图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,417
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çêbûna hestên neteweevînîyê û welatevînîyê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çêbûna hestên neteweevînîyê û welatevînîyê

Çêbûna hestên neteweevînîyê û welatevînîyê
=KTML_Bold=Çêbûna hestên neteweevînîyê û welatevînîyê=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Bi çend hevokan be jî ez pêwist dibînim ku li vir behsa çêbûna hest û fikrên welatevînîyê bikim. Divê were nîşankirin ku hestên welatevînîyê jî gelek kevnare ye. Di demên ku mirovên civatê êdî li dereke kêrhatî ji xwe ra starek (bi gotina îroyîn xanîyek) çêdikin û êdî wê derê jibo xwe dikin cîuwarê jîyanê. Ew ewil ji xwe ra xanîyek çêdikin; paşê derdora xênî erdeke kifşkirî û sînorkirî bo ajotin û çinandinê û hwd. jî li ser hesabê girêdayê malê, sînor lê dikin û dibêjin ev der jibo min û eyala (malbata) min e.
Hewce nîne ku ez nîşan bikim, van kar u barên ku min li jor behs kir (çêkirina xênî, baxçe û wd) bi saya serê hêz (dest, mil, pî û wd.) û fikrê însên hatine avakirin. Piştî çêkirin û avakirina wan derên cîwarbûnê; di hestên însên da fikrên ”ev der, mala min e!” evîndarîya (hezkirina) derek peyda bûye. Hewildana însên jibo jîyanê ku bi vî awayî gafeka ewil davêje; ev hewildan dibe despêkirina pêvajoyeke dûrudirêj jibo mirovatîyê û ev tê digihîje roja îroyîn.
Ev însên ku ji helqeya pêvajoya çêkirina xanîyek û baxçeyek û derudorên wê despêdike û her ku diçe ev helqe firehtir û mezintir dibe. Ev helqeya biçûk qonaxek pêşta dihere, dibe semedê avakirina kuçe, tax, gund, bajarok û bajar û paşê digihîje qonaxa çêkirin û parastina welatek. Di wê qonaxê da hest û fikrên welatevînîyê digihîje tîtalekê (cîyê herî bilind) ku însên jibo parastin û domandina vî erdê (welatê) ku ava kirîye, bi bîr û bawerîyeke qeîm xwe dide kuştin jibo jîyanê, dema pêwist be.
Di pêvajoya vê qonaxa dîrokî da cara ewil e ku rêxistina dewletê çêdibe û bi wê ve girêdayî gelek dezgah û rêxistinên ku dabeşkirin û veqetandina kar u barên civatê di nav xwe da parve dike, hatine hunandin. Ji alîyek ve çîn û tebeqeyên ku kargêrîya civatê û aletên çêkirinê xistine destên xwe, yanî çîna serdest çêbûye û di alîyê dî da jî çîn û tebeqeyên bindest ku ne xwedanê aletên çêkirinê ne û xizmetê ji çîna serdest ra dikin, hatine cudakirin. Bi tabîreka dî, çîna serdest ku xwedandtîyê li koleyan dikir û çîna bindest ku kole bûn û ji koledaran ra xizmetê dikirin; ev her du çîn û tebeqe di hemî warê jîyanê da li pêşberî hev cîyên xwe yên dîrokî sitandin û di wê pêvajoyê da êdî têkoşîna man û nemanê di nav van çînan da ketin qada jîyanê. Êdî wer bûbû ku kole dikaribûn werin firotin û kuştin û wd… Wek di hemî dûzenên civatan da di vê qonaxê da jî qaîde û dûzena gelek tiştan wek dîn, exlaq, huquq jî ketin destên koledaran û fonksiyona xwe anîn şûnê, yanî ji çîna koledaran ra xizmetê kirin.
Engels, jibo şexsîyetên ku di nav civata komunalîyê (Serdema Ewil) da derketin meydanê û ji wan kesayetên dî ra pêşevatîyê kirin û mînakên wek dastanan çêkirin, tîne ber çav û loma jibo wê demê, “Serdema Qehremanan” binav dike. (F. Engels, Ailenin, Özel Mülkiyetin ve Devletin Kökeni, Sol Y. Ankara) Normal e ku heta wê demê civatê, kesayetên weha nedîtibû û nasnedikir ku ewana kesên karizmatik bûne û di gelek waran da zîrek û serketî bûne û ew xisusîyet di piranîya wê civatê da tunebûye. Dîsa normal bûye ku kesayetên weha zîrek û pêşketî, ji alîyê civatê ve kesên “wek Xwedê” hatine dîtin û qebûlkirin. Van kesayetên nû, bûne rêvebirên dewletê, oldarîyê, felsefeyê, huquqê, exlaqê û wd. ku zanîna ilmê pêşta birine û dewrê nifşên (qernên- neslên) nû kirine û ev pêvajo bi wî awayî dom kirîye û hatîye heta roja îroyîn.
Şexsîyetên fikirandinê û hewildanê ku di dîrokê da cara ewil derketine meydanê û mohra xwe li civatê, li pêşveçûnan û li şaristanîya mirovatîyê xistine û heta îro hatine; mirov dikare çend ji wan navan bibîrbîne û navên wan rêz bike ku wan wê bingeha pêşveçûnan ava kirine. Wek numûne, Herakleitos (Berîya Zayînê- BZ di 500î da jîyaye, jibo salek 365 roj gotîye) ku li cîhanê cara ewil fikrê ”yekîtîya dijayetîyan û têkoşîna wan” û ”zivirandin û guhartinên li cîhanê” avêtibû meydanê. Demokritos (BZ 460- 370, ew hatîye kuştin) jî fikrê ”bêdawî û bêdespêkirinê yên maddeyê” pêşnîyarê civatê kiribû. Filozofên wek Socrates (BZ 470- 399 Atina) û Platon (BZ derdora 427- 347 Atina) ku wek temsîldarên fikrên îdealizmê tên naskirin.
Naverok û hûrgilîya têkoşîna bêhempa di navbera ideologên materyalist û idealist da ku bi salan dirêj ajotîye, tê zanîn. Çavkanîya gelek fikrên siyasi yên îroyîn, ji qaîdeyên fikrên dewletê peyda bûne ku ew ji alîyê Eflatun ve hatine çêkirin. Dîsa di van deman da dastanên Îlyada û Odiseus (şerê ku BZ di 1200î da qewimîye û deh sal dom kirîye) ku Homeros (BZ 700 jîyaye û van dastanan BZ di 800î da nivîsîye) nivîsîne, her yek ji vana di warê kultûrê da geşbûnên gelek mezin bûne.
Min li jor nîşan kiribû ku pêvajoya ku civat ji dema Komunalîyê derbasê Civata Koledarîyê kirîye, piştî têkoşîneke dûr û dirêj û bi zehmet mukun bûye. Ev rewş wek li Yunanistana Koledarîyê derketîye ortê, bûye semedê ku gelek komedi û trajedi werin nivîsîn. ”Nivîskarên Trajediyê Ahileos, Sofokles, Suripides û ozanê komediyê Aristofanos, tesir li ser kultûra navnetewî kirine.” (Zubritski, Mitropolski, Kerov, İlkel Topluluk Köleci Toplum ve Feodal Toplum Sol Y)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,289
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 42
文章
22. NETEWE
38. WELATO!
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 30-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,289
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,417
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!