ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,647
画像 106,309
書籍 19,218
関連ファイル 96,788
Video 1,358
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rêveberiya Xweser zîhniyeta netewedewletê derbas kir û bû modeleke nû-1
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rêveberiya Xweser zîhniyeta netewedewletê derbas kir û bû modeleke nû-1

Rêveberiya Xweser zîhniyeta netewedewletê derbas kir û bû modeleke nû-1
=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser zîhniyeta netewedewletê derbas kir û bû modeleke nû-1=KTML_End=

Şer û nakokiyên li Hindistan, Çîn û komarên Sovyeta berê, heta çolistana Mexrib û çolistana Erebî tevahî berhemên hegemonyaya kapîtalîst in ku netewedewletan derxistin da ku hebûna xwe mayînde bikin. Aloziya ku ev 10 sal e li Sûriyê rû dide, tê de modeleke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş ket û dikarî ji tevahî şer û nakokiyan re bibe çareserî.
21`ê Çileyê salvegera 7'an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ye. Ev rêveberî ya yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.
Bi şoreşa Sûriyê ya Adara 2011'an re ya ku ji xeta xwe derket û ket xizmeta ajanedeyên herêmî ku tu girêdana wê bi şoreş û daxwazên gelê Sûriyê nîn e, Rêveberiya Xweser hate ragihandin û bû modela çareseriyê ji aloziya Sûriyê re ye.
Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser projeya Rêveberiya Xweser a ku bûye mînak. Di beşa yekemîn de em ê behsa rêgezên Rêveberiya Xweser, şertên ku bûn sedema derketina vê projeyê û pêvajoyên pêşketina projeyê bikin.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK=KTML_End=
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hîmên neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan e. Ev rêveberî pergala rêxistinî ye, armanc dike ku civakê bighîne rewşekê ku bibe xwedî biryar û xwe bixwe bi rêve bibe. Ev pergal dijberî pergala desthilatdar a navendî ye.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya Sosyolojiya Azadiyê de dibêje ku heger neteweya demokratîk giyan be, rêveberiya xweseriya demokratîk beden e. Her wiha dibêje ku rêveberiya xweser ne li ser bingehê yek netewe û yek cografyayê ye û ne jî yek ol e. Lê belê li ser esasê gel û civakên cuda û li ser esasê demokrasiyê ye û li dijî zîhniyeta netewedewletê ye.
Rêber Ocalan her wiha li ser rêveberiya xweser dibêje: Di sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk de, ya girîng rêvebirina îradeya civakê ye. Rêveberiya xweser rêbazên birêvebirina civakê ya derveyî çarçoveya dewletê ye. Di rêveberiya xweser de gel û civak kar û barên xwe derveyî xeleka dewletê bi rê ve dibin. Ev rêveberî ji navarok û felsefeya rêveberinê ya li gorî rêbazên rêveberiya xweser a plankirî ye, ji ber desthilata hikumê xweser li herêmê diyarker e ku sîstema xwe rêvebirin girêdayî hikumeta navendî ye û şiklekê di hundirê dewletê de ne di hundirê civakê de digire.
=KTML_Bold=RÊGEZÊN RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK=KTML_End=
1-NETEWA DEMOKRATÎK:
Di Rêveberiya Xweser de sîstem dûrî netewedewlet e. Neteweyên heyî vediguherîne neteweyên demokratîk, bi rengê ku hemû hev û din qebûl bikin û di rêvebirina rêxistinên civaka sivîl ên cuda de beşdar dibe, da ku cudabûn û rengbûnê bide û rê li ber hemû beşên civakê de veke ku beşdarî rêvebirinê bibin.
2-WELATÊ HEVBEŞ:
Ev têgîn esasê her çareseriyeke demokratîk e. Welat ê tevahî pêkhateyan, bi hemû netew û mezheban e û biratî û yekitiyê ya dûrî hegemoniya her aliyekî li ser hesabê aliyekî din e ku înkarkirina hebûna pêkhateyên din roleke sereke ye xurt dike.
3-KOMARA DEMOKRATÎK:
Ev têgîn tê wateya ku sîstem dûrî netewedewlet be û li gorî sîstema demokratîk be. Her wiha tevahî pêkhate bi rengekî qanûnî û demokratîk bêyî cudabûna netew, dîn û îdeolojî di bin sîwanekî de dijîn.
4-DESTÛRA DEMOKRATÎK
Li gorî vê yekê, bi beşdarbûna tevahî pêkahteyên civakê xebat ji bo nivîsandina destûrekê wê were kirin. Taybetmendiyên vê yekê ew e ku sîstem ji bo pêşkêşkirina pisporî û tecrûbeyên aktîf be û zemîna durist a hevgirtina civak û sîstema rêveberiya xweser e.
5-ÇARESERIYA DEMOKRATÎK
Ev rêgez, demokratîkbûna civaka sivîl esas digire. Li şûna avakirina dewleteke nû li sîstemeke demokratîk aktîf di avabûna civakê de digere, çi ji bi rêya jinûve sererastkirina sîstema civakî ku rengekî ji rengên dewletê ye, anî jî bi rêya pergala sîstema dewleta heyî be. Ev yek destûreke demokratîk pêwîst dike da ku ji dewletê zêdetir xizmeta civakê bike. Her wiha ji bo ku rengek ji girêdana di navbera saziyan û civakê de dûr parvekirina desthilatdariyê ava bike, ku rê li ber pêşxistin û xurtkirina hêzên demokratîk û civakê veke.
6-YEKITIYA MAF Û AZADIYÊN FERDÎ Û CIVAKÎ
Maf, azadî û hêza ferd a pratîkî mîsoger dike bêyî ku ji civakê were dûrxistin. Ev têgîn li ser esasê azadî û mafan hatiye avakirin û bêyî kombûn û ferdan ne pêkan e.
7-SERXWEBÛNA ÎDEOLOJÎ Û AZADIYÊ:
Rêveberiya Xweser xwe dispêre azadiya îdeolojîk û xilasiya ji îdeolojiya hegemon. Ji ber ku dibîne ku bêyî azadiya îdeolojîk zehmet e ku prosesa demokratîkbûnê bi ser bikeve.
8-DIYALEKTÎKA DÎROKÎ Û ÎROYÎN
Ev rêgez, xwe dispêre xwendina durist ji bûyerên dîrokî û pêvajoyên wê heta vegera li radeya yekemîn, da ku geşedanên heyî diyar bike û li gorî dîroka rasteqîn guhertinan pêk bîne. Di vê de sûdê ji lêkolînên realîst ên dîrokî yên girêdayî rewşa jiyanî digire ku bi encam derkeve. Ji ber ku dîrok wekî çavkaniyeke bingehîn ji bo kişandina hêzê binirxîne û li ser avakirina hafizeya civakê dixebite da ku li hemberî ziyanên ku ji ber modernîteya Kkapîtalîst derketine, bi ser bikeve.
9-EXLAQ Û WIJDAN
Rêveberiya Xweser girîngiyê dide rêgeza wijdanî û di her gaveke ber bi demokratîkbûnê de esas digire.
Ji ber ku bêyî wijdan ne mimkun e ku demokrasî pêk were, her wiha bêyî aktîfkirina wijdanê civakî, parastina civakî ne pêkan e. Da ku rola xwe di pêkanîna edaletê û avakirina civakeke exlaqî û polîtîk de bi cih bîne.
10-XWEPARASTIN
Di Rêveberiya Xweser de xweparastina li hemberî pişaftin û keysbaziyê mafekî pîroz e ku ji ber modernîteya kapîtalîs derketiye. Li gorî vê pêwîst e çareserî ji pirsgirkên xweparastinê ji tevahî pêkhateyên gel, ferd û civakan de were dîtin. Her wiha li gorî wê tunebûna sîstema parastinê di civakan de rê li ber koletî û qirkirinên etnîk vedike.
=KTML_Bold=MERCÊN KUN BÛN SEDEMA DERKETINA MODELA RÊVEBERIYA XWESER=KTML_End=
Serhildana gel a di Adara 2011'an de bi banga azadî û demokrasiyê dest pê kir, veguherî şerê çekdarî li ser desthilatê di navbera rejîm û opozisyonê de. Her du hêzan xwe li hêzên herêmî û navdewletî girtin. Lê li herêmên Rojavayê Kurdistanê pêkhateyên ku bi hev re dijîn bi nêrîneke cudayî her du aliyan derket.
Di vê derbarê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis got: Cudabûna nêrîna me, ji ber zîhniyeta her du aliyan a bidestxistina desthilatê bû. Nêrîna her du aliyan (Rejîm û kesên navê opozisyên li xwe dikin) ji hev cuda nine. Ji ber vê gelên Sûriyê ji her du aliyan bê hêvî bûn.
Yûnis destnîşan kir ku her du alî di zîhniyeta xwe ya ji 10 salên aloziyê ve berdewam in û diyar kir ku ev yek di tunebûna nûnertiya rasteqîn a rêveberiya gelê Sûriyê de ya bi armanca azadî û demokrasiyê de eşkere dibe.
Yûnis anî ziman ku nêrîna gelê Rojava ji aloziya Sûriyê re xwe spartin projeya neteweya demokratîk a rêvebirina herêmê û wiha domand: Heger hevrûkeriyeke di navbera hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên di bin serweriya hikumeta Şamê û hêrêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk ên bi navê Îtîlafa Sûriyê de were kirin, wê were dîtin ku ev nêrîna gelê Rojava ya herî durist e.
=KTML_Bold=BERHEMÊN ŞOREŞÊ=KTML_End=
Ev nêrîn bi derketina projeya Rêveberiya Xweser encam da û wekî çarçove û modeleke nû ye da ku gel xwe bi xwe bi rêve bibe û rêvebirina herêmên xwe bike, dûrî nakokiyên navxweyî, parastina jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan, bêyî cudabûna olî, an mezhebî, neteweyî û etnîk.
Rêveberiya Xweser berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an e ya ku çirûska wê ji Kobanê dest pê kir.
Li ser mijarê Telet Yûnis dibêje: Pêwîstî bi projeyeke demokratîk hebû ku nûnertiya vîna gelan bike. Pêwîstî bi veguhastineke ber bi demokrasiyê ve hebû, ku xwe bispêre vîna civakan, da ku ji sîstema neteweyî ya navendî xilas bibe û tevahî beş û pêkhateyan beşdarî dayîna biryaran bibe û rêvebirina welat veguherîne sîstemeke nenavendî.
=KTML_Bold=ARMANCA PROJEYÊ=KTML_End=
Li gorî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser, armanc pêkanîna edalet, azadî û demokrasiyê li gorî rêgezên hevsengiya ekolojîk û wekhevî, bêyî cudabûna etnîk an ol an bawerî an jî zayendî. Her wiha armanc pêkanîna tevna siyasî û exlaqî ya civaka demokratîk e.
Erka wê ya hevfehmkirin, jiyana hevbeş di çarçoveyeke pirrengiyê de, rêzgirtina ji rêgezên mafên gelan re di diyarkirina çarenûsa wê de, mîsogerkirina mafên jin û zarokan, peydakirina parastina xweserî û parastina rewa û rêzgirtina azadiya ol û baweriyan e.
Di vê projeyê de ku xwe dispêre fikira neteweya demokratîk, gelên herêmê xeta sîyemîn hilbijart, ne li gel rejîm û ne jî li gel opozîsyonê nesekinî.
Ev proje hemwextî salvegera yekemîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi rêveberiya demkî ya herêmê dest pê kir. Meclisa Gel a Rojava û Encumena Nîştimanî ya Kurd a Sûriyê ev proje pejirand û nûnerên pêkhateyên din jî erê kir. Lê partiyên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) beriya ragihandina rêveberiyê vekişiya, bêyî sedemên vekişîna xwe diyar bike.
=KTML_Bold=PÊVAJOYÊN PÊŞKETINÊ=KTML_End=
Piştî ragihandina rêveberiya xweser a yekemîn li herêmê Cizîrê, ev proje berfireh bû û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin ragihandin. 27'ê heman mehê li Kobanê û di 29'ê heman mehê de li Efrînê hatin ragihandin.
Li gorî peymana civakî, gelên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têgîna dewleta neteweyî, leşkerî û olî û rêveberiya navendî û hikumeta navendî red kirin û ji formên lihevhatinê re bi kevneşopên demokrasî û pirreng re vekirî bûn, da ku hemû komên civakî, nasnameyên çandî, etnîk û neteweyî karibin xwe bi rêxistin bikin, rêz li sînor û rêzikên Sûriyê re bigirin. Mafên mirovan û parastina aştiya navxweyî û cîhanî biparêzin.
=KTML_Bold=MODELA RÊVEBERIYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ=KTML_End=
Ev proje bû model û li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê belav bû. Piştî ku QSD’ê herêmên din rizgar kirin, ev rêveberî bi navên cuda wekî meclis û rêveberiyên sivîl li herêmên din ji Minbicê bigire heya Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatin pêkanîn.
Bi pêkanîna Rêveberiya Xweser de wekî çareseriyekî ji aloziya Sûriyê re, ji ber girîngiya ku di navbera rêveberiyên xweser û sivîl ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de koordîne were avakirin, di 6'ê Îlona 2018'an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin. Erka vê rêveberiyê, di navbera rêveberiyên xweser û yên sivîl de koordîne bike û biryaran bike yek.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,252表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/- 16-05-2023
リンクされたアイテム: 23
日程&イベント
記事
9. NETEWE
グループ: 記事
Publication date: 09-01-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
ブック: 社会
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 16-05-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئەمیر سیراجەدین ) på 16-05-2023
最近の( ئەمیر سیراجەدین )によって更新この商品: 16-05-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,252表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.115 KB 16-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,647
画像 106,309
書籍 19,218
関連ファイル 96,788
Video 1,358
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:3.391 秒(秒) !