanistî qebûl bike û xebata li ser ziman li gora wê sererast bike.
Wê demê rêzimaneka Kurdî jî derketîye. Navê wê ”Muqeddîmet´ul Îrfan” bûye. Lê nivîskarê wê ne kifş e. Di çend jimareyên Jînê da derketina wê hatîye ragihandin û ji xwendevanan ra tewsîye hatîye kirin. Ji alîyekî dî ve, di Jîn´ê da alfaba kurdî jî bi tîpên erebî hatîye nivîsîn. Di wê alfabê da dengên ku di zimanê kurdî da hene yeka-yek bi tîpên erebî hatine numandin û jibo her yekê ji wan jî peyvikek wek numûne hatîye nîşandan. Ew alfabe jî di çend jimareyên kovarê da derketîye.” (Jîn, Cild I, r. 74-76)[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,383
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 55
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 04-11-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,383
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,661
图片 106,184
书籍 19,172
相关文件 96,599
Video 1,318
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!