图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn, rewşa giştî ya cîhanê, Osmanî û Kurdan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn, rewşa giştî ya cîhanê, Osmanî û Kurdan

Pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn, rewşa giştî ya cîhanê, Osmanî û Kurdan
=KTML_Bold=Pêvajoya Şerê Cîhanî yê Yekemîn, rewşa giştî ya cîhanê, Osmanî û Kurdan=KTML_End=
Siddik Bozarslan

=KTML_Bold=A.Rewşa giştî ya cîhanê=KTML_End=
Li Ewrupayê bizavên Renesans û Reformê, Şoreşa Fransayê, li Britanyayê Şoreşa Sanayîyê û belavbûna wê, keşfên erdnîgarîyê û pêşveçûnên wd.. li Ewrupayê bûbû sedemê despêkirina Çaxa Ronayîbûnê. Digel van pêşveçûnan, teknoloji jî bi awayek bilez pêşta diçû, xurt dibû. Pêwistîya madde û pazarê jibo dewletên mezin yên Ewrupayê wek Biritanya Mezin, Fransa, Italya û Almanya xwe nîşan didan û ev jî jibo wan dewletan dibûn sedemên rekabeta destxistina koloniyan. Jixwe Britanya Mezin û Fransa, gelek koloni bi dest xistibûn, rîyên deryayê û çavkanîyên madenan xistibûn bin bandora (kontrola) xwe. Li gora wan, Almanya û Italya paşketî mabûn. Rekabeta menfeetên di navbera wan dewletên mezin da û bi taybetî xurtbûyîna Împaratorîya Almanyayê, dewletên mezin xistibûn nav metirsîyek.
Li hemberî vê resma Ewrupayê ya jorîn ku di despêka sedsala 19.an da li meydanê bû; Dewletên Yekbûyîyên Amerikayê (DYA), di sîyaseta cîhanê da hê nebûbû xwedîyê tesîreke mezin. Wê demê serkêşîya Bloka Emperyalê (emperyalist) Britanya Mezin dikêşand ku jê ra digotin “Împaratoriya ku roj li ser naçe ava”. Wê demê nufûza Britanya Mezin (Qralîyeta Mezi) heta Hindistanê û Afrikayê fireh bûbû. Rekabeta ku di nav van çar dewletan da hebû, Rusya jî wek dewleteka pêncemîn û xurt û mezin ket nav wê rekabeta pêşberikê. Di hedefa van dewletên kolonyalist da 2 kitayên mezin hebûn: Asya û Afrika. Dema dîrokê despêka sedsala 20.an nîşan dida; êdî rekabeta navbera wan pênc dewletan gîhabû tîtalekê û zengila şer dihat lêxistin.
Lê di encamê da di nav hêzên mezin yên Ewrupayê da du blok çêbûbû. Di alîyek da .Împaratorîya Almanya û Împaratorîya Avusturya – Macaristan û Îtalya ku ji wan ra Tifaqa Sisêyê dihat gotin. Di alîyê dî da jî Britanya Mezin, Fransa û Rusya hebûn û ji wan ra jî Îtîlafa Sisêyê dihat binavkirin. Bi tabîreka rasteqîn sebebê esasî ku bi xwe ra du blok dabû çêkirin; bûyerên aborî, sîyasî û civakî yên wan hêzan, bûbûn hedefa rekabeta emperyalî. Velîahtê (arşiduku) textê Împaratoriya Avusturya – Macaristanê Franz Ferdinand (1875- 1914), di 28ê hezîrana 1914an da ji alîyê nasyonalistekî sirbî ve hat kuştin û ev bûyer bû sedemê agirê ewil ku bi xwe ra dagirkirina Sirbistanê ji alîyê Împaratoriya Avusturya- Macaristanê ve anî ku bû tarîxa îlankirina Şerê Cîhanî yê Yekemîn ku rastê 28ê temûza 1914yê tê.
Di demeke kurt piştî îlankirina şer da Almanya, Fransa û Belçika û Luksemburgê dagir kir. Rusya , êrîş bir ser Almanyayê û Britanya Mezin jî li dijî Almanyayê şer îlan kir. Bi vî awayî şer, ewil li tevayîya Ewrupayê belav bû û paşê jî dirêjîya agirê şerî xwe berda nava erdên osmanîyan. Îtalya, bê ku têkeve şer di 1915an da bloka xwe guhart. Di nav pêvajoya şer da Sirbistan, Belçika, Yunanistan, Romanya, Portekiz, Japonya û Amerika di nav bloka Îtîlafê da cî girtin û Bulgaristan jî bloka Îttîfakê bijart.
B.Rewşa Osmanîyan
Li Stanbolê (Konstantinopolês) di 1876an da Meşrutîyeta I.emîn hat îlankirin, ewil car destûrek hat çêkirin û hukmê Abdulhamîdê II.yemîn hat sînorkirin. Bê guman li dijê saltanata Abdulhamîdê II.yem, her ku diçû muxalefet xurttir dibû. Di 1908an da Meşrutiyeta II.yemîn hat îlankirin û di 1909yan da Abdulhamîdê II.yemîn ji ser hukum hat dûrxistin û Sultan Reşat bû padîşahê nû. Lê Cemîyeta Îttîhat- Terakkîyê (CÎT) bû xwedîyê îktîdarê yê esasî. Di pêvajoya 1912- 1913an da Trablusgarp ji dest çûbû û piştî du Şerên Balkanan, Împaratorîya Osmanî ketibû nav merhaleya belavbûnê.
Di 1911an da herêma Trablusgarpê ji alîyê Îtalyayê ve hat dagirkirin ku ew der li Bakurê Afrikayê bû û girêdayê osmanîyan bû. Bi Peymana Uşîyê ku di 1912an da çêbû, Trablusgarp û 12 Giravên Egeyê bi Îtalyayê ve hatin girêdan. Di oktobira 1912an da Dewletên Balkanê Yunanistan, Bulgaristan, Sirbistan û Karabaxê li dijê osmanîyan dest bi şerê serxwebûnê kirin ku ji wê ra Şerê Balkanê yê yekemîn tê gotin û ev şer di 30yê gulana 1913an da bi dawî bû û her weha herêma Balkanê ji osmanîyan qetîya. Lê di pêvajoya havîna 1913an da careka dî şer derket. Di encamê da Dewleta Osmanî, Rojavayê Trakyayê bi tevayî wenda kir, Edirneyê jî ji Bulgaristanê paş ve sitand û di encama her du Şerên Balkanê da osmanî, hebûna xwe ya li Balkanan bi tevayî wenda kir.
Balkêş e ku rêvebirên CÎTyê, ji 1913yan wê da êdî îdeolojiya ”osmanîtî û îslamîtî”yê berdan û dest bi parastina tirkîtîyê kirin. Di wê pêvajoyê da Îttîhatçiyan, di politika derve da ketin nav lêgerîn û hewildanan ku tifaqdaran û alîkarîya wan bistînin; lê li hundur jî dest bi teda û zulmê kirin. Bê guman têkçûnên osmanîyan li Balkanê, di nav dewletê da bû sedemên endîşeyên mezin. Sadrazam Mahmud Şevket Paşa, di 22yê gulana 1913an da ji Almanyayê generalek xwest da ku orduya wan ji nûve organize bike. Di hezîrana 1913an da di encama suiqastek da, Sadrazam M. Şewket paşa hat kuştin. Di 4.12.1913an da Peymana Alman- Osmanî hat çêkirin û General Liman Von Sanders hat wezîfedarkirin ku orduya osmanî modernize bike. Di dawîya 1913an da Sanders hat Stanbolê û dest bi karê xwe kir û ewil bû berpirsê Orduya Yekemîn û paşê ew kirin Mufetişê Giştî yê Orduya Osmanî.
Rêvebirên osmanîyan, berîya ku şer despêke bûbûn du alî. Alîyek dixwestin hevkarên Britanyayê bin, lê alîyê dî jî dixwestin digel Almanyayê (Enver Paşa û hevalên wî) têkevin şer. Osmanî, hem di warê abûrîyê da û hem di warê eskerîyê da ketibûn bin bandora Almanyayê. Piştî hevdîtinên vekirî û veşartî (dizî) Almanya û Osmanî di 2yê tebaxa 1914an da peymaneke dizî çêkirin û osmanîyan xwe di nav şer da dîtin. Bi vî awayî xeyala politika Îttîhatîyan ya Turanizmê û politika Almanyayê ya ku heta Hindistanê dirêj bibe ku çav berdabûn koloniyên îngilizan, maceraya her du alîyan gîhan hev. Îttîhatçiyan bawerîya xwe pir bi almanan anîn û ketin nav şer.
C.Despêka sedsala XX. û rewşa zana û siyasetvanên kurd!
”Di despêka sedsala XX. da serbajarê dewleta Osmanî Stanbol bû û ew ji alîyê çandeyî û sîyasetê ve navendeka (merkezeka) giring bû. Her wekî ku gelek zana û rewşenbîrên gelên bindest ên Osmanîyan gelek zana û xwendekar û sîyasetvanên kurd jî li Stanbolê civîyabûn. Ew zana û xwendekarên kurd dixebitîn ku tovê bîr-bawerîya welatevînîyê û fikra kurdîtîyê di nava gelê kurd da biçînin û paşê jî rîya tevgereka neteweyî vekin; bi awayeka dî tevgereka neteweyî saz bikin. Her weha wan dixwest ku pêşewayîya wê tevgera neteweyî bikin û bi rîya wê tevgerê Kurdistanê ji binê nîrê dewleta Osmanî rizgar bikin. Jibo gîhana wê amancê jî dixebitîn ku ji hemî keys û fersendan mefadar bibin.
Lê li vir divê em ewil navê Rojnameya Kurdistanê bi bîr bînin ku ji alîyê Mîqdad Mîthet Bedirxan ve li Misrê di 1898an da derketîye ku ew rojnameya kurdan ya ewil e û M. Mîthet Bedirxan jî rojnamevanê kurd yê pêşîn e. Di sala 1900î da Komela Kurdan a Pêşîn li Stanbolê hatîye sazkirin. ”… Navê wê komelê, ”Komela Vîna Zexm a Kurdistanê” (Kurdistan Azm-i Kawî Cemîyetî) bûye. Sazkerê komelê Fikrî Efendîyê Amedî (Dîyarbekrî) bûye. Em ji endamên wê, tenê navê Ehmed Remzîyê Licî dizanin. (Zinnar Silopî, Doza Kurdistan, Çapxana Stewr, Bêrût 1969, rûpel 25-26) Belam ew komele, di binê rejima Sultan Hemîd da umirdirêj nebûye.
Careka dî keys û fersend , piştê sazkirina meşrûtîyetê di dewleta Osmanî da ketîye destê zana û xwenda û xwendekarên Kurd. Meşrûtîyet, yan jî bi peyveka dî rejima meşrûtî, bi pêşewayîya ”Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanî” (Osmanlı İttihad ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908´an da hatîye sazkirin. Di despêka rejimê da, azadîyeka hema hema bêsînor hatibû nava dewleta Osmanî. Jixwe prensib û sloganên rejima nû ”azadî, biratî, wekhevî” (hürriyet, uhuvvet, musavat) bûn. Ev hersê peyvik bûbûn slogan û li her derê împaratorîyê belav bûbûn, wek benîşt ketibûn devê her kesî.
Hingê welatevîn û neteweevînên Kurd jî xebitîne ku ji wê rewş û keysa nû mefadar bibin û xebateka neteweyî vêkxin. Berê wê xebata wan, berê sazkirina ”Komela Hevkarî û Pêşketina Kurd” (Kürd Teavün ve Terakki Cemiyeti), derxistina kovara ”Kurdistan), sazkirina dibistaneka Kurdî, paşê jî sazkirina ”Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê” (Kürd Tamîm-î Maarif Cemîyetî) û ”Komela Xwendekarên Kurd Hêvî” (Kürd Talebe Hêvî Cemîyetî), derxistina kovara ”Rojî Kurd” û kovara ”Hetawî Kurd ” bûye. (Zinnar Silopî, Eynê eser, r. 23, 24, 35, 37 û Jîn, jimare 21, r. 924)
”Lê belê, piştê derketina Şerê Cîhanî yê Pêşîn, kargêrên komela ”Hêvî” û gelek ji endamên wê bi destê hukumeta ”Yekîtî û Pêşketinê” (Îttihad ve Terakkî) hatine girtin û hatine şandin bo cepheyê şer. Bi wî awayî, ew mêledeya ku ”Hêvî”yê teviştandibû vemirîye û heta sala 1918an wisa vemirî maye. ” (M. E. Bozarslan, Jîn, c. 1, r. 7-8)
Berîya îlankirina Meşrutîyeta II.yemîn, hin eşîrên kurd li dijî osmanîyan di nav hewildanan da bûne; lê hin eşîr jî nêzîkê Abdulhamîdê II.yem bûne ku jibo wan problem tunebûye. Wek numûne; di bin rêberîya Şêx Abdulselam Barzanî da di 1907an da daxwaznameyên kurdên herêmê (daxwazên ototnomîyê) ji Bab-î Alî ra tê rêkirin û bi bahaneya ”kurd dixwazin ji osmanîyan veqetin” êrîşên osmanî li herêma Barzan diqewimin. Di çarçoveyeka weha da li Silêmanîyê jî di bin pêşevatîya Şêx Saîd Berzencî (bavê Şêx Mahmud Berzencî ye) da di 1908an da serhildaneka dî diqewime. Li herêmên bakur jî em rastê hewildanên Mela Selîmê Zaza li Bedlîsê û li herêma Amedê jî bûyera Serokê Eşîra Milî, Îbrahîm Paşayê Milî tên. Lê mixabin wek piraze li meydanê ye, hemî hewildanên kurdan têk diçin.
Di pêvajoya Meşrutîyeta II.yemîn da jî rewşa kurdan bi giştî baştir nebûye. Hin zanayên kurd jî bi CÎT ra tevdigerîyan. Lê piştî bûyera êrîşa li ser Bab-î Alî ku di 23.01.1913an da qewimî; êdî têkilîyên CÎTyê û zanayên kurd, bi temamî tên birîn.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览846
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 06-02-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览846
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!