图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,427
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jibo pêşveçûna civakî rola ronakbîran girîng e!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jibo pêşveçûna civakî rola ronakbîran girîng e!

Jibo pêşveçûna civakî rola ronakbîran girîng e!
=KTML_Bold=Jibo pêşveçûna civakî rola ronakbîran girîng e!=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Di hemî civatan da (kevnar, koledar, feodal û kapitalist) jibo pêşveçûna civatî rola ronakbîran gelek girîng bûye. Mirov dema li dîroka mirovatîyê hûr dibe; mirov dibîne ku li cîhanê û di her serdemê da rewşenbîrên wê civatê derketine holê û jibo hişyarkirina civata xwe fikrên xwe gotine û rastê gelek astengan jî hatine û hin ji wan jî di vê xebatê da canê xwe ji dest dane. Bi tabîreka dî di ronîkirina civatê da gelek ronakbîr, rewşenbîr bedelên mezin dane û hin ji wan bûne cangorîyên civata xwe û welatê xwe.
Ez pêwist dibînim ku bi kurtayî be jî piçek behsa civatan bikim. Wek tê zanîn di dîroka mirovatîyê da Civata Kevnar (îptîdayî, prîmîtîf) ewilîn cî û warên mirovan e ku bi awayeke xwezayî hemî kes digel hev jîyane. Di Sazûmana Kevnar da çîn û tebeqeyên serdest û bindest tunebûne. Bi awayeka dî feqîr û dewlemend tunebûne. Hemî endamên civatê li gora hêz û zanebûn û zîrekîya xwe di nav xebata domandina jîyana xwe da cî girtine. Kalemêr û pîrejinên civatê; jiber tecrûbeyên xwe yên jîyanê ji civatên xwe ra rêbirîyê kirine. Aletên çêkirinê û çinandinê, malên her kesî/ê bûne. Loma ji vê sazûmana kevnar ra Komunizma Kevnar jî tê gotin.
Di sazûmana koledarîyê da têkilîyên navbera kole û koledaran (efendîyan); di çarçoveya disiplinek da û li ser fikirandinek sistemek hatîye avakirin û li gora wê sistemê jî li ser xeta wê sistemê hin kaîde (prensib) hatine çêkirin ku ew hemî digel hev bûne sazûmanek û ev jî bûye semedê domandina bi hezarsalan. Loma car caran serhildanên koleyan çêbûne; lê wan serhildanan bi xwînê hatine pelçiqandin. Lê di wê têkoşîna man û nemanê da fikir û hestên edlayîyê û azadîyê jî roj bi roj geş bûne û ew zemînek (bingehek) çêkirîye ku Dînên Yekxwedayî çêbûne. Lê ev sistema koledaran piştî qonaxeke nû ku pêşveçûna aletên çêkirin û çandinîyê gihaye radeyek ku çîna feodalan derketîye holê û menfeeta wan û koleyan di nuqtayek da gihane hev. Di wê qonaxê da rola oldaran jî bi awayeke heyînî çêbûye, lê ev heya radeyek bûye. Ev rewş bi taybetî di Dînên Musewî û Îsewîyan da û heya radeyek jî di Îslamê da xwe nîşanê me daye.
=KTML_Bold=Giringiya ronayîbûnê=KTML_End=
Di derbarê bizava ronayîbûnê da dîtinên İmmanuel Kant (1724-1804) giring in û di navberê da 350 sal jî derbas bibe, ev dîtin jibo dema me jî ronayîya xwe diparêze û loma dirêj be jî ez wê metnê li jêr pêşkêşî we hêjayan dikim da ku neslên nû jê fêdeyê werbigrin. Min, metna tirkî wergerand bo kurmancî. Ji İmmanuel Kant pirsîne da ku ronayîbûn çîye. Di derbarê bizava ronayîbûnê da ew weha bersiv dide:
”Ronayîbûn, rewşeke însên e ku ew bi îradeya hin kesên dî ketîye nav sucdarîyê, ji ber ku nikaribûye bi aqilmendîya xwe tevbigere; însên ku bi îradeya xwe ya azad dixwaze ji wê rewşê rizgar bibe. Bi tabîreka dî, semedê bêkamilbûna însên, ne ku bêaqilîya însên bûye; ew negirtîye ber çav ku îradeya xwe bikar bîne. Loma hevoka ”Cesareta karanîna aqilê xwe nîşan bide!” (mç) jibo ronayîbûnê bûye parola esasî.
Xweza (tabîet), ji mêjve ye ku mirovan ji girêdana rêbirîya kesekî bîyanî rizgar kirîye, lê piranîya mirovan (kes-însan) di seranserê jîyana xwe da kamil nebûne û mane. Ji ber ku ew tilar û tirsonek in; ji ber ku nekamilbûn pir hêsa ye. ”Eger ji bedêla min, kitêbeka min a fikirandinê hebe, ji bedêla wijdana min keşîşekî min hebe, hekîmeke min hebe ku perhîza min bibêje, êdî tu pêwistî namîne ku ez têkevim nav zehmetîyan.” (mç) Wekî dî, piranîya mirovan, gavavêtineke ber bi kamilbûnê ve tişteke zehmet, heta bi talûke (xeter) dibînin. Jibo wê ye ku kesên serwêris (wasî) ku xwedî hûner in da ku wan dişopînin û hunermendîya xwe nîşan didin. Ewil ew (wasî), lawirên (heywanên) ku birêvedibin dikin ebdal, wan afirandinên bêdeng ku di cîyê girtî da ne, qedexe dikin ku derkevin derve; paşê jî ji wan ra dibêjin, eger tek u tek bimeşin wê bela were serê wan. Her çiqas ev xeter ne zêde mezin e; yên ku wê xeterê bigire ber çav, piştî carek du car bikevin erdê jî paşê dikarin bi tena serê xwe bimeşin; lê numûneyeke weha dikare bide tirsandinê, ev jî dê pêşî li ceribandinên dî bigire.
Di însên da bêkamilbûn, bûye tişteke xwezayî; ji wê rizgarbûn pir zehmet e. Wekî dî qanûn, mewzuat, bi berdewamî kamilbûnê radiwestîne, ji ber van sedeman e ku gelek hindik mirov mane ku ji bêkamilbûnê xilas bibin û bi bîrubawerî bikaribin bimeşin. Lê her tim çend kes hene ku bifikirin, serbixwe bibin. Van kesan, ewil dê nîrê bindestîyê ji ser xwe rakin, dê paşê jî bi cewhera însên, fikirandina serbixwe jibo însên bibe vatinîyek (wezîfeyek) ku wê bigihîne derdoran.
Jibo ronayîbûnê, ji bil azadîyê pêwistî bi tişteke dî tune. Jibo wê jî tiştê pêdivî hebe, azadîyên ku herî kêm bê xisar e. Li pêşberî raya giştî bi awayeke vekirî karanîna azadîyê ye ya bi her awayî. Lê çi heye ku di çar alîyan da ”nefikirin” tê qîrandin: serbaz, ”Nefikire, talîma xwe bike”, keşîş (keşe), ”Nefikire, bawerî pêbîne”, qolçî,”Nefikire, bide” dibêje. Lê li pêşberî rayagiştî bi karanîna fikrê, yanê kesekî/a wek însaneke zana bi karanîna aqilê xwe li pêşîya xwendoxên xwe divê serbest bibe. Ronayîbûn, bi vî awayî dikare pêk were.
Tu sazîyek nikare peymanek çêke ku li pêşîya ronayîbûna cinsên însên bibe asteng. Çu mafê pêvajoyek tune ku peyman çêke da ku li pêşîya zanyarîyên demê were girtin û jibo derbasî pêşedemê nebe ango geşbûyîn û pêştaçûna wê were astengkirin, welê dê bibe cinayetek li hemberî xulqandina însên. Belam ev li dijî pêşveçûna tabîeta însên e.” (Prof. Dr. Macit Gökberk, Aydınlanma Felsefesi, Atatürk ve Devrimleri, Cem Y. İst.)
Bawerî û Zanîn ”Tiştên ku em pê nizanin, tiştên ku jibo xapînê û xapandinê herî zêde kêrhatî ne. Carek, însên tiştên ku nabîne, her ji ber çi be, bi hêsayî pê bawer dike; paşê jî jibo ku em hîn nebûne li ser tiştan bifikirin, biaxifin, em li hemberî wan bi hêsayî nikarin rawestin. Jibo wê ye ku însên, bi tiştê ku herî hindik pê dizane, herî zêde pê bawerî tîne. Yên ku ji me ra çîrokan dixwînin, pir hêsa diaxifin; alşimistan, kahinan, huqûqzanan, falkeran, doktoran û wd: eger ez netirsîbam, hinekên dî jî dikaribûm li wan zêde bikira. Mesela hin kesên ku ji daxwazên Xwedê ra nûnertîyê dikin, hene; xwe bi awayek nîşan didin ku ew bi semedên her bûyerî dizanin. Tiştên ku Xwedê kirîye û sira îradeya (vîna) wî ya gewre ku veşartîye, xwedêgiravî wan tiştan dibînin. Tiştên diqewimin ku ew hev nagirin, geh bi vî alî ve û geh bi wî alî ve direvin, yek ji rojhilat tê û yek ji rojava tê; van tiştan wan zilaman nawestînin. Dîsa her tiştên ku dizanin, dixwînin, bi heman qelemî ve reş û sipî dinivîsin û disekinin.” (Michel de Montaigne, Denemeler, Türkçesi Sebahattin Eyuboğlu, Cem Y. İstanbul )[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,012
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 21-05-2023
挂钩项目: 25
小组: 文章
Publication date: 03-12-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):23-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,012
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,427
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!