图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,469
图片 106,574
书籍 19,267
相关文件 97,122
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
​​​​​​​Ji dema serxwebûna Sûriyê heta Partiya Baasê Kurd
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

​​​​​​​Ji dema serxwebûna Sûriyê heta Partiya Baasê Kurd

​​​​​​​Ji dema serxwebûna Sûriyê heta Partiya Baasê Kurd
=KTML_Bold=​​​​​​​Ji dema serxwebûna Sûriyê heta Partiya Baasê Kurd=KTML_End=
Li dijî gelê Kurd ê li Sûriyê gelek planên ji bo qirkirina siyasî û civakî hatin kirin. Ya herî sereke di pêvajoya serdestiya Partiya Baasê de bû ku heta niha li welat hikum dike. Lê nêzîkatiyên vê partiyê li hemeberî Kurdan di dema Hafiz El Esed û kurê wî Beşar Esed de ji hev cuda bûn.
Di vê dosyayê de em ê balê bikişînin ser pirsgirêka kurdî li Sûriyê, çawa pergalên serdest nêzî Kurdan dibûn, planên ku li ser Kurdan dihatin kirin, her wiha nêzîkatiyên Partiya Baas di dema Hafiz El Esed û kurê wî de bi Kurdan re.
Di pêvajoya piştî serxwebûna Sûriyê de, li Sûriyê hinek nermbûna siyasî serwer bû. Ev yek hinekî hêz da tevgerên kurdî yên li Sûriyê ku bikevin tevgerê û nêrînên xwe bînin ziman, gihaşt asta ku daxwaz bikin ku zimanê kurdî li gel zimanê erebî bibe zimanekî fermî di dibistanan de, her wiha wezîrên Kurd li herêmên wan hatin erkdarkirin. Lê ev rewş dirêj nekir. Bi meylên desthilata serwer a wê demê li yekitiya Ereban re, gelê Kurd û pêkhateyên din hatin paşguhkirin û dûrxistin. Pê re hikumetan hemû sazî û çapxaneyên kurdî yên ku di dema serweriya Fransayê de derdiketin, girtin. Ev yek bi biryara wezîrê hundirîn Sebrî El Eselî yê hikumeta Seedallah El Cabirî pêk hat ku hikumeta yekemîn piştî serxwebûnê sala 1946'an hate avakirin.
Zilma herî mezin a li ser Kurdên li Sûriyê, di pêvajoya piştî yekitiya Sûriyê û Misirê bû. Sîstemên desthilatdar hewl dan hebûna Kurdan înkar bikin. Di sala 1962'yan de li Hesekê serjimarî di nava rojekê de pêk anî û dema pêwîst neda şêniyan ku agahiyan bidin. Bi encama vê serjimariyê de 120 hezar Kurd li gorî biryara 93'an ji mafê hemwelatîbûnê bê par hatin hiştin û wekî biyaniyên Tirk hatin destnîşankirin û nasnameya biyanîbûnê dan wan.
Kurdên ku ji mafê nasnameyê bê par hatin hiştin, êdî nikarin milkan bikirin û bi navê xwe qeyd bikin, her wiha nikarin di hilbijartinan de dengê xwe bi kar bînin û nikarin pasportan derxin an jî ji welat derdikevin. Di heman demê de zewaca Kurdên bê nasname ne rewa dihat dîtin û zarokên wan nikarin mafên medenî pêk bînin.
=KTML_Bold=DI PÊVAJOYA HAFIZ EL ESED DE=KTML_End=
Ev siyasetên li ser Kurdan wiha dewam kir heta ku Partiya Baas derket û Hafiz El Esed gihaşt ser desthilata Sûriyê. Li gorî çavdêran, Hafiz El Esed bi zîrekî nêzî pirsgirêka kurdî bû û karibû partiyên Kurdan ji hev parçe bike. Di serî de Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê parçe bû. Her wiha di dema Hafiz El Esed de bi rêya projeya Kembera Erebî demografiya herêmên Kurdan hat guhertin.
Kembera Erebî; polîtîkayên guhertina demgorafîk û erebkirinê ye ku hikumeta Şamê di sala 1974'an de li Cizîra Sûriyê pêk anî. Hikumetê dest danîn ser erdên çandiniyê yên li dirêjahiya sînorê Sûriye-Tirkiyê yên aîdê Kurdan û dan cotkarên Ereb ên ji Reqa û Helebê yên ku erdên wan di bin ava gola Bendava Firatê de mabû û li Hesekê hatin bicihkirin.
Ev çîrok ji beriya avakirina Bendava Firatê ve di sala 1966'an de dest pê kir. Di kongreya sêyemîn a herêmî ya Partiya Baasê de li gorî beşê pêncan a biryarên kongreyê, erdên çandinî yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê bi dirêjahiya 350 km û kûrbûna 10-15 km, milkê dewletê ye ku li gorî ewlehiya dewletê tê îstismarkirin.
Hejmara gundên ku ji ber vê projeyê ziyan dîtine gihişt 335'an. Hinek gund hatin rakirin û tev li gundên nû avakirin, hatin kirin. Her wiha ziyanên ku piştre derketin gihiştin zêdetirî 150 hezar Kurdên Hesekê.
=KTML_Bold=RUXMÎ ZILM Û PAŞGUHIRKIRINÊ KURD LI BAKUR MERTAL IN=KTML_End=
Li gel binkeftinên partiyên kurdî yên wê demê li hember planên tesfiyekirina Kurdan di aliyên çandî, siyasî û civakî de, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) karibû xwe li Sûriyê îsbat bike. PKK'ê hemû îmkanên pêkanîna siyaseteke şînber dabîn kirin û di vejandin û avakirina nasnameya kurdî de roleke girîng pêk anî.
Di şerê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de Kurd aliyekî rasterast bû. Ev nakokî vedigre sala 1939'an dema ku Lîwa Îskenderon a Sûriyê tev li serdestiya Tirkiyê hat kirin. Di dawiya salên 70'î yên sedsala borî de ev nakokî kûrtir bûn dema ku Tirkiyê bendav li ser çemê Firatê ava kirin ku gef li jêdera ava Sûriyê xwar.
Di wê demê de û di encama têkoşîna PKK'ê de Kurdan qadeke azadiya siyasî û çandî bi dest xist.
Piştî ku Şamê gefa hevbendiya Tirkiyê-Îsraîlê ya sala 1996'an hîs kir û ji ber ku xwe dispêre ava Firatê, dît ku neçar e tawîzan bide Tirkiyê. Piştre rêber Abdullah Ocala ji Sûriyê derket.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya yekemîn de dibêje: Têgihiştina ez ji Sûriyê derxistim, ya rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurd a Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patrontiyê rabûye. Ji lewra di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez riya wê qebûl bikim ez vexwendim. Lê ji bo vê jî ez ne ji alî exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm. Rêveberiya Ereb a Sûrî nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihurin. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYA û Sovyetê peyda bûbû. Piştî ku Sovyet ji hevdu ket ji Sûrî nedihat ku ti têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûrî bi min re –bi PKKê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkî ya di salên 1958’an de li ser Sûrî û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK weke amûrekî baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku wê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurd veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.
Çavdêr hebûna Kurdan li ser sînorê Sûriyê - Tirkiyê de mertalekê li hember timayên kevin ên Tirkiyê wesif dikin.
Ruxmî planên Tirkiyê di Sûriyê de û rola Kurdan a li hemberî van planan, hikumeta Şamê bi serokatiya Hafiz El Esed di 20'ê Cotmeha 1988'an de Lihevkirina Edeneyê bi dewleta Tirk re îmze kir ku Kurdên li Sûriyê kir hedef.
Di pêvajoya Hafiz El Esed de, bi taybet piştî lihevkirina bi Tirkiyê re, hikumeta Şamê gef li Kurdan dixwar, ew bi cûdexwazan tawanbar kir. Her wiha dema ku Kurd xebateke siyasî, an aborî an jî civakî dikirin, rastî lêpirsîn û lêgerînê ji aliyê hemû şaxên ewlehiyê vedihat. Ev siyaset heman demê li ser Ereban jî dihatin meşandin, erebê ku rexne li hikumetê dikir bi Sedamî an ku alîgirê serokê rejîma Iraqê ya berê Sedam Hisên dihat tawanbarkirin.
Ev siyasetên li dijî Kurdan di pêvajoya Beşar El Esed de berdewam kirin. Hikumeta Şamê Kurd û pêkhateyên herêmê yên ku di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar in, bi ajantiya ji derve re û hewldanên cudabûna ji welat tawanbar dike.
Piştî wefata Hafiz El Esed di sala 2000'î de kurê wî Beşar El Esed cihê wî girt. Lê Esed ê kur dîrok û rewşa herêmê nexwend. Her wiha dîroka planên Tirkiyê yên di welat de di ber çavan re negirt.
Di pêvajoya Beşar El Esed de têkiliyên Sûriyê-Tirkiyê xurt bûn. Rejîma Şamê bi dehan çalakvanên Kurd girtin û zext li ser wan dimeşand. Têkiliyên kurê Esed û Erdogan gihişt asta serdanên malbatî, her wiha Beşar El Esed ji bo razîkirina Erdogan gelek berjewendiyên Sûriyê ji dest da. Ya girîng sûkên Sûriyê li ber kel û pelên Tirkiyê vekir, ev yek bandoreke neyinî li berhemên Sûriyê bi taybet pêşesaziyên Helebê kir.
Ji wê zêdetir, Beşar El Esed dijminhatiyeke mezin li doza kurdî kir û cudahî di navbera pêkhatiyên herêmê de xurt kir. Ev yek di Serhildana Qamişlo ya 2004'an de xuya bû ku hikumeta Şamê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derxîne, Kurd kirin hedef û bi dehan sivîl di nav de jin û zarok şehîd bû birîndar bûn.
Di 22'yê Kanûna 2010'an de wezîrên karên derve yên Şamê Welîd El-Mûalîm û Tirkiyê Ahmet Davutoglu peymana ewlehiyê îmze kir, ku wekî guhertina Peymana Edeneyê ye. Bi vê yekê hikumeta Şamê zextên xwe li ser Kurdan zêde kir û wan bi komên terorîst bi nav kir.
Bi destpêka aloziya Sûriyê re di 2011'an de, hikumeta Beşar El Esed rê li ber Tirkiyê vekir ku destwerdanê li civaka Sûriyê bike. Erdogan ê ku dostê kevin ê Beşar El Esed e kesê yekemîn bû ku banga hilweşandina rejîma wî kir û xaka Sûriyê dagir kir.
Dema ku Tirkiyê destek da komên çete yên li Sûriyê, hikumeta Şamê nikarî hebûna xwe îsbat bikira û herêmên xwe parastibe, ji ber vê yekê ji herêmê vekişiya. Li vir Kurdan xwe bi rêxistin kirin û partiyên xwe yên siyasî û hêzên leşkerî ava kirin, piştre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de digire.
Erdogan lihevkirinên berî bi kar danîn da ku hincetan ji destwerdana xwe ya li xaka Sûriyê re bibîne. Lê ev lihevkirin bin pê kir. Li gorî van lihevkirinan, divê koorîne û hexebata hevbeş di navbera Şam û Tirkiyê de hebe, lê Tirkiyê şerê hemû kesên ku li pêşiya armancên wê sekin, di nav de artêşa Sûriyê, kir. Di lihevkirinan de şertek hebû ku artêşa Sûriyê sînor kontrol bike, lê artêşa Tirk herêmên Bab, Idlib, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Li gorî van lihevkirinan divê artêşa Tirk ji van herêman vekişe.
Niha dîrok xwe dûbare dike. Ruxmî tecrûbeyên berê yên xirab û dîroka palanên Tirkiyê li Sûriyê û binpêkirina Lihevkirina Endene ya kevin ji aliyê Tirkiyê ve, axaftin li ser vegera têkiliyên Enqere û hikumeta Şamê hene.
=KTML_Bold=ENCAM=KTML_End=
Timayên Tirkiyê di xaka Sûriyê de vedigere beriya pêvajoya serxebûna welat. Wê demê Tirkiyê li derfetekê digeriya da ku planên xwe li herêmê pêk bîne, car caran bi hêzê, car caran jî bi rêya xapandina sîstemên serwer ên Sûriyê, car caran ji bi rêya têkilî û lihevkirinên qirêj hewl dan van planên bi cih bîne.
Ji ber vê yekê xetereya li ser xaka Sûriyê ya ji dema qutkirina Lîwa Iskenderon û heta niha ji aliyê bakurê welat e, ku Tirkiyê gefan lê dixwe. Li van herêman Kurd dijîn ku tu carî gef li Tirkiyê nexwarine. Lê diviya bû ku pergalên serdest Kurdên ku li bakurê welat mertalên parastinê bibîne û mafên wan bide wan.
Tevî vê yekê jî, van rejîman hiştina ax û serweriya Sûriyê ji dijminê Tirk di ser dayîna mafên Kurdan re girtine.
Di mijara nêzîkatiyên li hemberî Kurdan de, cudahiyek biçûk di navbera pêvajoya Hafiz El Esed û kurê wî Beşar El Esed de heye, ew e ku bav ji xetereyên Tirkiyê re hişyartir bû, lê kur xwedî nedîtineke durist e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,552
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
挂钩项目: 35
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 06-09-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
普罗旺斯: 叙利亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-05-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-05-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-05-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,552
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,469
图片 106,574
书籍 19,267
相关文件 97,122
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!