المکتبة المکتبة
البحث

کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!


خيارات البحث





بحث متقدم      لوحة المفاتيح


البحث
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
ارسال
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
الأدوات
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
اللغات
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حسابي
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
البحث ارسال الأدوات اللغات حسابي
بحث متقدم
المکتبة
الاسماء الکوردية للاطفال
التسلسل الزمني للأحداث
المصادر
البصمات
المجموعات
النشاطات
کيف أبحث؟
منشورات كورديبيديا
فيديو
التصنيفات
موضوع عشوائي
أرسال موضوع
ارسال صورة
استفتاء
تقييماتکم
اتصال
اية معلومات تحتاج کورديپيديا!
المعايير
قوانين الأستعمال
جودة السجل
حول...
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
ماذا قالوا عنا!
أضيف کورديپيديا الی موقعک
أدخال \ حذف البريد الألکتروني
أحصاء الزوار
أحصاء السجل
مترجم الحروف
تحويل التقويمات
التدقيق الإملائي
اللغة أو لهجات الصفحات
لوحة المفاتيح
روابط مفيدة
امتداد كوردییدیا لجوجل كروم
كوكيز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
الدخول
المشارکة والمساعدة
هل نسيت بيانات الدخول؟
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 حول...
 موضوع عشوائي
 قوانين الأستعمال
 امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 تقييماتکم
 المجموعات
 التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
 المعاينة
موضوعات جديدة
المکتبة
أثر المتغيرات السياسية والاستراتيجية على الحركة الكردية في العراق وتركيا
29-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
المواقع الٲثریة في العراق
29-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
السيرة الذاتية
مكرم رشيد الطالباني
28-04-2024
کاکۆ پیران
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,545
الصور 106,165
الکتب PDF 19,170
الملفات ذات الصلة 96,571
فيديو 1,317
بحوث قصیرة
المفكر العربي الكبير صادق ج...
الشهداء
جافري كاموران
السيرة الذاتية
هادي خديدة رشو
المکتبة
أذربيجان في العصر السلجوقي
بحوث قصیرة
البوم
Çima 100 hezar kurd li Erzurumê/ Sariqamîşê qir bûn?
نأسف لحظر كورديبيديا في شمال وشرق البلاد من قبل الغزاة الأتراك والفرس.
صنف: بحوث قصیرة | لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
شارک
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Çima 100 hezar kurd li Erzurumê/ Sariqamîşê qir bûn?
Siddik BOZARSLAN

Di derbarê jimareya wendayîyên (mirinên) ku li herêma Sariqamîşê rûdane, ji alîyê dewletê ve nehatîye zelalkirin. Muqayesekirina bûyerên Sariqamîşê û Çanakkaleyê, gelek balkêş e. Yên li Çanakkaleyê mirine, gorên wan hatine çêkirin û nasnameyên wan hatine nivîsîn ku ew bûyer derdora du meh piştî bûyera Sariqamîşê qewimîye. Lê li Sariqamîşê jimareya mirîyan qet nehatîye zelalkirin ku li gora min sedemên wê jî hene ku ez paşê li jêr têm ser wê xalê.
Jimareya mirîyên li Sariqamîşê, di navbera 50.000 û 120.000 hatîye gotin. Gelek çavkanî nîşan dane ku nêzîkê tevayîya Kolorduya 9.an (36.784); %90ê Kolorduya 10.an (46.743); %80yê Kolorduya 11.an (21.819) û Yekîneya Siwarîya 2.yem jî 3.928 kes û bi tevayî 109.274 kes wenda bûne, yanê mirine. Tarîxa vê reqemê 18.01.1915 e. Rapora Serekerkanê Giştî yê 1933an, jimareya mirîyan 108.000 nîşan dide. Paşê ev jimare bûye 60.000. (Celal Temal, I. Dünya Savaşında 1916 Kürt Tehciri ve İttihat-Terakki´nin İskan ve Nüfus Politikaları (1913 1918), s. 101- 102)
Divê ewil em li haydarîyên eskerîyê yên resmî binêrin. Ji ber ku çend yekîneyên eskerîyê beşdarîya şer kirine û di encamê da çend ji wan mirine, kifş e. Serekerkanê Giştî Fevzi Çakmak, di 1935an da di konferansek da van reqeman gotîye:
”Hêza tirk a beşdarîya Sariqamîşê kir 118.000 bû… 7000 dîl (êsîr) ketine destê rusan. Ew jî nexweş û birîndar bûne. Ji dervayê wê 23.000ê ku di nav berfê da cemidîne, birîndar bûne, hatine definkirin. Bi taybetî wendayîyên Kolorduya 11. jî eger em bicivînin, bi tevayî mirov dikare bi texmînî bêje 40.000 in.” Baş e ,eger ev reqem bê qebûlkirin, 78.000ên dî, çi bi serê wan hat? Bersiva wê, ne Fevzî Çakmak û ne berpirsên dewletê yên sivîl nikarin bidin, ji ber ku ew hemî mirine.
Jibo rewşa Orduya 3.yemîn Doç. Dr. Mustafa Çolak weha dibêje:
”Di 29yê tebaxa 1914an da yekûna Orduya 3.yemîn bûbû nêzîkê 80.000î. Lê di nav vê yekûnê da tenê ¼ ê eskeran, yanî ji çaran yekê eskeran, cilên eskerîyê girtin. Di 12yê îlona 1914an da yekûna orduyê bûye 160.000 lê, rewşa cilên eskeran dîsa weha bûye (yanî 120.000 esker bêcilên eskerîyê bûne û tenê 40.000ê wan xwedî cilên eskerîyê bûne). Di 26ê îlona 1914an da, sisêyan yekê (!/3) eskerên Kolorduya 9.an ku girêdayê Orduya 3.yemîn e, bêçek bûne û wd..”(eynê eser, r. 103)
Wek em pê dizanin, yek ji wan zapitê Orduya Osmanî jî Mehmet Emîn Zekî Beg e , ku ew wek nivîskarê Kitêba Dîroka Kurdistanê tê naskirin. Li gora haydarîyên wî, Kolorduyên 9, 10 û 11.an ku girêdayên Orduya 3.yemîn in, piranîya mewcudîyeta wan ji kurdan pêkhatîye. Wek me di lîsteya jorîn da dît ku jimareya yekûnên wan hêzan, dora 105.000 e ku hema hema hemî kurd in û li herêmê qir bûne. Bi tabîreka dî ew bi zanatî wek celebên heywanan birine nav sermayê da ku qir bibin. Loma ne cilên wan ên eskerîyê hebûne, ne çek û teqemenîyên şerkirinê hebûne. Ev tê wê maneyê ku sirf jibo qirkirinê birine enîya şer, ne ku jibo şerkirinê. Ji ber ku zivistana wê herêmê di binê sifrê da 10-20 derece serma normal tê hesibandin û hin derên çîyan ew pîle heta 40 dereceyî berjêr dihere û berf jî bi metreyan dibare.
Tespîtên dîrokzanê Swisreyî Hans – Lukas Keiser jî di çarçoveya jorîn da ye. Ew di Kitêba xwe ”Iskalanmış Barış”ê da weha dibêje: ”Piranîya eskeran kurdên sunnî bûne ku di Orduya 3.yemîn da bûn, di despêkê da jimareya wan dora 100 hezar bûye. Ji dehan yekê vê jimarê ji nexweşîya tifoyê, ji sermayê û ji neşerkirinê dikaribûn xilas bibin. Berpirsîyarê wê felaketê, ew fermandar in ku bi zanatî orduyê bê ku tevdîla hazirîyên lazimîyan bikin, birin enîya şer. Rejima Îttîhatê, di despêka Şerê Cîhanê da wîlayetên rojhilatê yên xessas xiste nav enîya şer.” (eynê eser, r.104)
Li Tirkîyeyê di 2003yan da ”Gruba Piştgirîya Sariqamîş”ê hat avakirin ku serokê wê Prof. Dr. Bingür Sönmez e. Ev grub, dı derbarê bûyera Sariqamîşê da gelek belge komkirine, lê negihane encamên daxwazkirî. Serokê grubê Sönmez, bêhêvîtîya xwe bi vê haydarîyê eşkera dike:
”Rêveberîya Îttîhat – Terakkiyê, piranîya qeydên ku di dema şer da hatibûn girtin, tune kirine, loma wendayîyên orduya tirk li Sariqamîşê, tu dem nehatîye zanîn. Divê neyê jibîrkirin ku ew hêzên ku dîl ketine jî, wesîqeyên xwe bi destên xwe tune kirine. Wekî dî, zelal e ku ew qeydên heyî jî, jimareya wendayîyan nikare derxe meydanê.” (Prof. Dr. B. Sönmez, Reyhan Yıldız, Ateşe Düşen Dünya, s. 180, Jêdergirtî C. Temel, eynê eser r. 104)
Loma bûyera ku di Şerê Cîhanî yê Yekemîn da li herêma Erzurumê/ Sariqamîşê/ Çîyayên Allahuekberê qewimîye jibo kurdan gelek giring e û bûyereka dîrokî ye. Her çiqas jibo jimareya mirîyan yên li Sariqamîşê ji sermayê, birçîbûnê û nexweşîyê reqemên cuda hatîye gotin û nivîsîn jî, bi xetên qalind encam derketîye meydanê. Eger mirov reqemên resmî yên dewletê jî esas bigre, bi hêsayî mirov dikare bêje ku dora 100.000 kurd mirine.
Bi xetên qalind dema em vê bûyerê di çarçoveya jorîn da bînin ber çavan; em dibînin ku encamên vî şerî jibo kurdan adeta bûye jenosidek. Di vî derbarî da gotinên Enver Paşa ku li Stanbolê gotine, gelek manîdar in. Piştî ku Enverê cinawir ji enîya şer direve û tê Stanbolê, di civînek da li hemberî pirsek ew bi kêfxweşî weha dibêje: ”Di Şerê Sariqamîşê da em ji derve binêrin, tê hesibîn ku em têkçûne, lê di rastîyê da em bi serketine. Ji ber ku li ser wan rîyên ku ji daristanên Sariqamîşê heta Erzurumê dirêj bûne, me bi dehhezaran cesedên xortên kurd li wir hiştin.” (Garo Sasunî, Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni Kürt İlişkileri, s. 244, Swed)
Ji van gotinên jorîn, raste rast bîhna hovîtîyê tê û di çarçoveya jenosidê da tê qebûlkirin. Bifikirin, piştî îlankirina şer û seferberlixê ji alîyê Sultanê Osmanî Sultan Reşat ve tê eşkerakirin; bi fermanên fermandaran li kurdistanê xelkê dicivînin jibo şer. Eger tabîr di cîyê xwe da be, hukumet, kurdên reben ên pêxwas û tazî bi darê zorê kom dikin û dibin herêmên şer. Dîsa wek me li jor dît, ne çek û ne cilên eskerîyê didin wan. Ev tê wê maneyê ku raste rast wan di nav berfê û sermayê da û li dijî rusan didin kuştin. Ji ber ku ew kurdan naxin şuna mirovan û wek potansîyel dijmin dibînin û loma di encamê da dora 100 hezar mirov dimirin.
Di alîyê dî da jî, Enver û Talat û Cemal Paşayên Turanîst, dixwazin herêmên Kurdistanê û Ermenistanê ku li ser sînor in; ji kurdan û ermenan paqij bikin da ku politika xwe ya Turanizmê pêkbînin. Loma di çarçoveya wê politikayê da ew Dewleta Osmanî digel Almanyayê dixin şer li dijî Rusyayê. Li gora xeyala wan, herêmên kurd û ermenan werin paqijkirin û tirkên derve bînin cîyên wan, êdî hêsa dibe ku sînorên xwe bigihînin erdê Turanê û bi vî awayî Împaratorîya Turanizmê ava bikin.
Hin pêşevayên kurd ku beşdarîya şer kirine
Kor Huseyîn Paşa
Huseyîn Paşa, Serokê Eşîra Haydaran bû û serkêşîya Alayên Hamîdîye dikir û bûbû Serekfermandarê Alayên Hamîdîyê. Ew digel yekîneyên xwe li sînor li dijî rusan şer kirin û berxwedanek li darxistin ku orduya rus pêşve nekeve. Tê gotin ku di wê demê da Abdurrezak Bedirxan li Tiflîsê bûye û ji wir name şandîye jibo giregirên kurdan ku kurd divê digel osmanîyan nekevin şer. Lê mixabin Kor Huseyîn Paşa, guh nedaye pêşnîyara Bedirxan Beg.
=KTML_Bold=Abdulmecîd Begê Sibkanî=KTML_End=
Abdulmecîd Beg, Serokê Eşîra Sibkan bûye û digel hêzên xwe yên Alayên Hamîdîye li herêmên Bulanik, Patnos, Tutakê berxwedaneke dijwar li dijî rusan nîşan daye. Ew di şer da birîndar bûye. Digel ku ew birîndarê giran jî bûye, wî yekîneyeke topvan ya rusî têkbirîye û dest danîye ser çekên rusan. Ji ber wê serfîrazîyê wek “Kaymakam Bînbaşi” hatîye xelatkirin.
Serokê Eşîra Xoytê Hecî Musa Beg û birayê wî Nuh Beg
Hecî Musa Beg fermandarê Mufrezeya Mutkê bûye û li dijî rusan rîyên Gêrîyên Kulp û Duxanê girtîye û li herêma Newala Bedlîsê li dijî rusan şer kirîye û di şerê herêma Mutkê da serkeftin bi dest xistîye. Ji ber ku di rizgarkirina Bedlîsê da H. Musa Beg, seketineke mezin bi dest xistîye; di 12ê temûza 1916an da Madalya Lîyakat ya Zîvî dane pê. Bê guman H. Musa Beg, yek ji wan giregirê kurd bû ye ku carna bi bizava neteweyîya kurdî ra bûye, lê carna jî piştgirîya tirkan kirîye. Navê wî di qirkirina ermenan da jî derbas bûye. Birayê wî Nuh Beg jî, di eynê herêmê da digel hêzeke xwe li dijî rusan şer kirîye.
Balkêş e ku H. Musa Beg, ji alîyê Mustafa Kemal Paşa ve hatîye teqdîrkirin û loma digel ku ew beşdarîya Kongreya Erzurumê nekiribe jî; ew bi rîya M. Kemal Paşa, di HeyetaTemsîlê ya Kongreya Erzurumê da cî girtîye. Balkêş e ku H. Musa Beg, piştî Bizava Şêx Seîd ya 1925an, jibo Antalyayê hatîye surgûnkirin. Paşê ew ji Antalyayê revîyaye Surîyeyê û di 1928an da li wir mirîye.
$Saîd-î Nûrsî (Bediûzzaman)$
Tê gotin ku Bediûzzaman Saîd-î Nûrsî jî hêzeke Milîsî çekirîye û li dijî rusan şer kirîye. Ew digel hêza xwe ya ku ji mela û feqîyan çêkirîye, li navçeyên Muş û Kopê (Bulanik) li dijî rusan şer kirîye û tê gotin ku wî heşt hep tanqên rusî dest danîye ser û birîye Bedlîsê. Bedîuzzaman û hin heval û şagirtên xwe li Bedlîsê di şerê dijî rusan da birîndar bûne û ketine destê rusan ku di nav wan şagirtan da Abdurrahîm Rahmîyê Hakkarî jî hebûye. Bedîuzzaman di havîna 1918an da bi rîya Rusya – Ewrupayê çûye Stanbolê.
Hin çavkanî nîşan didin ku Bediuzzaman, di Teşkîlat-î Mahsusa da kar kirîye û bi rîya teşkîlatê di despêka şer da ji Muşê tang û topên dewletê jibo pêwistîyê birîye Bedlîsê. Ji ber ku haydarîyên jorîn dema mamoste Celal raxistîye ser kaxid, çavkanî nîşan nedaye. Loma mirov nizane bi rastî wî û hevalên xwe di şer da heşt topên rusî bi dest xistine, ango ev haydarîyên ku ez li vir dibêjim ku tang û topên dewletê bûne, tevlîhev bûne. Ji ber ku Bediuzzaman alimekî bûye, dibe ku di vî derbarî da wek gotegotên efsanevî belav bûne.
Ji ber ku Bediuzzaman xwedîyê ekolek e, lêkolînên li ser wî jî giring û pêwist in û loma min di nivîsareka dî da bi piralî vê şolê pêşkêşî we hêjayan kirîye. Li vir tenê ez dixwazim nîşan bidim ku nivîsarên Bediuzzaman yên 1908an di ”Kurd Teavun Gazetesî”yê da û nivîsarên di kovara ”Jîn”ê da di 1918- 1919an da derçûne, dema mirov esas bigre; mirov dibîne ku jibo Bediuzzaman nasnameya ewil Îslamîyet e, ya duyem Osmanîtî ye û ya sêyem kurdî ye. Loma ez bi xwe wî wek Saîd-î Kurdî bi nav nakim ku gelek kurdên me wî weha nîşan dane ku li gora min ev kêmasî û şaşîyek e.
=KTML_Bold=Xalid Begê Cibrî=KTML_End=
Xalid Begê Cibrî, fermandarê Alaya Siwarî ya Eşîra Cibran ya 2.yemîn bûye. Di despêka rojên ewil yên şer da ew digel alaya xwe ya siwarîyê li herêma Pasînan, li dijî rusan şer kirîye, berxwedanek nîşan daye û jibo demek pêşveçûna rusan rawestandîye û heta Elekyazê bi orduya rusî ra şer kirîye. Ew demeke dirêj li navça Erzurumê wek fermandar xebitîye û di orduya osmanîyan da bûye Albay.
Fermandarê Alaya Siwarî ya Eşîra Cibran ya 3.yemîn jî Yarbay Maksut Xalid Beg bûye û ew jî digel hêza xwe li Pasinan li dîjî rusan şer kirîye û hatîye kuştin.
Em di pêvajoya avakirina dewleta tirk da Xalid Begê Cibrî, wek serokê Rêxistina Azadîyê dibînin ku di bizava Şêx Saîd da tê naskirin. Lê xaleka balkêş e ku dema eskerên tirk tên Xalid Beg ji mala wî digirin, dibin Bedlîsê; ew tu acizîyek, nerehetîyek nîşan nade û dikeve pêşîya eskeran û diçe û di demeke kurt da li Bedlîsê tê kuştin. Mixabin ev bûyer, bûyereka trajedîyê ye ku Serokekî rêxistina kurdî çi qas ji rastîyên jîyana civata xwe dûr e û dijminê xwe nas nake.
=KTML_Bold=Bişarê Çeto û Cemîlê Çeto=KTML_End=
Wek mamoste Celal jî dibêje, çîroka jîyana Serokê Eşîra Pencînarî yê Garzanê Bişarê Çeto, gelek balkêş e. Bişarê Çeto, her tim bi osmanîyan ra di nav pevçûnek da bûye; bi salan di zindana Bedlîsê da maye û piştê derketinê jî li hemberî dewletê tim di nav serhildanan da bûye. Berîya ku şerê mezin dest pêke; dewleta Stanbolê jibo Bişarê Çeto û yên wekî wî gelek zindanîyên ”adî û eşqîya” efû kir û ji zindanê derxist. Bişar, ji eşîra xwe 2 hezar kes amade kir û beşdarî şer bû.
Enîya şerê ku B. Çeto beşdarî dike, di wê enîyê da Şêx Zîyaeddîn-î Norşînî (Şêx Hezret) û Şêx Mahmudê Zoqeydî jî hebûne. B. Çeto digel çekdarên xwe li herêma Wanê, li ser sînorê Îranê bi hêzên rusan ra şer dikin û di wî şerî da Bişar tê kuştin. Demeke dirêj bawerî pê nayê kirin ku Bişar hatîye kuştin. Ji ber ku ew zilamekî di şeran da xwedîyê tecrube bûye û bi mêrxasîya xwe bûye efsaneyek. Loma di nav civatê da hatîye gotin ku ”Bişar, ji alîyê pêşîya xwe ve gule naxwe, ji paş ve bi guleya osmanîyan ve hatîye kuştin!”
Piştî mirina Bişarê Çeto, birayê wî Cemîlê Çeto dibe serokê Eşîra Pencînarî û digel hêza xwe ya ”Alaya Milîsî” di enîya şer da beşdar dibe û li dijî rusan şer dike. Cemîlê Çeto, li herêmê wek kesekî ku piştgirîya hukmê Kemalizmê kirîye, tê naskirin. Digel vê rastîyê jî Cemîlê Çeto, ji xezeba bayê Kemalizmê xilas nabe û piştî Bizava Şêx Saîd ya 1925an tê îdamkirin. Dema ew ji zindanê dihere ber darê sêpikê, ”Cemîlê Çeto, ji kerê keto! Cemîlê Çeto, ji kerê keto!” diqîre ku zindanîyên nêzîkî wî, wê gotina Cemîlê Çeto bihîstine.
Şêx Zîyaeddînê (Şêx Hezret) Norşînî
Şêxê Hazret, di despêka şer da jibo beşdarbûna kurdan waaz daye û bi hêza xwe ya ku ji mirudan pêkanîye, li dijî rusan şer kirîye. Ew digel Şêx Mahmudê Zoqeydê û Hecî Musa Beg, li herêma Mutkê berxwedan çêkirine li dijî rusan. Di wî şerê li dijî rusan da ew birîndar dibe û milêkê xwe wenda dike û birayê wî Mahmud Saîd jî dimire. Dema ku dewleta tirk çêdibe, ew dibe yek ji wan şêxan ku zêde nêzîkî Mustafa Kemal dibe.
Emînê Perîxanê (Emînê Ehmed)
Wek em pê dizanin Emînê Perîxanê (Emînê Ehmed), Reîsê Eşîra Ramanê yê Batmanê ye. Emînê Ehmed jî ji eşîra xwe hêzek çêkirîye û beşdarîya şerê dijî rusan kirîye. Li gora haydarîyên ku mamoste Celal ji kurê Emînê Ehmed, ji Huseyîn Demirer sitandîye; Emînê Ehmed, di bin fermandarîya Kazim Karabekir da li dijî rusan şer kirîye û ji ber zîrekîya wî, ew ji alîyê Dîwan-î Harbê ve hatîye xelatkirin û Nîşana Şerefê dane pê. (Celal Temel, eynê eser, r. 71- 72)
Wek min di nivîsareka dî da dabû nîşandan; Walîyê Dîyarbekrê Reşîtê Çerkez, ferman dide her du birayên Emînê Ehmed, Mustafa û Omer û wan bi kelekan rêdike pêşîya qefîleya ermenan û malên wan dide talankirin. Reşîtê Çerkez, piştî ku karê xwe yê qirêj temam dike, Mustafa û Omer li Amedê dikuje û dewlet jî di 9yê nîsana 1933yan da dide Emînê Perîxanê dide kuştin. Wek piraze li meydanê ye, girêdan û xizmeta Emînê Ehmed û birayên wî, têrê dewletê nekir ku xisar neyê ser wan û di encamê da her sê bira, jiyana xwe nikaribûn ji xezeba dewletê xilas bikin.
=KTML_Bold=Şêx Abdulbakîyê Kufrevîzade=KTML_End=
Şêx Abdulbakî yê Kufrevîzade, ji şêxên Bedlîsê ye û hêzeka xwebexşînê çêdike û di navbera Bedlîsê û Wanê da li dijî rusan şer dike û demek be jî pêşveçûna rusan radiwestîne. Ev şêx, her tim digel dewletê xebitîye û di derbarê şerkirina wan li dijî rusan li Bedlîsê gelek çûrokên wek efsaneyan hatine qalkirin.
Marûf Axayê Bekiranî (Ademanî)
Marûf Axa, Serokê Eşîra Bekiranî (Ademanî) ye û ew fermandarê Alaya Siwarî ya Eşîra Ademan ya 2.yemîn bûye. Ew digel hêza xwe ya çekdar li mintîqeya Mezrê ya Newala Zîlanê li dijî rusan şer dikin û bexwedaneke girin nîşan didin. Di vî şerî da Marûf Axa jî di nav da ji eşîrê 65 kes hatine kuştin. Tê gotin ku Marûf Axa têkelê kuştina ermenan jî bûye. Dîsa tê gotin ku ji Zîlanê Mela Mehmud jî beşdarîya şer kirîye, lê paşê ji enîya şer dûr ketîye û li ser wî şerî helbestên kurdî nivîsîye.
=KTML_Bold=Kerem Begê Kolaxasiyê=KTML_End=
Tê gotin ku Serokê Eşîra Zirkan ya li Karayaziyê (herêma Hunusê) Kerem Begê Kolaxasiyê, bi taktikên şerê gerillayî li dijî rusan û ermenan nav daye û serketinan bi dest xistîye û loma rus nikaribûne werin ser alaya wî. Digel van berxwedanan jî gelek mirî ji eşîra wan çêbûne. Li herêma Dîyadînê Alayên Eşîrên Zirkan, Hasanan, Mamedan û Şemskî, ewil li dijî rusan şer kirine; lê paşê hin ji wan -digel rusan xebitîne. Wek em pê dizanin gelek kilam li ser Keremê Kolaxasîyê hatine gotin. Kerem Beg, piştî Bizava Şêx Seîd revîyaye Îranê û li wir di şerek da di 1926an da hatîye kuştin.
Xalid Begê Hasananî û kurê wî Rizayê Xêlid
Xalid Begê Hasananî jî Fermandarê Alayên Hamîdîye yê Milîsê Eşîra Şêx Hasananî ya Yekemîn bûye û bi pîleya Mîralayî (albay) li herêmên Muş û Erzurumê beşdarîya şerê dijî rusan kirîye. Paşê ew di bizava Şêx Seîd da cî girtîye û di 31ê temûza 1926 an da hatîye dardakirin (îdamkirin).
Kurê Xalid Beg, Rizayê Xêlid jî fermandarê Alaya Siwarîyê ya Eşîra Hasanan bûye û li Malazgirê beşdarî şerê uris kirîye. Rizayê Xêlid ku li herêmê gelek kilam li ser hatine gotin, mirina wî bi şuphe bûye û zelal nebûye. Birayê wî Tahir jî di şerê Malazgirê da hatîye kuştin.
=KTML_Bold=Hesoyê Gûr=KTML_End=
Hesoyê Gûr, ji Qebîla Mala Resê Çellê ye ku girêdayê Eşîra Sakî ku ji sê milên sereke yên Eşîra Celalîyan e. Li herêmê wek cengawerekî bêtirs hatîye naskirin. Hêzên rusî dema hatine sînorê Agrîyê, H. Gûr jî hêzek çêkirîye û di herêmên Agrî- Bayazîd- Ixdirê da li dijê rusan şer kirîye. Li herêmê ew, bi xisara ku daye rusan; adeta bûye wek efsaneyek deng daye. Divê were gotin ku di nav hêza Hesoyê Gûr da Bro Heskî Tellî jî heye ku yek ji wan qehremanê ku serkêşîya Bizava Agrîyê kirîye.
Li hemberî taktikên gerillayî yên êrîşkirinê û revê yên H. Gûr, rusan hewil dane ku pê ra lihevhatinek çêkin, lê wan hewildanan badilhewa çûne. Rusan xwestine bi rîya Îranê werin Eleşgirt û Erzurumê û sewqîyatên xwe yên eskerîyê ber bi Anatolyayê ve bibin û heta Xorasanê wê xetê pêkbînin. Jibo pêkanîna wê pilanê jî rîya xeteke trênê çêkirine. Hesoyê Gûr digel gruba xwe xeta trênê ji xwe ra dikin hedef. Di despêka 1917an da H. Gûr û hevalên xwe, bombeyan bi xwe ve girêdidin û li derê nîşankirî trênê difrînin xwarê ku tê da 5 hezar eskerên rusî hebûne. Di encama teqandina bombeyan da bi hezaran eskerên rus dîgel gruba H. Gûr tên kuştin. Cîyê bûyerê, nêzîkî Bayazidê ye û nûha jî jê ra dibêjin ”goristana trênê”.
=KTML_Bold=Seyîd Riza:=KTML_End=
Di dawîya 1916an da dema rusan Erzincanê xistine bin kontrola xwe, hin eşîrên Dêrsimê jî têkelê nav şer bûne. Ji wan eşîran yek jê, Seyîd Riza û eşîra xwe ya Şêx Hasanan bûye. Alaya Milîsê ya Şêx Hasananê Duyemîn, di bin fermandarîya Seyîd Riza da li herêma Erzincanê li dijî rusan berxwedaneke giring li dar xistîye û loma ew hatîye xelatkirin.
Fermandarê Orduya Sêyemîn Ahmet Îzzet Paşa gotîye ku; ”bi teşwiqkirina serokê eşîra Kozîçanê Seyîd Riza ve piranîya Eşîrên Rojavayê Dêrsimê, li hemberî me ketine nav hewildanan.” (C. Temal, eynê eser r. 73- 74)
=KTML_Bold=Hin giregirên kurdan yên dî ku beşdarîya şer kirine=KTML_End=
Fethullah Begê Hasananî; Serokê Eşîra Şirnaxî Abdurrahman Axayê Sorzade; Fermandarê Alayên Hamîdîye yê Kevin Esedê Xalid; Mudurê Nahîyeya Muksê Mutiullah Beg; ji Gercuşê (Mêrdîn) Bedrettîn Axa; Sadiq Begê Silîvanî (Farqîn); Reîsê Eşîra Babosî yê Herêma Xerzanê Îsmaîlê Davud; Milîsê Eşîra Solxanî Mehmet Alî Begê Solxanî; Axayê Becirmanî Seyîd Mihemedê Cibo; ji axayên Hermêsê Elîkê Sekvên; Reîsê Eşîra Dimbilan Şêx Tahir; ji Pasûrê (Kulp) Şêx Muhammed Emîn; Qulîxan Begê Zirkanî; Axayê Biçûk yê Xormekî; ji Eşîra Etmankan Simaîlê Mamê; Şêx Selahaddînê Gaydayî; Şêx Alaeddînê Mutkîyî; Şakir Axayê Mutkîyî; Osman Axayê Mustakî; Nusrullah Axayê Muşî; ji Tabûra Milîsê Şêx Masum; ji Alaya Milîsê Şêx Şerîf.[1]
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî - Kurdîy Serû)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 502 مرة
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
السجلات المرتبطة: 4
لغة السجل: Kurmancî - Kurdîy Serû
تأريخ الأصدار: 10-02-2022 (2 سنة)
الدولة - الأقلیم: شمال کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
المدن: ارزروم
تصنيف المحتوى: أجتماعي
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 88%
88%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 19-05-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 20-05-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 20-05-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 502 مرة
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
المکتبة
أثر المتغيرات السياسية والاستراتيجية على الحركة الكردية في العراق وتركيا
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
السيرة الذاتية
أسما هوريك
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
بحوث قصیرة
التاريخ الجغرافي لجبال كردستان
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
بحوث قصیرة
(الذئاب) اربع قصص كردية لحسين عارف
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
بحوث قصیرة
اكراد خراسان ايران
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
بحوث قصیرة
أربيل في العهد الاتابكي 1128-1233
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
المواقع الٲثریة في العراق
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
بحوث قصیرة
بطاقة شخصية-الفنان صلاح رؤوف علي
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري

فعلي
بحوث قصیرة
المفكر العربي الكبير صادق جلال العظم: المغزى الحقيقي ل ( الربيع العربي) بالنسبة لي عودة السياسة للناس وعودة الناس للسياسة
04-07-2022
هژار کاملا
المفكر العربي الكبير صادق جلال العظم: المغزى الحقيقي ل ( الربيع العربي) بالنسبة لي عودة السياسة للناس وعودة الناس للسياسة
الشهداء
جافري كاموران
08-02-2023
أفين طيفور
جافري كاموران
السيرة الذاتية
هادي خديدة رشو
10-05-2023
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
هادي خديدة رشو
المکتبة
أذربيجان في العصر السلجوقي
08-01-2024
اراس حسو
أذربيجان في العصر السلجوقي
بحوث قصیرة
البوم
26-03-2024
کاکۆ پیران
البوم
موضوعات جديدة
المکتبة
أثر المتغيرات السياسية والاستراتيجية على الحركة الكردية في العراق وتركيا
29-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
المواقع الٲثریة في العراق
29-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
السيرة الذاتية
مكرم رشيد الطالباني
28-04-2024
کاکۆ پیران
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
تنظيم داعش في سورية: عودة الظهور والمستقبل المتوقَّع
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
العلاقات الاقتصادية بين الفاعلين في سورية‎‎
26-04-2024
هژار کاملا
المکتبة
من مذكرات عصمت شريف وانلي
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
المکتبة
حزب الاتحاد الديمقراطي والنظام السوري شراكة أم صراع؟
25-04-2024
هژار کاملا
أحصاء
السجلات 517,545
الصور 106,165
الکتب PDF 19,170
الملفات ذات الصلة 96,571
فيديو 1,317
کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
المکتبة
أثر المتغيرات السياسية والاستراتيجية على الحركة الكردية في العراق وتركيا
صور وتعریف
زركة محمد علي سوركلي
السيرة الذاتية
أسما هوريك
المکتبة
دور احداث شنكال في تطوير القضية الكردية
السيرة الذاتية
حليمة شنگالي
السيرة الذاتية
منى بكر محمود
بحوث قصیرة
التاريخ الجغرافي لجبال كردستان
المواقع الأثریة
قلعة خانزاد في أقليم سوران 1825م
المواقع الأثریة
قلعة كركوك
السيرة الذاتية
فرست زبیر محمد روژبیانی
السيرة الذاتية
جوهر فتاح
صور وتعریف
عائلة ايزيدية من مدينة غازي عنتاب
السيرة الذاتية
شكري شيخاني
بحوث قصیرة
(الذئاب) اربع قصص كردية لحسين عارف
المواقع الأثریة
قلعة جوامير آغا في مدينة قصر شرين
المواقع الأثریة
قصر حسين قنجو في محافظة ماردين، 1705م
السيرة الذاتية
فؤاد الشيخ عبدالقادر بن الشيخ محمد شريف الصديقي القادري الأربيلي
السيرة الذاتية
هيفين عفرين
بحوث قصیرة
اكراد خراسان ايران
صور وتعریف
صورة من مراسم توديع العلّامة الكردي الراحل موسى عنتر
المکتبة
مشروع الإدارة الذاتية الكردية في سورية
بحوث قصیرة
أربيل في العهد الاتابكي 1128-1233
صور وتعریف
مقهى كارمن أوهانيان في كوباني في نهاية الخمسينات من القرن المنصرم
المکتبة
أثر المتغیرات الأمنیة و السیاسیة الخارجیة الإیرانیة تجاه العراق بعد عام 2003
السيرة الذاتية
مهدي كاكه يي
المکتبة
شهدائنا في حرب ضد الدولة الاسلامية - داعش، الطبعة 2
السيرة الذاتية
حسين الجاف
المواقع الأثریة
ناعورة الرشيدية في الشدادي حضارة عريقة وتاريخ يشهد
المکتبة
المواقع الٲثریة في العراق
صور وتعریف
البطاقة جلادت بدرخان
بحوث قصیرة
بطاقة شخصية-الفنان صلاح رؤوف علي
المکتبة
تجربة المجتمع المدني السوري

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.688 ثانية