图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,639
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zimanê kurdî… piştî siyasetên asîmîlekirinê bi pêş ket - 3
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî
=KTML_Bold=Zimanê kurdî… piştî siyasetên asîmîlekirinê bi pêş ket - 3=KTML_End=
RÊZAN HESEN

Tevî ku Kurdên Sûriyê gelek salan bi siyasetên zordariyê û hewldanên qirkirin û pişaftinê di nav civaka erebî de rû bi rû mabûn jî lê bi pêşketina şoreşê re gelê Kurd zimanê xwe yê dayikê bi pêş xist û di salên kêm de gavên girîng avêtin.
Şoreşa zimanê kurdî li Sûriyê
Rewşebîrên Kurd di serdema pergala Baasê de li gel siyasetên sîstematîk ên pişaftina civaka Kurd, gelek azar kişandin. Lê bi destpêkirina şoreşa Rojava re her tişt guherî. Di beşa dawîn a vê dosyayê de, em ê behsa tevgera rewşenbîrên Kurd li Sûriyê di dema guhertin û pêşketinan de ji sala 2003`yan heta destpêkirina şoreşa Rojava bikin.
Hevseroka berê ya Desteya Xwendin û Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Semîre Hac Elî wiha dibêje: Projeya ‘Kembera Erebî’ ya serokê Beşa Ewlehiya Siyasî ya parêzgeha Hesekê Mihemed Teleb Hîlal a sala 1963`yan, bandoreke mezin li gelê Kurd û zimanê kurdî kir. Armanc ew bû ku civaka Kurd di nava civaka erebî de asîmîle bibe.
Di payîza sala 2003`yan de, ji bo damezirandina eniyekê ku erkên perwerdekirina zimanê kurdî rake, komeke rewşenbîrên Kurd li bajarê Reqayê civînek li dar xist. Wê demê bingeha damezirandina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) hat danîn. Ji kesên ku beşdarî civînê bûne; Deham Ebdulfetah, Beşîr Mele Newaf, Dr.Memo û Bedran Penaber.
Semîre Elî di vê der barê de diyar dike ku nêzî 35 rewşenbîrên Kurd beşdarî civînê bûn û tê de biryara destpêkirina xebatên perwerdekirina bi zimanê kurdî hat dayîn. Her wiha destnîşan kir ku kesên beşdarî civînê bûne, rastî girtin û şopandina hêzên rejîma Baasê hatin û gelek ji wan neçar man ji welêt derkevin.
Di sala 2008`an de jî koma rewşenbîran civîna xwe ya duyemîn li bajarê Kobanê li dar xist û hejmareke mezin a rewşenbîran beşdar bû. Hevdîtina sêyemîn jî sala 2009`an li Helebê pêk hat. Ya çaremîn di 2012`an de piştî destpêkirina şoreşên ‘Bihara Gelan’ li herêmê ku li Sûriyê jî di 15`ê Adara 2011`an de dest pê kir, pêk hat.
Li kêleka xebatên Saziya Zimanê Kurdî, komeke rewşenbîrên Kurd ku girêdayî partiyên siyasî û xwedî bandoreke kêm bûn, perwerdeya bi zimanê kurdî li malan dida. Lê belê wekî SZK ku heta demeke dirêj bi dizî kar dikir, têra xwe xizmeta zimanê kurdî nekir.
Girêdayî rola Saziya Zimanê Kurdî ji civîna wê ya destpêkê di sala 2003`yan de, endama rêveber a SZK`ê ya Beşa Lêkolîn û Xwendinan Gulê Hesen wiha dibêbje: Di demekê de ku pêwîstî bi parastina zimanê kurdî hebû, ev civîn li dar ketin û girîngî dan perwerdekirina zarokên Kurd bi zimanê dayikê. Tevî zextên wê demê jî, ev şêwaz serkeftî bû. Di navbera 2003-2009`an de, komeke mamosteyên Kurd hemû beşên civakê fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ya bi tîpên latînî kir. Vê yekê rê li derketina rewşenbîrên Kurd ku di zimanê kurdî de hakim bûn û karibûn bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re perwerdeya bi kurdî di dibistanan de bidin, vekir.
Semîre Elî wiha da zanîn: Şoreşa di zimanê kurdî de li Sûriyê, bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya sala 2012`an re dest pê kir û dibistanên biçûk ji bo xwendina zimanê kurdî vebûn. Di 11`ê Mijdara 2012`an de, me bi awayekî fermî piryara perwerdekirina bi zimanê kurdî li dibistanên seretayî da. Heftane 3 waneyên zimanê kurdî dihatin dayîn û hejmara mamosteyan kêm bû.
Gulê Hesen jî der barê mijarê de wiha dibêje: Derbaskirina perwerdeya zimanê kurdî ji dibistanan re ne tiştekî hêsan bû. Ew gaveke pir girîng û zehmet bû û li ser gelek qonaxan pêk hat.
SZK`ê ne tenê xwendekarên dibistanan perwerde dikirin, her wiha kadroyên perwerdeyê yên pispor ku karibûn gelek madeyên xwendinê bi zimanê kurdî amade bikin, gihandin. Her wiha li hemû herêmên Rojava dibistanên perwerdeya bi zimanê kurdî hatin vekirin.
Bi pêşketina şoreş û zimanê kurdî re, da ku beşdarî çalakiya perwerdeyê bibin, hejmareke mezin ji rewşenbîrên Kurd û yên ku zanîngeh qedandine, tev li Saziya Zimanê Kurdî bûn. Gulê wiha axaftina xwe dewam dike: Destpêkê me zimanê kurdî bi rêya pirtûkên Hînker dida. Piştre ji bo perwerdekirina xwendekarên seretayî me materyalên Mexmûrê bi kar anîn.
Bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di Çileya 2014`an de, SZK`ê dest bi avakirina Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk kir. Kongreya yekemîn di 2015`an de li dar ket û tê de biryar hat dayîn ku materyalên dibistanên seretayî û navîn bi zimanê kurdî bên dayîn.
Her wiha desteyên Rêveberiya Xweser hatin avakirin ku di nav de Desteya Xwendin û Perwerdeyê jî hebû. Bi vê yekê çalakiya perwerdeyê bi pêş ket û bi awayekî birêxistinkirî bi rê ve çû. Wek destpêk, materyal ji aliyê komîteyeke ji 7 kesan pêk dihat, hatin amadekirin. Bi demê re saziyek ji bo amadekirina materyalan hat vekirin ku niha girêdayî Desteya Xwendin û Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û zêdetirî 100 kesên pisporên her sê zimanên fermî kurdî, erebî û suryanî tê de kar dikin.
Gulê Hesen destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî li ser gelek qonaxan hemwextî amadekirina materyalan pêk hat. Di sala 2015`an de materyalên kurdî yên ji refa (pol) yekê heta refa sêyan, hatin dayîn. Di sala 2016`an de jî refên 4, 5 û 6`an li gorî materyalên kurdî perwerdeya xwe dît. Di 2017`an de materyalên kurdî derbasî dibistanên navîn bûn. Di 2018`an de, ji bo refa 10`an û di 2019`an de jî ji bo refa 11`an hatin dayîn. Gulê Hesen bi bîr xist ku di vê qonaxê de amadekarî ji bo zanîngehan tê kirin.
Perwedeya bi zimanê kurdî ne tenê li dibistanên fermî hat dayîn, lê belê ji sala 2015`an ve ji bo amadekirina mamosteyan li piraniya herêmên Rêveberiya Xweser peymangeh hatin vekirin. Semîre Elî li ser vê yekê wiha dibêje: Bi pêşxistina materyalan re, pêwîst bû ku asta mamosteyan bê pêşxistin. Îro ji bo heman armancê peymangehên taybet bi zimanê kurdî û ji bo amadekirina mamosteyan bi şêweykî baştir ku karibin hemû madeyên xwendinê bi zimanê kurdî bidin, hatin vekirin.
Di sala 2016`an de ‘Zanîngeha Rojava’ bi 5 fakulteyan hat vekirin, îro jî zêdetirî 10 beşên cuda li zanîngehê hene.
Hejmara dibistanên ku Desteya Xwendin û Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve dibe, 2 hezar û 210 e ku berê 580 dibistan bûn. Her wiha hejmara mamosteyan berê 4 hezar û 364 bû, lê niha zêdetirî 18 hezar mamoste hene.
Şoreşa Rojava zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê vejand da ku nasnameya gelekî kevnar ku hemû hewldanên qirkirina vî gelî têk çûn, ava bike. Tevî vê yekê jî divê kadroyên perwerdeyê girîngiyê hîn zêdetir bidin vî zimanê kevnar.
Rêber Abdullah Ocalan li ser vê yekê di berhema xwe ya Doza Kurdî û Çareseriya Neteweya Demokratîk de wiha dibêje: Ziman bi xwe mîratê civakî yê zîhniyet, exlaq, xweşikbûn, hest û fikrên civakekê ye. Ziman hebûna nasnameyê ye û kêliya ku nasname ji wateyê û hestiyariyê re tê şîrovekirin û derbirandin e. Civaka ku xwe îfade dike, nîşan dide ku faktora qewîn a jiyanê bi dest xistiye. Asta pêşketina zimên jî, asta pêşketina jiyanê diyar dike. Yanî bi qasî ku zimanê dayikê yê civakekê bi pêş bikeve, ew qasî asta jiyanê jî bi pêş dikeve. Her wiha bi qasî ku civakek zimanê xwe winda bike û bikeve bin bandora zimanên din, ew qasî dikeve bin mêtingeriyê û rastî pişaftin û qirkirinê tê.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,327
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
挂钩项目: 53
No specified T2 37
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 15-05-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-05-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on16-05-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):16-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,327
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,639
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,318
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!