Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 517,357
Bilder 105,642
Böcker 19,138
Relaterade filer 96,355
Video 1,306
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
Di çapemeniya kurdî de werger û zimanê kurdî
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Di çapemeniya kurdî de werger û zimanê kurdî
Artiklar

Di çapemeniya kurdî de werger û zimanê kurdî
Artiklar

=KTML_Bold=Di çapemeniya kurdî de werger û zimanê kurdî=KTML_End=

Çapemeniya kurdî ku tovên xwe di sedsala 19`an de çandin, heta niha gavên dîrokî û mezin avêtin, lê her çiqas di hindek qadan de hindek hewldan hebin jî, zimanê kurdî asta wergerê derbas nekiriye. Bêguman sedemeke sereke ya vê yekê dagirkiriya li ser Kurdistanê û tunebûna perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
Gelê Kurd 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Kurdan tevî zor û zehmetiyan û parçebûna welatê xwe jî dev ji zimanê xwe berneda û zimanê xwe bi pêş xist. Di sedsala 19`an de zimanê kurdî derbasî qada çapemeniyê bû û ji wê demê heta niha li pey xwe mîraseke mezin a çapemeniyê hişt.
Çapemenî ku di sedsala 21`an de bûye amûra sereke ya propagandayê, lê mixabin tevî ezmûneke dirêj a çapemeniya kurdî û derfetên rojên îro yên di destê Kurdan de jî heta niha zimanê kurdî li gorî ku tê xwestin, nebûye zimanê çapemeniyê. Çapemeniya kurdî bi piranî bala xwe daye wergera ji zimanên dîtir. Gelo sedema vê yekê çi ye, tevî ku kurdî êdî Ii dibistanan jî tê dayîn û zanîngehên bi zimanê kurdî jî hatine vekirin?
Di vê dosyayê de em ê hewl bidin balê bikişînin ser têkiliya werger û zimanê kurdî di çapemeniya kurdî de û tunebûna standartekê û çawaniya çareserkirina van pirsgirêkan.
=KTML_Bold=KURTEDÎROKA ÇAPEMENIYA KURDÎ=KTML_End=
Di 22`yê Nîsana 1898`an de li paytexta Misirê Qahîreyê rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedîrxan ve hat derxistin. Êdî 22'yê Nîsana 1898'an bû tovê destpêkê yê çapemeniya kurdî û di sala 1973’yan de li Başûrê Kurdistanê wek ‘Roja Rojnamevaniya Kurdî’ hat îlankirin.
Piştî belavbûna Împaratoriya Osmanî û avabûna Komara Tirkiyê jî fişar li ser çapemeniya kurdî zêde bûn. Di serdema Komara Tirk de destûr ji bo weşanên kurdî nehat dayîn. Lê Kurdan dev ji xebata çapemeniyê berneda û di sed sala 20’an de li Iraq, Sûriye û Beyrûtê rojname hatin çapkirin.
Heta salên 90`î gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî, nexasim bi zaravayê kurmancî hatin weşandin. Di 1995`an de bi weşana Med TV’yê li Belçîkayê, çapemeniya kurdî derbasî qonaxeke din bû.
Lê zextên dewleta Tirk a dagirker û hêzên mêtinger Ii dijî çapemeniya kurdî nesekinîn; bi sedan televîzyon, rojname, radyo, ajans, malper û kovarên bi kurdî weşan dikirin, hatin girtin û kel û pelên wan desteser kirin.
Di salên 2000`î de piştî tecrubeyeke mezin, çapemeniya kurdî tenê di asta rojname, kovar û televîzyonan de nema û bi pêşketina teknolojiyê re jî ajans hatin vekirin û bi zimanê kurdî û gelek zimanên din li Kurdistan û Ewropayê weşan kirin.
=KTML_Bold=LI ŞÛNA KURDÎ, PERWERDEBÛNA BI ZIMANÊN DIN=KTML_End=
Bêguman li Kurdistanê ku ji aliyê 4 dewletan ve hatiye dagirkirin û li Ewropayê ji ber zextên hêzên mêtinger, meşandina xebata çapemeniya kurdî ya azad ne hêsan e.Sedema yekemîn û sereke ya vê yekê jî, qedexe bû ku Kurd bi zimanê xwe perwerde bibinîn, heta gihîşt astekê ku zimanê kurdî bû “sûc” û Kurd ji bo zimanê xwe ketin zindanan. Zarokên Kurdan neçar man ku biçin dibistanên hêzên dagirker û zimanên tirkî, erebî û farisî li şûna kurdî fêr bibin.
Hewl dan di mêjiyê Kurdan de biçînin ku zimanê kurdî bi kêrî tiştekî nayê û ne hêja ye ku mirov pê perwerde bibe û bibe zimanê çapemeniyê. Lewra li Bakurê Kurdistanê bi mentiqê tirkî, li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi mentiqê erebî nûçe tên nivîsandin û li Rojhilat jî bandora farisî heye.
=KTML_Bold=DİVÊ ROJNAMEVAN ZİRAVİYA ZİMAN BAŞ BİZANİN=KTML_End=
Sedema duyemîn; rojnamevanên ku cihê xwe di rêveberiyên dezgehên çapemeniya kurdî de digirin, car heye li ser zimanê kurdî ne hakim in anku têra xwe bi zimanê kurdî nizanin. Lewma dema ew rojnamevan nûçeyan radigihînin, pirsgirêk derdikeve. Her wiha nûçegihan jî baş bi kurdî nizanin, lê yên ku li ser ziman hakim in jî di aliyê nûçegihaniyê de gelekî kêm in.
Nivîskar û rojnamevan Rêşad Sorgul têkildarî vê babetê dibêje: Ji bo zimanê ragihandinê hevgirtî û hevtemamker be, divê mirov mekanîzmayekê çêke.
Sedema sêyemîn; nebûna saziyeke yekitiya çapemeniya kurdî ya li ser esasê her çar parçeyên Kurdistanê û serbixwe ye, wekî ku çawa li gel ereban Yekitiya Giştî ya Rojnamevanên Ereb heye. Ev yek jî dihêle ku her parçeyekî Kurdistanê li gorî ziman û mentiqê dewleta ku welatê wî dagir kiriye, nûçeyên xwe vehûnê.
Sedema çaremîn jî; heta niha ji bo zimanê kurdî lihevkirinek di aliyê rêziman û têgihan de çênebûye, ev yek jî dihêle ku zimanê kurdî parçe bibe û her saziyeke ragihandinê neçar bimîne ku ji zimanên dîtir têgeh û peyvan çêke.
Têkildarî mijarê ji edîtorên beşê kurmancî ya ANHA’yê Elî Arslan balê dikişîne ser kêmasiya rêberên nivîskî yên ragihandinê û wiha diaxive: “Rojnamevanî û xebatên ziman têkiliyeke xwe ya xurt heye. Nemaze ev yek di kurdî de pir eyan e, ji ber ku pêşveçûna kurdî zêdetir di ser çapemeniyê re pêk hatiye. Îcar heke rojnamevan têra xwe bi kitekitên ziman nezanin, li şûna ku baş bikin, xirab dikin. Em rojnamevanên Kurd, xwedî akademî yan jî saziyên ragihandinê nîn in. Ev yek dihêle em bi xebatên beriya xwe nezanin û wan ji xwe re bikin bingeh, pê re jî wan bi pêş ve bibin û li gorî hewcedariyên demê tekûz bikin. Helbet carinan mijara standartbûnê bi xwe re hin arîşeyan jî çêdike lê belaviya jargon û termînolojiya me, me mecbûrî standartekê dike ku ji bo wê jî divê hevkariyeke xurt di navbera rojnamevanên Kurd de hebe.”
=KTML_Bold='NASANDIN, DIVÊ BI ZIMANÊ KURDÎ BE'=KTML_End=
Sedemeke pêncemîn jî, ne fikirandina mentiqê kurdî û li beramberî wê jî fikirandina bi zimanên dîtir e. Rojnamevan û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok vê sedemê jî wiha şîrove dike: Gelek nûçegihanên ku ji bo nûçegihaniya kurdî têne perwerdekirin bi xwe jî, bi argumanên serdestiyê, nûçegihaniya tirkî rewa dibînin û dikin. Mînak; em dibêjin Ji bo derdê me bê fêmkirin em bi tirkî dinivîsin û diaxifin, Xwînerên kurdî kêm in, divê mebest ew be ku em xwe bidin nasandin û her wekî din. Ev arguman bi xwe jî nîşaneya dagirkirina mêjiyê me ne.
Sedema şeşemîn ku ew jî derdê hemû Kurdan e, nelihevkirinên hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê ye. Ev yek jî bandoreke yekser û sereke li civata kurdî û çapemeniya kurdî dike ku her yek saziyeke ragihandinê bi awayekî cuda karê çapemeniyê bike.
=KTML_Bold='PARÇEBÛNA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD BANDORÊ LI ZIMANÊ RAGIHANDINÊ JÎ DIKE'=KTML_End=
Rojnamevan Meryem Elî ku li Başûrê Kurdistanê dixebite, vê sedemê wiha şîrove dike: Parçebûna di nava hêzên siyasî yên Kurd de bandor li zimanê perwerde û zimanê ragihandinê jî kiriye. Mînak; mirov nikare bibêje ku li Başûrê Kurdistanê zimanekî standart ê kurdî tê esasgirtin. Zimanê li Başûrê Kurdistanê tê bikaranîn, bi temamî di bin bandora fikr û nêrîna partiyan de ye û zêde nehatiye polîtîzekirin.
Bêguman tevî hemû astengî, êriş, zext û pişaftinê jî, Kurdan xebata xwe ya çapemeniyê qet ranewestand û gihaştiye asteke bilind.
Lê piştî avakirina bi dehan kanalên kurdî, çêbûna bi sedan ajans, malper, kovar, rojname û radyoyên bi zimanê kurdî û derfetên niha di destê Kurdan de, çima heta niha zimanê kurdî di çapemeniya kurdî de tenê di asta wergerê de maye? Bi gotineke din; derfet di sedsala 21`an de di destê Kurdan de gelek in ku li pêşxistina zimanê kurdî di çapemeniyê de û zimanê kurdî kirina zimanekî çapemeniyê, bixebitin. Heke mirov di vir de du mînakên biçûk bide; li Rojava û Başûrê Kurdistanê çapemeniya kurdî bê asteng karê xwe yê çapemeniyê dike.
=KTML_Bold=KÊMBÛNA NÛÇEGIHANÊN KURDÎ=KTML_End=
Rojnamevan Abdurrahman Gok ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xebata çapemeniyê dike, dide zanîn ku di ragihandina kurdî de li her çar parçeyan û li dîasporayê nûçe bi gelemperî werger in, sedema vê yekê kêmbûna nûçegihanên kurdî ye.
Gok di berdewama nirxandina xwe de, balê dikişîne ser rewşa zimanê dayikê li Bakurê Kurdistanê û dibêje: Sedema yekemîn serdestiya zimanê tirkî ye. Lewre em tev di dibistan û tedrîsata tirkî re derbas dibin. Ev yek bi demê re dibe sedem ku em ji zimanê rojane jî dûr bikevin.
=KTML_Bold=‘JI BER KU NÛÇEYÊN ME WERGER IN, BÊ RUH IN’=KTML_End=
Abdurrahman Gok destnîşan dike ku ew li Bakur, bi zimanê tirkî nûçeyên xwe dinivîsin û piştre wergerî zimanê kurdî dikin û wiha didomîne: Ev dibe sedema bêtamiya nûçeyên kurdî. Tiştên bêtam jî mirov nêzî wan nabe. Ji ber ku nûçeyên me jî ji ber werger in, bê ruh in, rijî û kêmxwê ne.
Gok dibêje: Bi dehan sazî, dezgeh û partiyên kurd hene. Lê hemû daxuyaniyên xwe bi tirkî dinivîsin, berdevkên wan dema derdikeven pêşberî kamerayê tenê rojbaş û bi xatirê we bi kurdî dibêjin. Bêguman ger nûçegihaniya kurdî hatibûna asteke baş, dê siyasetmedar û nûnerên saziyan jî ji bo zimanê kurdî neçar bikirana. Lê mixabin di warê qelskirina ziman de hemû sazî di nava lihevkirineke nebinavkirî de ne.”
=KTML_Bold='XWENDINA BI KURDÎ PIR KÊM E'=KTML_End=
Gok anî ziman ku li Bakûr bi zimanê kurdî bi hezaran pirtûk hatine çapkirin, bi taybetî li zindanên Tirkiyê bi dehan girtî di warê zimanê kurdî de gelek berhemên hêja dinivîsin, lê xwendin û tora belavkirina van pirtûkan pir kêm e. Gok di dawiya nirxandina xwe de, wiha lê zêde dike: Ger em bixwazin nûçegihaniya kurdî bi hîm û sitûn be, divê nûçegihanên kurdî bendeke sitûr bixin navbera xwe û tirkî. Divê dezgehên çapemeniyê yên xwerû kurdî hebin û xwedî nûçegihanên kurdî bin.
=KTML_Bold='XEBATKARÊN KU TÊNE QADA ÇAPEMENIYÊ TENÊ DIZANIN BI KURDÎ BIAXIVIN'=KTML_End=
Edîtora JINNEWS’ê a beşa kurdî Munevver Karademîr diyar dike ku xebatkarên ku têne qada çapemeniyê tenê dizanin bi kurdî biaxivin, gelek ji wan jî di axaftinê de zehmetî dibînin û wiha dewam kir: Xebatkarên ku dest bi xebata ragihandinê dikin, hewl didin xwe bi pêş bixin, lê him xwe fêrî nivîsandinê dikin û him jî xwe fêrî rojnamegeriyê dikin. Ev jî bandorê li pêşketina çapemeniyê dike anku pêşketina wan bi derengî dixe.
=KTML_Bold='PIRBÛNA ZARAVAYAN DEWLEMENDIYA ZIMAN E'=KTML_End=
Munevver Karademîr balê dikişîne ser xaleke girîng ji bo zimanê kurdî ku ew jî pirbûna zaravayên kurdî ye: Zaravayên kurdî li dijî pêşketina ziman û belavbûna ziman nabin asteng, berovajî, dewlemendiya ziman in. Kesên ku zaravayê pê diaxivin baş bizanibin, pir hêsan dikarin zaravayên din jî hîn bibin û dikarin sûdê ji zaravayên din wergirin.
Munevver di dawiya nirxandina xwe de got: Di çapemeniya kurdî de wekî tê xwestin girîngî bi zimanê kurdî nayê dayîn. Lê ji bo ku kurdî di qada çapemeniyê de cihê xwe bigire, divê kesên bi tirkî rojnamegeriyê dikin, bi kurdî jî bizanin û nûçeyên xwe bi kurdî jî çêkin.
Elî Arslan jî têkildarî vê mijarê wiha dibêje: “Li tevahiya cîhanê dema rojnamevan dest bi karê xwe dikin, di paşxaneya wan de kêm zêde lîteraturek heye. Lê dema em dest pê dikin, ji ber ku me perwerde bi kurdî nedîtiye, gelek caran me qet bi kurdî nexwendiye jî. Heke em hakimî zimanê wêjeyê nebin, mixabin em nikarin zimanê rojnamevaniyê jî xurt bikin. Lewma jî hemû rojnamevanên Kurd qet nebe divê di asta dibistana amadehiyê de bi rêziman û wêjeya kurdî bizanin.”
Rojnamevan Karwan Hewramî jî rewşa çapemeniya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê wiha dinirxîne: Çapemenî niha li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh bi pêş ketiye. Ajans û saziyên din ên ragihandinê ên girêdayî rejîma Îranê vebûne û bi zimanê kurdî jî weşanê dikin. Mixabin ji ber nebûna ragihandina azad, kesên welatparêz an serbixwe di vê mijarê de, xebata çapemeniyê pêş bixin. Ên ku bixwazin gavan biavêjin jî rastî girtinê tên û bi salan di zindanê de têne girtin. Lê zimanê sereke yê çapemeniyê li Rojhilat farisî ye, lê li kêleka wê jî zimanê kurdî jî ku piraniya xwe bi zaravayê soranî ye, tê bikaranîn.
=KTML_Bold='ZARAVAYÊ SORANÎ LI ROJHILAT BÛYE ZIMANÊ RAGIHANDINÊ'=KTML_End=
Karwan Hewramî der barê bikaranîna zaravayên kurdî di çapemeniya li Rojhilatê Kurdistanê de ev agahî dan:Li Rojhilatê Kurdistanê zaravayê soranî, zimanê sereke yê kurdî ye. Lê di salên borî de zaravayê kelhorî jî bi pêş ketiye, her wiha zaravayên kurmancî, lekî, lorî, hewramî û bextiyarî jî bi pêş ketin. Lê tevî ku hejmara kesên bi zaravayê soranî li hemberî zaravayê kelhorî diaxivin kêm e jî, lê zaravayê soranî bûye zimanê ragihandinê.
Başûrê Kurdistanê rewşa xwe ji ya parçeyên dîtir cudatir e, li wir herêmeke federal a Kurdan hatiye avakirin û perwerde bi zimanê dayikê ye. Rojnamevan Meryem Elî têkildarî mijarê ev nirxand kir: Ji sala avabûna Hikumeta Federal a Herêma Kurdistanê heya niha perwerde bi tîpên aramî li Başûr tê dayîn. Heya niha ne di çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya nivîskî, bîserî (bihîzbarî) û dîtbarî de ne jî di sîstema perwerdeyê de cihekî pêwîst ji bo pêşxistina van zaravayan nehatiye dayîn. Hewramî û kelhorî bi rêya ragihandina azad (Stêrk TV, Aryen TV) xwe didin jiyandin.
Meryem Elî bi bîr dixe ku zimanê sereke yê ragihandina Başûrê Kurdistanê kurdî ye û piranî bi soranî û kurmancî ye û wiha pê de diçe:Kurmancî hem bi devoka behdînî tê dayîn, hem jî kurmanciya parçeyên din ên Kurdistanê li gorî xwe şekleke nû danê û bi kar tînin. Her wiha di weşanên nivîskî de erebî û îngilîzî jî pir tên bikaranîn. Hinek zimanên din ên biyanî jî tên bikaranîn, lê ne bi qasî tirkî, erebî û îngilîzî.
=KTML_Bold='PERWERDE BI KURDÎ YE LÊ SADEBÛN DI ZIMANÊ RAGIHANDINA BAŞÛR DE ÇÊNEBÛYE'=KTML_End=
Meryem destnîşan dike ku li Başûrê Kurdistanê ku demeke dirêj di bin dagirkeriya rejîma Baasê de maye û ji ber bandora îslamiyetê, hîn jî bandora zimanê erebî li ser heye, hin jî gelek peyv, têgîn, navên mehan, roj û hwd ên erebî di nava soranî û devoka behdînî ya li Dihokê tê bikaranîn de heye û got: Her çend perwerde bi zimanê zikmakî jî be, hîn ev sadebûn di zimanê ragihandina Başûr de çênebûye û zimanekî standart ê ku her kes qebûl bike, rûneniştiye.
Rêşad Sorgul bi bîr dixe ku di qada çapemenî û ragihandina kurdî de gelek gavên girîng hatine avêtin û wiha didomîne: Bêguman hin pirsgirêk hene. Hemin ev pirsgirêk hebûna wan asayî ye. Lê di heman demê de divê mirov ji bo jiholêrakirina wan jî bixebite. Mînak zimanê ragihandinê di nava xwe de ne li hev e.
=KTML_Bold=‘PIRSGIRÊK ASAYÎ NE Û DIKARIN WERIN ÇARESERKIRIN’=KTML_End=
Têkildarî pirsa me ya ‘gelo çima heta niha zimanê kurdî nebûye zimanê sereke yê çapemeniya kurdî?’ nivîskar û rojnamevan Sorgul vê nirxandinê dike: Bi ya min zimanê kurdî (kurmancî) bûye zimanê ragihandin û çapemeniyê. Wekî min got, pirsgirêkên xwe hene û ev pirsgirêk jî asayî ne. Di demên destpêkê de me jî bi wergerê dest pê kir û niha jî em bi xwe bi zimanê xwe yekser nûçeyan û dosyeyan çêdikin. Pirsgirêk ew e ku nûçekar zimanê xwe baş nizanin û bihêlin ji heq zimanê nûçeyan bê. Ji bilî zanebûna ziman jî têgihîştina li ziman bi pirsgirêk e. Dema we xwe di warê têgihîştin û serwextiyê de baş perwerde nekiribe wê ev yek xwe di nêzîkbûna we ya ziman de jî nîşan bide.
Têkildarî çareseriya pirsgirêkên heyî Elî Arslan jî wiha dibêje: “Em gelek caran zimanê çapemeniyê rexne dikin lê nabe ku em hewl û keda tê dayîn jî paşguh bikin. Helbet pirsgirêk hene û dê hebin jî, lê heke em baştir xwe bidinê, em ê di demeke kurt de van pirsgirêkan jî derbas bikin. Ji ber ku çapemeniya kurdî di gelek qonaxên sext re derbas bûye û bi zehmeteke zêde û di nav bêderfetiyeke mezin de xwe gihandiye van rojan. Her cara ku hêzên mêtinger xwestiye tepeser bikin, ji xwe re derfet afirandine û lîteratureke berfireh ji me re kiriye mîrate.”
=KTML_Bold='DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ YEKEMÎN Ê ÇAPEMENIYÊ'=KTML_End=
Di dawiya nirxandina xwe de Rêşad Sorgul wiha îşaret bi çareserkirina vê pirsgirêkê dike: Divê her kes zimanê xwe baş hîn bibe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê yekemîn ê endamên ragihandinê. Divê di beraqilî û mentiqê kurdî de nêzî mijaran bibe. Divê endamên çapemenî û ragihandina kurdî, çi kevn û çi nû, divê giş di warê ziman û ragihandinê de perwerde bibin.[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 1,405 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
Länkade objekt: 70
Artiklar
Bibliotek
Datum & Events
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-06-2020 (4 År)
Bok: Media
Dokumenttyp: Språk
Provins: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 99%
99%
Tillagt av ( ئاراس حسۆ ) på 16-05-2023
Den här artikeln har granskats och släppts av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 16-05-2023
Denna post nyligen uppdaterats med ( ئەمیر سیراجەدین ) om : 16-05-2023
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 1,405 gånger
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 517,357
Bilder 105,642
Böcker 19,138
Relaterade filer 96,355
Video 1,306
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Biografi
Tara Twana
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 1.141 sekund(er)!