הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,311
תמונות 106,262
ספרים 19,197
קבצים הקשורים 96,775
Video 1,359
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Gelo piştî 104 salan Sykes Pîcot’ek nû?
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Sykes-Picot

Peymana Sykes-Picot
Gelo piştî 104 salan Sykes Pîcot’ek nû?

104 sal di ser lihevkirina Sykes Pîcot re derbas bû. Sykes Pîcot di serê wan lihevkirinên ku Rojhilata Navîn vegerandine gola xwînê de tê. Sykes Pîcot her roj erkê xwe winda dike û Şerê Cîhanê yê Sêyem ku niha didome û navenda wî Sûriye ye, derbasî qonaxek nû bû. Hêzên emperyalist Îsraîl, DYA û Rûsyayê civînek li Kudusê lidar xistin û heta niha naveroka wê nehatiye eşkerekirin. Pirsa ku herî zêde vê civînê derxistiye pêş ev e; Gelo Sykes Pîcot’ek nû dikeve meryetê?
Lihevkirina Sykes Pîcot a ku da sala 1916’an de bi awayek veşartî hat îmzekirin, sala xwe ya 104’an paşde dihêle. Lihevkirina Sykes Pîcot hevpeymaneke di dema Şerê Cîhanê yê Yekem, 17 roj piştî 29’ê Nîsana 1916’an dorpêçkirina Kut’ul Ammare ku hêzên Artêşa 6’an a Osmaniyan hêzên Îngilîzan şikandin, di 16’ê Gulana 1916’an de di navbera Berîtanya û Fransa de hat çêkirin. Di cotmeha heman salê de ji aliyê Rûsyayê ve hat erêkirin. Sykes Pîcot lihevkirinek ku axa Rojhilata Navîn têde hat parvekirin û ev lihevkirin bi awayek veşartî hat îmzekirin.
Lihevkirina Sykes Pîcot navê xwe ji kesên ku lihevkirin dimeşandin Sir Mark Sykes ê Îngilîz û Serheng George Pîcot ê Firansî girtiye. Eger li Rûsyayê Hikumeta Sovyetê ya ku di sala 1917’an de hatibû damezrandin, hemû lihevkirinên ku ji aliyê Çarlik ve hatîn çêkirin eşkere nekiribûya, belkî jî tu caran lihevkirina Sykes Pîcot wê nehatiba zanîn.
Lihevkirina Sykes Pîcot, roja ku hatî îmzekirin heta roja îro bûye sedem ku Rojhilata Navîn vegere gola xwînê. Lihevkirina Sykes Pîcot ji bilî di odeyê otelan de parvekirina mêtîngeriyê tiştek din nebû. Tovê piraniya pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn tên jiyîn di vê lihevkirinê de hatin avêtin. Sûnî û Şîî, Kurd, Ereb û Turkmen, Misilman û Xiristiyan, êl û hemû civakên ku bi salan bi hevre li Mezopotamya û Nîgirava Erebîstanê dijiyan, di vê lihevkirinê de nehatin dîtin.
=KTML_Bold=HAWIRA SIYASÎ KU LIHEVKIRIN TÊ DE HAT ÎMZEKIRIN=KTML_End=
Îngiltereya ku Nîngirava Erebîstanê desteser kir, piştgirî da serhildana Mekke Şerif Huseyin'î û dixwest bi vî awayî li ser axa Iraq û Filîstînê dewletek Ereb a girêdayî xwe ava bike. Li Misrê di navbera Mekke Şerifi Huseyin’î û Fermandarê Bilind ê Brîtanyayê McMahon de hevpeymanek veşartî hatibû îmzekirin. Fransa li dijî vê planê derket û zext li Brîtanyayê kir ku hevpeymanek nû were çêkirin.
Hevdîtinên destpêkê di Mijdara sala 1915’an di navbera Fransçois Georges-Pîcot û Sir Harold Nicolson de destpêkirin. Fransçois Georges Pîcot ji beriya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di konsolosxaneya Fransayê ya Beyrûtê de û di sala 1915’an de, di konsolosxaneya Fransayê ya li Londrayê de wek şêwirmendê siyasî erk girtiye. Sir Harold Nicolson jî musteşarê karê derve yê Împaratoriya Brîtanyayê bû. Hevdîtin ji ber nelihevkirinên di derbarê statuya Sûriyê ya di pêşerojê de qut bûn. Piştî wê di meha Kanûnê de, şêwirmendê Wezîrê Şer ê Birtanyayê Lord Kitchener ê karên şer ên Rojhilata Navîn, parlementer Serheng Sir Mark Sykes hat erkdarkirin.
Pîcot û Sykes bi lez encam girtin û di Çileya 1916’an de planek derxistin holê. Ev plana veşartî, di meha Sibatê de ji aliyê Brîtanya û Fransayê ve hat erêkirin. Pîcot û Sykes di meha Adarê de çûn Rûsyayê û ev plan pêşkêşî Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Sazonov kirin. Sazonov wek prensîb plan erênî dît, bi vê re jî Sazonov taleb kir ku xwestekên Rûsyayê yên ji bo axa Rojhilatê Enedoliyê û hakimyeta li ser herêma Deryaya Reş, bên xistina nava lihevkirinê. Dema herî dirêj di erêkirin û sererastkirina li gorî xwestekên Rûsyayê de çêbû. Piştî wê lihevkirin di meha Cotmehê de temam bû.
=KTML_Bold=SINORÊN NEXUYA YÊN HATÎN XÊZKIRIN=KTML_End=
Sykes û Pîcot, dema ku madeyên lihevkirinê diyar kirin, ol, çand, etnik û cudahiya erdnîgarî ya gelên Rojhilata Navîn di ber çavan re derbas nekirin û di navbera xwe de parvekirinek mêtîngeriyê çêkirin. Ji ber ku sinorên nexuya di odeyên otelan de hatin xêzkirin, li ser erdê zêde tiştek pêk nehat. Baş nehat diyarkirin ku dê kîjan herêm ji ku ji hev cuda bibin. Hêzên mêtînger li hemberî Osmaniyên ku beşek mezin a axa Rojhilata Navîn dagir kiribû, bihêztir bûn. Hêzên mêtînger îdea dikirin ku dê Rojhilata Navîn di nava xwe de parve bikin û wê Rojhilata Navîn bînin rewşa herêmek ewle.
Di encama parvekirinan de, bakûrê, bakûrê Kurdistanê hêlan ji Rûsyayê re. Herêma rojhilatê Deryaya Spî, başûrê başûrê Kurdistanê, Mûsil û qeraxên Sûriyê dan Fransayê û ji bo Îngiltereyê jî geştîgehên Hayfa û Akka, Bexda û Mezopotamyaya başûr hêlan. Lihevkirinê, 40 milyon Kurdên li Rojhilata Navîn ji nedîtî ve hat. Pêşdîtinên lihevkirinê ji Ereban re jî, axên ku ji Fransa û Îngiltere hatibûn hiştin wê dewlet ava bikirina. Hat pêşdîtin ku dê Îskenderûn biba keştîgehek serbest û li Filistînê jî rêveberiyek navnetewî bihata avakirin.
Rojnameger û lêkolînerê dîrokê Erdogan Aydin diyar kir ku mexdûrên herî mezin ên lihevkirina Sykes Pîcot Kurd in. Aydin destnîşan kir ku di nivîsandina dîroka Osmaniyan de jî li hemberî lihevkirinên muxalefetî heye û got: “Nivîsa dîroka Osmanî jî, bi hinceta ku vê lihevkirinê axa Osmaniyan parçe kiriye muxalefet dikir. Li şûna ku li ser axa di bin kontrola Osmaniyan de bi darê zorê ji dest hatiye standin muxelefet dihat kirin, diviya bû li ser ku mafê gelan jê hatiye standin muxalefet bihata kirin. Îradeya Kurdan berçav nehat girtin. Nexşeyek ku emperlalîstan xêzkirbû mijara gotinê ye.
=KTML_Bold=REWŞA KURDAN=KTML_End=
Bi taybet jî îro qedera Kurdên ku di çar welatan de (Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq) wek komek kêmnetew tên dîtin, di astek bilind de bi vê lihevkirinê hatiye xêzkirin. Her çendî di Sykes Pîcot de sinorên siyasî net nehatibin xêzkirin jî, di hevpeymanên piştî wê de bi awayek fermî Kurdistan kirin 4 parçe û xistin bin nîrê 4 dewletên mêtînger de. Kurdên ku bi salan ji mêtîngeran ve bi stratejiya qut bike-parçebike û rêvebibe, xilas nebûn, li 4 dewletên desthilatdar jî wek kêmnetew man. Ji aliyê herçar dewletan ve rastî siyasetên asîmîlasyon, înkar û îmhayê hatin.
=KTML_Bold=TIRKIYE=KTML_End=
Wek jimar herî zêde nifusa Kurdan li bakûrê Kurdistanê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Ji destpêka avakirina Cumhuriyetê li welat, li ser bingehê Turk-Sûnî Misilman siyasetek nîjadperest hat şopandin. Ji bo hemwelatiyek derbasdar neçar bû Tirk-Misilman be. Kesên nemisilman di demek kin de hatin koçberkirin û bi gelek berdêlan bûn pirsgirêkek ku hatin çareserkirin. Lê hebûna Kurdan, ji bo serkeftina polîtîkayên dewleta fermî bû astengî. Ji 1920’an destpêkir heya 1938’an serhildanên ku çêbûn, bûn sedema gelek bûyerên windakirina giyan, mal, surgun û gelek mafên din. Ji 1960’an pêve bi rêveberiya nifşên rewşenbîr têkoşîna naskirina Kurdan û gerana mafê Kurdan, bi rêbazên modern dîsa destpêkir. Heta niha jî têkoşîna Kurdan a serbixwebûnê didome.
SÛRIYE
Li Sûriyê wek komên etnik, Ereb, Kurd, Tirkmen, Filistînî, Ermenî, Rûmî, Asûrî û yên din, wek bawerî jî Xiristiyan, Misilman û Suryanî û yên din, wek mezheb Maruniler, Dirzî, Ortodoksên Rûm, Katolîkên Rûm, Apostolîkên Ermenî, Protestan û yên din dijîn.
Li Sûriyê di salên dawî de, qala hebûna Kurdan li aliyekî, Kurdên li vî welatî piranî wek neyî dihatin hesibandin. Hatibûn mehkumkirin ku li ser axa xwe bêwelat bijîn.
Piştî pêvajoya ku bi Bihara Ereban re destpêkir û veguherî Şoreşa Rojava, Kurdan rêveberiya xweser ava kirin. Niha ji perwerdeya zimanê dayîkê bigre, xebatên çand û huner û gelek mafên din bidest xistine. Piştî başûrê Kurdistanê cihê ku Kurdan lê statû bidestxistine rojavayê Kurdistanê ye. Lê Rêveberiya Xweser a li Rojava hatî îlankirin, Kurd û gelên din cihê xwe têde digirin, heta niha ne ji aliyê Şamê, ne dewletên herêmî ne jî ji aliyê cîhanê ve fermî nehatiye pejirandin.
=KTML_Bold=ÎRAN=KTML_End=
Îran, hêjmarek giring a Kurdan di nava xwe de digre û li berçav welatek bihêz ê Rojhilata Navîn e. Bi hevpeymana Kasr-i Şîrin ku di sala 1639’an de di navbera Împaratoriya Osmanî û dewleta Safevî ya Îranê de hatî îmzekirin beşek Kurdistanê li Îranê ma. Îro li herêma ku weke rojhilatê Kurdistanê tê binavkirin, hêjmarek giring a nifûsa Kurdan li wir dijîn. Hem di pêvajoya Safeviyan hem jî di pêvajoya împaratoriyê de rêveberî zordest û otorîter bû. Li Îranê jî Kurd ji bo mafên xwe yên mirovî û netewî hertim di nava têkoşînê de bûn. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de Îran ji aliyê Rûsyaya Sovyetê û Îngiltereyê ve bi demkurtî hat dagirkirin. Di vê qonaxê de Cumhuriyeta Kurdan a Mihabadê ku Qazî Mihemed serokkomarê wê bû û Sovyetê piştgirî dikir hat damezrandin. Piştî salekî, piştî ku Sovyet ji herêmê vekişîn artêşa Îran çû ser Kurdistanê. Serokên eşîran ên ku beşdarî avakirina Cumhuriyeta Mihabadê bibûn yek bi yek serî li ber Şahê Îranê tewandin. Qazî Mihemedê ku bê alîkarî mayî jî neçar ma radestî Îranê bibe, piştî wê jî hat darvekirin. Bi vî awayî yekem Cumhuriyeta Kurdan a di dîrokê de bidawî bû. Îro Kurdên rojhilatê Kurdistanê jî weke Kurdên li dewletên cîran dijîn ji bo hebûn û mafên xwe yên bingehîn ên demokratîk têdikoşin.
=KTML_Bold=IRAQ=KTML_End=
Li Iraqê piraniya nifûsê Ereb in. Ji sedî 60’ê Ereban Şîî ne. Heman demê de bi sedan eşîr ên wek Çelebî, Musevî, Temmî, Hesen, Huseyin, Hafacî, Zevanîl, Sand, Salman, Nuaymi, Karagol û Mavalî li herêma Besrayê belav bûne.
Li Rojava bi awayek kêm Erebên Sûnnî hene û di nava sê eşîran de belav bûne. Ev eşîret; eşîra Dileym a ku li Urdun û Sûriyê belav bûne. Eşîreta Şammar a li tevahî cihana Ereban belav bûyî û di xeta Hîcaz- Urdun-Sûriyê de belav bûne. A din jî şaxê eşîra Şammar eşîreta Cubur. Eşîra din jî Ubeyd ku di dîrokê de hertim hem bi Cubur hem jî bi eşîreta Tirkmenen Bayat di nava şerekî dîrokî de ne.
Koma herî kêm a li Iraqê Kurd in. Li Soranê, piranî Kurdên Şafîî, Behdînan û Kurdên Nexşîbendî dijîn. Li herêma Şengalê jî Kurdên Êzîdî dijîn.
Li Iraqê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Kurdan ji bo hebûna xwe û mafê xwe yê însanî bidin naskirin, têkoşiyan. Lê ji ber Îngiltere li dijî vê xwastekê derket, Kurd biser neketin. Kurdan li Iraqê piştî Kiralyetê bi salan li mafên xwe geriyan. Li rexma ku hinek soz hatin dayîn û li gel mîsogerkirina makezagonan jî, nekarîn statuyek rasteqîn ava bikin. Ev nediyarbûn heya avakirina Rêveberiya Herêma Kurdistanê dewam kir. Başûrê Kurdistanê parçeya ku cara yekem Kurdan statü bidest xistiye. PKD a ku rêveberiya Herêma Kurdistanê xistiye destê xwe, di demek nêz de ji bo serbixwebûnê referandumek çêkir, lê biser neket.
=KTML_Bold=KURD NEXISTIN NAVA ÇARESERIYÊ=KTML_End=
Di demek ku her tişt hêdî hêdî li Sûriyê cihê xwe digrin de, hewla hêzên emperyalist a ji bo Kurdan tevlî çareseriyê nekin didome. Hêzên emperyalist û dewletên herêmî yên netewdewlet dixwazin statukoya Sykes Pîcot bidomînin. Lê li hemberî wan Kurdên ne wek beriya sed salan hene.
Dîroknas Erdogan Aydin di vê mijarê de wiha got: “Di aliyê Kurdan de gelek cudahî di navbera duh û îro de heye. Duh eşîretên Kurd ên ku hevdû dixistin, hevdû nasnedikirin û li hemberî hev bi hêzên cuda re hevkarî dikirin, mijara gotinê bûn. Lê îro li rexma ku di nava xwe de parçeyî çînan bûne jî, du navendên nûnertiya Kurdan mijara gotinê ne. Ji ber wê jî hêzên emperyalist ên ku duh bê ku Kurdan di ber çavan re derbas bikin nexşe xêz dikirin, îro şansek ê wan ê wisa tune.”
=KTML_Bold=‘DIXWAZIN KURDAN BÊ DEWLET BIHÊLIN’=KTML_End=
Aydin diyar kir ku naxwazin Kurdan beşdarî pêşniyarên çareseriyê yên ji bo Sûriyên tên kirin, bikin û got: “Îro, hem hêzên emperyalist hem jî dewletên desthilatdar naxwazin Kurdan beşdarî çareseriya aloziya Sûriyê bikin û ev hişmendî hîn jî didome. Hêzên ku dixwazin Kurdan bê statû û bê dewlet bihêlin, hene. Hem bi lihevkirinên qirêj, hem bi hevpeymanên fîzîkî ev tişt didomin. Ji bo ku 40 milyon Kurdên li herêmê statuyê qezenç nekin, dewletên dijî hev jî lihev dikin.”
Aydin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encama derengmayîna sed salî divê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye statuya ku Kurdan heqkirîn naz bikin. Ev dide nîşan ku rêya bingehîn a edalet û aştiya li Rojhilata Navîn ev e.”
=KTML_Bold=‘JI BO ÇARESERIYEK MAYÎNDE BEŞDARKIRINA KURDAN ŞERT E’=KTML_End=
Aydin diyar kir ku li Sûriyê, bi taybet jî di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevkirinek fîllî ya DYA û Kurdan çêbû û wiha pêde çû: “Derdorên ku ji vê yekê aciz in, divê statuya ku Kurdan muhtacî DYA’yê dike, ji holê rakin. Eger mafê Kurdan bê dayîn Kurd ne neçarinî vê îtifaqê ne. Divê ev jî bê diyarkirin; îro hevkirina ku Kurdan bi DYA’yê re çêkiriye ne lihevkirinek qirêj e. Kurdan li Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Iraqê pêşniyara çareseriya modelek konfederal kirin. Îro jî di heman çareseriyê de israr dikin. Ji bo vê jî nirxandinên mayîna DYA’ê ya di herêmên Kurdî de ne raste. Ji bo wê jî eger bixwazin çareseriyek mayînde li herêmê çêbibe, şerte ku Kurd beşdarî hevpeymanan bikin. Kurd çareseriyê zehmet nakin, çareseriyê hêsan dikin.”
=KTML_Bold=JINÛVE PÊVAJOYA PARVEKIRINAN=KTML_End=
Rojhilata Navîn a ku ji beriya sed sal bû qada desthilatdarî, parvekirinan û şerê nifûsan, niha jî di pêvajoyek kûrbûna krîzên nû derbas dibe. Piştî ku lihevkirina Sykes Pîcot eşkere bû, hema hema ji her aliyî ve rastî êrişan hat, îro jî di pêvajoya bi temamî ji holê rabe re derbas dibe. Îro jî Şerê Sêyem ê Cîhanê ku navenda wê Sûriye ye didome. Rastiya şer û pêngavên ku hêzên mêtînger avêtine, Rojhilata Navîn ber bi dîzaynkirinek nû ve diçe.
=KTML_Bold=HEVPEYMANA DYA-RÛSYA=KTML_End=
Di 24’ê Hezîrana 2019’an de lutkeya ewlehiyê ya sêalî DYA, RÛSYA û Îsraîl li Kudusê pêk hat. Eger tiştên ku tên jiyîn werin nirxandin, diyar dibe ku Rûsya û DYA ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ya salên dirêje tê jiyîn û rûniştina hevsengiyên nû lihev kirine. Di rojên borî de Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê DYA’ê James Jeffrey, ji Şerq El- Ewset re axivî. Jeffrey diyar kir ku ji derveyî Rûsyayê, hemû hêzên biyanî yên piştî 2011’an ketine Sûriyê divê derkevin. Her çendî tê gotin ku ev axaftinên Jeffrey ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê be jî, lê di bingehê de pir vekiriye ku hevpemanek Rûsya-DYA’yê li Kudusê çêbûye. Wê bi demê re derkeve holê ku hevpeyman ji derveyî derxistina Îranê ji Sûriyê çi digre nava xwe. Lê, dema ev hevpeyman pêngav pêngav dikeve meryetê, pir giringe ku dê Kurd li kudera vê hevpeymanê bin.
Ji ber ku her çendî îhtimala îro jî Kurd naxin hesaban bilind be jî, tê dîtin ku dê encamên wê ji bo hêzên emperyalist ji sed salên berê girantir bin.
=KTML_Bold=ENCAM=KTML_End=
Heke em pozîsyona taybet a Kurdan bidin aliyekî, ku di ser dijberiya li Sûriyê re berdewam dike, di van şert û mercan de ku gel nikarin çarenûsa xwe, xwe bi xwe diyar bikin, ji nû ve xêzkirina sînoran dê di heman demê de wek ‘ji nû ve parvekirinê’ bê hesibandin. Di vê pêvajoya jinûve parvekirinan de bê guman avantaj û dezavantajên Kurdan hene. Dema ku Rojhilata Navîn ji nûve tê dizaynkirin, astengiya herî mezin a li hember Kurdan ew e ku hîn yekîtiya xwe ya netewî çênekirine.
Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku şoreşa herî mezin a Kurdan dê avakirina “yekîtiya netewî” be û wiha axivî: “Pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdan, hem ji bo pirsgirêkên herêmî hem jî ji bo pirsgirêk Kurdan giringiyek jiyanî hildigre. Şoreşa herî mezin a Kurdan yekîtiya wan e. Her çendî parçebûn weke ku feydeyek yek yek li nîskokên (odak) Kurdan dike bixweyê jî, di rastiyê de hem ji bo herêmê hem jî ji bo Kurdan rewşek bi zirar e. Nîskokên Kurdan ên ku desthilatdarên herêmê yek bi yek bikartînin, hem ji bo aştiya herêmê û gihişta Kurdan a mafê xwe astenîne. Tişta ku divê bê kirin pir vekiriye. Divê her kes ji bo berjewendiyên netewî yên Kurdan, berjewendiyên partiya xwe bide aliyekî. Pir vekiriye ku polîtîkaya Kurdên başûrê Kurdistanê ya ku çavkaniyên petrolê bi hêzên herêmê re parvedike, erkekî ne alîgirê Kurdan û aştiya herêmê dilîze. Kesên ku çavkaniyên petrolê ji bo berjewendiyên partiya xwe bikar tînin, ne tenê alîgirên xwe heman demê de zirarê didin hemû Kurdan. Divê demildest ev pirsgirêk were çareserkirin.”[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 656
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
פריטים המקושרים: 15
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-05-2020 (4 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: מחוכם
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 16-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئەمیر سیراجەدین ) ב- 16-05-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئەمیر سیراجەدین ) על: 16-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 656
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,311
תמונות 106,262
ספרים 19,197
קבצים הקשורים 96,775
Video 1,359
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.312 2!